Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44

Hizkirina Yehowaye Amin Tera Çi Karê Tîne?

Hizkirina Yehowaye Amin Tera Çi Karê Tîne?

“Şikirîyê bidine Xudan, çimkî Ew qenc e û huba Wî [hizkirina amin, DT] heta-hetayê ye” (ZEBÛR 136:1).

KILAMA 108 Hizkirina Xwedêye Helal

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa me hêlan dike ku em çi bikin?

YEHOWA xweş tê hizkirina amin bide kifşê (Hoseya 6:6). Ew dixwaze wekî em jî hizkirina amin ça hunurekî ferz hesab kin. Bi saya Mîxa pêxember, Xwedê mera dibêje wekî em vî hunurî hiz bikin (Mîxa 6:8). Lê seva ku em bikaribin vê yekê bikin, lazim e bizanibin hela hizkirina amin çi ye.

2. “Hizkirina amin” çi ye?

2 Xebera Îbranî “hizkirina amin”, “Welgerandina Dinya Tezeda” ser zimanê Înglîzî, weke 230 cara hatiye xebitandinê. Lê welgerandinên Kitêba Pîrozda ser zimanê Kurmancî ça “huba amin”, “aminî”, “dilsozî” û “hizkirin” hatiye welgerandinê. Yehowa eyankirina vî hunurîda mesela herî mezin e. Gelo hizkirina amin çi ye? Hizkirina wî cûreyî gelek qewî ye û tu car kuta nabe, û ew hêlan dike bi aminî timê kêleka wî kesî bin, kîjanî ku hiz dikin. Xwedê vî hunurî hindava meriva eyan dike, û meriv jî dikarin vî hunurî hevdura eyan kin. Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa hizkirina amin çawa nîşan dike. Gotara dinda, emê bivînin ku em ça dikarin çev bidine Yehowa û vî hunurî hindava hevda nîşan bikin.

YEHOWA BI HIZKIRINA AMIN TIJE YE

3. Yehowa derheqa xwe çi eyan kir?

3 Wexteke kin paşî ku miletê Îsraêlê ji Misirê derketibû, Yehowa navê xwe û hunurên xwe Mûsara eyan kir. Ewî got: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e [hizkirina amin, DT], neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne” (Derketin 34:6, 7). Bi van gotinên dilgerm, Yehowa dîna Mûsa kişand ser hunureke ferz, dêmek ser hizkirina xweye amin.

4-5. (a) Yehowa xwe ça eyan dike? (b) Niha emê dîna xwe bidin kîjan pirsa?

4 Yehowa ne tenê got wekî hizkirina wîye amin heye, lê ewî got wekî ew bi vê hizkirinê “xinêyo” ye, dêmek tije ye. Ev gotin şeş rêzên dinda jî hene (Jimar 14:18; Nehemiya 9:17; Zebûr 86:15; 103:8; Yowêl 2:13; Ûnis 4:2). Van şeş rêzada tenê derheqa Yehowa ev gilî tê xebitandinê, ne ku derheqa meriva. Gelo ew yek dilê me nagire, wekî Yehowa xwe bi vî xeysetî mera eyan dike? Eşkere ye ku hizkirina amin bona wî gelek ferz e. * Lema, Dawid Padşa usa got: “Ya Xudan! Huba Te heta ezmên e û aminîya Te heta ewra ye! Huba Te çiqas bêhimber e, Xwedêyo! Bendê dinê bin sîya perê Teda hêwirîne” (Zebûr 36:5, 7). Mîna Dawid, gelo em jî bi dil qîmet dikin hizkirina Xwedêye amin?

5 Seva fem bikin ku hizkirina amin çi ye, emê dîna xwe bidin van du pirsa: Yehowa hizkirina xweye amin kêra nîşan dike? Em ça dikarin ji hizkirina Yehowaye amin karê bistînin?

YEHOWA HIZKIRINA XWEYE AMIN KÊRA NÎŞAN DIKE?

6. Yehowa hizkirina xweye amin nîşanî kê dike?

6 Gelo Yehowa hizkirina xweye amin hindava kê dide kifşê? Kitêba Pîroz nîşan dike wekî meriv dikare cûre-cûre tişta hiz bike. Mesele, cotkariyê, şerav, bez, şîretê, zanebûnê, serwaxtiyê û tiştên din (2 Dîrok 26:10; Metelok 12:1; 21:17; 29:3). Lê meriv nikare bi hizkirina amin tişta hiz bike. Meriv dikare hizkirina amin tenê hindava meriva eyan ke. Lê Yehowa ne her kesîra hizkirina amin eyan dike. Ew hizkirina xweye amin tenê hindava dostên xwe eyan dike. Ew wana hiz dike û wanra amin e. Ew tu car pişta xwe nade wan. Xêncî vê yekê, ewî soz daye wekî rojên xweş hîviya wan in.

