Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46

Cotên Teze Zewicî – Şixulê Yehowa Daynin ser Ciyê Pêşin!

Cotên Teze Zewicî – Şixulê Yehowa Daynin ser Ciyê Pêşin!

“Xudan qewat û mertala min e, dilê min Wîda guman bûye” (ZEBÛR 28:7).

KILAMA 131 “Ewên ku Xwedê Kirine Yek”

VÊ GOTARÊDA *

1-2. (a) Çima ferz e ku cotên teze zewicî xwe bispêrin Yehowa? (Zebûr 37:3, 4) (b) Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

DIQEWIME hûnê demeke nêzîkda bizewicin, yan hûn teze zewicî ne? Heger usa ye, hûn bêşik gelek şa ne, wekî hûnê jîyîna xwe tevay derbaz kin. Dîsa jî, jîyîna kesên zewicî carna hêsa nîne, û lazim e ku hûn hine safîkirinên ferz bikin. Ev yek ku hûnê çetinaya ça safî bikin û çi nêta daynin pêşiya xwe, wê gelek sala ser bextewariya we hukum bike. Heger hûn xwe bispêrin Yehowa, hûnê safîkirinên baş bikin, zewaca we wê diha qewî be û hûnê diha bextewar bin. Lê heger hûn nihêrandina Xwedê hilnedin hesab, hûnê rastî çetinaya bên û şabûna xwe unda kin (Zebûr 37:3, 4 bixûne).

2 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine serhatiyên hine jin-mêrên bawermend, yên ku berê dijîtin. Emê bivînin wekî em çi dersa dikarin ji serhatiyên wan hîn bin. Usa jî, emê dîna xwe bidine çend serhatiyên jin-mêrên îroyîn. Rast e ev gotar bona kesên teze zewicî hatiye hazirkirinê, lê dîsa jî hemû cotên zewicî dikarin ji van şîreta karê bistînin.

KESÊN TEZE ZEWICÎ RASTÎ ÇI CÛRE ÇETINAYA TÊN?

Çi cûre safîkirin dikarin riya kesên teze zewicî bigirin, wekî xizmetiyêda hê zêde bikin? (Abzasa 3 û 4 binihêre)

3-4. Hine cotên teze zewicî rastî çi cûre çetinaya tên?

3 Hine kes cotên zewicîra dibêjin, wekî ewana mîna gişka bijîn. Mesele, hine dê-bav û merivên din kesên teze zewicî hêlan dikin ku zara bînin. Carna jî hine dost û heval wanra dibêjin, wekî ew xwera malekê bikirin û mala xwe pê tiştên bedew û biha tije bikin.

4 Heger yên teze zewicî fesal nîbin, ewana dikarin gelek deyn bikine stûyê xwe. Paşê, dixwazî-naxwazî ewana wê mecbûr bin gelek bixebitin, wekî deynên xwe dadin. Hingê xebata wan dikare ev wede, kîjan ku ewana gerekê ser lêkolîna şexsî, qulixkirina malbetê û xizmetê xerc kin, ji wan bistîne. Serda jî, ewana dibeke nikaribin herin hemû civata, çimkî gerekê zêde bixebitin seva zêde pere qazanc kin, yan seva ku xebata xwe unda nekin. Axiriyêda, ewana van mecala ji destê xwe berdidin, wekî xizmetêda hê zêde kar bikin.

5. Serhatiya Marîsa û Klaûs çi me hîn dike?

5 Gelek cotên zewicî dibêjin wekî ketina pey mal û milk bextewariyê nayne. Dîna xwe bidin, ku jin û mêrekî bi navê Marîsa û Klaûs çi hîn bûne. * Gava ew teze zewicî bûn, herdu jî sibeh heta êvarê dixebitîn, wekî hebûkê qazanc kin û bi jîyîneke rihet bijîn. Lê dîsa jî dilê wan ne rihet bû. Klaûs dibêje: “Mal û milkê me gelek bû, lê nêtên meye ruhanî qet tune bûn. Rast bêjim, jîyîna me tevlihev û çetin bû”. Diqewime we jî dîna xwe daye, wekî ketina pey mal û milk bextewariya we zêde nekiriye. Lê dilteng nebin! Werên em çend meselên baş yên kesên din şêwir kin, ku dikarin alî we bikin jîyîna xweda guhastina bikin. Pêşiyê, werên em dîna xwe bidinê hela mêr dikarin ji serhatiya Yehoşefat Padşa çi hîn bin.

