Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15

Ji Gotinên Xilaziyê yên Îsa Dersa Hîn be

Ji Gotinên Xilaziyê yên Îsa Dersa Hîn be

“Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!” (METTA 17:5).

KILAMA 17 “Dixwazim”

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Gava Îsa Mesîh gotinên xwe yên xilaziyê digotin, ew çi halîda bû?

NÎVRO, 14 Nîsanê ya sala 33 D.M. ye. Îsa Mesîh ji aliyê merivên zulmva, bi derewa hate neheq kirin. Paşê, wana qerfên xwe bi wî kir, wî bêremtî dane çerçirandinê û li ser stûnê dardakirin. Dest û piyên wî mix kirin. Her kesera ku tê wî û her xebera ku ew dibêje, êşa wî diha zêde dike. Dîsa jî, gerekê ew hine tiştên ferz bêje.

2 Gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê dimir, gelo ewî çi got, û em dikarin ji gotinên wî çi dersa bistînin? Ka em dîna xwe bidin van gotina û “guhdariya wî bikin” (Metta 17:5).

“BAVO, BIBAXŞÎNE VAN”

3. Gava Îsa Mesîh got: “Bavo, bibaxşîne van”, ewî dibeke besa kê dikir?

3 Îsa Mesîh çi got? Gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê hat mixkirin, ewî usa dua kir: “Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin” (Lûqa 23:33, 34). Bi van gotina, gelo Îsa besa kê dikir? Ça tê kifşê, ewî besa eskerên Romayî dikir, yên ku dest û piyên wî bi mixa qul kirin, çimkî wana nizanibû ku ew bi rastî kî ye. Usa jî, Îsa Mesîh dibeke hine kesên ku mirina wî xwestibû, lê paşê baweriya xwe bi wî anîn, dianîn ber çevê xwe (Karên Şandiya 2:36-38). Gava meriva Îsa Mesîh neheqî dikir, dilê wî dîsa jî bi kîn û nefretêva tije nedibû (1 Petrûs 2:23). Dewsê, ewî ji Yehowa reca kir ku bibaxşîne merivên ku mirina wîda neheq in.

4. Em ji vê yekê ku Îsa Mesîh hazir bû wekî bibaxşîne dijminên xwe, çi hîn dibin?

4 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Mîna Îsa Mesîh, gerekê em hazir bin ku bibaxşînin meriva (Kolosî 3:13). Merivên me yan kesên din dibeke miqabilî me dertên, çimkî baweriya me fem nakin. Ewana dibeke derheqa me derewa bela dikin, me li ber kesên din bêhurmet dikin, edebyetên me diqelişînin yan jî me didine tirsandinê. Çi jî hebe, wê baş be ku em kînê nejon, lê ji Yehowa reca bikin wekî ew çevê dijmina veke, seva ku ewana rastiyê fem bikin (Metta 5:44, 45). Carna dibeke li me zor tê ku em bibaxşînin meriva, îlahî heger em ji aliyê wanva rastî neheqiyên mezin hatine. Lê heger em îznê bidin ku kîn û nefret di dilê meda kok berdin, emê zirarê bidin xwe. Xûşkekê usa gotibû: “Ez fem dikim wekî ev yek ku gerekê em bibaxşînin meriva nayê hesabê ku gerekê ez çevê xwe li ser neheqiyên wan bigirim, yan îznê bidim ku ewana ziyanê bidine min. Baxşandin tê hesabê ku ez safî dikim hêrsa xwe berdim” (Zebûr 37:8). Gava em safî dikin ku bibaxşînin kesekî, em îzinê nadin wekî ew derecên nebaş li ser me xirab hukum kin (Efesî 4:31, 32).

“TÊ TEVÎ MIN CINETÊDA BΔ

5. Îsa Mesîh mêrekîra çi soz da, û çima?

5 Îsa Mesîh çi got? Du mêrên din jî li kêleka Îsa Mesîh hatin dardakirin. Serîda, herdu jî qerfên xwe bi wî dikirin (Metta 27:44). Lê paşê, yekî ji wan fikra xwe guhast. Ewî fem kir ku Îsa “tu xirabî nekiriye” (Lûqa 23:40, 41). Usa jî, ewî baweriya xwe eyan kir, ku Îsa Mesîh wê ji mirinê bê rakirin û rojekê bibe padşa. Lema, ewî Îsara usa got: “Îsa, min bîr bînî, gava bi Padşatiya xweva bêyî!” (Lûqa 23:42). Rastî jî baweriya wî çiqas mezin bû! Îsa Mesîh usa cab da: “Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî” * (Lûqa 23:43, DT). Bi gotina “ez tera dibêjim”, Îsa Mesîh wîra sozeke şexsî da. Îsa zanibû ku Xwedê gelek dilrem e, lema jî ewî dilê vî qaçaxî bi gotinên xwe rihet kir (Zebûr 103:8).

6. Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh yên ku ewî qaçaxekîra got, çi hîn bin?

6 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Xeyset-hunurên Îsa mîna xeyset-hunurên Yehowa ne (Îbranî 1:3). Yehowa hazir e ku bibaxşîne me. Ji bo vê yekê, hilbet lazim e ku em seva şaşiyên xwe yên berê ji dil poşman bin û bawer bikin ku em dikarin bi saya qurbana Îsa bêne baxşandinê (1 Yûhenna 1:7). Hine kes dibeke difikirin ku gunên wan yên berê haqas mezin in ku Yehowa wê tu car nebaxşîne wan. Heger tu jî car cara usa difikirî, vê yekê bîne bîra xwe: Mêrê ku kêleka Îsa Mesîhra dardakirî bû, teze baweriya xwe Îsa anî. Heger dilê Îsa ser merivekî usa dişewitî, îlahî dilê Yehowa çiqas dişewite ser xizmetkarên wîye amin, yên ku xîret dikin wekî guh bidin qanûnên wî (Zebûr 51:1; 1 Yûhenna 2:1, 2).

“VA YE KURÊ TE! . . . VA YE DIYA TE!”

7. Li gora Yûhenna 19:26, 27, Îsa Mesîh diya xwera û Yûhennara çi got, û çima?

7 Îsa Mesîh çi got? (Yûhenna 19:26, 27 bixûne). Gava Îsa Mesîh dardakirî bû, ewî bona diya xwe xem dikir, çimkî ça tê kifşê ew hingê îda jinebî bû. Xûşk-birên Îsa dibeke dikaribûn ebûra diya xwe bikirana, lê kê wê bona hewcên wêye ruhanî xem kira? Usa tê femkirin ku li wê demê, birên Îsa hê nebibûn şagirtên wî. Lê Yûhenna bi rastî jî him şandîkî amin him jî dostê Îsa bû. Îsa Mesîh kesên ku tevî wî Yehowara xizmet dikir, ça xûşk û birên xwe yên ruhanî hesab dikir (Metta 12:46-50). Lema seva vê yekê ku Îsa bona Meryemê diya xwe xem dikir û wê hiz dikir, ewî lê tesmîlî Yûhenna kir, çimkî ewî zanibû ku Yûhenna wê bona hewcên wêye ruhanî xem bike. Lema, Îsa diya xwera usa got: “Va ye kurê te!” Û ewî Yûhennara jî usa got: “Va ye diya te!” Hingêda, Yûhenna Meryemêra bû kur, û ewî ça diya xwe wê hesab dikir. Belê, Îsa Mesîh gelek qîmet dikir vê kulfeta ku ew dinê xistibû, dema mirina wî kêleka wî bû, û jêra hizkirineke mezin nîşan kir!

8. Em dikarin ji gotinên Îsa ku ewî Meryemêra û Yûhennara got, çi hîn bin?

8 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Em hilbet merivên xwe hiz dikin û xwe nêzîkî wan texmîn dikin. Lê em dikarin xwe diha zêde nêzîkî xûşk-birên xweye ruhanî texmîn bikin. Merivên me dikarin miqabilî me derên, yan hela hê terka me jî bidin, lê çawa ku Îsa soz dabû, heger em nêzîkî Yehowa û teşkîleta wî bimînin, emê ji tiştên ku me unda kirine “sed qatî” zêdetir bistînin. Gelek xûşk û bira wê mera bibin ça qîz, kur, dê û bav (Marqos 10:29, 30). Gelo ew bawerî û yektiya xûşk-bira, yên ku him Yehowa him jî hevdu hiz dikin, dilê te germ nake? (Kolosî 3:14; 1 Petrûs 2:17).

“XWEDÊYÊ MIN, TE ÇIMA EZ HIŞTIM?”

9. Em ji gotinên Îsa Mesîh ku Metta 27:46-da nivîsar in, çi hîn dibin?

9 Îsa Mesîh çi got? Demeke kin pêşiya mirina xwe, ewî usa got: “Xwedêyê min, Xwedêyê min, te çima ez hiştim?” (Metta 27:46). Kitêba Pîroz raste-rast zelal nake ku ewî çima usa got. Dîsa jî, em dikarin ji van gotina hine tişta hîn bin. Mesele, bi van giliya, Îsa Mesîh pêxembertiya ji Zebûr 22:1 * anî sêrî. Usa jî, ev gilî nîşan dikin ku Yehowa li der-dora Kurê xwe ‘çeper nezivirand’ (Îbo 1:10). Îsa fem dikir ku Bavê wî ew bi temamî tesmîlî dijmina kiribû, wekî ew bikaribe heta mirinê bê cêribandin. Tu kesekî din mîna wî nehatiye cêribandin. Xêncî vê yekê, van gotina nîşan dikir ku Îsa Mesîh bêsûc bû û hêjayî mirinê nîbû.