Yehowa tiştên baş dide her kesî, hela hê wanra jî yên ku wîra xizmet nakin (Abzasa 7 binihêre) *

7. Gelo Yehowa hizkirina xwe çawa temamiya însanetêra nîşan dike?

7 Yehowa hizkirina xwe temamiya însanetêra nîşan dike. Îsa Mesîh mêrekî bi navê Nîkodêmora usa got: “Xwedê usa dinya [însanet] hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:1, 16; Metta 5:44, 45).

Gotinên Dawid Padşa û Daniyêl nîşan dikin, wekî Yehowa hizkirina xweye amin wanra nîşan dike, yên ku wî nas dikin, ji wî ditirsin, wî hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî (Abzasa 8 û 9 binihêre)

8-9. (a) Yehowa çira hizkirina xweye amin xizmetkarên xwera nîşan dike? (b) Niha emê derheqa çi xeber din?

8 Çawa me gotibû, Yehowa hizkirina xweye amin tenê dostên xwera, dêmek xizmetkarên xwera nîşan dike. Gotinên Dawid Padşa û Daniyêl vê yekê nîşan dikin. Mesele, Dawid usa gotibû: “Huba Xwe ji nasên Xwe nebire”. “Huba Xudan . . . heta-hetayê ye, li ser xofkêşên Wî ye”. Daniyêl jî got, wekî Xwedayê rast Yehowa, hizkirina amin dide kifşê hindava wan, yên ku wî hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî (Zebûr 36:10; 103:17; Daniyêl 9:4). Li gora van gotinên ji Xebera Xwedê, Yehowa huba xweye amin, dêmek hizkirina amin, nîşan dike hindava kesên ku wî nas dikin, ji wî ditirsin, wî hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî. Belê, seva em ji hizkirina Yehowaye amin karê bistînin, gerekê em bi cûrê rast wîra xizmet bikin.

9 Pêşiya ku me destpêkir Yehowara xizmet kin, me ji hizkirina wî kar distand, ya ku ew hindava temamiya însane tê nîşan dike (Zebûr 104:14). Lê çaxê em bûne xizmetkarên wî, em usa jî ji hizkirina wîye amin karê distînin. Yehowa dibêje xizmetkarên xwe, wekî hizkirina wîye amin hindava wanda, wê tu car kuta nebe (Îşaya 54:10). Belê, Dawid Padşa xwexa ser xwe texmîn kir, wekî Yehowa hindava aminên xwe bi cûrekî mexsûs xwe dide kifşê (Zebûr 4:3). Lê em gerekê ça ser vê hizkirina Yehowa binihêrin? Em gerekê her gav dîna xwe bidinê, wekî Xwedê ev hizkirina amin hindava meda ça nîşan dike û kûr ser bifikirin (Zebûr 107:43). Gelo Yehowa hizkirina xweye amin ça nîşan dike? Niha emê bivînin ku xizmetkarên Yehowa kîjan sê aliyada ji hizkirina wîye amin karê distînin.

EM ÇA DIKARIN JI HIZKIRINA YEHOWAYE AMIN KARÊ BISTÎNIN?

Yehowa xizmetkarên xwera diha zêde kerema dide (Abzasa 10 heta 16 binihêre) *

10. Ev yek ku hizkirina Xwedêye amin heta-hetayê ye, ça alî me dike? (Zebûr 31:7)

10 Hizkirina Xwedêye amin heta-hetayê ye. Zebûra 136, 26 cara besa vî hunurî dike. Mesele, rêza pêşin usa dibêje: “Şikirîyê bidine Xudan, çimkî Ew qenc e û huba Wî heta-hetayê ye” (Zebûr 136:1). Ev gilî huba wî, dêmek hizkirina wîye amin “heta-hetayê ye”, ji rêza 2 heta 26 tê wekilandinê. Gava em vê zebûrê dixûnin, em divînin wekî Yehowa hizkirina xweye amin timê û cûre-cûre aliyava nîşan dike. Wekilandina van giliya, wekî hizkirina wîye amin “heta-hetayê ye”, me dide bawerkirinê ku Yehowa wê her û her xizmetkarên xwe hiz bike, û ewê tu cara terka wan nede. Ew timê kêleka xizmetkarên xwe ye, îlahî gava ewana dikevine tengasiyê. Em çawa karê distînin: Zanebûna vê yekê ku Yehowa timê kêleka me ye, şabûn û qewata me zêde dike, wekî em himberî tengasiya sebir kin û ser riya jîyînê bimînin (Zebûr 31:7 bixûne).

