Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno, Hûn Nêtên Ruhanî Datînin Pêşiya Xwe?

Cahilno, Hûn Nêtên Ruhanî Datînin Pêşiya Xwe?

“Şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe” (METLK. 16:3).

KILAMÊN: 135, 144

1-3. a) Hemû cahil rastî kîjan çetinayê tên, û kîjan mesele vê yekê dide kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Mesîhiyên cahil ça dikarin vê çetinayê rast safî kin?

BIDINE ber çevê xwe hûn diçine ciyê dûr ser civîneke ferz û hûn gerekê bikevine otobûsê seva bigihîjine wî cîyî. Ser ciyê sekinandina otobûsa, hûn hinekî tevîhev in, çimkî gelek meriv dor berê we ne û gelek otobûs sekinîne. Lê çiqas baş e ku hûn sed selefî zanin ku dixwazin herine kîderê û kîjan otobûs wera lazim e. Femdarî ye hûnê nekevine otobûseke din, çimkî hûn zanin ku ewê we bive cîkî din.

2 Îro cahil jî mîna wan meriva ne, yên ku ser ciyê sekinandina otobûsê sekinîne ne. Bi rastî çaxê meriv mezin dibe, emirê wî mîna rêwîtiyê ye. Cara cahil dikarin tevhev bin, çimkî emirda rastî gelek bijartin û safîkirina tên. Cahilno, hergê hûn zanin kîjan rê bijbêrin, hingê wera wê diha hêsa be safîkirinên rast bikin. Lê hûnê kîjan rê bijbêrin?

3 Vê gotarêda emê caba vê pirsê şêwir kin, û ew gotar wê hêlanê bide cahila, wekî emirê xweda hiş-aqilê xwe daynin ser vê yekê, ku dilê Yehowa şa kin. Dêmek, hemû safîkirinên xweda, besa xeberê hînbûnêda, xebatêda, zewacêda û safîkirinên dinda, şîret û rêberiya Yehowa hildine hesab. Ew usa jî tê hesabê wekî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Cahilên ku hiş-aqilê xwe datînin ser xizmetiya Yehowara, gerekê dudilî nebin wekî Yehowa wê wana kerem ke û alî wan bike ku pêşdaçûyî bin. (Bixûne Metelok 16:3.)

ÇIRA LAZIM E NÊTÊN RUHANÎ DAYNIN PÊŞIYA XWE?

4. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

4 Gelek baş e çaxê meriv cahiltiyêda nêtên ruhanî datîne pêşiya xwe. Çira? Emê vê gotarêda sê meniya şêwir kin. Du menî nîşan dikin wekî çaxê cahil ser xwe dixebitin seva bigihîjine nêtên ruhanî, ew yek heleqetiya wan tevî Yehowa hê qewî dike; meniya sisiya dide kifşê ku kareke çiqas mezin e çaxê cahiltiyêda nêtên ruhanî didine pêşiya xwe.

5. Kîjan e meniya sereke ku nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe?

5 Meniya sereke ku çira em nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, ew e, ku usa em razîbûna xwe Yehowara didine kifşê bona hizkirin û kirên wî hindava me. Zebûrbêj nivîsî: “Qenc e şikrîyê bidine Xudan . . . Çimkî Te, Xudan, ez şa kirim bi kirinêd Xwe, kirinêd destê Tera ez gul didim” (Zeb. 92:1, 4). Cahilno, bifikirin derheqa hemû tişta ku Yehowa daye we. Ewî emir, bawerî, Kitêba Pîroz, civat, û usa jî hêviya jîyîna heta-hetayê daye we. Çaxê hûn nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, hûn bi vê yekê nîşan dikin, wekî van keremên Xwedê dişêkirînin û hûn hê nêzîkî wî dibin.

6. a) Nêtên ruhanî ça hukum dibin ser heleqetiya me tevî Yehowa? b) Kîjan nêt hûn dikarin cahiltiyêda daynin pêşiya xwe?

6 Meniya duda ew e ku çaxê hûn digihîjne nêtên ruhanî, hûn ber çevê Yehowa şixulên baş dikin. Wî cûreyî hûn hê nêzîkî wî dibin. Pawlosê şandî got: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbrn. 6:10). Seva nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, nefikirin ku hê zû ye. Dîna xwe bidine hine wan cahilên ku nêtên ruhanî danîne pêşiya xwe. Xûşkeke me Krîstîna 10 salî bû çaxê nêt xwera danî, wekî timê serhatiyên xûşk-birên amin bixûne. Tobî 12 saliya xweda nêt xwera danî, wekî pêşiya nixumandina xwe bi temamî Kitêba Pîroz bixûne. Maksîm çaxê 11 salî bû û xûşka wî Noêmî ku salekê ji wî biçûktir e, hatine nixumandinê. Wana herdu jî nêt xwera danîn, wekî Beytelêda xizmet kin. Seva evê nêtê bîr nekin, wana blanka Beytelê malda ser dîwarekî dardakirin. Lê nêtên weye ruhanî hene ku hûn dixwazin bigihîjin? (Bixûne Fîlîpî 1:10, 11.)

