Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

Gelo Baweriya Te Çiqas Qewî ye?

Gelo Baweriya Te Çiqas Qewî ye?

“Bira dilê we neqilqile. Xwedê bawer bikin” (YÛHENNA 14:1).

KILAMA 119 Gere Baweriya Me Hebe

VÊ GOTARÊDA *

1. Dibeke em ji xwe çi dipirsin?

GAVA tu qirkirina rêlîgiya qelp, hicûma Gogê ji Magogê û şerê Harmegedonê tînî ber çevê xwe, gelo tirs dikeve dilê te? Te ev pirs qe daye xwe: “Gava tengasiya mezin destpêbe, gelo ezê bikaribim amin bimînim?” Heger tu carna usa difikirî, gotinên Îsa Mesîh, yên ku rêza serekeda hene, wê alî te bikin. Îsa şagirtên xwera usa gotibû: “Bira dilê we neqilqile. Xwedê bawer bikin” (Yûhenna 14:1). Bawerîke qewî wê alî me bike ku em axiriyê netirsin.

2. Em ça dikarin baweriya xwe diha qewî bikin, û vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Ev yek ku em nava cêribandinên îroyîn çawa xwe didine kifşê, eyan dike hela gerekê em kîjan aliyava baweriya xwe diha qewî kin. Her car gava em nava cêribandinada amin dimînin, baweriya me hê qewî dibe. Ev yek dikare alî me bike wedê cêribandinên axiriyêda jî amin bimînin. Vê gotarêda emê dîna xwe bidin ku şagirtên Îsa rastî kîjan çar tengasiya dihatin, yên ku baweriya wan dicêribandin. Emê bivînin ku îro em jî dikarin rastî çetinayên usa bên û ev çetinayî ça dikarin me bona axiriyê hazir kin.

BAWERÎ KU XWEDÊ WÊ BONA HEWCÊN ME XEM BIKE

Gava em rastî tengasiyên êkonomîkî tên, baweriya me dikare alî me bike, wekî em dîna xwe bidin şixulê Padşatiyê (Abzasa 3 heta 6 binihêre)

3. Xeberên Îsa ji Metta 6:30, 33, çi me hîn dikin?

3 Femdarî ye serê malbetê dixwaze her tiştî bike wekî ebûra neferên xwe bike. Lê van rojên çetinda, ev yek hêsa nîne. Carna, gava xûşk yan bira xebata xwe unda dikin, gelek zor e xwera xebateke teze bivînin. Carna jî, ewana nikarin xebatekê qebûl kin, çimkî bona Mesîhiya ew xebat cayîz nîne. Lema, gerekê em qayîm bawer bikin ku Yehowa wê çarekê bike, wekî em bikaribin ebûra mala xwe bikin. Îsa got ku heger em ji her tiştî zêdetir Padşatiya Xwedê bigerin, Yehowa wê bona hewcên me xem bike (Metta 6:30, 33 bixûne). Heger em sed selefî bawer bin ku Yehowa wê me tenê nehêle, emê bikaribin dîna xwe bidin ser tiştê herî ferz, dêmek ser şixulê Padşatiya Xwedê. Çaxê em destê Yehowa jîyîna xweda divînin, emê diha nêzîkî wî bin û baweriya me jî wê diha qewî be.

4-5. Çi alî malbetekê kir, gava wanra çetin bû ebûra xwe bikin?

4 Hela binihêre ku malbeteke ji Vênêsûêlayê destê Yehowa çawa ser xwe dît. Berê, erdê Mîgêl hebû û ewî tevî malbeta xwe bi cotkariyê ebûra xwe dikirin. Paşê, qaçaxa bi çeka ewana şêlandin, erdê wan zeftî xwe kirin û berî wan dan. Mîgêl usa dibêje: “Niha em zevîke biçûkda, ku ya me nîne, cotkariyê dikin û pê ebûra xwe dikin. Her şebeqa ez Yehowara dua dikim, wekî bona hewcên meye wê rojê xem bike”. Jîyîn bona wan zemet e, lê Mîgêl û malbeta wî baweriya xwe Yehowa tînin, ku ewê bona hewcên wane rojê xem bike, û ew timê diçin xizmetê û civîna. Ewana ji her tiştî zêdetir Padşatiya Xwedê digerin, û Xwedê wana birçî nahêle.

5 Rojên çetinda, Mîgêl û jina wî Yorayê dîna xwe didane vê yekê ku Yehowa çawa wana xwey dikir. Car-cara, Yehowa bi saya xûşk-bira alî Mîgêl dike. Mesele, ewana aliyê matêrîalîda komekê didine wî û usa jî bona wî xebatê digerin. Carna Yehowa bi saya fîlîalê komekê dide wan. Yehowa wana tu cara tenê nahêle. Bi saya alîkariya Yehowa, baweriya malbetê diha qewî bûye. Qîza wane mezin, Yosêlîn, ser derecekê ku Yehowa alî wan kiribû, usa dibêje: “Min qewata destê Yehowa pê çevê xwe dît, û vê yekê gelek dilê min girt. Ew dostê min e, û ez bawer im ku ewê hertim alî min bike. Çetinayên me, me bona çetinayên diha giran hazir kirine”.

