Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45

Hizkirina Amin Hindava Hevda Nîşan kin

Hizkirina Amin Hindava Hevda Nîşan kin

“Rem û dilsozî [hizkirina amin, DT] nîşanî hev bikin” (ZEKERIYA 7:9, ÎM).

KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Çi meniyên ferz hene wekî em hevdura hizkirina amin nîşan kin?

GELEK ferz e wekî em hevdura hizkirina amin nîşan kin. Gelo çira? Kitêba Pîroz gelek car dîna me dikişîne ser vê yekê, ku hizkirina amin hunurekî çiqas qîmet e. Serda jî, kesê ku hizkirina amin nîşan dike, ew xwexa jî karê distîne. Kitêba Pîroz dibêje, heger em hizkirina amin bidine kifşê, emê him li Xwedê him li meriva xweş bên. Usa jî merivê bi hizkirina amin “qencîyê li xwe dike”. Kesê ku hizkirina amin dide kifşê ewê “emir, rastîyê û rûmetê bibîne” (Metelok 3:3, 4; 11:17; 21:21).

2 Kitêba Metelok besa sê meniya dike, ku çira lazim e em hizkirina amin nîşan bikin. Ya yekê, heger em vî hunurî eyan bikin, emê ber çevê Xwedê gelek qîmet bin. Ya duda, heger em hizkirina amin nîşan bikin, emê xwexa jî karê bistînin. Mesele, heger em hizkirina amin nîşan bikin, emê xwera hevalên baş bivînin. Ya sisiya, kesên ku hizkirina amin eyan dikin, wê jîyîna heta-hetayê û keremên din bistînin. Lema jî, wê baş be em guh bidin vê şîreta Yehowa: “Rem û dilsozî [hizkirina amin, DT] nîşanî hev bikin” (Zekeriya 7:9, ÎM).

3. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Vê gotarêda, emê cabên van çar pirsa bistînin: (1) Gerekê em hizkirina amin hindava kê nîşan kin? (2) Kitêba Rût derheqa hizkirina amin çi me hîn dike? (3) Em çawa dikarin hizkirina amin eyan kin? (4) Kesên ku hizkirina amin nîşan dikin, çi karê distînin?

GEREKÊ EM HIZKIRINA AMIN HINDAVA KÊ NÎŞAN KIN?

4. Em ça dikarin çev bidine Yehowa? (Marqos 10:29, 30)

4 Ça me gotara pêşiya vêda dît, Yehowa hizkirina xweye amin hindava wan nîşan dike, yên ku wî hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî (Daniyêl 9:4). Gerekê em jî “çev bidine Xwedê, çawa zarên hizkirî” (Efesî 5:1). Lema, em dixwazin hindava xûşk-birên xweye ruhanî hizkirina amin nîşan kin, û hindava wanda şîrin û heyran bin (Marqos 10:29, 30 bixûne).

5-6. Xebera “aminî” çi tê hesabê?

5 Heger em dixwazin xûşk-birara hizkirina amin nîşan kin, lazim e em fem kin ev cûre hizkirin çi tê hesabê. Ji bo vê yekê, were em dîna xwe bidin firqiya orta hizkirina amin û aminiyê.

6 Mesele, kesekî gelek sala kompanyayêda dixebite ça xebatçîkî amin. Lê dibeke ewî xweyê kompanyayê rû bi rû qe nedîtiye. Usa jî, dibeke ew hine safîkirinên vê kompanyayêra qayîl nîne. Ev yek ku ew bi aminî dixebite, nayê hesabê wekî ew vê kompanyayê hiz dike. Meniya aminiya wî tenê ev e ku ew gerekê ebûra xwe bike. Dîsa jî, heger ew xwera xebatekî diha baş bivîne, ew hazir e vê xebatê bihêle û derbazî xebateke din be.

7-8. (a) Çi meriv hêlan dike wekî hizkirina amin bide kifşê? (b) Çira emê hine parên ji kitêba Rût şêwir kin?

7 Eşkere ye wekî firqiya orta aminî û hizkirina aminda, nêta dilva girêdayî ye. Kitêba Pîroz besa çend meriva dike, yên ku hizkirina amin nîşan dikir. Gelo bi çi nêtî wana ev hunur dida kifşê? Wana hizkirina xweye amin ne ji mecbûriyê, lê bi rezedilî nîşan dikir. Mesele, serhatiya Dawid Padşa bînin bîra xwe. Dawid hevalê xwe Yonatan gelek hiz dikir. Gava bavê Yonatan dixwest Dawid bikuşta, Dawid dîsa jî Yonatanra hizkirina amin nîşan dikir. Hela hê paşî mirina Yonatan jî, Dawid Padşa kurê wî Mefîboşetra hizkirina amin nîşan kir (1 Samûyêl 20:9, 14, 15; 2 Samûyêl 4:4; 8:15; 9:1, 6, 7).