MÎNA YEHOŞEFAT PADŞA ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNE

6. Gava Yehoşefat Padşa rastî problêmeke mezin hat, ewî ça guh da şîreta ji Metelok 3:5, 6?

6 Mêrno, dibeke hûn carna nav cabdariyên xweda dixeniqin. Heger usa ye, dîna xwe bidin mesela Yehoşefat Padşa. Ew bona halxweşiya temamiya miletê xwe cabdar bû! Gelo ewî ça serî bi vê cabdariya giranra derdixist? Yehoşefat çi ji destê wî dihat dikir, wekî cimetê xwey ke. Mesele, ewî der-dora bajarên Cihûdayê sûr kirin, û ewî zêdetirî 1 160 000 esker top kirin (2 Dîrok 17:12-19). Carekê, Yehoşefat rastî problêmeke mezin hat. Ordîke mezin ya dijmina hicûmî ser wî, malbeta wî û cimeta wî kir (2 Dîrok 20:1, 2). Gelo Yehoşefat çi kir? Li gora şîreta ji Metelok 3:5, 6 (bixûne), ewî îtbariya xwe Yehowa anî. Duayê wîye bi milûktî, ya ku 2 Dîrok 20:5-12-da hatiye nivîsandin, nîşan dike wekî ew Bavê xweyî ezmanîda çiqas guman bû. Gelo Yehowa ça caba duayê Yehoşefat da?

7. Yehowa ça caba duayê Yehoşefat da?

7 Yehowa bi saya Lêwîkî bi navê Yahazîêl Yehoşefatra usa got: “Rêz girê bidin û bisekinin, . . . xilaziya [ji] Xudan bivînin” (2 Dîrok 20:13-17). Bi rastî tu kes bi vî cûreyî naçe şer! Lê ev rêberî ne ku ji merivekî, lê ji Yehowa bû. Lema jî Yehoşefat xwe bi temamî sparte Xwedê û guh da wî. Gava ew tevî cimeta xwe berbi dijmina çûn, ewî ne ku eskerên herî cêribandî, lê stranbêjên bêçek danî rêza pêşin. Yehowa sozê xwe anî sêrî û ordiya dijmina qir kir (2 Dîrok 20:18-23).

Wê baş be ku cotên teze zewicî dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û bi vî cûreyî xizmeta Yehowa daynin ser ciyê pêşin (Abzasa 8 û 10 binihêre)

8. Mêr dikarin ji serhatiya Yehoşefat çi hîn bin?

8 Mêrno, hûn dikarin ji mesela Yehoşefat dersên ferz hîn bin. Hûn bona xêr û xweşiya malbeta xwe cabdar in, lema hûn bi dil û can bona ebûra malbeta xwe dixebitin. Gava hûn rastî çetinaya tên, dibeke hûn difikirin wekî dikarin xwexa vana safî kin. Lê xwe nespêrin qewat û aqilê xwe. Cara başqe Yehowara dua bikin û ji wî alîkariyê bixwazin. Usa jî, tevî jina xwe ji dil dua bikin. Kitêba Pîrozda û edebyetada rêberiya Yehowa bigerin û guh bidin van şîreta. Dibeke hine kes bifikirin wekî safîkirinên ku hûn li gora rêberiya Kitêba Pîroz dikin, ne baş in, û hela hê jî dibeke bêjin wekî hûn tiştên bêaqilayî dikin. Ewana diqewime bêjin wekî bona xweykirina malbetê, pere tiştê herî ferz e. Lê serhatiya Yehoşefat bînin bîra xwe. Bi gotin û kirên xwe, ewî xwe dispart Yehowa. Yehowa ew merivê amin nehîşt, û ewê we jî nehêle (Zebûr 37:28; Îbranî 13:5). Gelo jin û mêr dîsa çi dikarin bikin, wekî zewaca xweda bextewar bin?

