Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16

Bona Qurbanê Timê Razî bin

Bona Qurbanê Timê Razî bin

“Kurê Însan [hatiye wekî] emirê xwe bide, ku geleka bikire” (MARQOS 10:45).

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Kirîn çi ye, û em çira hewceyî kirînê ne?

GAVA merivê pêşin Adem gune kir, ewî him xwe him jî zarên xwe tesmîlî mirinê kirin. Ewî bi hemdê xwe gune kir, lê ev yek ne sûcê zarên wî bû. Dîsa jî, wana gune û mirin ji Adem standin (Romayî 5:12, 14). Gelo çi dikaribû ewana ji mirinê xilaz bikirana? Demeke kin paşî gunê Adem, Yehowa gav bi gav eşkere dikir ku ewê bi mîlyona zarên Adem çawa ji gune û mirinê bifilitîne (Destpêbûn 3:15). Yehowa safî kir wekî Kurê xwe ji ezmana bişîne dinyayê, wekî ew bona însana “emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Marqos 10:45; Yûhenna 6:51).

2 Gelo kirîn çi ye? Li Nivîsarên Pîroz yên bi zimanê Yûnanî, xebera kirîn tê hesabê heqê ku Îsa Mesîh da, seva ku vegerîne vê yekê çi ku Adem unda kiribû (1 Korintî 15:22). Gelo em çira hewceyî kirînê ne? Ça Qanûna Mûsada hatibû gotin, li gora prînsîpa Yehowa derheqa heqiyê, lazim bû ku “emir ji ber emirva” bihata dayîn (Derketin 21:23, 24). Adem jîyîna bêqisûr unda kiribû. Lema seva ku heqiya Xwedê bihata sêrî, Îsa Mesîh jiyana xweye bêqisûr qurban kir (Romayî 5:17). Bi vî cûreyî Îsa bona hemû kesên ku baweriya xwe qurbanê tînin, dibe “Bavê Heta-Hetayê” (Îşaya 9:6, DT; Romayî 3:23, 24).

3. Li gora Yûhenna 14:31 û 15:13, Îsa Mesîh çima hazir bû ku jîyîna xwe ya bêqisûr qurban bike?

3 Îsa Mesîh Bavê xwe û me haqas hiz dike ku ew hazir bû jîyîna xwe qurban bike (Yûhenna 14:31; 15:13 bixûne). Bi saya vê hizkirinê, Îsa Mesîh xwestina Bavê xwe anî sêrî û heta mirinê amin ma. Axiriyêda, nêta Xwedê ya pêşin bona însana û bona erdê wê bê sêrî. Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa çima îzin da, wekî Îsa Mesîh pêşiya mirina xwe haqas êşê bikişîne. Usa jî, emê kin li serhatiya nivîskarekî Kitêba Pîroz binihêrin, yê ku kirînê gelek qîmet dikir. Paşê, emê bivînin ku em çawa dikarin nîşan bikin ku em bona kirînê razî ne û ça dikarin diha zêde vê qurbanê ku Yehowa û Îsa bona me dan, bişêkirînin.

ÇIMA LAZIM BÛ KU ÎSA MESÎH HAQAS ÊŞÊ BIKIŞÎNE?

Bîne ber çevê xwe ku Îsa Mesîh çiqas êş kişand, wekî kirînê bide (Abzasa 4 binihêre)

4. Îsa Mesîh çawa mir?

4 Roja xilaziyêye pêşiya mirina Îsa Mesîh bîne ber çevê xwe. Ewî dikaribû gazî bi hezara meleka bikira ku ewana alî wî bikin, lê ewî îzin da wekî eskerên Romayî wî girêdin û bidin ber qamçiya (Metta 26:52-54; Yûhenna 18:3; 19:1). Eskera goştê bedena wî bi qamçiya rakirin. Paşê, wana stûna giran li ser pişta wîye birîndar bar kir. Îsa Mesîh hêdî-hêdî berbi ciyê dardakirina xwe dimeşiya, lê paşê, Romaya gazî mêrekî din kir û emir dan, wekî ew vê stûna cefayê dewsa Îsa hilgire bive (Metta 27:32). Gava Îsa Mesîh gihîşt vî cîyî, eskera dest û piyên wî li ser stûna cefayê mix kirin. Gava stûn hilbirandin, giraniya bedena Îsa birînên wî diha zêde dêşandin. Dostên Îsa seva halê wî gelek xemgîn bûn û diya wî digiriya, lê serwêrên Cihûya qerfên xwe bi wî dikirin (Lûqa 23:32-38; Yûhenna 19:25). Çerçirandina Îsa çend siheta berdewam kir. Dilê wî çiqas diçû teng dibû, û jêra îda gelek zor bû ku bîna xwe bikişîne. Îsa zanibû ku ew amin ma û pêşiya mirina xwe duayê paşin got. Paşê, ewî serê xwe berjêr kir û mir (Marqos 15:37; Lûqa 23:46; Yûhenna 10:17, 18; 19:30). Belê, mirina Îsa Mesîh gelek bi êş û cefa bû!

