Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Yehowa; Xwedêyê Dildayînê

Çev Bidine Yehowa; Xwedêyê Dildayînê

“Şikir Xwedê . . . Ew nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 KORN. 1:3, 4).

KILAMÊN: 7, 3

1. Paşî raberîbûna Edenêda, Yehowa çi berdilî da însanetê?

YEHOWA Xwedêyê dildayînê ye. Çaxê însanet kete nava gune û bûne gunekar, Xwedê hingêda nîşan kir wekî ew heye kesê ku berdiliyê dide. Paşî raberîbûna Edenêda, ewî derbêra bi pêxembertiyê mêrxasî û bawerî da zureta Adem, kîjan ku wê paşê bihata dinê. Ev pêxembertî nivîsar e Destpêbûn 3:15-da, kîderê ku Xwedê soz daye, wekî wê “merê berê”, dêmek Şeytan û usa jî hemû kirên wîyî xirab kuta ke (Eyan. 12:9; 1 Yûhn. 3:8).

YEHOWA DIL DIDA XIZMETKARÊN XWEYÎ BERÊ

2. Çawa Yehowa dil da ber Nuh?

2 Nuh, xizmetkarê Yehowa, dinyake zulmda dijît, kîderê ku tenê neferên wî Yehowa dihebandin. Dor berê wî hemû meriv zulm û bênamûs bûn û lema ew dikaribû dilteng bûya (Destp. 6:4, 5, 11; Cihûd. 6). Lê Yehowa jêra mêrxasî da seva ew berdewam ke “riya Xwedêda” here (Destp. 6:9). Yehowa gote Nuh, wekî ew dixwaze qira vê dinyayê bîne, û rêberî da wî, ku ew çi bike seva neferên xweva xilaz be (Destp. 6:13-18). Belê, Yehowa bona Nuh Xwedêyê dildayînê bû.

3. Yêşû ça berdilî stand? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Yêşû cabdarîke mezin stand, ewî gerekê cimeta Xwedê bivira Erdê Sozdayî. Ew yek hêsa nîbû, çimkî gerekê tevî miletên qewî şer kira, seva ewî erdî zeft ke. Dêmek, menî hebû ku Yêşû berxwe keta û bitirsiya. Yehowa ew yek zanibû, lema jî Mûsa şîret kir, wekî here berdiliyê bide Yêşû. Xwedê got: “Li Yêşû emir ke, dil bide li ber wî û bişidîne, çimkî ewê pêşîya vî miletîva here û wî erdî kîjanî tê bibînî wanra bike milk” (Qan. Dcr. 3:28). Paşê Yehowa xwexa dil da Yêşû û got: “Ne min temî da te, ku tu mêrxas bî û qewî bî? Nelerize û netirse, çimkî Yehowa Xwedêyê te tevî te ye kuda jî herî” (Yêşû 1:1, 9, DT). Rastî jî ew gilî wê çiqas wî dilgerm kira!

4, 5. a) Yehowa çi berdilî da cimeta xweye berê? b) Yehowa ça Îsa dilgerm kir?

4 Lê Yehowa ne ku tenê yek bi yek dil dida meriva, lê usa jî dida cimeta xwe bi temamî hevra. Ewî bi pêxembertiyê dil da Cihûya, yên ku dîltiya Babîlonêda bûn. Yehowa gote wan: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm [xwey] bikim; belê, ezê alî te bikim; belê ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar!” (Îşa. 41:10). Wede derbaz bû, Yehowa usa jî berdilî dida Mesîhiyên qirna yekêda, û îro jî ew ber dilê meda tê. (Bixûne 2 Korintî 1:3, 4.)

5 Yehowa usa jî berdilî da kurê xwe Îsa. Îsa wedê nixumandina xwe, ji ezmana deng bihîst: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Met. 3:17). Ewan giliya gelek Îsa şidandin wedê xizmetiya wîyî ser erdê!

ÎSA DIL DIDA MERIVA

6. Çawa meteloka derheqa telanta dikare dil bide ber me?

6 Îsa çev dida mesela Bavê xwe. Ewî çaxê meteloka telanta got, kîjan ku derheqa axiriya dinyayê bû, bi vê yekê dil da ber şagirtên xwe wekî aminiyê xwey kin. Ew axayê metelokêda payê her xulamekî amin da bi wan giliya: “Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikeve şayîya axayê xwe!” (Met. 25:21, 23). Rastî jî yên ku ew gilî bihîstin, hêlan standin ku berdewam kin Yehowara amin bimînin!

7. Îsa ça dil dida şandiyên xwe, îlahî Petrûs?

7 Şandiyên Îsa gelek car hevra diketine dewê, ku ji wana kê mezin e. Lê Îsa bi sebir ber dilê wanda dihat û şîret dikir, seva ewana xwe milûk kin û bibine mîna berdestiya, ne ku mîna axa (Lûqa 22:24-26). Petrûs jî çend cara dilê Îsa êşand (Met. 16:21-23; 26:31-35, 75). Lê Îsa tu car ji wî dûr neket, dewsê, ewî dil da wî û hela hê jî şixul da wî, wekî bira qewî ke (Yûhn. 21:16).