10. Em dikarin ji gotinên ku Îsa Mesîh Bavê xwera gotibûn, çi hîn bin?

10 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Derseke ferz ev e ku gerekê em nefikirin wekî Yehowa wê me ji hemû tengasiyên ku baweriya me dicêribînin, xwey bike. Çawa ku Îsa Mesîh heta mirinê hate cêribandin, gerekê em jî hazir bin ku heta mirinê amin bimînin (Metta 16:24, 25). Dîsa jî, Xwedê soz daye ku ewê nehêle ku em “ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korintî 10:13). Derseke din jî ev e ku mîna Îsa Mesîh, em jî dikarin rastî neheqiyê bên (1 Petrûs 2:19, 20). Sebeba ku pey me dikevin ne ev e ku me tiştekî xirab kiriye, lê ev e ku em şagirtên Îsa Mesîh ne, û em “ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 17:14; 1 Petrûs 4:15, 16). Îsa Mesîh zanibû ku Yehowa çima îznê dide ku ew êşê bikişîne. Lê hine xizmetkarên Yehowa yên amin carna fem nakin ku Yehowa çima îznê dide ku hine tiştên xirab bên serê wan (Hebaqûq 1:3). Xwedayê meyî dilovan û sebirdar zane ku baweriya wan sist nîne, lê ewana hewceyî berdiliya wî ne (2 Korintî 1:3, 4).

“EZ TÎ ME”

11. Îsa çira van giliyên ji Yûhenna 19:28 got?

11 Îsa Mesîh çi got? (Yûhenna 19:28 bixûne). Gelo Îsa Mesîh çima got “Ez tî me”? Kitêba Pîroz usa dibêje: “Wekî nivîsar bê sêrî”. Bi van gotina, Îsa Mesîh ev pêxembertiya ji Zebûr 22:15 anî sêrî: “Qewat li min ziha dibe, mîna cêrê axîn hûr-hûrî dibe, ziman demaxê minva diqemite”. Îsa gelek êş û jan kişandibû û li ser stûna cefayê hatibû mixkirin, lema ew bêşik gelek tî bû. Hingê wîra alîkariya kesekî din lazim bû ku tîbûna wî bişkêne.

12. Em dikarin ji van giliyên Îsa “Ez tî me”, çi hîn bin?

12 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Îsa nedifikirî ku heger ew hestên xwe eyan bike, ew wê ça kesekî sist bê kifşê. Gerekê em jî şerm nekin ku hestên xwe eyan bikin. Em gelek cara kesekîra nabêjin ku em hewceyî çi ne. Lê cara wedekî usa tê, ku em gelek hewcê alîkariyê ne, û hingê em gerekê şerm nekin ku ji kesên din alîkariyê bixwazin. Mesele, heger em îda kal û pîr in, yan sihet-qewata me ne baş e, dibeke lazim be ku em ji hevalekî xwe hîvî kin ku ew me bive bal hekîm yan hine şixulên herrojîda alî me bike. Gava em xemgîn û dilteng in, dibeke mera lazim be ku dilê xwe rûspîkîra yan xûşk yan jî birakî gihîştîra vekin, wekî ew me bibihê û bi “gotina xweş” me bişidîne (Metelok 12:25). Xûşk û bira me hiz dikin, û ewana hazir in ku “roja oxirmê giranda” alî me bikin (Metelok 17:17). Lê heta ku em wanra raste-rast nebêjin, ewana dibeke nizanin ku derdê me çi ye û em hewcê çi ne.

“TEMAM QEWIMÎ!”

13. Bi saya aminiya xwe heta mirinê, Îsa Mesîh çi “temam” kir?

13 Îsa Mesîh çi got? Li 14 Nîsanê, paşî nîvro nêzîkî siheta sisiya, Îsa Mesîh got: “Temam qewimî!” (Yûhenna 19:30). Mirina wî îda nêzîk bû, û ewî xwestina Bavê xwe “temam” kiribû. Îsa Mesîh îzbat kir ku Şeytan derewîn e û ku însanekî bêqisûr dikare heta mirinê bêqisûrtiya xwe xwey bike û amin bimîne. Usa jî, ewî emirê xwe ça kirîn da. Bi saya qurbanbûna wî, însanên gunekar dikarin ji aliyê Xwedêva ça kesên rast bêne hesabê û bigihîjin jîyîna heta-hetayê. Xêncî vê yekê, Îsa Mesîh îzbat kir ku Yehowa hukumdarê herî baş e, û ewî navê Xwedê rûmet kir.

