Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45

Ruhê Pîroz Ça Alî Me Dike?

Ruhê Pîroz Ça Alî Me Dike?

“Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (FÎLÎ. 4:13).

KILAMA 104 Ruhê Pîroz Pêşkêşa Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Çi alî me dike ku her roj ber çetinaya teyax kin? Şirovekin. b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

“ÇAXÊ ez difikirim ku ez çi tengasîra derbaz bûme, ez divînim wekî minê pê qewata xwe ber wê yekê teyax nekira”. Ew gilî me geleka gotiye. Dibeke we ev yek gotiye, çaxê ber problêmekê teyax kiriye, mesele çaxê rastî nexweşîke giran hatine, yan jî we merivê xweyî nêzîk unda kiriye. Gava hûn ewê çetinayê tînin bîra xwe, hûn fem dikin ku we her roj teyax dikir, çimkî Yehowa pê ruhê xweyî pîroz “zorayiya qewatê” dida we (2 Korn. 4:7-9).

2 Mera usa jî alîkariya ruhê pîroz lazim e, seva nekevine ber bayê vê dinya xirab (1 Yûhn. 5:19). Xêncî vê yekê, mera usa jî qewat lazim e, wekî miqabilî “ordiyêd ruhaniye xirab” bisekinin (Efes. 6:12). Emê vê gotarêda şêwir kin du tişta, ku çida ruhê pîroz alî me dike. Paşê emê şêwir kin, ku em ça dikarin ji ruhê pîroz bi temamî karê bistînin.

RUHÊ PÎROZ QEWATÊ DIDE ME

3. Çi cûreyî Yehowa alî me dike tengasiyada sebir kin?

3 Ruhê Yehowayî pîroz alî me dike bi wê yekê, ku qewatê dide me, wekî nava çetinayada jî cabdariyên xwe bînin sêrî. Pawlosê şandî fem dikir, wekî ewî berdewam dikir nava tengasiyada xizmet ke, çimkî ewî îtbariya xwe “qewata Mesîh” dianî (2 Korn. 12:9). Pawlos wedê rêwîtiya mîsyonêrtîye duda, ne tenê gelek xizmet dikir, lê ew usa jî dixebitî seva ebûra xwe bike. Ew Korintêda mala Ekîla û Priskîlayêda dima, yên ku kon çêdikirin. Pêşê Pawlos jî ew bû, lema ew tevî wan hine roja dixebitî (Kar. Şand. 18:1-4). Ruhê pîroz qewat dida Pawlos, wekî ew hin bixebite hin jî xizmetiya xwe bîne sêrî.

4. Li gora 2 Korintî 12:7b-9, çi çetinaya Pawlos hebû?

4 Bixûne 2 Korintî 12:7b, ji spartinê, * û rêzên 8-9. Çaxê wan rêzada Pawlos got, wekî bedena wîda stirû heye, ewî bi wê yekê çi dixwest bigota? Hergê bedena weda stirû hebûya, weyê êşeke mezin bikişanda. Lema Pawlos digot, wekî çetinayîke wîye usa hebû, ku êş wîra dianî. Ewî ev çetinayî nav kir ça “milyaketekî Şeytan” yê ku wî dida “ber kulma”. Dibeke meniya problêmên wî raste-rast Şeytan yan cinên wî nîbûn, dêmek ça bêjî wana xwexa ew stirû nedikirine bedena wî. Lê gava wana tengasiya Pawlos dîtin, ça bêjî ev “stirû” diha kûr dikirine bedena Pawlos, seva êşa wî zêde kin. Lê Pawlos çi kir?

5. Yehowa ça caba duayên Pawlos da?

5 Pêşiyê Pawlos dixwest, wekî Yehowa ewî “stirûyî” derxe. Ew dibêje: “Min sê cara hîvî ji Xudan [Yehowa] kir, ku vê yekê ji min dûr xe”. Rast e Pawlos dua dikir, lê yeke stirû dîsa jî bedena wîda ma. Gelo ew yek tê hesabê, ku Yehowa caba duayên Pawlos neda? Na! Ewî caba wî da. Rast e Yehowa wî ji problêmê xilaz nekir, lê ewî qewat da Pawlos, wekî teyax ke. Yehowa got: “Qewata min sistiyada miyaser dibe” (2 Korn. 12:8, 9). Pê alîkariya Xwedê, Pawlos şabûn û dilrihetî unda nekir (Fîlî. 4:4-7).

6. a) Yehowa ça dikare caba duayên te bide? b) Kîjan sozên ji rêzên ku abzasêda hene, qewatê didine we?

