Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Zebûr 144:12-15-da derheqa cimeta Xwedê tê gotinê, yan derheqa xerîbên xirab ku rêza 11-da nivîsar e?

Ew yek ku xeberên Îbranî cimlêda ça têne nivîsarê, cûre-cûre femkirina dide. Lê hene faktorên usa ku alî me dikin rast fem bikin derheqa kê wêderê tê gotinê:

  1. Dîna xwe bidine para din ya vê zebûrê. Ew kerem, derheqa kîjana rêzên 12 heta 14-da tê gilîkirinê, dide kifşê wekî ew derheqa wan merivên rast tê gotinê, yên ku hîvî dikin, wekî ji destê merivên xirab aza bin û xilaz bin (rêza 11). Ev fikir usa jî eyan dibe rêza 15-da, kîderê ku du cara ew xeber tê xebitandinê “xwezî”, û ew gilî hema dîsa derheqa wan meriva tê xebitandinê, Xudanê kîjana jî Yehowa ye!

  2. Ew femkirin li gora rêzên dine Kitêba Pîroz e, ku soz didin wekî keremên Xwedê wê ser cimeta wîye amin bela be. Ev zebûr baweriya Dawid hindava vî sozê Xwedê dida kifşê, ku paşî azabûna Îsraêliya ji dijmina, Xwedê wê cimeta xwe bi bextewariyê û bi pêşdaçûyînê kerem kira (Qan. Kah. 26:9, 10; Qan. Dcr. 7:13; Zeb. 128:1-6). Mesele, Qanûna Ducarî 28:4-da tê gotinê: “Duayê li berê zikê te, berê erdê te, berê heywanê te, zayîna pez û dewarêd te be”. Bi rastî wedê serwêrtiya Silêmanê kurê Dawid, cimet rastî edilayêda bû û pêşda diçû. Xêncî vê yekê, cûrên serwêrtiya Silêman didane kifşê serwêrtiya Mesîhê axiriyê (1 Padş. 4:20, 21; Zeb. 72:1-20).

Xilaziyêda, femkirina Zebûra 144 eyan dike, wekî ev zebûr bi temamî zelal dide kifşê baweriya xizmetkarên Yehowaye qewî, dêmek ku Xwedê wê dîwana xiraba bike, û paşê edilayî wê heta-hetayê hebe û merivên rast wê bextewariyêda bijîn (Zeb. 37:10, 11).