Padşatiya Xwedê Wê Çi Bide Hildanê?
“Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 YÛHN. 2:17).
1, 2. a) Evê dinyayê çida dikarin beramberî qaçax bikin, yê ku cezakirina bi mirinê gerekê bistîne? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Çira cezakirina vê dinya xirab tu kes nikare bide sekinandinê?
“VA MIRÎ TÊ!” Ewan giliya nobedar pey qaçaxekî xof dikine gazî û wî ji otaxa kelê derdixin. Ew mêr ne ber mirinê ye, ne jî nexweş e, ew sax-silamet e. Wekî usa ne, çira nobedar evî gilî ser wî dibêjin? Çimkî ewana wî qaçaxî dibine ciyê cezakirina bi mirinê û lema bona wan ew îda ça mirî ye. *
2 Evê dinyayê em dikarin beramberî wî qaçaxî bikin, yê ku bi mirinê gerekê bê cezakirinê. Ev dinya xirab jî îda dîwana xwe standiye û zûtirekê wê bê cezakirinê. Kitêba Pîroz dibêje: “Dinyayê . . . derbaz be” (1 Yûhn. 2:17). Lê orta axiriya vê dinyayê û axiriya wî qaçaxîda firqî heye. Gelo çida? Wedê cezakirina qaçax, kesek dikare qayîl nîbe û bêje ku ew ceza ne bi heqiyê hate safîkirinê, yan dibeke ser çend deqa cezakirina wî paş xin. Lê qira wê dinyayê wê ese bê, çimkî dîwana vê aliyê Yê Herî Jorinda bi heqiyê hatiye kirinê (Qan. Dcr. 32:4). Tu kes nikare ewê cezakirinê bide sekinandinê, û tu kes wê dudilî nebe ku ew cezakirin bi heqî hatiye kirinê. Çaxê dîwana vê dinyayê bê, dinya elam wê qayîl be wekî ew bi heqî hatiye kirinê. Wî wedeyî wê rihetî bê!
3. Kîjan çar tişta emê şêwir kin yên ku wedê hatina Padşatiyê wê bêne hildanê?
3 Gelo çi tê hesabê ku ev “dinya” wê “derbaz be”? Gelek meriv difikirin ku em niha ça dijîn wê usa jî bimîne û tu tişt wê neyê guhastinê. Lê wê usa nîbe, ev dinê wê ese bê hildan. Ev elametî nebaş e? Hemikî baş e, çimkî ew elametî heye para “mizgîniya Padşatiyê” (Met. 24:14). Were niha em dîna xwe bidinê, ku çaxê Padşatiya Xwedê bê, wê çi bê hildanê. Emê niha xeber din tenê derheqa çar tişta: merivên zulm, teşkîletên xirab, kirên xirab û halê xirab. Emê usa jî şêwir kin ku ew her çar tişt 1) ça niha ser me hukum dibin, 2) Yehowa wê çi bike, û 3) ça Yehowa ewan tişta wê biguhêze ser tiştên baş.
MERIVÊN ZULM
4. Merivên xirab ça ser me hukum dikin?
4 Îro merivên zulm ça ser me hukum dikin? Pawlosê şandî pêşda got wekî van rojên axiriyêda “zemanêd xirab” wê hebin. Paşî wan giliya ewî got: “Merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin” (2 Tîmt. 3:1-5, 13). Hûn divînin ew pêxembertî ça tê sêrî? Diqewime me aliyê merivên xirabda ziyan standiye, mesele ji qaçaxên bêrem, yan jî ji fanatîkên zulm. Hine merivên xirab, xirabiya xwe eyan didin kifşê, hinek jî rûyê xwe vedişêrin û xwe dewsa merivên qenc datînin. Dibeke ew meriv xût mera ziyan nedane, lê yeke xirabiya wan hukum dibe ser me. Em bînteng dibin çaxê derheqa kirên wanî bêxwedêtî pêdihesin. Ew merivên zulm tiştên nemerivayî dikin, mîna heywanên beyanî û hela hê jî mîna cina (Aqûb 3:15). Lê şikir ji Yehowara ku ew bi saya Xebera xwe mizgîniya pir şa dide me.
5. a) Bona merivên xirab çi mecal heye? b) Wê ça be axiriya merivên xirab yên ku naxwazin bêne guhastinê?
