Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Em Dikarin Azaya Rast Bistînin?

Çawa Em Dikarin Azaya Rast Bistînin?

“Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin” (YÛHN. 8:36).

KILAMÊN: 54, 36

1, 2. a) Meriv îro çi dikin seva azayê bistînin? b) Axiriya kirên wan çi ye?

ÎRO nav temamiya dinyayêda meriv derheqa îzinê û azayê xeber didin. Hinek dixwazin aza bin ji zorbetiyê, ji kesîbiyê û ji firqiya orta meriva. Hinek jî dixwazin wekî îzina wan hebe aza giliyên xwe bêjin, xwexa bijbêrin çi ku dixwazin û xwe serî xwe bin. Belê, hemû ciyada meriv dixwazin aza bijîn.

2 Lê seva ku azaya usa bistînin, meriv cûre-cûre tişta dikin. Mesele, ewana protêsta dikin, şer-dewa pêşda tînin û hela hê rêvolûsiya jî dikin. Lê gelo ewana bi vê yekê digihîjine merema xwe? Na, yazix ewana gelek car bona vê yekê kul-derda dikişînin û hela hê jî emirê xwe unda dikin. Ew yek rastiya giliyên Silêman Padşa îzbat dike: “Serwêriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9).

3. Em ça dikarin bextewar bin û lezetê bivînin?

3 Aqûb şirovekir ku ça meriv dikare bi rastiyê bextewar be û lezetê bivîne. Ewî nivîsî: “Ewê ku çevê xwe ji qanûna kamile ku aza dike nabire û nava wêda dimîne, . . . ew wan kirinêd xweda xwezilî ye” (Aqûb 1:25). Yehowa ku xwexa ev qanûna kamil daye, hê rind zane çi lazim e merivara seva bextewar bijîn û emirê xwera şa bin. Ewî mêr û jina pêşinra her tişt, dêmek azayî jî da, seva ewana bextewar bijîn.

KENGÊ AZAYA MERIVA YA RAST HEBÛ?

4. Azaya Adem û Hêwayê çi cûreyî bû? (Binihêre şiklê ewlin.)

4 Çaxê em du serên pêşin ji kitêba Destpêbûn dixûnin, em pêdihesin azaya Adem û Hêwayê çi cûreyî bû. Îro meriv hema azaya wî cûreyî dixwazin, lê dest wan nakeve. Kêmasiya jin û mêrê pêşin tu tiştîda tune bû, ne tirs ne jî zorbetî hebû. Wana bona xwarinê, xebatê, nexweşiya û mirinê, derd nedikişandin (Destp. 1:27-29; 2:8, 9, 15). Lê gelo ev tê hesabê wekî Adem û Hêwa bi temamî aza bûn, dêmek azaya wan bêsînor bû? Were em evê pirsê şêwir kin.

5. Seva meriv ji azayê karê bistîne, çi lazim e?

5 Îro gelek meriv difikirin, wekî azaya rast ew e, ku meriv bikaribe çi dixwaze wê bike û nefikire ew yek çi axiriyê dikare bîne. Ensîklopêdiyakêda hate şirovekirinê, wekî azayî “mecal e wekî bijartina bikin û bînin sêrî” (The World Book Encyclopedia). Lê paşî wan giliya wêderê tê gotinê, ku cimet hingê aza ye, çaxê dewlet sînora datîne bi cûrê rast, lazim û aqilayî. Ew tê hesabê ku lazim e hine sînor hebin, seva her meriv ji azayê karê bistîne. Lê niha pirs pêşda tê: Îzina kê heye safî ke ku kîjan sînor rast, lazim, û aqilayî ne?

6. a) Çira tenê azaya Yehowa bêsînor e? b) Azaya meriva çi cûre ye, û çira?

6 Gelek ferz e em bîr nekin wekî tenê azaya Yehowa Xwedê bêsînor e. Çira? Çimkî ew e Efirandarê her tiştî û Serwêrê himzor (1 Tîmt. 1:17; Eyan. 4:11). Dawid Padşa bi gelek giliyên bedew şirovekir ku tenê Yehowa ciyê herî bilind digire. (Bixûne 1 Dîrok 29:11, 12.) Rast e azaya hemû efirînên ser ezmana û ser erdê jî heye, lê yeke azaya wan sînorkirî ye. Em gerekê rind fem kin wekî tenê hukum û îzina Yehowa Xwedê heye, ku safî ke kîjan sînor rast, lazim, û aqilayî ne. Bi rastî Yehowa ji destpêka efirandina meriva ev sînor danîn.

7. Em kîjan tişta pê înstînktê dikin û lezetê distînin?

7 Azaya Adem û Hêwayê hebû, lê yeke ew azayî bi sînora bû. Hine sînor tebiyetî bûn, dêmek hine tişt wana bi înstînktê dikir. Besa xeberê, ewana herdu jî zanibûn, wekî seva bijîn lazim e bîna xwe bikişînin, bixwin, razên û dîsa tiştên din. Lê gelo ji bo van tişta azaya wan unda dibû? Na, Yehowa zanibû ku ewana wê ji wan tişta şabûn û lezetê bivînin (Zeb. 104:14, 15; Waîz 3:12, 13). Rastî jî usa ne, çaxê mesele em hewa temiz dikişînin, xwarina dilê xwe dixwin, yan jî çaxê xewa xwe distînin û hişyar dibin, em lezetê divînin. Ew tişt mera bargiran nînin û emirê me çetin nakin. Bêşik, Adem û Hêwayê jî ew yek zanibûn.