14. Gerekê em her roj çawa bijîn?

14 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Gerekê em roj bi roj bêqisûrtiya xwe biparêzin û amin bimînin. Birê Makswêl Frênd, yê ku Mekteba Gîledêda dersdar bû, ser civata mezin gotara xweda derheqa aminiyê usa got: “Şixul û gotina îro nehêle ser sibê. Tu nizanî ku sibeh wê bê yan na. Lema jî her roj usa bijî ku tê bêjî ev roj mecala te ya xilaziyê ye, ku tu îzbat bikî wekî hêjayî jîyîna heta-hetayê yî”. Belê, were em roj bi roj usa bijîn ku tê bêjî rastî ev roj mecala meye paşin e wekî em aminiya xwe îzbat kin! Bi vî awayî, heger em li ber mirinê bin jî, emê bi rihetî bikaribin bêjin: “Yehowa, min çi ji destê min dihat dikir wekî amin bimînim, îzbat bikim ku Şeytan derewîn e, navê te pîroz bikim û piştgiriya serwêrtiya te bikim!”

“RUHÊ XWE DIDIME DESTÊ TE”

15. Li gora Lûqa 23:46, Îsa çida bawer bû?

15 Îsa Mesîh çi got? (Lûqa 23:46 bixûne). Bi bawerîke tam, Îsa Mesîh usa got: “Bavo, ruhê xwe didime destê te”. Îsa Mesîh zanibû ku tenê Yehowa dikare wî vegerîne jîyînê, û ew bawer bû ku Bavê wî wê tu car ew bîr neke.

16. Serhatiya birakî 15 salî çi me hîn dike?

16 Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Jîyîna xwe tesmîlî destê Yehowa bike. Bona vê yekê, “bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan” (Metelok 3:5). Dîna xwe bide serhatiya birakî cahil bi navê Coşûa. Gava ew 15 salî bû, ew nexweşiya giran nexweş ket, lê ewî mêtodên qenckirinê yên ku miqabilî qanûnên Xwedê ne, qebûl nekir. Pêşiya mirina xwe, ewî diya xwera got: “Dayê, ez destê Yehowada me . . . ez ji dil bawer im ku Yehowa wê min ji mirinê rake. Ew zane ku dilê minda çi heye, û ez wî gelek hiz dikim”. Wê baş be ku em jî ji xwe bipirsin: “Heger ez mîna vî birê cahil li ber mirinê bûma, gelo minê jî jîyîna xwe tesmîlî destê Yehowa bikira û bawer bûma ku ewê min bîr neke?”

17-18. Em çi dersên ferz hîn bûn? (Çargoşe bi navê “ Ji Gotinên Îsa yên Xilaziyê Em Çi Hîn Dibin” binihêre.)

17 Gotinên xilaziyê yên Îsa Mesîh dersên gelek ferz me hîn dikin. Em fem dikin ku gerekê em bibaxşînin kesên din û bawer bin ku Yehowa wê bibaxşîne me. Em gelek şa ne ku xûşk û birên me hene, yên ku hazir in alî me bikin. Gava em hewce ne, hilbet lazim e ku em raste-rast alîkariyê bixwazin. Me dît ku heger em rastî tengasiya bên, Yehowa wê alî me bike. Usa jî, me dît ku gerekê em roj bi roj usa bijîn, tê bêjî ev roj mecala paşin e wekî em aminiya xwe îzbat kin, û em dikarin bawer bin ku heger em bimirin jî, Yehowa wê me ji mirinê rake.

18 Belê, wexta ku Îsa Mesîh li ser stûna cefayê dimir, ewî tiştên gelek ferz got. Wê baş be ku em ji van gotina xwera dersa bistînin, çimkî Yehowa derheqa Kurê xwe usa got: “Guhdariya wî bikin!” (Metta 17:5).

KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

^ abz. 5 Ça em Metta 17:5-da divînin, Yehowa dixwaze ku em guh bidin Îsa Mesîh. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend dersên ku em dikarin ji gotinên xilaziyê yên Îsa Mesîh hîn bin.

^ abz. 5 Îsa Mesîh vî mêrîra negot ku ewê tevî wî di Padşatiyêda be, lê ku ewê di “cinetêda”, dêmek li ser erdê be.

^ abz. 9Pirsên Xwendevana” dîna me dikişînin ser hine wan sebeba, ku dibeke çima Îsa gotinên ji Zebûr 22:1 got.