5 Yehowa wê çi bike? Niha Yehowa mecalê dide her merivekî xirab, wekî bêne guhastinê (Îşa. 55:7). Rast e ev dinya wê zûtirekê bê kutakirinê, lê Xwedê dîwana wane xilaziyê hê nekiriye. Lê çi wê bibe tevî wan meriva, yên ku naxwazin bêne guhastinê û heta destpêbûna tengasiya mezin dîsa jî piştgiriya vê dinyayê bikin? Yehowa soz da wekî wê qira merivên xirab bîne. (Bixûne Zebûr 37:10.) Ew merivên xirab dibeke bifikirin wekî ji dîwana Xwedê wê xilaz bin. Vê dinyayêda ewana hîn bûne kirên xwe veşêrin, û ceza xwe nastînin (Îb. 21:7, 9). Lê Kitêba Pîroz mera dibêje: “Çevên [Xwedê] li ser rêyên zilam in û hemû gavên wî divîne. Terî nîne û siya mirinê nîne ku, . . . yên xirabiyê kiribin xwe li wir veşêrin” (Îb. 34:21, 22). Belê, tu kes nikare xwe ji Yehowa Xwedê veşêre. Tu merivê hilekar nikare wî bixapîne. Tu cîkî usa tune ku çevê Xwedê nevînin çi diqewime. Paşî Harmegedonê, dibeke em bigerin ka merivên xirab kîderê ne, lê emê wana nevînin. Ewana wê heta-hetayê unda bin herin (Zeb. 37:12-15).
6. Kê wê bijî ser dinyayê, û çira ew mizgînîke pir şa ye?
6 Kê wê ser dinyayê bimîne? Yehowa Zeb. 37:11, 29). Gelo kê ne ew merivên “milûk” û yên “rast”? Yên milûk ew in, ku bi dil hînkirin û rêberiya Yehowa qebûl dikin. Lê yên rast ew in ku hiz dikin wan tişta bikin, kîjan ku ber çevê Yehowa rast in. Îro hejmara merivên xirab ji ya merivên rast gelek zêdetir e. Lê dinya tezeda merivên xirab wê qe tune bin, ser erdê tenê merivên rast wê bijîn! Merivên wî cûreyî wê erdê bikine cinet!
sozekî dilgerm dide me: “Milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin”. Paşê dîsa vê zebûrêda em dixûnin: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (TEŞKÎLETÊN XIRAB
7. Îro teşkîletên xirab ça ser me hukum dibin?
7 Îro teşkîletên xirab ça ser me hukum dibin? Heçî zef xirabî ku vê dinyayêda diqewimin ji teşkîleta tên. Mesele, teşkîletên rêlîgî mîlyona meriva dixapînin. Ewana Xwedê nerast derdixin, Kitêba Pîroz nerast şirovedikin, û derheqa axiriya erdê û însanetê nerastiyê dibêjin. Dîsa hene teşkîletên usa ku şera gur dikin û firqiyê dikine orta mileta, û bona vê yekê gelek şer-dew pêşda tên. Merivên sist û pişta kîjana tune, têne zêrandinê. Hin jî ew teşkîlet ruşetê hildidin û tenê merivên xwe qebûl dikin û alî wan dikin. Xêncî wan teşkîleta, hene korporasiyên tima, yên ku erdê xirab dikin û rêsûrsên tebiyetê vala dikin. Ew korporasiya, merivên dilsax dixapînin seva bîznêsa xwe pêşda bivin û paşê cêva hine meriva tije kin. Lê bi mîlyona meriv îro kesîbbûnêda nin. Bêşik, vê dinyayêda meniya gelek kul-derda ku meriv dikişînin, ji wan teşkîleta tên.
8. Li gora Kitêba Pîroz, çi wê biqewime tevî wan teşkîleta, yên ku ber çevê gelek meriva qewî ne?
8 Yehowa wê çi bike? Kitêba Pîroz hemû rêlîgiyên qelp nav dike jina qav, dêmek Babîlona Mezin. Wedê destpêbûna tengasiya mezin, serwêrên vê dinyayê (qewatên polîtîkî) wê miqabilî hemû rêlîgiyên qelp derên (Eyan. 17:1, 2, 16; 18:1-4). Ew hemû teşkîletên rêlîgî wê bêne kutakirinê. Lê tevî teşkîletên dine xirab wê çi biqewime? Kitêba Pîroz ewan teşkîleta nav dike ça çiya û girav, kîjan ku ber çevê meriva zef qewî ne û tê bêjî nayêne hilşandinê. (Bixûne Eyantî 6:14.) Lê Kitêba Pîroz pêxembertiyê dike, wekî hemû serwêrtî û teşkîletên ku wanva girêdayî ne, wê bêne kutakirinê. Tengasiya mezin wê xilaz be bi kutakirina wan hemû serwêrtiyên dinyayê û yên ku piştgiriya wan dikin û miqabilî Padşatiya Xwedê derdikevin (Yêrem. 25:31-33). Paşî vê yekê, tu teşkîlet îda wê tune bin!