6. Gava tu aliyê perada rastî çetinaya têyî, tu ça dikarî baweriya xwe diha qewî kî?

6 Hilbet zor e çaxê çetinayên te aliyê pereda hene. Dîsa jî, tu dikarî evê derecê bidî xebatê, wekî baweriya xwe diha qewî kî. Gotinên Îsa ji Metta 6:25-34 bixûne, ser van gotina kûr bifikire û dua bike. Bifikire ser serhatiyên xûşk-birên xizmetiyêda xîret, ku îzbat dikin wekî Yehowa bona wana xem dike (1 Korintî 15:58). Bi vî cûreyî, tuyê diha bawer bî wekî Bavê teyî ezmanî wê alî te jî bike. Ew zane ku tu hewcê çi yî, û ew dikare tiştên lazim bide te. Çiqas zêde tu destê Yehowa bivînî, haqas baweriya te wê hê zêde qewî be, û tuyê hazir bî himberî tengasiyên diha mezin sebir kî (Hebaqûq 3:17, 18).

BAWERÎ WEDÊ “FIRTONEKE MEZIN”

Bawerî dikare alî me bike himberî “firtoneke mezin” amin bimînin (Abzasa 7 û 11 binihêre)

7. Li gora Metta 8:23-26, “firtoneke mezin” çawa baweriya şagirta cêriband?

7 Gava Îsa û şagirtên wî berêda qeyikêda bûn, “firtoneke mezin” rabû. Îsa ev derece da xebatê, wekî ewana baweriya xwe diha bişidînin (Metta 8:23-26 bixûne). Firtone çiqas diçû diha mezin dibû û qeyik bi avê tije dibû, lê Îsa ketibû xeweke kûr. Gava şandiya tirsa ew hişyar kirin û jê hîvî kirin wekî wana xilaz ke, Îsa got: “Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?” Şagirta gerekê fem kira ku Yehowa dikare Îsa û hevalên wî biparêze. Gelo ev çi ders e bona me? Gava jîyîna meda “firtoneke mezin” radibe, bawerîke qayîm dikare alî me bike ku em sebir kin.

8-9. Baweriya Anêlê çawa hate cêribandin, û çi alî wê kir?

8 Hela binihêre ku baweriya xûşkeke azep bi navê Anêl, ya ku Porto Rîkoyêda dijî, çawa wedê tengasiyê diha qewî bû. Sala 2017-da, wêderê bi rastî jî “firtoneke mezin” ya bi navê “Marîa” rabû. Vê firtonê mala wê hilşand, û serda jî ewê xebata xwe unda kir. Anêl dibêje: “Van çetinayada, ez gelek berxwe diketim, lê ez hîn bûm bi saya dua îtbariya xwe Yehowa bînim û nehêlim wekî tirs destê min sist bike”.

9 Anêl dibêje ku guhdarîkirinê jî alî wê dikir, wekî wedê tengasiyê sebir bike. Ew dibêje: “Vê yekê ku min guh dida rêberiya teşkîletê, alî min dikir wekî ez rihet bimînim. Yehowa bi saya xûşk û bira alî min dikir. Ewana ez hêlan dikirim û bona hewcên mine fîzîkî xem dikirin. Yehowa ji xwestina min zêdetir tişt dida min, û vê yekê baweriya min hê qewî dikir”.

10. Heger tu rastî “firtoneke mezin” bêyî, tu dikarî çi bikî?

10 Gelo jîyîna teda jî “firtoneke mezin” rabûye? Dibeke tu ji bo teşqeleke tebiyetê ketî tengasiyê. Yan jî, dibeke tu seva nexweşîke xweye giran dilteng dibî û nizanî çi bikî. Heger tu carna berxwe dikevî jî, nehêle wekî xemên te baweriya te sist kin. Bi saya dua nêzîkî Yehowa be. Seva ku baweriya te hê qewî be, bifikire ku Yehowa berê ça alî te dikir (Zebûr 77:11, 12). Bawer be ku ew wê tu car te nehêle, ne niha, ne jî axiriyê!

11. Çima ferz e ku em guh bidin rêberiya kesên cabdar?

