Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17

Yehowa Te Qîmet Dike!

Yehowa Te Qîmet Dike!

“Xudan cimeta Xwe begem dike” (ZEBÛR 149:4).

KILAMA 108 Hizkirina Xwedêye Helal

VÊ GOTARÊDA *

Bavê meyî ezmanî her yekî ji me qîmet dike (Abzasa 1 binihêre)

1. Yehowa ça ser me dinihêre?

YEHOWA XWEDÊ “cimeta Xwe begem dike” (Zebûr 149:4). Belê, Yehowa hunurên me yên baş divîne, ew usa jî fereset û sînorên me zane, û ew me dikişîne berbi xwe. Heger em wîra amin bimînin, ewê heta-hetayê kêleka me be (Yûhenna 6:44).

2. Hinek çima difikirin ku Yehowa wana hiz nake?

2 Hinek dibeke usa difikirin: “Ez zanim ku Yehowa cimeta xwe hiz dike, lê ez çawa dikarim bawer bim ku ew xût min qîmet dike?” Gelo hine kes çima usa dipirsin? Xûşkeke bi navê Oksana *, ya ku ji biçûktayêda rastî gelek kul-derda hatiye, usa dibêje: “Gava ez hatim nixumandinê û bûme pêşeng, ez gelek şa bûm. Lê 15 sal şûnda, bîranînên xirab hatin bîra min. Ez difikirîm ku Yehowa îda ji min razî nîne û ku ez layîqî hizkirina wî nînim”. Biçûktaya xûşkeke pêşeng bi navê Yûa jî nebaş derbaz bû. Ew dibêje: “Min dixwest dilê Yehowa şa bikim, lema jî min wîra soz da, wekî ezê heta-hetayê wîra xizmet bikim. Dîsa jî, min bawer dikir ku ez hêjayî hizkirina wî nînim”.

3. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çi?

3 Mîna van xûşkên amin, tu jî Yehowa gelek hiz dikî, lê dibeke tu dudilî dibî ku ew te hiz dike. Gelo çira ferz e ku tu bawer bî ku ew bi rastî bona te xem dike û te hiz dike? Çi dikare alî te bike ku tu fikrên nebaş ji serê xwe derxî? Ka em dîna xwe bidin cabên van pirsa.

DUDILÎ NEBE KU YEHOWA TE HIZ DIKE

4. Gerekê em çira dudilî nebin ku Yehowa me hiz dike?

4 Hizkirin dikare hêlan û qewatê bide me. Heger em bawer bin ku Yehowa me hiz dike û piştgiriya me dike, ev yek wê alî me bike ku em wedê tengasiya bi dil û can wîra xizmet bikin. Ji aliyê dinva jî, heger em dudilî bin ku Xwedê bona me xem dike, qewata me wê sist be (Metelok 24:10). Serda, heger em mêrxasiya xwe unda bikin û bawer nekin ku Yehowa me hiz dike, Şeytan wê hêsa bikaribe hicûmî ser me bike (Efesî 6:16).

5. Heger em şik bibin ku Xwedê me hiz dike, ev yek dikare li ser me çawa hukum bike?

5 Hine xûşk-birên me seva şikên xwe aliyê ruhanîda sist bûne. Rûspîkî bi navê Cêyms usa dibêje: “Rast e min Beytelêda xizmet dikir û ji xizmeta li civata bi zimanekî xerîb şabûn distand, yeke ez dudilî dibûn ku Yehowa qurbanên min bi rastî qebûl dike. Wextekê, ez hela hê ketime şikê jî, wekî Yehowa guh dide duayên min”. Xûşkeke bi navê Eva, ya ku li Beytelê xizmet dike, dibêje: “Min dît ku heger tu şik bibî ku Yehowa te hiz dike, ev yek dikare li ser te gelek xirab hukum ke. Tuyê xwestina xwe bona tiştên ruhanî û şabûna ku tu ji xizmeta Yehowa distînî, unda bikî”. Birakî bi navê Maykl, yê ku ça pêşengê hertim û rûspî xizmet dike, dibêje: “Heger tu bawer nakî ku Xwedê bona te xem dike, tuyê hêdî-hêdî ji wî dûr kevî.”