9. Çira em dikarin dudilî nebin wekî erdê tezeda wê terbetî hebe?
9 Dewsa wan teşkîletên xirab çi wê bimîne? Paşî Harmegedonê, gelo ser erdê qe wê dîsa teşkîlet hebin? Kitêba Pîroz dibêje: “Em hîviya erdekî nû û ezmanêd nû ne, li gora sozê wî, kîjanada rastiyê bimîne” (2 Pet. 3:13). Ezman û erdê berê, ew hene serwêrtiyên xirab û merivên bin hukumê wanda, kîjan ku wê bêne kutakirinê. Lê gelo çi wê dewsa wan bigire? “Erdekî nû û ezmanêd nû”. Ezmanên nû ew serwêrtiya teze ye, dêmek Padşatiya Xwedê, lê erdekî nû ew heye bineliyên teze ser erdê, yên ku bin vê serwêrtiyêda bijîn. Ew Padşatiya bin serwêrtiya Îsa Mesîh, wê bi temamî eyan ke wekî Yehowa Xwedê yekî ça ne. Belê, Yehowa Xwedê bêpergal nîne (1 Korn. 14:33). Lema jî ew wê “erdekî nû” saz ke, kîderê ku mêrên qenc wê rêberiyê bikin (Zeb. 45:16). Îsa û usa jî 144 000 wê rêberiya wan bikin. Bidine ber çevê xwe, ku wê wedekî çiqas xweş be çaxê hemû teşkîletên xirab kuta bin û dewsê serwêrtiya tek hebe. Bin wê serwêrtiyêda wê timê yektî hebe û ew wê tu car neyê xirabkirinê.
KIRÊN XIRAB
10. Kîjan kirên xirab belabûyî ne wî cîyî kîderê ku tu dijîyî, û ew yek ça ser te û malbeta te hukum dibe?
10 Kirên xirab ça ser me hukum dibin? Em dinya usada dijîn ku bi kirên xirab tije ye. Ew dinya tê bêjî nava kirên bêxwedêtî, bênamûsî û qelpiyêda dixeniqe. Dê-bav hemû tiştî dikin seva zarên xwe ji wan kirên xirab xwey kin. Îro mêdiya, întêrnêt û tiştên mayîn ku meriv vê dinyayêda pêva mijûl dibin, xirabiyê usa bi hostatî rêklam dikin, ku tê bêjî ew tiştekî baş e. Hin jî ewana prînsîpên Yehowa derheqa qenciyê û xirabiyê, ber tiştekî hesab nakin û pê dikenin (Îşa. 5:20). Lê Mesîhiyên rast ji vê yekê xwe dûr digirin. Ewana vê dinyayêda kîjanêda ku prînsîpên Yehowa bêhurmet dikin, şer dikin seva aminiya xwe xwey kin.
11. Em çi hîn dibin ji axiriya Sodom û Gomorayê?
11 Yehowa wê çi bike hindava kirên xirab? Dîna xwe bidinê Yehowa çi kir çaxê dît ku Sodom û Gomora bi kirên xirab tije bibûn. (Bixûne 2 Petrûs 2:6-8.) Merivê rast, Lût, bînteng dibû seva xirabiyê ku dor berê wî û malbeta wî diqewimî. Çaxê Yehowa ew du şeher bi temamî kuta kir, nêta wî tenê ew nîbû ku xirabiyê bide hildanê. Yehowa bi vê yekê “bona nepakêd pey wanra dersek hişt”. Belê, çawa berê Yehowa hemû kirên bênamûsî da hildanê, usa jî hemû kirên xirab ku îro têne kirinê wê bide hildanê. Ew yek wê biqewime çaxê Yehowa qira vê dinyayê bîne.
12. Dinya tezeda hûn dixwazin kîjan şixulava mijûl bin?
12 Dewsa wan kirên xirab wê çi bibe? Merivên cinetêda wê bi şixulên hewasva mijûl bin. Mesele, bidine ber çevê xwe wekî wê çiqas xweş be çaxê em erdê bikin cinet, yan jî bona xwe û merivên xweyî nêzîk xaniya ava bikin. Bifikirin hela wê çiqas baş be çaxê mîlyona meriv wê ji mirinê rabin. Emê wana rêyên Yehowa hîn kin û wanra gilî kin ku nava terîxiyêda Xwedê hindava însanetê çiqas qenc bû (Îşa. 65:21, 22; Kar. Şand. 24:15). Dinya tezeda emirê me wê bi şixulên usa tije be, ku mera şabûnê bîne û emê pesina bidine Yehowa!