6 Mîna Pawlos, te qe lavaya Yehowa kiriye, wekî ew te ji çetinayê xilaz ke? Hergê te gelek dua dikir, lê yeke problêma te dîsa jî ma, yan jî hela hê diha xirab bû, dibeke tu fikirîyî, wekî Yehowa ji te razî nîne. Hergê usa ne, mesela Pawlos bîne bîra xwe. Çawa ku Yehowa caba duayên wî da, Ew wê ese caba duayê te jî bide. Yehowa dibeke te ji vê problêmê xilaz neke, lê bi saya ruhê pîroz, wê qewatê bide te seva temîş kî (Zeb. 61:3, 4). Tu dibeke “lêdayî-ketî” bî jî, lê Yehowa wê tu car te nehêle (2 Korn. 4:8, 9; Fîlî. 4:13).

RUHÊ PÎROZ ALÎ ME DIKE BERDEWAM KIN YEHOWARA XIZMET KIN

7-8. a) Çida ruhê pîroz mîna ba ye? b) Petrûs ça hukumê ruhê pîroz şirovekir?

7 Ruhê pîroz dîsa çi cûreyî alî me dike? Em dikarin ruhê pîroz beramberî ba bikin. Mesele, gemî bi saya ba ku aliyê rastda tê, dikare silamet bigihîje ciyê xwe, hela hê jî hergê berêda firtone rabûye. Mîna vê yekê, ruhê pîroz jî dikare alî me bike, wekî tengasiyada jî berdewam kin, heta dinya teze Yehowara xizmet kin.

8 Petrûs mesîgir bû, û ewî gelek tişt zanibû derheqa rêwîtiya berêda. Lema ecêbmayî nîne, ku Petrûs derheqa hukumê ruhê pîroz gilîkî usa da xebatê, kîjan ku ça tê kifşê girêdayî ye tevî rêwîtiya ser berê. Ewî nivîsî: “Tu pêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatiye dayînê, lê meriva bi rêberiya ruhê pîroz ji Xwedêda xeber dane”. Xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê ça “rêberî”, raste-rast tê hesabê “pey herin” (2 Pet. 1:21).

9. Petrûs çi dixwest bide femkirinê çaxê xebera “rêberî” da xebatê?

9 Çaxê Petrûs da xebatê xebera “rêberî”, ewî çi dixwest bi wî gilî bêje? Ew giliyê Yûnanî usa jî nivîskarê Karên Şandiya Lûqa da xebatê, çaxê derheqa gemiyê got, kîjan ku ji ba hate “ajotinê” (Kar. Şand. 27:15). Lema jî çaxê Petrûs nivîsî, ku nivîskarên Kitêba Pîroz bi “rêberiya” ruhê pîroz dinivîsîn, li gora gotina zandarekî, ewî gilîkî usa da xebatê, ku girêdayî ye tevî ajotina gemiya. Petrûs ça bêjî got, wekî çawa gemî pê rêberiya ba diçe seva bigihîje cî, usa jî pêxember û nivîskarên Kitêba Pîroz pê rêberiya ruhê pîroz diçûn, seva şixulê xwe xilaz kin. Ewî zandarî got: “Ew nivîskar ça bêjî mîna gemiyên pê babirkên vekirî bûn”. Yehowa “ba”, dêmek ruhê xweyî pîroz dida nivîskarên Kitêba Pîroz, û ewana pey rêberiya ruhê pîroz diçûn.

GAVA 1: Her gav şixulê Yehowada xîret bin

GAVA 2: Bi temamî çiqas dikarin nava wan şixulada bin *

10-11. Kîjan du gav em gerekê bikin, seva bawer bin ku ruhê pîroz rêberiyê me dike? Meselê bînin.

10 Hemikî îro Yehowa ruhê xweyî pîroz nade xebatê, wekî kitêbên Kitêba Pîroz binivîsin. Lê ew heta niha pê ruhê xweyî pîroz rêberiya xizmetkarên xwe dike. Belê, Yehowa ruhê xweyî pîroz dide me. Lê em ça dikarin bawer bin, wekî ruhê pîroz rêberiyê me dike? Em gerekê aliyê xweda tiştekî bikin. Lê çi?