11 Dîsa çi dikare alî te bike himberî tengasiya sebir kî? Ça Anêlê got, guhdarîkirin gelek ferz e. Yehowa û Îsa Mesîh îtbariya xwe kê tînin, tu jî wanda îtbar be. Carna, dibeke rêberiya kesên cabdar ne logîkî bê kifşê. Heger em dîsa jî gura wan bikin, Yehowa wê me xelat ke. Kitêba Pîroz û serhatiyên kesên amin nîşan dikin, wekî guhdarîkirin jîyînê diparêze (Derketin 14:1-4; 2 Dîrok 20:17). Serhatiyên usa bixûne û kûr ser bifikire. Ev yek wê alî te bike timê guh bidî rêberiya teşkîletê (Îbranî 13:17). Usa tuyê firtona diha mezin, ya ku wê demeke nêzîkda rabe, îda netirsî (Metelok 3:25).

BAWERÎ GAVA RASTÎ NEHEQIYÊ TÊN

Gerekê em her gav dua bikin, wekî baweriya me diha qewî be (Abzasa 12 binihêre)

12. Li gora Lûqa 18:1-8, bawerî ça dikare alî me bike ber neheqiyê sebir kin?

12 Îsa zanibû, wekî şagirtên wî wê rastî neheqiya bên, û ev yek wê baweriya wan bicêribîne. Seva ku alî wan bike himberî neheqiya sebir bikin, Îsa besa jinebîkê kir, ya ku timê dihat bal hakimekî neheq û wîra digot: “Heqiyê bike, min ji destê neyarê min xilaz ke”. Jinebî bawer bû ku heger ew sebir ke, zû yan dereng ewê heqiyê bivîne. Axiriya-axiriyê, hakim li gora reca wê kir. Ji vê meselê em dikarin çi ders hîn bin? Yehowa mîna wî hakimekî neheq nîne. Lema Îsa got: “Gelo Xwedê jî bijartiyên xwera wê heqiyê neke, yên ku şev û roj hewara xwe wî datînin?” (Lûqa 18:1-8 bixûne) Paşê, Îsa got: “Gava Kurê Însan bê, gelo ser dinê wê baweriyê bibîne?” Gava em rastî neheqiyê tên, gerekê em bi sebira xwe nîşan kin, wekî baweriya me mîna baweriya vê jinebiyê qewî ye. Heger baweriya me usa be, emê dudilî nebin wekî wextê xweda Yehowa wê alî me bike. Xêncî vê yekê, gerekê em bawer bin, wekî qewata dua gelek mezin e. Carna, dibeke em caba duayên xwe usa bistînin, ku em ne jî hîviyê bûn.

13. Dua çawa alî malbetekê kir?

13 Dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Vêro, ya ku Komara Kongoya Dêmokratîkda dijî. Carekê gava eskera hicûmî ser gundê wê kir, lazim bû ew tevî mêrê xwe, yê ku Şedê Yehowa nîbû, û qîza xweye 15 salî, bireve. Rêva, eskera ew dane sekinandin û dixwestin wana bikujin. Vêroyê giriya, û qîza wê bi dengê bilind dua kir. Duada, ewê çend cara navê Yehowa hilda. Hingê serokê eskera jê pirsî: “Keçê, kê tu hîn kirî dua bikî?” Ewê got: “Diya min ez hîn kirim li gora duayê ku Metta 6:9-13-da nivîsî ye, dua bikim”. Serok got: “Keçê, tevî dê û bavê xwe silamet here, bira Xwedayê we Yehowa we biparêze!”

14. Çi dikare baweriya me bicêribîne, û çi dikare alî me bike ku em sebir kin?

14 Serhatiyên usa nîşanî me dikin, wekî qewata dua gelek mezin e. Lê heger tu caba duayê xwe zû nestînî, yan heger xwestina te bi cûrekî mexsûs neyê sêrî, gerekê tu çi bikî? Mîna jinebiya ji mesela Îsa, berdewam ke dua bike û bawer be ku Xwedê wê tu car te nehêle. Bawer be wekî ewê wextda û bi cûrê lapî baş caba duayê te bide. Berdewam ke ji Yehowa reca bike, wekî ruhê pîroz bide te (Fîlîpî 4:13). Zûtirekê, Yehowa wê keremên haqas mezin ser te bibarîne, ku tuyê hemû kul û derdên berê bîr bikî. Çiqas tu bi alîkariya Yehowa nava tengasiyada amin bimînî, haqas tuyê diha qewî bî û bona tengasiyên axiriyê hazir bî (1 Petrûs 1:6, 7).

BAWERÎ GAVA RASTÎ ÇETINAYA TÊN

15. Li gora Metta 17:19, 20, şagirtên Îsa rastî çi çetinayê hatin?

15 Îsa şagirtên xwera gotibû ku bi saya baweriyê, ewana wê bikaribin serî çetinayara derxin (Metta 17:19, 20 bixûne). Carekê, wana nikaribû cinek ji mêrekî derxista. Pêşda wana çend cara cin derxistibûn, lê îjar wana nikaribû ev yek bikira. Gelo problêm çi bû? Îsa wanra got wekî diha zêde bawerî wanra lazim e. Ewî wanra got ku heger baweriya wan hebe, ewê bikaribin çetinayên ku qasî çiyayekî mezin in jî, alt kin. Diqewime em jî carna rastî tengasiyên mezin tên, yên ku wek çiyayekî bilind têne kifşê.