MÎNA ÎŞAYA PÊXEMBER Û JINA WÎ, XIZMETA YEHOWA DAYNIN CIYÊ PÊŞIN

9. Îşaya pêxember û jina wî çi dikirin?

9 Îşaya û jina wî, jîyîna xweda herî zêde dîna xwe didane xizmeta Yehowa. Îşaya pêxember bû û jina wî jî ça “pêxember” dihate navkirinê (Îşaya 8:1-4, ÎM). Tê kifşê wekî Îşaya û jina wî xizmeta Yehowa datanîn ser ciyê pêşin. Bona jin-mêra eva meseleke gelek baş e!

10. Lêkolîna Kitêba Pîroz ça dikare alî cotên zewicî bike, wekî bi dil û can Yehowara xizmet bikin?

10 Wê baş be jin-mêr çi ji destê wan tê bikin, wekî jîyîna xweda xizmeta Yehowa daynin ser ciyê pêşin. Gava ewana Kitêba Pîroz tevayî lêkolîn dikin û divînin ku sozên Yehowa çawa têne sêrî, * baweriya wan hindava Yehowa û sozên wî diha qewî dibe (Tîto 1:2). Usa jî ewana dikarin bifikirin, hela ewana xwexa ça dikarin piştgiriya pêkhatina hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz bikin. Mesele, Îsa pêşda gotibû wekî pêşiya xilaziya vê dinyayê, mizgîna Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, û ewana jî dikarin pêkanîna vê pêxembertiyêda kar bikin (Metta 24:14). Çiqas jin û mêr bawer dibin wekî gotinên Kitêba Pîroz hertim têne sêrî, haqas xwestina wan wê diha zêde bibe, wekî bi dil û can Yehowara xizmet bikin.

MÎNA PRISKÎLA Û EKÎLA, PADŞATIYA XWEDÊ DAYNIN CIYÊ PÊŞIN

11. Priskîla û Ekîla çi kirin, û çira?

11 Yên teze zewicî dikarin ji jin-mêrekî bi navê Priskîla û Ekîla, yên ku Romêda dijîtin, hine dersa hîn bin. Wana mizgîna derheqa Îsa bihîst û bûne şagirtên wî. Ewana bêşik emirê xwe razî bûn. Lê nişkêva, Qeyser Klawdyo ferman da wekî hemû Cihû ji Romê derkevin. Lema, Priskîla û Ekîla mala xwe bar kirin û çûne bajarê Korintê. Wêderê lazim bû ewana her tiştî tezeda destpêkin. Gelo halê wanî teze bû sebeb wekî ew Padşatiya Xwedê îda daneynin ciyê pêşin? Na! Korintêda wana piştgiriya civatê dikir û tevî Pawlos hêlanê dida xûşk û bira. Paşê, ewana derbazî bajarên din jî bûn, wekî mizgînê bela kin (Karên Şandiya 18:18-21; Romayî 16:3-5). Jîyîna wan bêşik gelek xweş bû, çimkî ewana tevayî şixulê Yehowava mijûl dibûn!

12. Wê çima baş be wekî jin-mêr xwera nêtên ruhanî daynin?

12 Îro jî, cotên zewicî dikarin mîna Priskîla û Ekîla şixulê Padşatiyê daynin ciyê pêşin. Wê baş be wekî ewana pêşiya zewacê, gava hevdu nas dikin, derheqa nêtên xwe xeber din. Heger jin û mêr tevayî safîkirina bikin û xîret bikin wekî bigihîjin nêtên ruhanî, ewana wê jîyîna xweda diha zêde destê Yehowa bivînin (Waîz 4:9, 12). Serhatiya Rasêl û Êlîzabêtê vê yekê nîşan dike. Rasêl dibêje: “Gava me hevdu nas dikir, me derheqa nêtên xweye ruhanî xeber dida”. Êlîzabêt dibêje: “Me derheqa van tişta xeber dida, wekî em safîkirinên baş bikin û ji nêtên xwe dûr nekevin”. Paşî zewacê, ewana derbazî Mîkronêsyayê bûn, wekî wêderê mizgînê bela kin.