5. Bona Îsa tiştê herî zor çi bû?

5 Bona Îsa Mesîh, tiştê herî zor ne ev bû ku ewê çawa bihata kuştin, lê ev bû ku ewê bi çi sebebê bihata kuştin. Ew wê ça kesekî ku kifir kir û navê Xwedê bêhurmet kir, hat sûcdarkirin (Metta 26:64-66). Lema, dilê Îsa haqas derd û keder bû ku ji Bavê xwe usa lava kir: “Heger dibe, bira ev kasa cefê ser minra derbaz be” (Metta 26:38, 39, 42). Gelo Yehowa çima îzin da wekî Kurê wîye delal haqas êşê bikişîne û bimire? Ka em dîna xwe bidin sê sebeba.

6. Çima lazim bû ku Îsa Mesîh li ser stûnê bê dardakirinê?

6 Ya yekê, lazim bû ku Îsa ser stûnê bihata dardakirin, seva ku Cihûya ji nifirê xilaz bike (Galatî 3:10, 13). Miletê Îsraêl soz dabû ku ewana wê guh bidin Qanûna Xwedê, lê wana sozê xwe neanîbû sêrî û lema jî nifir li wan hat kirin. Dêmek, ewana ne tenê seva gunê Adem hêjayî mirinê bûn, lê çimkî ev nifir jî ser wan bû (Romayî 5:12). Li gora Qanûna ku Xwedê dabû miletê Îsraêl, bedena merivekî ku seva gunekî giran hatibû neheqkirinê, gerekê li ser stûnê bihata dardakirinê * (Qanûna Ducarî 21:22, 23; 27:26). Lema jî, gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê hat mixkirin, ewî rê vekir wekî ev miletê ku ew qebûl nekiribû ji qurbanbûna wî karê bistîne.

7. Xwedê ji bo kîjan meniya din îzin da wekî Kurê wî êşê bikişîne?

7 Ya duda, Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh hazir dikir ku ew bibe Serekkahînê me. Îsa Mesîh xwexa dît ku çiqas zor e ku meriv wedê cêribandina giran gura Xwedê bike. Gava ew hat cêribandin, ewî bi “keser û bi hêsira” ji Xwedê lava û reca dikir ku alî wî bike. Îsa “cefa kişand, hate cêribandinê”, lema jî “dikare alîkariya wan bike, yêd ku dikevine nava cêribandinê”. Em Yehowara çiqas şikirdar in ku ewî Serekkahînekî dilrem kifş kiriye, yê ku kêmasiyên me rind fem dike! (Îbranî 2:17, 18; 4:14-16; 5:7-10).

8. Meniya sisiya çi ye ku Xwedê îzin da wekî Kurê wî bi cûrekî haqas giran bê cêribandin?

8 Ya sisiya, Yehowa îzin da wekî Îsa haqas êşê bikişîne, seva ku caba vê pirseke ferz bê dayîn: Gelo însan dikare li himberî tengasiyên giran amin bimîne? Şeytan dibêje ku ev yek nabe. Ew dibêje ku meriv tenê bona kara xwe Xwedêra xizmet dikin, û ew difikire ku mîna Adem, tu kes bi rastî Yehowa hiz nake (Îbo 1:9-11; 2:4, 5). Lê Yehowa bawer bû ku Kurê wî wê amin bimîne, lema jî ewî îzin da wekî ew heta mirinê bê cêribandin. Bi rastî jî Îsa amin ma û îzbat kir ku Mîrê-cina derewîn e.

