Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yehowara, Xwedêyê Azayêra Xizmet Bikin

Yehowara, Xwedêyê Azayêra Xizmet Bikin

“Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye” (2 KORN. 3:17).

KILAMÊN: 49, 73

1, 2. a) Çira wedê Pawlosê şandîda cimetê derheqa azayê û xulamtiyê xeber dida? b) Pawlos ser kê got ku ew Kaniya azayê ye?

CIMETA Împêriya Romêda, kîderê ku Mesîhî jî dijîtin, gelek qure dibûn çimkî welatê wanda qanûn, sîstêma hakimtiyê, û azayî hebû. Lê yeke heçî zef bi saya xulama bû ku welat usa nav û deng bû. Wedekê, wêderê ji bineliya weke 30 selef xulam bûn. Femdarî ye, wekî cimeta wêderê û usa jî Mesîhî, gelek car derheqa azayê û xulamtiyê xeber didan.

2 Pawlos nemên xweda gelek car besa azayê dikir. Lê nêta wî ew nîbû ku bikeve nav polîtîkayê çawa merivên din, yên ku dixwestin problêmên dewletêda safî kin û halê dinyayê baş kin. Dewsê, Pawlos û Mesîhiyên din alîkarî didane meriva seva mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê û qîmetê qurbana Îsa Mesîh pêbihesin. Pawlos dîna xûşk-bira da ser Kaniya azaya rast. Ewî nema xweye dudada, Mesîhiyên Korintîra nivîsî: “Xudan Ruh e û ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye” (2 Korn. 3:17).

3, 4. a) Pêşiya rêza ji 2 Korintî 3:17, Pawlos besa çi kir? b) Em gerekê çi bikin seva azaya ku Yehowa dide, bistînin?

3 Pawlos nema xweda Korintiyara derheqa Mûsa gilî kir. Ewî got ku çaxê Mûsa paşî xeberdana tevî melekê Yehowa ji çiyayê Sînayê berjêr bû, û nêzîkî cimetê dibû, ewana tirsiyan, çimkî rûyê wî diçûrisî û ewî “xêlî avît li ser rûyê xwe” (Derk. 34:29, 30, 33; 2 Korn. 3:7, 13). Lê Pawlos şirovekir ku “gava yek li Xudan vegere, hingê ew xêlî tê hildanê” (2 Korn. 3:16). Gelo bi wan giliya Pawlos çi dixwest bigota?

4 Çawa me gotara dinda dît, azaya Yehowa, Efirandarê her tiştî, bêsînor e. Dêmek, femdarî ye ku “ruhê Xudan li ku derê be”, wê derê azayî heye. Lê seva ku evê azayê bistînin, em gerekê vegerin bal Yehowa, dêmek heleqetiya me tevî wî gerekê nêzîk be. Îsraêlî yên ku beriyêda bûn, bi nihêrandina xwe ser tişta dinihêrîn, ne ku pê nihêrandina Yehowa. Bi sîmbolîk dilê wan û hişê wan dadayî bû û hişk bibû, çimkî wana dixwest azaya xwe ku tezeda sitandibûn, bidine xebatê seva xwestinên xwe bînin sêrî (Îbrn. 3:8-10).

5. a) Ruhê Yehowa kîjan cûre azayê dide? b) Em ji ku zanin ku merivê girtî yan xulam jî, dikare azaya ji Yehowa bistîne? c) Emê vê gotarêda kîjan pirsa şêwir kin?

5 Azaya ku ji ruhê Yehowa ye, hê bilind e, ne ku azabûna ji xulamtiya fîzîkî. Ew ruh azayîke usa tîne ku meriv tu car nikare bîne. Ew ji xulamtiya gune, mirinê, û usa jî ji xulamtiya hebandina qelp û kirên wê aza dike (Rom. 6:23; 8:2). Rastî jî ew azayîke çiqas baş e! Meriv dikare vê azayê bistîne hela hê jî hergê ew girtî ye yan jî xulam e (Destp. 39:20-23). Serhatiyên xûşka Nênsî Yûên û birê Harold Kîng, vê yekê rind didine kifşê. Ewana nava gelek salada bona baweriya xwe kelêda bûn. Hûn dikarin serhatiya wan bivînin JW Library-da (Binihêrin ÎNTÊRVÎÛ Û SERHATÎ > SEBIRKIRIN TENGASIYADA). Were em niha şêwir kin wan du pirsa: Ça em dikarin nîşan kin, wekî em azaya xwe qîmet dikin? Û em çi dikarin bikin seva evê azaya xwe bi bîlanî bidine xebatê?