BERDILÎ KU BERÊ DISTANDIN

8. Çawa Hizqiya dil da ber serokên eskera û cimeta ji Cihûdayê?

8 Hela hê jî pêşiya ku Îsa bihata ser erdê û mesele bihîşta derheqa dildayînê, xizmetkarên Yehowayî amin zanibûn, wekî gerekê ber dilê hevduda bên. Besa xeberê, çaxê Asûriya Cihûya dane tirsandinê ku wê tevî wan şer kin, Hizqiya Padşa serokên eskera û cimeta ji Cihûdayê top kir û dil da ber wan. Cimet bi giliyên wî gelek qewî bû. (Bixûne 2 Dîrok 32:6-8.)

9. Kitêba Îbo çi me hîn dike derheqa berdiliyê?

9 Ji Îbo em dikarin hîn bin ku çawa ber dilê merivada bên. Rast e ew xwexa hewcê berdiliyê bû, lê ewî derheqa dildayînê ders da sê hevalên xwe, yên ku yançi ber dilê wîda dihatin. Îbo gote wan, ku hergê ew dewsa wan bûya, ew wê bi giliya wana qewî kira û ber dilê wanda bihata (Îb. 16:1-5). Axiriyêda, Îbo berdilî ji Elîhû stand û paşê Yehowa xwexa jî wî dilgerm kir (Îb. 33:24, 25; 36:1, 11; 42:7, 10).

10, 11. a) Çira qîza Yeftahra dildayîn lazim bû? b) Kê îro hêjayî dildayîneke usa ye?

10 Dîsa meseleke dine berê qîza Yeftah ye, kîjanêra dildayîn lazim bû. Çaxê bavê wê Yeftah gerekê biçûya tevî Amoniya şer kira, ewî sond xwar ber Yehowa, ku hergê ew serkeve, ji mala wî kîjan meriv pêşiyê derê û bê pêşiya wî, ewê wî merivî bona xizmetiya pîroz tesmîlî Xwedê ke. Çaxê bavê wê bi serketinê ji şer hat, usa qewimî ku pêşiyê qîza wî, zara wîye tayê tenê derket. Hingê rast e dilê Yeftah şkest, lê yeke ewî sonda xwe anî sêrî û qîza xwe şande konê pîroz, seva ew temamiya emirê xwe wêderê xizmet ke (Hakim. 11:30-35).

11 Belê, Yeftahra çetin bû, lê qîza wîra hê çetin bû. Lê yeke ewê piştgiriya sozê bavê xwe kir (Hakim. 11:36, 37). Ew hazir bû seva vê qurbanê, ku mêr neke, zarên wê tune bin, û rikiniyata malbeta wan jî dirêj nebe. Hingê jêra bi rastî berdilî û qewîkirin lazim bû. Kitêba Pîroz dibêje: “Îsraêlêda bû qeyde: Her sal, salê çar roja keçikên Îsraêlê diçûn seva payê qîza Yeftahê Gîleadî bidin” (Hakim. 11:39, 40, DT). Îro jî gelek cahilên ku azep dimînin û hiş-aqilê xwe datînin ser kirên ku “li Xudan xweş” tên, hêjayî paya û dildayînê ne (1 Korn. 7:32-35).

ŞANDIYA DIL DIDANE XÛŞK-BIRA

12, 13. Petrûs ça xûşk-bira qewî dikirin?

12 Îsa şev pêşiya mirina xwe, gote Petrûs: “Şimhûn! Şimhûn! Va ye Mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe. Lê min bona te dua kir, wekî baweriya te kêm nebe û gava tu vegerî, dil bidî ber birayêd xwe” (Lûqa 22:31, 32).

Qirna yekêda nemên şandiya gelek dil didane xûşk-bira û ew neme îro me jî dişidînin (Binihêre abzasa 12-17)

13 Petrûs stûna civata Mesîhîtî bû (Galt. 2:9). Ewî wedê Roja Pênciyê hesabê û paşî vê yekê jî pê mêrxasiya xwe dil dida bira. Nêzîkî xilaziya xizmetiya xweye dirêj, ewî xûşk-birara nivîsî: “Min . . . wera nivîsî, dil didime we û şedetiyê didim, ku ev e kerema Xwedêye rast. Vêda hûn qewîn bisekinin” (1 Pet. 5:12). Nemên Petrûs bi qirna dil didine Mesîhiya heta roja îroyîn. Rastî jî em çiqas hewcê vê dildayînê ne, çimkî em hîviya sozên Yehowa ne (2 Pet. 3:13).

14, 15. Çawa kitêbên ku Yûhenna nivîsî dil didine ber me?

14 Yûhennayê şandî jî stûna civata Mesîhîtî bû. Ewî nivîsî derheqa xizmetiya Îsa, û kitêba wî dil dida Mesîhiyên hingê, usa jî me dişidîne û qewî dike. Mesele, tenê kitêba wîda em dixûnin giliyên Îsa, çaxê ewî got ku şagirtên wîyî rast, wê pê hizkirinê eyan bin. (Bixûne Yûhenna 13:34, 35.)