NIVÎSKAREKÎ KITÊBA PÎROZ, YÊ KU KIRÎNÊ GELEK QÎMET DIKIR

9. Yûhennayê şandî mera meseleke çawa hîşt?

9 Baweriya hindava kirînê alî gelek şagirtên Îsa Mesîh kiriye ku nava zêrandina û tengasiyên dinda mizgînê bela kin û heta mirinê amin bimînin. Mesele, serhatiya Yûhennayê şandî bîne ber çevê xwe. Ça tê kifşê, ewî bi zêdetirî 60 salî mizgîna derheqa Îsa û qurbana wî, bi aminî bela dikir. Gava ew nêzîkî 100 salî bû, dewleta Romayî ew li girava Patmosê sirgûn kir, çimkî wî ça merivekî xof hesab dikirin. Gelo çima? Çimkî ewî derheqa Xwedê û Îsa Mesîh şedetî dida (Eyantî 1:9). Belê, Yûhenna ji aliyê sebir û aminiyêva meseleke gelek baş e!

10. Nivîsarên Yûhenna çawa nîşan dikin ku ewî qurbanê qîmet dikir?

10 Ji kitêb û nemên ku Yûhenna bi rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz nivîsîn, eşkere ye ku ewî Îsa gelek hiz dikir û kirînê qîmet dikir. Di van nivîsarada, ewî zêdetirî 100 carî besa kirînê û kara vê kir. Mesele, Yûhenna usa nivîsî: “Heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye” (1 Yûhenna 2:1, 2). Usa jî, nivîsarên Yûhenna dîna me dikişînin ser vê yekê ku çiqas ferz e wekî em derheqa Îsa şedetiyê bidin (Eyantî 19:10). Tê kifşê ku Yûhenna qurbana Îsa gelek qîmet dikir. Gelo em çawa dikarin nîşan bikin ku em jî qurbanê qîmet dikin?

TU ÇAWA DIKARÎ NÎŞAN BIKÎ KU TU KIRÎNÊ DIŞÊKIRÎNÎ?

Kesekî ku ji dil kirînê qîmet dike ji gunekirinê direve (Abzasa 11 binihêre) *

11. Çi dikare alî me bike ku em guna nekin?

11 Xwe ji gunekirinê dûr bigire. Kesekî ku ji dil qîmetê dide kirînê wê tu car nebêje: “Heger ez bêm cêribandin, ne lazim e ku ez berxwe kevin wekî gune nekim, çimkî heger ez gune bikim jî, îja çi, ez dikarim ji Xwedê baxşandinê bixwazim”. Dewsê, gava em bên cêribandin wekî tiştekî nerast bikin, emê usa bêjin: “Na! Ezê ça vî guneyî bikim, heger Yehowa û Îsa Mesîh bona min qurbaneke usa qîmet dan?” Usa jî, ça Îsa Mesîh gotibû, em wedê cêribandina dikarin ji Yehowa qewatê bixwazin û usa dua bikin: ‘Nehêle ez bikevime cêribandinê’ (Metta 6:13).

12. Em çawa dikarin şîreta li 1 Yûhenna 3:16-18 bidine xebatê?

12 Xûşk-bira hiz bike. Gava em nîşan dikin ku em xûşk-bira hiz dikin, em nîşan dikin ku em kirînê qîmet dikin. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh emirê xwe ne tenê bona me berva da, lê bona xûşk-birên me jî. Ev yek ku ew hazir bû wekî bona wan bimire, îzbat dike ku ewana bona wî gelek qîmet in (1 Yûhenna 3:16-18 bixûne). Hal û hereketên me nîşan dikin ku em xûşk-bira çiqas hiz dikin (Efesî 4:29, 31–5:2). Mesele, wexta ku ewana nexweş dikevin, wedê teşqela tebiyetê zirarê divînin yan rastî tengasiyên din tên, em alî wan dikin. Lê heger xûşk yan birakî dilê me bi gotin yan kirinên xwe êşandiye, gerekê em çi bikin?

13. Çira lazim e ku em bibaxşînin hevdu?

13 Gelo tu carna xûşk yan birakîra kînê dajoyî? (Qanûna Kahîntiyê 19:18). Heger erê guh bide vê şîretê: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13). Çiqas zêde em dibaxşînin xûşk û bira, haqas zêde em Bavê xweyî ezmanîra îzbat dikin ku em bi dil û can kirînê qîmetê dikin. Gelo em çawa dikarin razîbûna xwe bona vê pêşkêşa ji Xwedê zêde bikin?

TU ÇAWA DIKARÎ KIRÎNÊ DIHA ZÊDE BIŞÊKIRÎNÎ?