8 Kitêba Rût derheqa hizkirina amin gelek tişta me hîn dike. Gelo em çi dersa dikarin hîn bin ji wan meriva, besa kîjana ev kitêb dike? Û em ça dikarin dersên ji vê kitêbê, civata xweda bidine xebatê? *

KITÊBA RÛT DERHEQA HIZKIRINA AMIN ÇI ME HÎN DIKE?

9. Nahomî çima difikirî ku Yehowa pişta xwe dabû wê?

9 Kitêba Rût gilî dike derheqa serhatiya kulfeteke bi navê Nahomî, bûka wê Rût û mêrekî xwedêxof bi navê Bowaz, ku ji merivatiya mêrê Nahomîyê bû. Gava welatê Îsraêlêda xelayî destpêbû, Nahomî tevî mêr û du kurên xwe mala xwe hîşt û çû welatê Mowabê. Wêderê, mêrê Nahomîyê mir. Du kurên wê zewicîn, lê yazix wede şûnda kurên wê jî mirin (Rût 1:3-5; 2:1). Ji bo van derdên giran, Nahomîyê xwe bêçare texmîn dikir, û ew difikirî ku Yehowa pişta xwe da wê. Dîna xwe bidin ewê çi got: “Destê Xudan li ser min giran bûye . . . Yê Herî Zor derd û kulava ez danîme”. Ewê usa jî got: “Xudan çerxa min çep kir û Yê Herî Zor ez kirime vê rojê” (Rût 1:13, 20, 21).

10. Gava Nahomîyê gazinên xwe dikir, Yehowa çi kir?

10 Çaxê Nahomîyê gazinên xwe kir, gelo Yehowa ser vê yekê ça nihêrî? Ew ser wê hêrs neket, lê ewî halê wê fem kir. Yehowa zane wekî rûyê kul-derdada merivê bîlan dikare bêhemdê xwe xeber de (Waîz 7:7). Lema, Nahomî hewcê alîkariyê bû, wekî ew fem ke ku Yehowa terka wê nedabû. Gelo Xwedê ça alî wê kir? (1 Samûyêl 2:8) Ewî Rût hêlan kir wekî Nahomîyêra hizkirina amin nîşan bike. Rûtê bi rezedilî û bi nermî dilê xasiya xwe qewî kir û alî wê kir ew fem ke wekî Yehowa lê hiz dike. Gelo em ji mesela Rûtê çi hîn dibin?

11. Xûşk û birên dilgerm çira hazir in alî kesên dilteng bikin?

11 Hizkirina amin me hêlan dike wekî em alî yên dilteng bikin. Çawa ku Rûtê piştgiriya Nahomîyê kir, kesên dilgerm bi rezedilî piştgiriya xûşk û birên dilteng dikin. Ewana xûşk-bira hiz dikin, û hazir in ku çi ji destê wan tê bikin seva alî wan bikin (Metelok 12:25; 24:10). Pawlosê şandî jî usa got: “Dil bidine ber tirsoneka, kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe” (1 Têsalonîkî 5:14).

Wê baş be em rind guh bidine xûşk-birên dilteng (Abzasa 12 binihêre)

12. Em ça dikarin alî xûşk û birên dilteng bikin?

12 Gava xûşk yan birak dilteng e, wê baş be wekî em rind guh bidinê û jêra bêjin wekî em jê hiz dikin. Çaxê em bona berxên Yehowa xem dikin, Xwedê ji me razî dibe û vê yekê bîr nake (Zebûr 41:1). Metelok 19:17 dibêje: “Yê ku alîkarîya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke”.

Rût xwe li xasiya xwe Nahomî digire, lê Orpa vedigere Mowabê. Rût Nahomîra dibêje: “Tu kuda herî ezê bêm” (Abzasa 13 binihêre)

13. Firqiya orta Rût û Orpayêda çi bû, û safîkirina Rûtê çawa hizkirina wêye amin da kifşê? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

13 Seva ku em diha baş fem kin hizkirina amin çi ye, dîna xwe bidinê paşî mirina mêrê Nahomîyê û du kurên wê çi qewimî. Gava Nahomîyê bihîst wekî “Xudan serî li cimeta xwe xistîye, risqê wan gîhandî ye”, ewê safî kir vegere welatê xwe (Rût 1:6). Herdu bûkên wê tevî wê rê ketin. Lê rêva, Nahomîyê bûkên xwera sê cara got wekî bira ew vegerin welatê xwe Mowabê. Gelo wana çi safî kir? Kitêba Pîroz usa dibêje: “Orpa çû rûyê xwesîya xwe vegerîya, lê Rût ji wê neqetîya” (Rût 1:7-14). Orpayê guh da Nahomîyê û vegeriya Mowabê. Rûtê jî dikaribû vegere mala bavê xwe, lê hizkirina amin ew hêlan kir, wekî Nahomîyê tenê nehêle û alî wê bike (Rût 1:16, 17). Rût ne ku ji bo borcdariyê safî kir tevî Nahomîyê bimîne, lê çimkî ji dil vê yekê dixwest. Safîkirina Rûtê hizkirina wêye amin eyan kir. Gelo em dikarin ji vê serhatiyê çi hîn bin?