15 Xiznên rastiyê sê nemên Yûhennada jî gelek qîmet in. Çaxê em bona şaşiyên xwe dilşkestî dibin, û gava em dixûnin ku “xûna Îsa . . . me ji hemû guna paqij” dike, em gelek dilrihet dibin (1 Yûhn. 1:7). Lê diqewime dilê me berdewam dike me sûcdar dike, lê çaxê em dixûnin ku “Xwedê ji dilê me mestir e”, ji razîbûnê kela me tije dibe û çevên me tije hêsir dibin (1 Yûhn. 3:20). Kitêba Pîrozda tenê Yûhenna nivîsiye ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:8, 16). Nema wîye duda û sisiyada payê wan Mesîhiya tê dayînê, yên ku berdewam dikin “nava rastiyêda dijîn” (2 Yûhn. 4; 3 Yûhn. 3, 4).

16, 17. Çawa Pawlos dil dida Mesîhiyên qirna yekê?

16 Qirna yekêda, Pawlosê şandî meseleke mezin hîşt, çimkî dil dida ber xûşk-bira. Hine wede şûnda paşî mirina Îsa, şandî Orşelîmêda man, kîderê ku koma rêberiyê bû (Kar. Şand. 8:14; 15:2). Mesîhiyên Cihûstanêda Cihûyara, yên ku Xwedêk dihebandin, derheqa Îsa gilî dikirin. Lê Pawlos pê ruhê pîroz mizgînî bela dikir Yûnaniyara, Romayara û merivên dinra, yên ku gelek xudanên qelp dihebandin (Galt. 2:7-9; 1 Tîmt. 2:7).

17 Pawlos diçû ciyên dûr xizmet dikir, kîderê ku îro Tirkiya ye, usa jî ew diçû Yûnanistanê û Îtalyayê. Ewî wêderê necihûyara mizgînî bela dikir û civatên Mesîhî saz kir. Ew Mesîhiyên teze, “cefa destê miletê xweda kişandin” û lema wanra dildayîn lazim bû (1 Têsln. 2:14). Nêzîkî sala 50 D.M., Pawlos civata Têsalonîkîra kîjan ku teze saz bû, nivîsî: “Em her gav bona we hemûya razîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda timê we bîr tînin. Em kirêd baweriya we, xebata weye ji hizkirinê û sebira [we] . . . tînine bîra xwe” (1 Têsln. 1:2, 3). Ewî usa jî wana şîret kir ku hevdu qewî kin û bişidînin û gote wan: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 Têsln. 5:11).

DILDAYÎN ALIYÊ KOMA RÊBERIYÊDA

18. Qirna yekêda koma rêberiyê ça dil da Fîlîpo?

18 Koma rêberiyê ya qirna yekê, kaniya dildayîneke mezin bû çawa bona birên cabdar, usa jî bona Mesîhiya bi temamî. Çaxê Fîlîpo Sameriyara mizgîniya derheqa Mesîh bela dikir, koma rêberiyê piştgiriya wî dikir. Wana Petrûs û Yûhenna şandin, wekî bona bawermendên teze dua bikin, seva ewana ruhê pîroz bistînin (Kar. Şand. 8:5, 14-17). Fîlîpo û ew xûşk-birên teze gelek qewî bûn ku koma rêberiyê piştgiriya wan kir.

19. Neme ku koma rêberiyê Mesîhiyara şand, ça hukum bû ser xûşk-bira?

19 Paşê, koma rêberiyê gerekê safîkirina mezin bikira derheqa sinetkirinê. Wana gerekê safî kira, ku lazim e miletên din yên ku bûne Mesîhî, bêne sinetkirinê yan na, çimkî pê Qanûna Mûsa Cihû dihatine sinetkirinê (Kar. Şand. 15:1, 2). Pê rêberiya ruhê pîroz û paşî lêkolînkirina Nivîsarên Pîroz, birên cabdar safî kirin ku sinetkirin îda nelazim e. Derheqa vê safîkirinê wana civatara neme nivîsîn. Wekîlên koma rêberiyê hatine şandine, wekî civatara evê nemê bivin. Axiriya vê yekê çi bû? “Gava xwendin, bona wê dildayînê pir şa bûn” (Kar. Şand. 15:27-32).

20. a) Koma Rêberiyêye îroyîn ça dil dide biratiya hemdinyayê? b) Gotara dinda emê caba kîjan pirsê pêbihesin?

20 Îro, Koma Rêberiyê dil dide ber endemên Beytelê, ber xizmetkarên hertim, û usa jî bi temamî biratiya hemdinyayê. Ça qirna yekêda Mesîhî şa dibûn, usa jî îro em şa dibin bona vê dildayînê! Xêncî vê yekê, sala 2015-da Koma Rêberiyê broşûra bi navê “Vegere cem Yehowa” derxistin, kîjan ku nav temamiya dinyayê bi rastî dildayîneke mezin da geleka. Lê gelo tenê ew birên cabdar gerekê çev bidine Yehowa dildayînêda? Caba vê pirsê emê gotara dinda pêbihesin.