11 Were derheqa vê meselê şêwir kin. Hergê gemîvan dixwaze, wekî ba alî wî bike, ew gerekê du tişta bike. Ya pêşin ba kî alîva tê, ew gerekê qeyika xwe wî alîva bajo. Hergê gemîvan ser ciyê sekinandina qeyika bisene, û qeyikê nebe nav berê, ba wê qeyikê nejo. Ya duda, jêra lazim e çiqas dikare babirka hilkişîne û veke. Femdarî ye, ku hergê ba hebe jî, qeyik tenê wê hingê here, hergê ba babirka xe. Mîna vê yekê, em jî dikarin berdewam kin Yehowara xizmet kin tenê hingê, hergê alîkariya ruhê pîroz bistînin. Lê seva ku ruhê pîroz bistînin, mera lazim e du gava bikin. Ya pêşin, em gerekê xwe riya ruhê pîroz bigirin, bi vê yekê ku wan şixula bikin, kîjana ku ew rêberiyê dide me ku em bikin. Ya duda, em gerekê “babirkên xwe hilkişînin”, dêmek çiqas dikarin bi temamî nava wan şixulada bin (Zeb. 119:32). Çaxê em wan gava bikin, ruhê pîroz wê me pêlara derbaz ke, dêmek miqabilîbûn û tengasiyara, û wê qewatê bide me ku bi aminî Xwedêra xizmet kin heta bigihîjine dinya teze.

12. Emê niha derheqa çi şêwir kin?

12 Me şêwir kir, ku ruhê pîroz ça du tiştada alî me dike. Dêmek ruhê pîroz qewatê dide me û alî me dike wekî tengasiyada amin bimînin. Ruhê pîroz usa jî me pêşda dibe û alî me dike, seva em riya jîyîna heta-hetayêda bimînin. Lê niha emê çar tişta şêwir kin, kîjan ku em gerekê bikin, seva ji ruhê pîroz bi temamî karê bistînin.

ÇAWA BI TEMAMÎ JI RUHÊ PÎROZ KARÊ BISTÎNIN

13. Li gora 2 Tîmotêyo 3:16, 17, Xebera Xwedê ça dikare ser me hukum ke, lê em aliyê xweda gerekê çi bikin?

13 Ya pêşin, Xebera Xwedê lêkolîn bikin. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:16, 17.) Xwedê bi saya ruhê xwe, fikirên xwe kire hişê nivîskarên Kitêba Pîroz. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, şîretên Xwedê dikevin hiş û dilê me. Ew şîret û fikirên Yehowa me hêlan dikin emirê xweda guhastina bikin, seva dilê wî şa kin (Îbrn. 4:12). Lê seva em bi temamî ji ruhê pîroz karê bistînin, em gerekê wede başqe kin seva her gav Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr bifikirin ser çi jî dixûnin. Paşê îda Xebera Xwedê wê ser xeberdan û kirên me hukum ke.

14. a) Çira em dikarin bêjin, wekî ser civata em ruhê pîroz distînin? b) Çawa em dikarin pê “babirkên vekirî” bêne ser civata?

14 Ya duda, tevî xûşk-bira tevayî top bin seva Xwedê bihebînin (Zeb. 22:22). Bi sîmbolîk bêjin, civatên me ew hene ew cî, kîderê ku “ba tê”. Dêmek ruhê Yehowa ser civata ye (Eyan. 2:29). Çira em dikarin vê yekê bêjin? Çimkî çaxê em tevî xûşk-bira top dibin, em bona ruhê pîroz dua dikin, kilamên ruhanî ku ser hîmê Xebera Xwedê ne, distirên, û ji birên ku pê ruhê pîroz têne kifşkirinê, şîret û rêberiyên ji Kitêba Pîroz dibihên. Ruhê pîroz usa jî alî xûşka dike, ku xwe hazir kin û civatêda pê dersên ku wanra dikevin, derkevin. Lê seva bi temamî em ji ruhê pîroz karê bistînin, em gerekê xwe bona civata hazir kin. Wî cûreyî em ça bêjî pê “babirkên vekirî” têne ser civata.

15. Çawa wedê xizmetiyê ruhê pîroz alî me dike?

15 Ya sisiya, xizmet kin. Çaxê em wedê xizmetiyê û hînkirina meriva Kitêba Pîroz didine xebatê, em dihêlin, wekî ruhê pîroz alî me bike (Rom. 15:18, 19). Seva em ji ruhê Xwedêyî pîroz karê bistînin, em gerekê her gav xizmet kin, û çiqas dikarin Kitêba Pîroz bidine xebatê. Gavek ku ça em dikarin xizmetiya xweda xeberdana tevî meriva baş kin, ew e ku ji “Bernama Civînê: Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin” cûrên belakirina mizgîniyê bidine xebatê.