14. (a) Gelek xûşk-bira çi dikin? (b) Li gora Îbranî 13:16, Xwedê ji çi cûre qurbana razî ye?

14 Kesên ku hizkirina amin nîşan dikin hazir in zemetê bikişînin. Gelek Şedên Yehowa xûşk-birên xwera hizkirina amin nîşan dikin, hela hê wanra jî kîjana nas nakin. Mesele, gava ewana dibihên ku cîkî teşqela tebiyetê qewimiye, ewana hazir in bêne hewara wan. Gava xûşk yan birak dikeve tengasiyê, ewana hazir in alî wî bikin. Qirna yekêda, civatên Mekedonî hazir bûn bona xûşk û bira cefa bikişînin. Îro jî, gelek xizmetkarên Xwedê usa dikin. Hine ji wan “ji qewata xwe zêdetir” qurbana dikin, wekî alî xûşk-bira bikin (2 Korintî 8:3). Bêşik Yehowa ji wana razî ye û cefê wan qîmet dike! (Îbranî 13:16 bixûne)

EM ÇA DIKARIN HIZKIRINA AMIN NÎŞAN BIKIN?

15-16. Rûtê ça xîreta xwe nîşan kir?

15 Ev yek ku Rûtê ça alî Nahomîyê kir, çend dersên ferz me hîn dike. Were em hine ji wan binihêrin.

16 Xîret be û berdewam ke alîkariyê bide. Sêrîda gava Rûtê xasiya xwera got, wekî ew dixwaze tevî wê here Cihûdayê, Nahomî qayîl nebû. Lê Rût ser ya xwe sekinî. Axirî çi bû? “Gava Nahomîyê dîna xwe dayê, wekî evê nêta xweda danîye ku ese tevî wê here, îdî zor lê nekir” (Rût 1:15-18).

17. Çi wê alî me bike, wekî xîreta xwe unda nekin çaxê em dixwazin alî kesekî bikin?

17 Ders: Carna hêsa nîne ku em alî kesên dilteng bikin, lema gerekê em zû newestin. Mesele, dibeke xûşkeke * ku hewcê alîkariyê ye sêrîda alîkariya me qebûl neke. Dîsa jî, hizkirina amin wê me hêlan ke, wekî em çi ji destê me tê bikin û kêleka wê bin (Galatî 6:2). Emê hîviyê bin wekî xilaziyêda, ewê alîkariya me qebûl ke û bihêle em ber dilê wêda bên.

18. Gotinên Nahomîyê diqewime ser Rûtê ça hukum kirin?

18 Hilnede dilê xwe û zû nexeyde. Gava Nahomî û Rût gihîştin Beytlehmê, Nahomî rastî cînarên xweye berê hat. Ewê wanra got: “Ez têr-tijî derketim çûm, lê Xudan ez destvala vegerandim” (Rût 1:21). Bi texmîna te, gelo ev gilî ça ser Rûtê hukum kirin? Rûtê bi rastî gelek zemet kişandibû wekî alî Nahomîyê bike. Ewê dilbînî da wê, tevî wê giriya û çend roj tevî wê rêda bû. Dîsa jî, Nahomîyê got: “Xudan ez destvala vegerandim”. Gava Nahomîyê usa got, Rût cem wê bû, lê Nahomîyê usa xeber da qey tê bêjî Rûtê tu tişt nekiribû. Dîsa jî, Rûtê pişta xwe neda Nahomîyê û nexeydî.

19. Çi wê alî me bike ku em kêleka kesekî dilteng bin?

19 Ders: Em çiqas xîret bikin, wekî alî xûşkeke dilteng bikin jî, dibeke ew usa xeber de qey tê bêjî me tu tiştîda alî wê nekiriye. Lê gerekê em nexeydin. Gerekê em dîsa jî kêleka wê bin û ji Yehowa rêberiyê bixwazin, hela em çawa dikarin dilê wê rihet kin û ber dilê wêda bên (Metelok 17:17).