Wê baş be ku cotên teze zewicî xwera nêtên ruhanî daynin û bi vî cûreyî xizmeta Yehowa daynin ser ciyê pêşin (Abzasa 13 binihêre)

13. Li gora Zebûr 28:7, heger em xwe bispêrin Yehowa, axirî wê çi be?

13 Mîna Rasêl û Êlîzabêtê, gelek cotên zewicî dixwazin wext û qewata xwe herî zêde bona belakirina mizgînê xerc kin. Bona vê yekê, ewana bi jîyîna sivik dijîn. Heger cotên zewicî xwera nêtên ruhanî daynin û tevayî her tiştî bikin wekî bigihîjin van nêta, ewana wê gelek berên baş bistînin. Gava ewana bivînin ku Yehowa ça wana xwey dike, ewana wê hê zêde îtbariya xwe wî bînin, û wê gelek bextewar bin (Zebûr 28:7 bixûne).

MÎNA PETRÛSÊ ŞANDÎ Û JINA WÎ, ÎTBARIYA XWE SOZÊN YEHOWA BÎNIN

14. Petrûsê şandî û jina wî ça nîşan kirin, wekî baweriya xwe vê sozê tînin, ku Metta 6:25, 31-34-da nivîsiye?

14 Usa jî, cotên zewicî dikarin ji serhatiya Petrûsê şandî û jina wî hine dersa hîn bin. Weke şeş meh yan salek, paşî ku Petrûs cara pêşin rastî Îsa Mesîh hat, ewî gerekê safîkirineke ferz bikira. Petrûs pê mesîgirtinê ebûra malbeta xwe dikir. Lema jî gava Îsa gazî wî kir ku pey wî here, Petrûs gerekê halê malbeta xwe jî hilda hesab (Lûqa 5:1-11). Petrûs safî kir pey Îsa here û mizgînê tevî wî bela ke. Ewî safîkirinekê gelek baş kir! Tê kifşê jina Petrûs piştgiriya safîkirina wî dikir. Kitêba Pîroz nîşan dike wekî paşî ku Îsa ji mirinê rabû, jina Petrûs carna tevî mêrê xwe rêwîtî dikir (1 Korintî 9:5). Ji bo vê yekê ku jina Petrûs Mesîhîke baş bû, Petrûs bi azayî dikaribû şîreta bide jin û mêra (1 Petrûs 3:1-7). Eşkere ye, wekî him Petrûs him jina wî baweriya xwe vê sozê Yehowa dianîn, ku ewê bona hewcên wan xem bike, heger ewana Padşatiya wî daynin ser ciyê pêşin (Metta 6:25, 31-34 bixûne).

15. Em ji serhatiya Ester û Tîago çi hîn dibin?

15 Heger îda çend sal e ku hûn zewicî ne, gelo hûn ça dikarin xwestinê pêşda bînin, wekî xizmeta xwe zêde bikin? Mesele, hûn dikarin dîna xwe bidin serhatiyên wan jin-mêra, yên ku rêza gotarêda bi navê “Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin” hene. Gotarên usa xwestina jin û mêrekî bi navê Ester û Tîago zêde kir, wekî ewana ji Brazîlyayê derbazî cîkî din bin, kîderê hewcetî heye. Tîago dibêje: “Gava me ew serhatî dixwendin ku nîşan dikin, wekî Yehowa ça alî xizmetkarên xwe dike, me jî xwest destê Yehowa jîyîna xweda bivînin”. Wede şûnda, ewana derbazî Paraguwayê bûn. Ji sala 2014 heta niha, ewana wêderê deşta Portûgalîda xizmet dikin. Ester dibêje: “Yek ji rêzên ku em gelek hiz dikin, Efesî 3:20 ye. Xizmeta meda, gotinên vê rêzê gelek cara hatin sêrî.” Ev rêz dibêje ku Yehowa wê hê zêde me kerem ke, ne ku çiqas em hîviyê ne. Bi rastî jî usa ye!