16. Seva ruhê pîroz bistînin, cûrê raste-rast kîjan e?

16 Ya çara, Yehowara dua bikin (Met. 7:7-11; Lûqa 11:13). Seva ruhê pîroz bistînin, riya ferz ew e, ku raste-rast ji Yehowa bixwazin. Tu tişt nikare rê bigire ku duayên me negihîjine Yehowa yan jî em ruhê pîroz nestînin, ne kela û hela hê ne jî Şeytan (Aqûb 1:17). Lê em ça gerekê bona ruhê pîroz dua bikin, seva bi temamî ji wî karê bistînin? Seva caba vê pirsê pêbihesin, were em meselekê şêwir kin, kîjan ku tenê kitêba Lûqada nivîsar e. *

TIMÊ DUA BIKIN

17. Ji mesela Îsa ku Lûqa 11:5-9, 13-da nivîsar e, em çi dersê xwera hîn dibin?

17 Bixûne Lûqa 11:5-9, 13. Ew mesela Îsa dide kifşê, wekî ça em gerekê bona ruhê pîroz dua bikin. Vê meselêda, mêrik “bona bêarziya” xwe ew stand, çi ku jêra lazim bû. Ew neditirsiya ku ji hevalê xwe alîkariyê bixwaze, hela hê nîvê şevê jî. Lê ça Îsa ew mesele bona dua da xebatê? Ewî got: “Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe”. Dêmek, em çi dersê xwera hîn dibin? Seva em ji ruhê pîroz alîkariyê bistînin, em gerekê her gav bêarzî, dêmek bi xîret dua bikin.

18. Li gora mesela Îsa, çira em dikarin dudilî nebin, wekî Yehowa wê ruhê xweyî pîroz bide me?

18 Mesela Îsa usa jî alî me dike, wekî fem kin ku çira Yehowa wê ruhê pîroz bide me. Meselêda mêrik dixwest mêvanê xwera qenciyê bike. Ewî dixwest mêvanê xwe têr ke, kîjan ku nîvê şevê hatibû, lê malda xwarin tune bû. Îsa got wekî cînarê wî nan da wî, çimkî ewî berdewam dikir ji wî hîvî ke. Lê bi vê yekê Îsa çi dixwest hîn kira? Ewî dixwest hîn kira ku hergê merivê gunekar hazir e alî cînarê xwe bike ji bo bêarziya wî, lê îlahî Bavê meyî ezmana ku qenc e, wê çiqas zêde alî wan bike, yên ku timê ruhê pîroz ji wî hîvî dikin! Lema jî em çaxê dua dikin dikarin dudilî nebin, ku Yehowa wê ese xwestina me bîne sêrî û ruhê pîroz bide me (Zeb. 10:17; 66:19).

19. Çira em gerekê dudilî nebin, wekî emê heta xilaziyê sebir kin?

19 Em dikarin dudilî nebin, wekî Şeytan çi jî bike, yeke ew wê nikaribe me bişkêne. Lê çira? Çimkî ruhê pîroz du tiştada alî me dike. Ya pêşin, ew qewatê dide me, kîjan ku mera lazim e wekî wedê cêribandina amin bimînin. Ya duda, ew qewat “babirkên me tije dike”, ku alî me dike xizmetiya xwe Yehowara berdewam kin, heta em bigihîjine dinya teze. Were em nêtê xwera daynin, wekî aliyê xweda her tiştî bikin, seva bi temamî karê bistînin ji alîkariya ruhê pîroz!

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ abz. 5 Vê gotarêda wê bê şirovekirinê, ku ça ruhê Xwedêyî pîroz dikare alî me bike ber çetinaya teyax kin. Wê usa jî bê şirovekirinê, em çi dikarin bikin, seva bi temamî ji ruhê pîroz karê bistînin.

^ abz. 4 2 Korintî 12:7b, DT: “Bedenêda, minra stirûyek hate dayînê, milyaketekî Şeytan ku min dide ber kulma, seva ez qure nebim”.

^ abz. 16 Ji nivîskarên Mizgîniyê, Lûqa hê zêde dîna me dide ser vê yekê, ku dua çiqas ferz bû bona Îsa (Lûqa 3:21; 5:16; 6:12; 9:18, 28, 29; 18:1; 22:41, 44).

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: GAVA 1: Xûşk û birak dikevine Oda Civatê. Ewana tevî xûşk-bira top dibin ser civatê, kîderê ruhê Yehowa ye. GAVA 2: Ewana bona civatê hazir in û caba xwe didin. Dikeve nava wan du gava usa jî şixulên mayîn, ku vê gotarêda hatine gotinê: dêmek, lêkolînkirina Xebera Xwedê, xizmetî, û duakirin Yehowara.