Gava em gelek xemgîn in, bawerî dikare alî me bike şixulê Yehowava mijûl bin (Abzasa 16 binihêre)

16. Bawerî ça alî xûşkeke me kir, wekî ew ber derdekî giran sebir bike?

16 Dîna xwe bide serhatiya xûşka me Gêydî, ya ku Guatemalayê dijî. Carekê, gava ew tevî mêrê xwe Êdî ji civînê vedigeriya malê, mêrê wê hate kuştin. Gelo baweriya Gêydîyê çawa alî wê kir, wekî ber derdekî usa giran sebir ke? Ew dibêje: “Dua alî min dike barê xwe bidime destê Yehowa, û ev yek qewatê dide min. Ez divînim ça Yehowa bi saya merivên min û xûşk-bira, min xwey dike. Xizmeta Yehowa derdê min sivik dike û alî min dike ku ez bona roja din bi zêdeyî xem nekim. Min îda fem kiriye ku çi jî bibe, bi alîkariya Yehowa, Îsa û teşkîletê ez dikarim sebir kim”.

17. Gava em rastî problêmên mezin tên, em çi dikarin bikin?

17 Heger tu seva mirina merivekî xweyî hizkirî xemgîn î, wê baş be wekî tu rêzên Kitêba Pîroz yên derheqa rabûna miriya, bixûnî. Heger tu xemgîn î, çimkî merivekî te ji civatê hatiye derxistinê, wê baş be wekî tu lêkolîn bikî hela cezakirina ji Yehowa çi karê tîne. Problêma te çi be jî, ser vê problêmê ça ser mecalekê binihêre, wekî baweriya xwe diha qewî bikî. Dilê xwe Yehowara veke. Xwe başqe neke, lê xwe nêzîkî xûşk-bira bigire (Metelok 18:1). Heger dîsa jî dilê te dişewite û tera gelek çetin e, berdewam ke van tiştava mijûl be çi ku wê bawerî û sebira te qewî kin (Zebûr 126:5, 6). Timê Kitêba Pîroz bixûne, xizmet û civîna bernede, û dîna xwe bide keremên ku hîviya te ne. Çiqas tu bivînî ku Yehowa çawa alî te dike, haqas baweriya te wê diha qewî be.

“BAWERIYA ME ZÊDE KE”

18. Heger tu têderdixî wekî baweriya te hine aliyava sist e, tu dikarî çi bikî?

18 Heger tengasiyên weye berê û yên niha didine kifşê, wekî baweriya we hine aliyava sist e, dilteng nebin, lê her tiştî bikin wekî baweriya xwe diha qewî bikin. Çawa şandiyên Îsa, hûn jî usa ji Xwedê lava kin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5). Usa jî, bifikirin derheqa serhatiyên ku me vê gotarêda şêwir kir. Mîna Mîgêl û jina wî Yorayê, bîne bîra xwe ku berê Yehowa çawa alî te kiribû. Mîna qîza Vêroyê û usa jî mîna Anêlê, bi dil û can dua bike, îlahî gava tu rastî tengasîke mezin têyî. Û mîna Gêydîyê bawer be, wekî Yehowa dikare bi saya meriv û hevalên te alî te bike. Gava tu îznê didî, wekî wedê tengasiya Yehowa alî te bike, hingê baweriya te wê diha qewî bibe û tuyê dudilî nebî ku heger tu rojekê rastî tengasîke din bêyî, ewê alî te bike sebir kî.

19. Îsa çida bawer bû, û tu jî dikarî çida bawer bî?

19 Îsa Mesîh şandiyên xwera digot wekî baweriya wan kîjan aliyava sist e, lê ew bawer bû wekî bi alîkariya Yehowa, ewana wê bikaribin ber cêribandinên axiriyê amin bimînin (Yûhenna 14:1; 16:33). Îsa dudilî nedibû ku bi saya bawerîke qewî, “elaleteke mezin” wê wedê “tengasiya mezin” sax bimîne (Eyantî 7:9, 14). Bi saya rema Yehowa, heger tu her mecala bidî xebatê, wekî baweriya xwe diha qewî bikî, tu jî dikarî nav wanda bî! (Îbranî 10:39)

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

^ abz. 5 Em gelek hîviya xilaziya vê dinyayê ne. Lê carna, em dibeke berxwe dikevin, hela baweriya me wê têra me bike, ku em heta xilaziyê amin bimînin. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend ders û serhatiyên ku dikarin alî me bikin baweriya xwe diha qewî bikin.