7, 8. a) Çawa nêtên ruhanî alî we dikin wekî hêsa safîkirina bikin? b) Çira xûşkeke me safî kir wekî neçe ûnîvêrsîtêtê?

7 Meniya sisiya ku çira baş e cahiltiyêda nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe ew e, ku hingê cahil ber gelek safîkirin û bijartina ne. Mesele, cahil gerekê safî kin ku kîjan hînbûnê bistînin, kîjan xebatê bijbêrin û dîsa tiştên din. Safîkirina bikin ew mîna vê yekê ye, ku gerekê rêkî bijbêrin nava gelek riyada. Heta ku hûn zanin kîderê dixwazin herin, riya rast bijbêrin hêsa ye. Usa jî dereca weda cahilno, çaxê hûn zanin nêtên we çi ne, wera wê hê hêsa be safîkirinên aqilayî bikin. Metelok 21:5-da nivîsar e: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne”. Çiqas zû hûn nêta daynin pêşiya xwe, haqas zû hûnê pêşda herin. Dîna xwe bidine xûşkeke me bi navê Damarîs, ya ku cahiltiyêda rastî safîkirineke ferz hat.

8 Damarîs çaxê mekteb xilaz kir, hesabên wê bilind bûn. Ewê dikaribû ûnîvêrsîtêtêda xwendina bilind bê pere bistîne, wekî bibe qanûnzan. Lê yeke ewê xebateke din bijart, kîjan ku wê pere kêm bistanda. Gelo çira ewê bijartineke usa kir? Ew gilî dike: “Min berêda dilê xweda safî kir wekî bibime pêşeng. Ew dihate hesabê wekî min xebateke usa gerekê bijbarta, ku her roj nexebitiyama. Hergê ez biçûma ûnîvêrsîtêtê seva bibûma qanûnzan, minê pere zef bistanda, lê nikaribûya ça pêşeng xizmet kira”. Damarîs niha îda 20 sal e ça pêşeng e. Gelo ew poşman dibe wekî nêteke rast da pêşiya xwe û cahiltiyêda safîkirineke rast kir? Tu car na. Ew dibêje: “Ciyê xebata minda heçî zef şixulê min tevî qanûnzana ye. Ewana wî şixulî dikin kîjan ku minê bikira hergê ûnîvêrsîtêtêda hîn bûma. Lê gelek ji wana xebata xweda şabûnê navînin û dilteng in. Lê safîkirina min ku bibime pêşeng, ez ji vê diltengiyê xilaz kirim û rê minra vekir ku nava salada ez ji xizmetiyê şabûnê distînim”.

9. Çira cahil hêjayî paya ne?

9 Bi hezara cahil nav temamiya dinyayêda hêjayî paya ne. Ewana emirê xweda Yehowa û nêtên ruhanî datînin ciyê pêşin. Ew cahil emirê xwera şa dibin û usa jî hîn dibin her tiştîda pey rêberiya Yehowa herin, mesele kîjan hînbûnê bistînin, kîjan xebat bijbêrin û zewacêda. Silêman nivîsî: “Bi temamiya dilê xwe xwe bispêre Xudan. . . . Hemû riyêd xweda tu Xwedê nas ke û Ewê hemû şiveriyêd te rast-dûz ke” (Metlk. 3:5, 6). Cahilên civata Mesîhîtîda ber çevê Yehowa gelek qîmet in, ew wana hiz dike, xwey dike, rêberî û kerema dide.

XWE HAZIR KE WEKÎ ŞEDETIYÊ BIDÎ

10. a) Çira xizmetî gerekê emirê meda ciyê ferz bigire? b) Çawa em dikarin hê rind şedetiyê bidin?

10 Cahilê ku hiş-aqilê xwe dide ser vê yekê, wekî dilê Yehowa şa ke, ser xizmetiyê gelek ferz dinihêre. Îsa Mesîh got wekî “gerekê pêşiyê mizgînî . . . bê dayînê” (Marq. 13:10). Dêmek, belakirina mizgîniyê şixuleke gelek ferz e, û ew gerekê emirê meda ciyê ferz bigire. Lê tu dikarî xwera nêtê daynî, wekî hê zêde xizmet kî? Yan jî tu dikarî bibî pêşeng? Lê hergê tu xizmetiyêda şabûnê hindikî distînî? Çawa tu dikarî hê rind şedetiyê bidî? Du gavên ferz wê alî te bikin: Xwe rind hazir ke û xwe negire wekî merivên dinra gilî kî ku tu çi zanî. Tuyê axiriyêda dibeke ecêbmayî jî bimînî ku xizmetiyêda çiqas şabûneke mezin bistînî.