QÎMET KIN AZAYA KU XWEDÊ DIDE

6. Îsraêliya ça nîşan kirin wekî neşêkirandin azaya ku Yehowa dabû wan?

6 Çaxê kesek mera pêşkêşeke biha dide, em dişêkirînin û ji wî gelek razî dibin. Lê Îsraêliya azaya xwe qîmet nekirin çaxê Yehowa wana ji xulamtiya Misirê aza kir. Çaxê ewana aza bûn, paşî çend meha, wana bîra xwarina Misirê dikirin, û ser xwarina ku Yehowa dida wan, dikirine çûre-çûr. Wana hela hê jî dixwestin dîsa vegerine Misirê. Bidine hesabê xwe, bona wan “xiyar, zeveş, pîvazok, pîvaz û sîr” diha ferz bû, ne ku azayî ku Xwedêyê rast, Yehowa da wan. Lema jî ecêbmayî nîne ku hingê hêrsa Yehowa rabû ser cimeta wî (Jimar 11:5, 6, 10; 14:3, 4). Ew derseke gelek ferz e bona me!

7. Pawlos ça xwexa şîret dida xebatê kîjan ku 2 Korintî 6:1-da ewî nivîsiye, û em jî ça dikarin evê şîretê bidine xebatê?

7 Pawlosê şandî hemû Mesîhî şîret kirin, wekî bişêkirînin vê azayê ku Yehowa dide bi saya Kurê xwe Îsa Mesîh. (Bixûne 2 Korintî 6:1.) Bînin bîra xwe ku Pawlos gelek dilteng dibû, çimkî merivekî gunekar bû û xulamê gune û mirinê bû. Lê ewî got: “Şikir ji Xwedêra, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!” Çira Pawlos ew gilî got? Ewî şirovekir: “Çimkî qanûna ruhê ku jiyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim” (Rom. 7:24, 25; 8:2). Belê, em jî gerekê çev bidine Pawlos, û bişêkirînin vê yekê ku Yehowa me ji xulamtiya gune û mirinê aza kir. Bi saya qurbana Îsa, em dikarin bi îsafa temiz Xwedêra xizmet kin û şabûnê ji vê yekê bistînin (Zeb. 40:8).

Tu azaya xwe didî xebatê seva şixulê Padşatiyê pêşda bivî, yan seva xwestin û nêtên xwe bînî sêrî? (Binihêre abzasa 8-10)

8, 9. a) Petrûs çi şîret da derheqa azayê? b) Kîjan xof îro heye?

8 Belê, em gerekê evê azaya ji Xwedê qîmet kin. Lê usa jî ferz e em bîr nekin, wekî evê azayê rast bidine xebatê. Petrûsê şandî şîreteke ferz da Mesîhiya, wekî azaya xwe nedine xebatê seva xwestinên xweye nerast bînin sêrî û xwe heq derxin bona kirên xweyî nerast. (Bixûne 1 Petrûs 2:16.) Ev şîreta Petrûs tîne bîra me ku beriyêda çi qewimî tevî Îsraêliya, û ew serhatiya wan bona me derseke ferz e. Şeytan û dinya wî meriva hêlan dikin ku pey xwarin-vexwarinê, kinca, hêsabûnê, û wedederbazkirinê û dîsa tiştên din kevin. Ewên ku rêklama dikin, merivên berbiçev didine xebatê, seva me hêlan kin wan tişta bikirin, kîjan ku bi rastî mera nelazim in. Meriv gelek hêsa dikare bikeve wan telika û azaya xwe nerast bide xebatê.