11. Li gora Zebûr 86:5, Yehowa çira hazir e bibaxşîne gunekara?

11 Seva hizkirina xweye amin, Xwedê hazir e bibaxşîne. Gava Yehowa divîne ku merivên gunekar tobe dikin û gunên xwe dihêlin, ew hazir e bibaxşîne wan. Dawid Padşa derheqa Yehowa usa gotibû: “Ew weke guneyên me, serê me nake û weke neheqîyên me nade ber me” (Zebûr 103:8-11). Dawid rind zanibû ku îsafeke nerihet barekî çiqas giran e, lê ewî dîtibû ku Yehowa çiqas rem e. Gelo Yehowa çira hazir e bibaxşîne? Caba vê pirsê, Zebûr 86:5-da heye (bixûne). Belê, ça Dawid duayê xweda gotibû, Yehowa hazir e bibaxşîne wan meriva, yên ku baxşandinê ji wî dixwazin, çimkî ew bi hizkirina amin tije ye.

12-13. Heger em seva şaşiyên xweye berê berxwe dikevin, çi dikare alî me bike?

12 Gava em gune dikin, baş e ku em poşman dibin. Poşmanbûn dikare me hêlan bike, wekî em tobe bikin û şaşiyên xwe rast bikin. Lê hine xizmetkarên Xwedê, seva şaşiyên xweye berê bi zêdeyî xwe sûcdar dikin. Ewana difikirin wekî ew çiqas tobe bikin jî, yeke Yehowa wê tu car nebaxşîne wan. Heger tu jî usa difikirî, wê baş be wekî tu ser hizkirina Xwedêye amin bifikirî.

13 Em çawa karê distînin: Rast e em gunekar in, lê em dikarin bi şabûnê û bi îsafeke temiz Yehowara xizmet bikin, çimkî “xûna Îsayê Kurê wî wê me ji hemû guna paqij ke” (1 Yûhenna 1:7). Gava tu seva kêmasîke xwe berxwe dikevî, bîne bîra xwe wekî Yehowa hazir e gunekarên ku tobe dikin ji dil bibaxşîne. Hela binihêre ku li gora gotinên Dawid, hizkirina amin û baxşandin çawa hevva girêdayî ne: “Çiqas ezman ji erdê bilindtir e, haqas jî huba Wî hindava xofkêşên Wîda mezin e. Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyên me ji me dûr xistî ne” (Zebûr 103:11, 12). Belê, Yehowa hazir e “bi zêdebarî bibaxişîne” (Îşaya 55:7, ÎM).

14. Hizkirina Xwedêye amin ça me xwey dike?

14 Hizkirina Xwedêye amin me aliyê ruhanîva diparêze. Dawid Yehowara usa dua kiribû: “Sitargeha min Tu yî, ji tengasîyê Tu min xwey dikî, bi stiranên azadîyê Tu dora min digirî . . . Huba amin wê bigire dora wan, kîjana gumana xwe dane ser Xudan” (Zebûr 32:7, 10). Çawa wedê berê, bajar bi sûra dihatin parastin, hizkirina Yehowaye amin jî dora me digire û me ji tiştên ku dikarin aminiya me unda bikin, xwey dike. Usa jî, ji bo hizkirina amin, Yehowa me dikişîne bal xwe (Yêremiya 31:3).

15. Ev yek ku Yehowa “sitar” û “kela” me ye, ça hizkirina wîye aminva girêdayî ye?

15 Dawid bi meseleke din jî zelal dike, wekî Xwedê xizmetkarên xwe ça xwey dike. Ewî got: “Xêrxwazê min û kela min, sitara min û xilazkirê min, mertala min, ku xwe dispêrime Wî” (Zebûr 59:17; 144:2). Gelo ev yek ku Yehowa “sitar” û “kela” me ye, çawa hizkirina wîye aminva girêdayî ye? Em kîderê bin jî, heta ku em Yehowara xizmet bikin, ewê me biparêze, wekî em bikaribin dostiya xwe tevî wî xwey kin. Zebûr 91 jî dîna me dikişîne ser vê rastiyê: “Ezê bêjime Xudan: ‘Sitargeha min û kela min, Xwedêyê min, kîjanîda ez guman im!’” (Zebûr 91:1-3, 9, 14) Mûsa pêxember jî gotibû ku Yehowa “sitar” e (Zebûr 90:1). Usa jî, gava Mûsa îda kal bû, ewî got: “Xwedêyê heta-hetayê kelaye, milên wîye heta-hetayê alîkar in” (Qanûna Ducarî 33:27). Gelo gotina “milên wîye heta-hetayê alîkar in”, derheqa Yehowa çi mera nîşan dikin?