Çawa hûn xwe hazir dikin wekî şedetiyê bidin? (Binihêre abzasa 11, 12)

11, 12. a) Cahil çi dikarin bikin seva xwe hazir kin şedetiyê bidin? b) Çawa cahilekî mecal da xebatê seva mektebêda şedetiyê bide?

11 Mesele, tu dikarî xwera caba vê pirsê lêkolîn bikî, kîjan ku dibeke hevaldersxanên te gelek car didin, besa xeberê: “Çira tu bawer dikî ku Xwedê heye?”. Ser malpera me hene gotar ku bona cahila hatine derxistinê, seva ewana lêkolîn bikin ku çawa caba vê pirsê bidin. Binihêrin ser malpera jw.org HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL. Wêderê heye sxêma xebatê bi navê “Ez Çima Bawer Dikim ku Xwedê Heye?”. Ev sxêma wê alî te bike xwe rind hazir kî bona caba vê pirsê. Wêderê hene rêz ku tu dikarî wedê şedetiyê bidî xebatê: Îbranî 3:4, Romayî 1:20 û Zebûr 139:14. Çaxê tu wan sxêma lêkolîn bikî û bidî xebatê, tuyê bona cûre-cûre pirsa hazir bî rind caba xwe bidî. (Bixûne 1 Petrûs 3:15.)

12 Çaxê mecal çêdibe, bêje hevaldersxanên xwera, wekî bikevine malpera jw.org. Birakî me bi navê Lûka hema usa kir. Dersxana wîda şêwir dikirin derheqa cûre-cûre rêlîgiya, û Lûka dîna xwe dayê wekî kitêbeke mektebêda, derheqa Şedên Yehowa înformasiya nerast nivîsar e. Rast e ewî hinekî şerm dikir, lê ewî ji dersdar îzin xwest, wekî şiroveke ku ev înformasiya qelp e, û dersdar qayîl bû. Lûka ne ku tenê derheqa baweriya xwe şirovekir, lê ewî usa jî malpera me nîşanî şagirta kir. Dersdar şagirtara ders da, wekî malda ser malpera me binihêrin vîdêo bi navê “Bê Şer-Dewa Miqabilî Hevalên Xirab Bisekine”. Lûka gelek şa bû, ku ewî şedetîke usa baş da.

13. Çira em gerekê berxwe nekevin çaxê rastî çetinaya tên?

13 Çaxê tu rastî çetinaya têyî, berxwe nekeve û netirse, lê berdewam ke bigihîje nêtên xwe (2 Tîmt. 4:2). Dîna xwe bide xûşkeke me Katarîna. Ew çaxê 17 salî bû, xwera nêt danî, wekî her hevalxebatçîkîra şedetiyê bide. Merivekî ser xebatê Katarîna çend cara bêhurmet kir, lê yeke ew dilteng nebû û nêta wê dîsa dilê wêda bû. Ew rabûn-rûniştina wêye baş, gelek hukum bû ser hevalxebatçîkî din, bi navê Hans. Ewî destpêkir edebyetên me bixûne, hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, û paşê hate nixumandinê. Katarînayê derheqa vê yekê nizanibû, çimkî derbazî cîkî din bibû. Bidine ber çevê xwe ku ew çiqas şa bû gava paşî 13 sala ew Oda Civatêda tevî malbeta xwe rûniştibû, û elam kirin ku Hans gotarvanê teglîfkirî ye. Rastî jî çiqas baş e wekî Katarînayê nêta xwe ne da alîkî, ku şedetiyê bide hevalxebatçiyên xwe.

NÊTÊN XWE BÎR NEKIN

14, 15. a) Cahil çi gerekê bîr nekin çaxê cahilên din wana dikişînin aliyê xwe? b) Çawa cahil dikarin nekevine ber bayê cahilên din?

14 Cahilno, ew gotar hêlanê dide we, wekî emirê weda ya lape ferz ew be, ku dilê Yehowa şa kin û nêtên ruhanî daynin ciyê ferz. Lê gelek cahilên weke we, hiş-aqilê xwe datînin tenê ser rihetiyê û wedederbazkirinê, û dibeke we jî berbi vê yekê hêlan dikin. Zû yan dereng, hûn gerekê bidine kifşê ku nêt û bijartinên we çi ne. Nekevine ber bayê cahilên din. Bînin bîra xwe dîsa mesela otobûsê ku me jorê şêwir kir. Femdarî ye, ku hûnê nekevine otobûseke din tenê bona vê yekê, ku tê kifşê merivên vê otobûsêda wede rind derbaz dikin.