9 Şîreta Petrûs usa jî em dikarin bidine xebatê safîkirinên şexsîda ku em emirê xweda dikin, mesele bona xwendina bilind, xebatê û karîêrê. Besa xeberê, cahil îro têne hêlankirinê wekî her tiştî bikin seva ûnîvêrsîtêta başda xwendina bilind bistînin, çimkî ew rê vedike ku xebata baş bistînin û gelek pera qazanc kin. Hesaba nîşanî wan cahila dikin, wekî yên ku xwendina bilind distînin diha zef pera qazanc dikin û pêşdaçûyî ne, ne ku ewên ku tenê mektebê xilaz dikin. Çaxê cahil gerekê wan bijartina bikin kîjan ku dikarin ser emirê wan hukum bin, wanra xwendina bilind dikare bê kifşê ça nêteke gelek baş. Lê gelo hingê cahil û dê-bavên wan gerekê çi bîr nekin?

10. Em çi gerekê bîr nekin çaxê emirê xweda bijartinên şexsî dikin?

10 Hinek difikirin, ku ew bijartinên şexsî ne besa kîjana me jorê kir, û hergê îsafa wan dihêle, azaya wan heye çi dixwazin vê bijbêrin. Dibeke ewana ev giliyên Pawlos dibêjin: “Çima gerekê azayîya min bona . . . îsafa yekî mayîn bê lomekarkirinê?” (1 Korn. 10:29). Ev rast e ku azaya me heye bijartinên şexsî bikin mesele, bona xwendina bilind û xebatê. Lê em gerekê usa jî bîr nekin, wekî azaya me bi sînor e û hemû safîkirinên me ser emirê me hukum dibin. Ew yek Pawlos rind da kifşê çaxê got: “‘Her tişt edet e’, belê, lê her tişt ne kar e. ‘Her tişt edet e’, lê her tişt ava nake” (1 Korn. 10:23). Ev rêz rind nîşan dike wekî ya lape ferz xwestinên me nînin çaxê em emirê xweda bijartina dikin, çimkî hene tiştên hê ferz ku em gerekê hildine hesabê xwe.

XIZMETIYA YEHOWADA AZAYA XWE BI BÎLANÎ BIDINE XEBATÊ

11. Nêta Yehowa çi bû çaxê ewî em aza kirin?

11 Çaxê Petrûs got wekî azaya xwe xirabiyêda nedine xebatê, paşê ewî şirovekir ku çawa azaya xwe rast bidine xebatê. Ewî got ku em gerekê azaya xwe bidine xebatê “çawa xulamêd Xwedê”. Çaxê Yehowa bi saya Îsa me ji xulamtiya gune û mirinê aza kir, nêta wî ew bû, ku paşê em îda emirê xwe tesmîlî Wî kin, dêmek bijîn “çawa xulamêd Xwedê”.

12. Ji Nuh û malbeta wî em çi dikarin hîn bin?

12 Ya lape baş ku çawa em azaya xwe dikarin bidine xebatê ew e, hergê em hiş-aqilê xwe bi temamî daynin ser nêtên ruhanî, dêmek ser xizmetiyê. Wî cûreyî emê nebine xulamên xwestinên nerast û nekevine pey nêtên vê dinyayê (Galt. 5:16). Dîna xwe bidine mesela Nuh û malbeta wî. Ewana dinyake gelek zulm û xirabda dijîtin, lê wana tu car çev nedidane merivên dor berê xwe. Çira? Çimkî ewana bi temamî nav şixulê Yehowada bûn ku ewî wanra dabû, dêmek gemî ava dikirin, xwarin top dikirin hin bona xwe hin jî bona heywana, û derheqa Sêlavê merivara elam dikirin. “Nuh her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî, ewî usa jî kir” (Destp. 6:22). Lê axiriya vê yekê çi bû? Nuh malbeta xweva ji kutakirina wê dinyayê xilaz bûn (Îbrn. 11:7).

13. Yehowa çi temî daye me?

13 Lê îro Yehowa çi temiyê dide me? Em şagirtên Îsa ne û temiya Xwedê rind zanin, wekî em gerekê mizgîniyê bela kin. (Bixûne Lûqa 4:18, 19.) Îro Şeytan çevê heçî zef meriva kor kiriye. Ewana ne jî têderdixin wekî xulamên rêlîgiya qelp, hebûkê, û polîtîkê ne (2 Korn. 4:4). Bona me qedirekî gelek mezin e, ku mîna Îsa alî meriva bikin seva ewana derheqa Yehowa pêbihesin û jêra xizmet kin (Met. 28:19, 20). Ew şixuleke nehêsa ye, û gelek çetinayî jî hene. Hine ciyada, meriv dibine bêtalaş û hela hê jî gelek hêrs. Lê her kes ji me gerekê pirseke usa bide xwe: “Gelo ez dikarim azaya xwe usa bidime xebatê seva hê zêde Yehowara xizmet kim?”.