8. Xwedê kîjan temî da jin û mêrê pêşin, û nêta Xwedê çi bû?

8 Yehowa temî da Adem û Hêwayê, wekî erdê tije kin û xweyîtiyê lê bikin (Destp. 1:28). Lê gelo evê temiyê azaya wan unda dikir? Tu car na! Ew temî mecal da wan ku erdê bikine cinet, seva meriv heta-hetayê bijîn. Ew yek qirara Xwedê bû (Îşa. 45:18). Îro jî hergê meriv safî dikin ku nezewicin, yan jî zara neynin, bi vê yekê miqabilî qirara Xwedê naçin. Lê rast e zewac çetinaya jî tevî xwe tîne, yeke meriv dîsa jî dizewicin û zara tînin (1 Korn. 7:36-38). Çira? Çimkî çaxê hal baş e, meriv ji vê yekê şabûnê û lezetê distînin (Zeb. 127:3). Hergê Adem û Hêwayê guh bidana Yehowa, ewana wê bikaribûna zewac û malbeta xwera heta-hetayê şabûna.

ÇAWA AZAYA RAST UNDA BÛ?

9. Çira temiya Xwedê ku Destpêbûn 2:17-da nivîsar e, rast, lazim, û bîlanî bû?

9 Yehowa temîke din jî dabû Adem û Hêwayê, û usa jî şirovekiribû ku wê çi biqewime hergê ewana evê temiyê neynin sêrî. Xwedê got: “Ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destp. 2:17). Gelo ev temî qe tiştekîda nerast bû, yan jî nelazim û neaqilayî bû? Gelo bi vê yekê Adem û Hêwayê azaya xwe unda dikirin? Na. Hela hê gelek zandarên Kitêba Pîroz jî dibêjin ku ev temî logîkî û bîlanî bû. Mesele, zandarekî got: “Ev temiya Xwedê ku [Destpêbûn 2:16, 17-da] nivîsar e, dide kifşê ku tenê Xwedê zane çi qenc e . . . bona meriva, û çi xirab e . . . Seva ku meriv ‘qenciyêra’ şa bin, ewana gerekê îtbariya xwe Xwedê bînin û gura wî bikin. Hergê ewana gura wî nekin, wê xwexa xwera safî kin çi qenc e . . . û çi xirab e”. Lê meriv nikarin evê yekê usa bikin, wekî hemû tişt baş û rast be.

Bijartina Adem û Hêwayê axiriya xirab wanra anî (Binihêre abzasa 9-12)

10. Çira em gerekê fem kin firqiya orta azaya bijartinê û îzina safîkirinê ku çi qenc e û çi xirab e?

10 Hine meriv çaxê evê temiya Yehowa dixûnin, dibêjin wekî bi vê yekê azayî ji Adem hate standinê û ewî îda nikaribû çi dixwest bikira. Lê ew meriv fem nakin ku çi firqî heye orta azaya bijartinê û îzina ku safî kin çi qenc e û çi xirab e. Azaya Adem û Hêwayê hebû, wekî bijbêrin gura Xwedê bikin yan na. Lê yeke tenê îzina Yehowa heye safî ke çi rast e û çi xirab e. “Dara qencî û xirabî naskirinê” ku baxçê Edenêda bû, bi sîmbolîk ew yek dihate hesabê (Destp. 2:9). Em gerekê bînin ser xwe wekî em her gav nizanin ku bijartinên me wê çi axiriyê mera bînin, û ne jî zanin wê mera karê bînin yan na. Lema jî îro em divînin ku çaxê meriv bi dilê sax bijartin yan jî safîkirina dikin, axiriyêda kul-derda dikişînin (Metlk. 14:12). Belê, sînorên meriva heye û ew yek gelek ferz e. Yehowa bi saya temiya xwe, bi hizkirinê Adem û Hêwa hîn kir, ku ewana ça dikarin azaya rast bidine xebatê. Lê gelo Adem û Hêwayê çi safî kirin?

11, 12. Çira bijartina Adem û Hêwayê qeziya wanra anî? Meselê bînin.

11 Sed heyf, Adem û Hêwayê bijartin wekî gura Xwedê nekin. Şeytan çaxê soz da Hêwayê “çevêd weyê vebin” û hûnê “bibine mîna Xwedê”, Hêwayê guh da gotina wî û ew gilî dilê wê xweş hatin (Destp. 3:5). Gelo bi vê yekê Adem û Hêwayê hê zêde azayî standin? Na. Bijartina wan ew yek wanra neanî, çi ku Şeytan wanra got ku wê bistînin. Paşê wana fem kir ku axiriya xirab xwera anînin, çimkî temiya Yehowa pişt guhê xweva avîtin û xwe serî xwe bûn (Destp. 3:16-19). Çira? Çimkî Yehowa merivara azayî neda bona vê yekê ku xwexa safî kin çi qenc e û çi xirab e. (Bixûne Metelok 20:24; Yêremya 10:23.)