Rûspiyên civatê ça dikarin çev bidine Bowaz? (Abzasa 20 û 21 binihêre)

20. Rûtê çawa qewat û berdilî stand?

20 Wextda dil bide û qewî ke. Rûtê hizkirina xweye amin Nahomîyêra nîşan kiribû, lê wextekê ew xwexa hewcê dilbîniyê bû. Lema, Yehowa Bowaz hêlan kir, wekî ew dilbîniyê bide wê. Bowaz Rûtêra usa got: “Bira weke kirina te Xudan bîne pêşîya te û bira Xudan Xwedêyê Îsraêl li ser teda bibarîne, wekî tu hatî bin perê wîda sitarekê bibînî”. Van gotinên germ dilê Rûtê girtin. Rûtê usa cab da Bowaz: “Tu ber dilê minda hatî û te tevî carîya xwe şîrin-şîrin xeber da” (Rût 2:12, 13). Belê, gotinên Bowaz qewat û berdilî da Rûtê.

21. Li gora Îşaya 32:1, 2, rûspî gerekê çi bikin?

21 Ders: Kesên ku hizkirina amin nîşan dikin jî, carna xwexa hewcê hêlanê ne. Çawa ku Bowaz Rûtêra got wekî qenciya wê badîhewa nîne, rûspiyên civatê jî payê xûşk û birên dilovan didin. Bi saya van paya, xûşk û bira wê qewat û dilbîniyê bistînin (Îşaya 32:1, 2 bixûne).

KESÊN KU HIZKIRINA AMIN NÎŞAN DIKIN ÇI KARÊ DISTÎNIN?

22-23. Nihêrandina Nahomîyê çawa hate guhastinê, û çira? (Zebûr 136:23, 26)

22 Paşî demekê, Bowaz bi merdanî alî Rût û Nahomîyê kir wekî ewana bikaribin ebûra xwe bikin (Rût 2:14-18). Hingê Nahomîyê usa got: “Bira duayê Xudan li wî be, ku ewî pişta xwe neda mirî û zêndîya” (Rût 2:20a). Berê, Nahomî difikirî wekî Yehowa miqabilî wê ye, lê niha, ew îda bi şabûnê dibêje wekî Yehowa pişta xwe nedaye wê û hizkirina amin jê kêm nekir. Rastî jî nihêrandina Nahomîyê ça hate guhastinê! Dibeke menî çi bû ku Nahomî nihêrandina xwe guhast?

23 Nahomîyê îda didît wekî Yehowa çawa alî wê dike. Gava Nahomî vedigeriya Cihûdayê, Yehowa bi saya Rûtê alî wê kir (Rût 1:16). Usa jî, Nahomîyê fem dikir wekî Yehowa bi saya Bowaz alî wê û Rûtê * dike (Rût 2:19, 20b). Diqewime, ew îda fem kir wekî Yehowa terka wê neda, lê hertim kêleka wê bû (Zebûr 136:23, 26 bixûne). Nahomî bêşik gelek şêkirdar bû, çimkî Rût û Bowaz ew nehîştibûn. Bîne ber çevê xwe ku Nahomî, Rût û Bowaz çiqas şa bûn bona keremên Yehowa!

24. Em çira dixwazin berdewam kin xûşk-birara hizkirina amin nîşan kin?

24 Kitêba Rût derheqa hizkirina amin çi me hîn dike? Bi saya hizkirina amin emê newestin alî xûşk-birên dilteng bikin û vê yekêda xîreta xwe unda nekin. Usa jî, emê hazir bin tiştek ji xwe qurban kin seva ku komekê bidine wan. Rûspî gerekê payê van xûşk-bira bidin, yên ku hizkirina amin nîşan dikin. Gava em divînin wekî kesên dilteng aliyê ruhanîva dîsa qewî dibin, em gelek şa dibin (Karên Şandiya 20:35). Gelo herî zêde çima ferz e wekî em hizkirina amin nîşan bikin? Meniya sereke ev e ku em dixwazin çev bidine Yehowa, yê ku bi hizkirina amin tije ye, û dilê wî şa kin (Derketin 34:6; Zebûr 33:22).

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

^ abz. 5 Yehowa dixwaze wekî em hindava xûşk-bira hizkirina amin nîşan bikin. Seva ku em diha baş fem bikin hizkirina amin çi ye, wê baş be em dîna xwe bidinê, hela wedê berê hine xizmetkarên Xwedê ev hunur ça nîşan dikirin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em dikarin ji serhatiyên Rût, Nahomî û Bowaz çi hîn bin.

^ abz. 8 Seva ku tu ji vê gotarê diha zêde karê bistînî, ji kerema xwera serê 1 û 2 yên kitêba Rût bixûne.

^ abz. 17 Ji bo vê yekê ku em serhatiya Nahomîyê lêkolîn dikin, em besa xûşkên ku hewcê alîkariyê ne, dikin. Lê dersên ji vê gotarê hilbet bona bira ne jî.

^ abz. 23 Derheqa rola Bowaz ku îzina wî hebû milkê wan vegeranda, binihêre gotara bi navê “Çev Bidine Baweriya Wan: ‘Jineke Gelek Baş’”, ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê, sala 2012, rûp. 20.