14, 15. Îro cimeta Xwedê ça dinihêre ser belakirina mizgîniyê? (Binihêre şiklê ewlin.)

14 Em qewî dibin çaxê divînin ku gelek xizmetkarên Xwedê têderdixin, wekî axirî gelek nêzîk e û emirê xwe sivik dikin seva xizmetiya hertim destpêkin (1 Korn. 9:19, 23). Hinek mihala xweda xizmet dikin, hinek jî derbazî cîkî din dibin kîderê hewcetî heye. Nava pênc salên paşwextiyêda, hesaba nîşan kirin ku weke 250 000 pêşeng zêde bûne û îro hejmara pêşengên hertim bûye 1 100 000 zêdetir. Rastî jî çiqas baş e ku gelek xûşk-bira azaya xwe bi bîlanî didine xebatê, û Yehowara xizmet dikin (Zeb. 110:3).

15 Lê gelo çi alî wan xûşk-bira kir, ku azaya xwe bi bîlanî dane xebatê? Dîna xwe bidine mesela Con û Cûdî, yên ku îda 30 sal e cûre-cûre welatada xizmet dikin. Wana gilî kir ku çaxê sala 1977-da Mekteba seva Pêşenga destpêbû, pêşeng dihatine hêlankirinê ku derbazî wan ciya bin kîderê hewcetî heye. Con dibêje ku seva evê nêtê bînin sêrî, ewî gelek car xebata xwe guhast, seva emirê xwe hêsa ke. Axiriyêda çaxê ewana derbazî welatê xerîb bûn, wana têderxist ku dua û îtbariya hindava Yehowa, alî wan kir ku wana çetinayada teyax kir, mesele zimanê teze hîn bûn, hînî edet û kûltûra teze bûn û usa jî klîmata çetinda teyax kirin. Lê ewana çi dibêjin derheqa wan salên xizmetiya xwe? Con dibêje: “Min şixuleke lape baş dikir û min ne jî zanibû ku ezê şabûneke usa bistînim. Yehowa bona min hê rêalî bûye, çawa bavê hizkirî. Niha ez hê kûr fem dikim giliyên ji Aqûb 4:8: ‘Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire’. Min fem kir wekî min ew yek dît çi ku digeriyam, dêmek nêta emirê min heye”.

16. Çawa bi hezara xûşk-bira azaya xwe bi bîlanî didine xebatê?

16 Mîna Con û Cûdî, xûşk-birên din jî çaxê dereca wan dihêle, ser wedekî kin xizmet dikin ça xizmetkarên hertim. Nav temamiya dinyayê gelek xûşk-bira bi rezedilî xizmet dikin şixulê avakirinêda. Besa xeberê, çaxê Worwîkêda (Niyû York), fîlîala sereke dihate avakirinê, weke 27 000 xûşk-bira bi rezedilî hatin alîkariyê bidin. Hinek hatin ser çend heftiya, çend meha, hinek ser salekê yan jî hê zêde. Gelek ji wana gele tişt ji xwe kêm kirin, wekî wêderê xizmet kin. Ew xûşk-bira rastî jî meselên gelek baş in, çimkî ewana azaya xwe didine xebatê seva Yehowa, ku Xwedêyê azayê ye, hurmet û rûmet kin.

17. Hergê em azaya xwe bi bîlanî bidine xebatê, emê çi kerema bistînin?

17 Em gelek dişêkirînin vê yekê, ku em Yehowa nas dikin û azaya me heye kîjan ku xizmetî tîne. Were em pê bijartin û safîkirinên xwe nîşan kin, wekî em evê azayê gelek qîmet dikin. Dewsa ku ewê azayê aliyê xirabda bidine xebatê, were em her tiştî bikin, seva hê zêde Yehowara xizmet kin. Hergê em usa bikin, emê keremên Yehowa bistînin kîjan ku soz daye: “Efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21).