16. Yehowa ça alî me dike? (Zebûr 136:23)

16 Çaxê Yehowa bona me Sitar e, em xwe bêxof û dilrihet texmîn dikin. Dîsa jî, dibeke em xwe carna sist texmîn bikin. Wî çaxî, gelo Yehowa wê ça alî me bike? (Zebûr 136:23 bixûne) Ewê pê milên xweye qewat alî me bike rabin ser piya (Zebûr 28:9; 94:18). Em çawa karê distînin: Em zanin wekî em hertim dikarin alîkariyê ji Xwedê bistînin. Ev yek alî me dike du tişta bîr nekin: Ya yekê, em kîderê bin jî, sitara me heye. Ya duda, Bavê meyî hizkirî bona me xem dike.

EM ÇIRA DIKARIN HIZKIRINA XWEDÊYE AMINDA BAWER BIN?

17. Em çida bawer in? (Zebûr 33:18-22)

17 Ça me dît, gava em rastî tengasiya tên, Yehowa alî me dike, wekî em bikaribin wîra amin bimînin (2 Korintî 4:7-9). Yêremya pêxember got, wekî bi saya hizkirina Yehowaye amin cimeta wî qir nebû, çimkî rema wî xilaz nabe (Lûrînên Yêremya 3:22). Em dikarin bawer bin wekî hizkirina Yehowaye amin wê ser me be, çimkî ça Kitêba Pîroz dibêje, “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne û li ser wane ku hîvîya huba Wî ne” (Zebûr 33:18-22 bixûne).

18-19. (a) Gerekê em çi bîr nekin? (b) Gotara dinda, emê derheqa çi xeber din?

18 Gerekê em çi bîr nekin? Pêşiya ku me destpêkir Yehowara xizmet kin, me ji hizkirina ku Yehowa her kesîra nîşan dike, kar distand. Lê niha, çimkî em xizmetkarên wî ne, em ji hizkirina wîye amin jî karê distînin. Ji bo vê hizkirina xweye amin, Yehowa me hemêza xweda xwey dike û me diparêze. Çevê Yehowa timê ser me ye, û ew wê hemû sozên xwe eseyî bîne sêrî. Belê, ew dixwaze ku em pêşdaçûyî bin û heta-hetayê dostên wî bin! (Zebûr 46:1, 2, 7) Lema, em rastî çi tengasiya bên jî, Yehowa wê qewatê bide me, wekî em bikaribin wîra amin bimînin.

19 Vê gotarêda, me dît ku Yehowa hizkirina xweye amin çawa hindava xizmetkarên xwe eyan dike. Usa jî, ew dixwaze wekî em jî hizkirina amin hevdura eyan kin. Gelo em ça dikarin vê yekê bikin? Gotara dinda, emê dîna xwe bidin vê têma ferz.

KILAMA 136 Bira Yehowa Te Kerem Bike

^ abz. 5 Hizkirina amin çi ye? Yehowa vî hunurî hindava kê dide kifşê, û meriv ji vî cûre hizkirina Xwedê ça karê distînin? Vê gotarêda û gotara dinda emê derheqa vî hunurî hê zêde pêbihesin.

^ abz. 4 Çend rêzên din jî dibêjin, wekî Xwedê bi hizkirina amin tije ye (Binihêre Nehemiya 13:22; Zebûr 69:13; 106:7; û Lûrînên Yêremya 3:32).

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Yehowa hizkirina xwe him xizmetkarên xwera him merivên dinra nîşan dike. Şiklên biçûk ser meriva hine meselên hizkirina Xwedê nîşan dikin. Ya herî ferz ev e ku Xwedê mecalê dide meriva, wekî ewana ji qurbana Îsa karê bistînin.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Yehowa xizmetkarên xwe, yên ku baweriya xwe qurbanê tînin, diha qayîm hiz dike. Xêncî hizkirina ku Xwedê her kesîra nîşan dike, xizmetkarên Xwedê ji hizkirina wîye amin jî karê distînin. Şiklên biçûk dîna me dikişînin ser hine ji van kerema.