12 Serhatiya wan em dikarin beramberî mesela teyarvan bikin. Teyarvan seva ku sax-silamet bigihîje ciyê xwe, ew bi saya hacetên navîgatorî ku bona teyarê ne, diçe wî cîyî kîderê lazim e. Ew usa jî xeber dide tevî wan meriva yên ku jêra rêberiyê didin, mesele seva here kîderê, kengê bifire û teyar kîderê dayne, wekî teyarên din nekeve. Lê hergê teyarvan guh nede wan rêberiya, û ça dixwaze usa bike, ew dikare bikeve qeziyê. Adem û Hêwa hema usa bûn, dixwestin hemû tiştî xwe serî xwe bikin. Wana rêberiya Xwedê pişt guhê xweva avît. Lê axirî çi bû? Wana qeziya anîn serê xwe, dêmek gune û mirin, ça xwera usa jî zureta xwera (Rom. 5:12). Wana dixwest xwe serî xwe bin, lê bi rastiyê azaya xweye rast unda kirin.

ÇAWA AZAYA RAST QAZANC KIN?

13, 14. Çawa em dikarin azaya rast bistînin?

13 Meriv dikarin bifikirin ku azaya wan çiqas zêde hebe, haqas baş e. Lê bi rastî azaya bêsînor ew ça şûrekî tûj e. Rast e azayî gelek karê tîne, lê hela bidine ber çevê xwe dinya wê çi halîda bûya, hergê sînor qe tunebûna. Dîsa vê Ensîklopêdiyayêda besa kîjanê me jorê kir, derheqa vê yekê tê gotinê: “Qanûnên her dewletekê gelek çetin in, çimkî ew qanûn gerekê hin meriva xwey kin, hin jî azaya wan bi sînor kin”. Rastî jî timê hêsa nîne wan qanûna bînin sêrî. Meriva gelek qanûn derxistine, û lema gelek qanûnzan û hakim hene, yên ku wan qanûna şirovedikin û rêberiyê didin ku ça wana bidine xebatê.

14 Îsa Mesîh şirovekir ku çawa em dikarin azaya rast bistînin. Ewî got: “Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtêd min bin. Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhn. 8:31, 32). Bi giliyên Îsa tê kifşê, ku seva azaya rast bistînin, du tişt lazim e bikin: Ya pêşiyê, rastiya ku Îsa hîn kir, qebûl kin, ya duda, bibine şagirtên wî. Hergê em usa bikin, emê bi rastî aza bin. Lê ji çi emê aza bin? Îsa şirovekir: “Kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye. . . . Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin” (Yûhn. 8:34, 36).

15. Çira azaya ku Îsa soz da, me “rastî aza” dike?

15 Belê, azaya ku Îsa soz da şagirtên xwe, ji azaya ku îro meriv ji dewletê distînin, bilindtir û çêtir e. Çaxê Îsa got, “Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin”, ewî derheqa azabûna ji “guna” digot, kîjan ku meriva dike xulam. Gune me hêlan dike ne ku tenê tiştekî xirab bikin, lê ew usa jî rê me digire seva nekin wan tişta, çi ku em zanin rast in û çi destê meva tê. Belê, em xulamên gune ne, û axiriya vê yekê heye êş, kul-derd û mirin (Rom. 6:23). Pawlosê şandî ser xwe texmîn dikir ku xulamtiya gune êşeke çiqas giran tîne. (Bixûne Romayî 7:21-25.) Tenê çaxê gune bi temamî bê kutakirinê, hingê emê bi rastî azayê bistînin, kîjan ku bal Adem û Hêwayê hebû.

16. Çawa em dikarin rastî aza bin?

16 Çaxê Îsa got ku “heger hûn ser hînkirina min bimînin”, ewî bi wan giliya da kifşê wekî seva em ji gune aza bin, gerekê em hine tişta bikin. Çawa Mesîhiyên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine, me xwe înkar kiriye û bijartiye ku mîna şagirtên Îsa pê wan sînora bijîn kîjan ku ewî hîn dikir (Met. 16:24). Îsa soz da ku emê aza bin çaxê bi temamî karê bistînin ji qurbana wî.

17. a) Ça em dikarin bextewar bin û lezetê bivînin? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

17 Hergê em gura hînkirinên Îsa bikin, emê bextewar bin û lezetê bivînin. Ew yek usa jî rê vedike bona axiriya baş, dêmek emê bi temamî ji gune û mirinê aza bin. (Bixûne Romayî 8:1, 2, 20, 21.) Gotara dinda emê şêwir kin ku çawa em dikarin bi bîlanî azaya xwe bidine xebatê, seva ku hurmetê bidin Yehowa, dêmek Xwedêyê azaya rast.