Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Birên Cabdar; Çev Bidine Tîmotêyo

Birên Cabdar; Çev Bidine Tîmotêyo

SALA par, nav temamiya dinyayêda, bi hezara bira hatine kifşkirinê ça rûspî û berdestiyên civatê. Hergê tu yek ji wan bira yî, bêşik tu şa dibî bona wî qedirekî teze.

Lê femdarî ye tu usa jî hinekî berxwe dikevî. Cêyson, rûspîkî cahil, gilî dike: “Çaxê ez ça rûspî hatime kifşkirinê, ez hinekî berxwe ketim ku cabdariyên mine teze hene”. Mûsa û Yêremya jî difikirîn, wekî wê nikaribin şixulê ku Yehowa dabû wan, bînin sêrî (Derk. 4:10; Yêrem. 1:6). Hergê tu jî usa difikirî, ça tu dikarî ewê şikê ji dilê xwe derxî û pêşda herî? Dîna xwe bide mesela Tîmotêyo (Kar. Şand. 16:1-3).

ÇEV BIDE MESELA TÎMOTÊYO

Ça tê kifşê Tîmotêyo weke 20 salî bû çaxê Pawlosê şandî wî teglîf kir ku bibe hevalrêwiyê wî. Pêşiyê, diqewime Tîmotêyo xweda bawer nîbû û hinekî ditirsiya ku wê cabdariya xweye teze ça bîne sêrî (1 Tîmt. 4:11, 12; 2 Tîmt. 1:1, 2, 7). Lê yeke, paşî çend sala, Pawlos derheqa Tîmotêyo civata Fîlîpîra nivîsî: “Îcar hêviya min ji Xudan Îsa heye ku ez di demeke nêzîkda Tîmotêyos bişînim ba we . . . Çimkî tu kesê min yê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire . . . tune” (Fîlî. 2:19, 20, ÎM).

Gelo çira Tîmotêyo rûspîkî usa baş bû? Were em şeş tişta şêwir kin, ku çida tu dikarî çev bidî wî.

1. Ewî bi dil bona meriva xem dikir. Pawlos gote birên Fîlîpî: “[Tîmotêyo] ji bo hal û rewşa we xemê bixwe” (Fîlî. 2:20, ÎM). Belê, Tîmotêyo meriv hiz dikirin. Ewî bi dil û can bona halxweşiya wane ruhanî xem dikir, û heyfa xwe qewat û wedê xwe nedianî bona wan.

Nebe mîna ajovanê otobûsê, kîjanîra diha ferz e wededa bigihîje ser her sekinandina otobûsê, ne ku wekî meriv bikevine otobûsê. Wîlîam ku 20 sala zêdetir ça rûspî xizmet dike, şîretê dide birên ku teze cabdariyê distînin: “Xûşk-bira hiz bikin. Dîna xwe bidine hewcên wan, ne ku qeydên organîzasiyonê ku çi û ça gerekê bibe”.

2. Ewî tiştên ruhanî datanî ciyê pêşin. Çaxê Pawlos mesela Tîmotêyo beramberî yên din kir, ewî got: “Yêd mayîn her kes li pey kara xwe ketiye, ne ku ya Îsa Mesîh” (Fîlî. 2:21). Çaxê Pawlos Romêda bû, ewî dîna xwe dayê wekî xûşk-birên wêderê, pey xwestinên xwe diketin û şixulê Xwedêda xîret nîbûn. Lê Tîmotêyo merivekî usa nîbû. Çaxê mecal çêdibûn ku mizgîniyê bela ke, nihêrandina wî mîna ya Îşaya bû, yê ku got: “A vay ez, min bişîne!” (Îşa. 6:8).

Lê tu ça dikarî rast şixulên xwe û borcdariyên xweye ruhanî bînî sêrî? Pêşiyê, tiştên ferz dayne ser ciyê pêşin. Pawlos got: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlî. 1:10). Çi ku çevê Xwedêda ferz e, bona te jî bira ferz be. Ya duda, emirê xwe sivik ke. Wede û qewata xwe ser tiştên nelazim xerc neke. Pawlos şîret da Tîmotêyo: “Ji dilxwestinêd cahiltiyê bireve, xwe li rastiyê, baweriyê, hizkirinê, edilayiyê bigire” (2 Tîmt. 2:22).