HALÊ XIRAB
13. Raberîbûna Şeytan, Adem û Hêwayê, dinya kire çi halî?
13 Halê xirab ça ser me hukum dibe? Merivên xirab, teşkîletên xirab, û kirên xirab, halê dinyayê xirab dikin. Hemû meriv halekîda nin. Hineka dibeke ji şera ziyan standine, hinek kesîbiyêda nin, hinek jî diqewime ji bo rasîzmê têne zêrandin. Nexweşî û mirin jî hemikî gişkara tê. Belê, em ne malekê ne, lê halekê ne, dêmek em gişk jî seva wan
tişta kul-derda dikişînin. Em ketine wî halî, çimkî sê kes miqabilî Yehowa rabûn, ew hene Şeytan, Adem û Hêwa. Sed heyf, lê tu kes ji me nikare ji vê dinya hevketî bireve.14. Yehowa wê ça halê vê dinyayê xweş ke? Meselê bînin.
14 Yehowa wê halê xirab ça rast ke? Were pêşiyê xeber din derheqa şera. Yehowa soz dide wekî wê bi temamî şera bide hildanê. (Bixûne Zebûr 46:8, 9.) Nexweşî îda wê tune bin (Îşa. 33:24). Lê mirin? Yehowa wê mirinê jî kokêva kuta ke! (Îşa. 25:8) Ew wê usa jî kesîbbûnê bide hildanê (Zeb. 72:12-16). Yehowa wê usa bike wekî halê xirab, dêmek kul-derd wê îda tune bin. Hin jî ew wê “hewa” xirab ya vê dinyayê, dêmek hukumê Şeytan û cinên wî betaweke (Efes. 2:2).
15. Paşî Harmegedonê wê kîjan tişt îda tune bin?
15 Hûn dikarin bidine ber çevê xwe dinya bê şer, bê nexweşî, û bê mirin? Bidine hesabê xwe wekî ne esker, ne çek, ne nexweşxane, ne hekîm û ne jî mezel wê tune bin! Zorbetî wê tune be, lema tirsa tu kesî îda wê tune be, ne polîs wê lazim bê, ne sîstêmên xweykirinê, hela hê dibeke ne jî kilît! Hiş û dilê meda tu tirs û derd wê tune be.
16, 17. a) Ewên ku Harmegedonêda xilaz bin, wê çi dilrihetiyê bistînin? b) Çira em dikarin dudilî nebin wekî emê xilaz bin çaxê ew dinê bê kutakirinê?
16 Emir wê ça be çaxê xirabî îda tune be? Îro mera hinek çetin e ku wî wedeyî bidine ber çevê xwe. Çimkî em îda vî halê xirabda haqas wext dijîn, wekî îda hînî strêsê bûne. Ew mîna vê yekê ye, çaxê merivên ku nêzîkî ciyê sekinandina trênê dijîn, îda hînî dengê wê bûne, yan jî merivên ku nêzîkî ciyê gemarê dijîn, îda bîna wê ne jî texmîn dikin. Lê were derheqa vê yekê nefikirin, û bidine ber çevê xwe wedekî çiqas xweş hîviya me ye.
17 Belê, emê îda tu car nekevine strêsê, lê çawa Zebûr 37:11-da tê gotinê, emê “xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin”. Bêşik, ev gilî dilê me digirin, çimkî ew yek Yehowa bona me dixwaze. Lema jî were wan rojên çetinda çi destê me tê bikin, seva nêzîkî Yehowa Xwedê bin û tevî teşkîleta wî bimînin. Baweriya xwe qewî xwey kin, bifikirin ser wan tişta kîjan ku hîviya me ne, ewan keremeta bidine ber çevê xwe, û merivên dinra jî gilî kin derheqa baweriya xwe (1 Tîmt. 4:15, 16; 1 Pet. 3:15). Dudilî nebin wekî wedê qira vê dinyayê, hûnê ese xilaz bin û bextewariyêda heta-hetayê bijîn!
^ abz. 1 Vê abzasêda tê gilîkirinê derheqa edetekî kelê, kîjan ku bi sala pêşda, Dewletên Yekbûyîda hine ciya edet bû.