14. Em çawa dikarin razîbûna xwe bona kirînê nîşan bikin?

14 Yehowara razîbûna xwe bona kirînê eyan ke. Xûşkeke 83 salî bi navê Coanna, ya ku li Hindistanê dijî, usa dibêje: “Ez difikirim ku gelek ferz e wekî ez her roj duayên xweda besa qurbanê bikim û Yehowara şikirdar bim, çimkî ewî bona me Kurê xwe berva da”. Di duayên xweye şexsîda, bîne bîra xwe ku te wê rojêda çi şaşî kirine, û ji Yehowa baxşandinê bixwaze. Heger te gunekî giran kiribe, hilbet lazim e ku tu alîkariya rûspiya jî bixwazî. Ewana wê guh bidin te û bi dilovanî ji Kitêba Pîroz şîretê bidin te. Ewana wê tevî te dua bikin û ji Yehowa reca bikin ku ew li ser hîmê kirînê bibaxşîne te, wekî tu ji aliyê ruhanîva qenc bibî (Aqûb 5:14-16).

15. Wê çima baş be ku em derheqa kirînê bixûnin û kûr bifikirin?

15 Li ser kirînê kûr bifikire. Xûşkeke 73 salî bi navê Racamanî usa dibêje: “Gava ez dixûnim ku Îsa Mesîh çiqas êş kişand, çevên min tijî hêsir dibin”. Belkî li te jî zor tê ku tu êş û cefaya Îsa Mesîh bînî ber çevê xwe. Lê çiqas ku tu ser qurbana Îsa Mesîh kûr bifikirî, haqas zêde tuyê wî û Bavê wî hiz bikî. Seva ku tu qîmeta kirînê diha baş fem bikî, tu dikarî derheqa têmayê diha zêde lêkolîna bikî.

Bi saya xwarineke sade, Îsa Mesîh nîşanî şagirtên xwe kir ku gerekê ewana çawa qurbana wî bînin bîra xwe (Abzasa 16 binihêre)

16. Ev yek ku em kesên din derheqa kirînê hîn dikin, çira bona me kêrhatî ye? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

16 Kesên din derheqa kirînê hîn bike. Çiqas ku em kesên dinra besa kirînê bikin, razîbûna me bona kirînê wê diha zêde bibe. Destê meda hacetên kêrhatî hene, yên ku alî me dikin wekî em meniya kirînê merivara zelal bikin. Mesele, em dikarin dersa 4 bi navê “Kî ye Îsa Mesîh?” ji broşûra “Mizgîniya Xwedê”, bidine xebatê. Yan jî, em dikarin serê 5 bi navê “Xilazkirin Pêşkêşeke Gelek Mezin e ji Xwedê”, ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz? bidine xebatê. Usa jî, em her sal diçin ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, û em kesên din jî teglîf dikin ku ewana jî bên ser Bîranînê. Bi vî cûreyî, em razîbûna xwe bona qurbanê diha zêde dikin. Belê, ev yek ku Yehowa îznê dide wekî em kesên din derheqa kirînê hîn bikin, qedirekî gelek mezin e!

17. Kirîn çira pêşkêşa herî mezin ya ji Xwedê ye?

17 Kirîn bi rastî jî pêşkêşeke gelek qîmet e, û wê baş be ku em razîbûna xwe bona vê pêşkêşê her ku diçe diha zêde bikin. Em çiqas gunekar bin jî, qurbana Îsa rê vekiriye ku em bibin dostên Yehowa. Bi saya vê qurbanê, kirên Mîrê-cina wê bi temamî bên xirabkirin (1 Yûhenna 3:8). Bi saya kirînê, Yehowa wê nêta xwe ya bona dinyayê bîne sêrî. Rojekê, temamiya dinyayê wê bibe cinet. Li wê demê, her kes wê îda Yehowa hiz bike û wîra xizmet bike. Lema, bira em her roj kirînê qîmet bikin û nîşan bikin ku em bona vê pêşkêşa mexsûs razî ne!

KILAMA 20 Te Kurê Xweyî Delal Berva da

^ abz. 5 Çima Îsa Mesîh hate çerçirandinê û kuştinê? Ev gotar wê caba vê pirsê bide û alî me bike ku em diha zêde qurbanê qîmet bikin.

^ abz. 6 Li gora edeta Romaya, merivên sûcdarkirî yên ku hê sax bûn li ser stûnê dihatin mixkirin yan girêdan, û Yehowa îzin da wekî Kurê wî bi vî awayî bê kuştin.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak şiklên xirab nanihêre, birakî din cixarê înkar dike, û birakî din jî ruşetê qebûl nake.