3. Ew gelek xîret bû xizmetiya pîrozda. Pawlos anî bîra Fîlîpiya: “Hûn xwexa zanin ku [Tîmotêyo] yekî çawayî cêribandî ye û wexa tevî min Mizgînîdayînêra usa xizmetî kir, çawa kur bavêra” (Fîlî. 2:22). Tîmotêyo yekî tembel nîbû. Ew tevî Pawlos giran dixebitî û ew yek hizkirina wan hindava hevdu qewî kir.

Îro teşkîleta Xwedêda şixul timê heye, û ew şixul bi rastî şabûnê tîne û dikare xûşk-bira hê nêzîkî hev ke. Lema jî xwera bike nêt, wekî her gav “şixulê Xudanda pêşda” herî (1 Korn. 15:58).

4. Ewî şîret qebûl dikirin û hîn dibû. Pawlos Tîmotêyora nivîsî: “Te nasiya xwe daye hînkirin, rabûn-rûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hizkirina min, bînfireyî” (2 Tîmt. 3:10). Tîmotêyo çi jî hîn dibû dida xebatê, lema hazir bû ku cabdariyên mezin bîne sêrî (1 Korn. 4:17).

Lê bona te heye merivekî usa ku dixwazî çev bidî wî? Hergê na, bijbêre kesekî yê ku dikare tera bibe mesela baş. Tom, ku îda gelek sal rûspî ye, tîne bîra xwe: “Rûspîkî cêribandî min kire bin perê xwe û ewî rind min hîn dikir û şîret dikir. Min timê ji wî şîret dixwestin û min ew şîret didane xebatê. Ewê yekê alî min kir wekî xweda hê bawer bim”.

5. Ewî berdewam dikir xwexa hîn dibû. Pawlos Tîmotêyo şîret dikir: “Xwe xwedênasiyêda hîndar ke” (1 Tîmt. 4:7). Dersdarê her sportsmênekî heye ku wî hîn dike, lê ev sportsmên usa jî gerekê xwexa hîn be. Pawlos gote Tîmotêyo: “Xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî . . . Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be” (1 Tîmt. 4:13-15).

Tu jî gerekê feresetên xwe hê baş kî. Aliyê ruhanîda timê pêşda here û dîna xwe bide rêberiyên teze ku civatêda distînî. Xêncî vê yekê, çiqas jî cêribandî bî, bi temamî îtbariya xwe xwe neyne û nefikire, wekî zanebûna te wê bêy rêberî û şîretên ji edebyeta her derecada alî te bike. Çev bide Tîmotêyo û “haş ji xwe û hînkirina xwe hebe” (1 Tîmt. 4:16).

6. Ewî îtbariya xwe ruhê Yehowayî pîroz dianî. Çaxê Pawlos derheqa xizmetiya Tîmotêyo difikirî, ewî anî bîra Tîmotêyo: “Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî ruhê pîrozî nava meda xwey ke” (2 Tîmt. 1:14). Seva Tîmotêyo xizmetiya xwe xwey kira, wîra lazim bû îtbariya xwe ruhê Xwedêyî pîroz bîne.

Donald, ku îda bi deha sala rûspî ye, dibêje: “Birên cabdar gerekê heleqetiya xwe tevî Yehowa qîmet kin. Wî cûreyî ewana wê ‘hê qewat’ bin. Hergê ewana dua bikin bona ruhê Xwedêyî pîroz û berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin, ewana wê bi rastî bona xûşk-bira kerem bin” (Zeb. 84:7; 1 Pet. 4:11).

CABDARIYA XWE BIŞÊKIRÎNE

Em şa dibin ku gelek bira cabdariyên teze standine, û ruhanîda pêşda diçin. Cêyson, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Çaxê ez bûme rûspî, ez gelek tişt pêhesiyam û ez hê xweda bawer bûme. Niha ez bi rastî lezetê distînim ji cabdariya xwe û ew bona min qedirekî gelek mezin e!”

Lê tuyê berdewam kî ruhanîda pêşda herî? Bira nêta te ew be ku çev bidî Tîmotêyo, û hingê tuyê bona cimeta Xwedê bibî kerem.