15 Hene gelek tişt ku dikarin alî we bikin nekevine ber bayê cahilên din. Besa xeberê, dûr bin ji wan dereca kîderêda hûn dikarin bêne cêribandinê (Metlk. 22:3). Usa jî bîr nekin ku axiriya çiqas xirab meriv distîne, gava kirên xirabda çev dide merivên din (Galt. 6:7). Xêncî vê yekê, bi milûktî bînin ser xwe, wekî wera şîret lazim in. Ew milûktî wê alî we bike guh bidine şîretên dê-bava û usa jî xûşk-birên ruhanî. (Bixûne 1 Petrûs 5:5, 6.)

16. Mesela gilî kin ku nîşan dike wekî milûktî gelek ferz e.

16 Milûktî alî birakî me bi navê Krîstof kir, ku şîreteke baş qebûl ke. Hine wede paşî nixumandina xwe, ewî destpêkir here ser fîtnêsê. Wêderê cahila wî hêlan dikirin, wekî bikeve koma sportê. Krîstof derheqa vê yekê tevî rûspîkî xeber da, yê ku jêra şîret da, wekî bifikire derheqa çend xofa, pêşiya ku safîkirinê bike. Mesele, ewî got ku xof ew e, wekî meriv dikare bibe hevsûd û bikeve hucetê. Yeke Krîstof kete nava vê koma sportê. Lê wede derbaz bû, ewî fem kir wekî vê sportêda zorbetî hebû û hela hê jî xof bû. Ewî dîsa tevî çend rûspiya xeber da, û wan hemûşka jî ji Kitêba Pîroz wîra şîret dan. Krîstof dibêje: “Yehowa şîretkarên baş minra şand, û rast e wede derbaz bû, lê min guh da Wî”. Lê tu usa milûk î, wekî şîretên baş qebûl kî?

17, 18. a) Yehowa bona cahila çi dixwaze? b) Çaxê meriv mezin dibe çira ew dikare dilşkestî be, lê çawa nehêlin wekî ew yek biqewime? Meselê bînin.

17 “Ya zilamê ciwan [cahil], di ciwantiya xweda şa bibe û di rojên ciwaniya xweda bila dilê te, te kêfxweş bike, di rêyên dilê xweda û di dîtina çevê xweda bimeşe” (Waîz 11:9). Cahilno, Yehowa dixwaze hûn dilşa bin. Vê gotarêda hûn pêhesiyan wekî seva dilşa bin usa jî lazim e nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe û hemû nêt-merem û safîkirinada, şîretên Yehowa hildine hesab. Çiqas zû hûn destpêkin vê yekê bikin, haqas zû hûnê rêberî, xweykirin û keremên Yehowa bivînin. Bifikirin derheqa hemû şîretên wî ku Kitêba Pîrozda hene û dilê xweda xwey kin evê şîretê: “Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe” (Waîz 12:1, DT).

18 Cahil zû mezin dibin. Yazix, lê gelek ji wana axiriyêda poşman û dilşkestî dibin, çimkî cahiltiyêda nêtên nerast danîne pêşiya xwe, yan jî qe nêtên wan tune bûn. Lê cahilên ku nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, wê ese dilrihet û bextewar bin çaxê mezin bin. Ew yek tevî xûşkeke me bi navê Mîrîana qewimî, ya ku cahiltiya xweda sportêda zên bû. Jêra gotin wekî bikeve nava Lîstikên Olîmpîda, lê ewê bijart wekî destpêke xizmetiya hertim. Paşî weke 30 sala, Mîrîana heta niha tevî mêrê xwe xizmetkara hertim e. Ew dibêje: “Navdarî, hurmet, qewat û hebûk, emirê merivada nêtên wedelû ne û bextewariyê naynin. Bi rastî nêtên lape baş ew in, ku Xwedêra xizmet kin û ruhanîda alîkariyê bidine merivên din”.

19. Çi kar e hergê em hiş-aqilê xwe datînin ser nêtên ruhanî?

19 Cahilên civatêda hêjayî paya ne, çimkî nava çetinayada ewana dîsa jî hiş-aqilê xwe didine ser xizmetiya Yehowara. Ewana nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe û xizmetî emirê wanda ciyê gelek ferz digire. Xêncî vê yekê, ewana nakevine ber bayê vê dinyayê. Ew cefê wan pûç nîne. Ewana alîkariyê ji xûşk-bira distînin, û çaxê ewana şixulên xwe didine destê Yehowa, digihîjne nêt-meremê xwe.