Wê baş be ku cotên teze zewicî ji xûşk-birên cêribandî şîreta bixwazin û bi vî cûreyî xizmeta Yehowa daynin ser ciyê pêşin (Abzasa 16 binihêre)

16. Seva ku cotên teze zewicî xwera nêtên baş daynin, ewana dikarin ji kê şîreta bixwazin?

16 Cotên zewicî dikarin ji mesela xûşk-birên ku îtbariya xwe Yehowa tînin, karê bistînin. Hine cotên zewicî dibeke bi deha sala xizmeta hertimda ne. Seva ku hûn xwera nêtên baş daynin, hûn dikarin ji kesên usa şîreta bixwazin. Bi vî cûreyî hûnê nîşan kin, wekî xwe dispêrin Yehowa (Metelok 22:17, 19). Usa jî rûspî dikarin alî jin û mêrên cahil bikin, wekî ewana xwera nêtên ruhanî daynin û bigihîjin van nêta.

17. Serhatiya Marîsa û Klaûs çi me hîn dike?

17 Carna, gava em safî dikin wekî xizmeta xwe alîkîda zêde bikin, diqewime Yehowa aliyê dinda rêberî bide me û rêke din nîşanî me ke. Mesele, dîna xwe bidine serhatiya Marîsa û Klaûs. Gava ewana îda sê sal zewicî bûn, wan mala xwe hîşt, wekî fîlîala Fînlandayê ser proêkta avakirinê bixebitin. Lê wanra gotin wekî ewana dikarin tenê şeş meha wêderê bimînin. Sêrîda ewana xemgîn bûn. Lê gelek wext derbaz nebû ku ewana hatine teglîfkirinê wekî kûrsa hînbûna zimanê Erebî derbaz bin. Niha ewana welatekî dinda, deşta Erebîda xizmet dikin. Marîsa dibêje: “Hêsa nîne ku meriv her tiştî bihêle û bi temamî îtbariya xwe Yehowa bîne. Lê Yehowa hertim, gava em hîviyê nîbûn alî me dikir. Lema jî baweriya me hindava Yehowa diha qewî bûye”. Ça ev serhatî nîşan dike, heger hûn bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin, bawer bin ku ewê eseyî we xelat ke.

18. Cotên zewicî çawa dikarin nîşan kin, wekî îtbariya xwe Yehowa tînin?

18 Zewac pêşkêşeke ji Yehowa ye (Metta 19:5, 6). Ew dixwaze wekî cotên zewicî ji vê pêşkêşê şabûnê bistînin (Metelok 5:18). Jin-mêrên cahil, bifikirin hûn jîyîna xwe ça derbaz dikin. Gelo hûn çi ji destê we tê dikin, wekî razîbûna xwe Yehowara nîşan bikin? Timê duada tevî Yehowa xeber din. Dîna xwe bidinê ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin safîkirinên baş bikin. Paşê jî wan şîretên Yehowa jîyîna xweda bidine xebatê. Bawer bin ku heger hûn zewaca xweda xizmeta Yehowa daynin ciyê pêşin, hûnê gelek bextewar bin!

KILAMA 132 Em Bûne Yek

^ abz. 5 Hine safîkirinên me dikarin hukum kin ser vê yekê, ku çiqas wede û qewat emê bona xizmeta Yehowa xerc kin. Safîkirinên cotên teze zewicî dikarin wexteke dirêj ser jîyîna wan hukum bikin. Ev gotar wê alî wan bike, wekî safîkirinên baş bikin û ji jîyîna xwe şabûnê bistînin.

^ abz. 5 Hine navên vê gotarêda hatine guhastin.

^ abz. 10 Mesele, dîna xwe bidin dersên 6, 7, û 19 ji kitêba “Hebandina Temiz Yehowara: Şikir Hate Vegerandin!”