6. Heger em hizkirina Xwedêda dudilî dibin, gerekê em çi bikin?

6 Serhatiyên van xûşk-bira me hîn dikin ku fikrên nêgatîf dikarin zirarê bidin dostiya me tevî Yehowa. Lema, heger derheqa hizkirina Xwedê şik bikevin dilê me, gerekê em van şika zû ji dilê xwe derxin. Gerekê em alîkariyê ji Yehowa bixwazin, ku “edilayiya Xwedê” bide me, ku hiş û dilê me xwey ke (Zebûr 139:23; Fîlîpî 4:6, 7). Usa jî, bîr neke ku tu tenê nînî. Xûşk û birên din jî himberî fikrên nêgatîf şer dikin. Hine xizmetkarên Yehowa yên berê jî carna rastî tengasiyên usa dihatin. Were em binihêrin ku ji serhatiya Pawlos em çi dersa dikarin hîn bin.

DERSÊN KU EM JI SERHATIYA PAWLOS DISTÎNIN

7. Çi problêmên Pawlos hebûn?

7 Gelo cabdariyên te gelek in? Gelo ev carna bona te dibin bargiranî? Cabdariyên Pawlosê şandî jî gelek bûn. Ewî ne tenê bona civatekê, lê bona hemû civata xem dikir û berxwe diket (2 Korintî 11:23-28). Gelo nexweşîke te şabûnê ji te distîne? Tê kifşê ku nexweşîke Pawlos jî hebû, çimkî ewî got ku di bedena wîda “stiriyek” heye, û ewî gelek dixwest ji vê bifilite (2 Korintî 12:7-10). Gelo tu carna seva kêmasiyên xwe eciz dibî? Pawlos jî seva kêmasiyên xwe eciz dibû, lema ewî usa got: “Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im!” (Romayî 7:21-24).

8. Çi alî Pawlos dikir?

8 Nava van problêm û tengasiyada, Pawlos berdewam dikir Yehowara xizmet ke. Gelo çi alî wî dikir? Pawlos hilbet haş ji kêmasiyên xwe hebû, lê wî baweriya xwe qurbana Îsa dianî. Ewî rind zanibû ku Îsa Mesîh gotibû wekî “her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wîye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16; Romayî 6:23). Pawlos bêşik baweriya xwe kirînê dianî. Ew bawer bû ku heger kesekî gunekî giran kiribe jî, heger ew ji dil tobe bike, Yehowa hazir e ku bibaxşîne wî (Zebûr 86:5).

9. Em dikarin ji gotinên Pawlos yên li Galatî 2:20 çi hîn bin?

9 Usa jî, Pawlosê şandî bi qewata hizkirina ku Xwedê bi destê Mesîh eyan kiribû, bawer bû (Galatî 2:20 bixûne). Dîna xwe bide gotinên Pawlos yên li xilaziya vê rêzê: “Kurê Xwedê . . . ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der”. Pawlos nedifikirî ku hizkirina Xwedê bisînor e, û ew nedifikirî ku Yehowa xûşk-bira hiz dike, lê wî hiz nake. Pawlos xûşk û birên li Romayêra usa got: “Gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:8). Belê, sînorên hizkirina Xwedê tune!

10. Em ji Romayî 8:38, 39 çi hîn dibin?

10 Romayî 8:38, 39 bixûne. Pawlosê şandî hizkirina Xwedêda bawer bû. Ewî nivîsî ku tu tişt nikare me ji hizkirina Xwedê veqetîne. Pawlos zanibû ku Yehowa çawa sebra xwe miletê Îsraêlra nîşan kiribû. Ewî dilremiya Yehowa ser xwe jî dîtibû. Belê, Pawlosê şandî bawer bû ku heger Yehowa Kurê xwe bona qurban kiribû, tu şik tune ku ew wî hiz dike (Romayî 8:32).

Xwedê dîna xwe nade şaşiyên me yên berê; ew dîna xwe didê ku em niha çi dikin û axiriyêda emê çi bikin (Abzasa 11 binihêre) *

11. Rast e Pawlos gunên giran kiribûn, lê ew çira bawer bû ku Xwedê wî hiz dike?

11 1 Tîmotêyo 1:12-15 bixûne. Hebû wede gava Pawlosê şandî seva gunên xwe yên berê eciz dibû. Ewî ser xwe got ku yê herî gunekar ew e. Bi rastî jî, pêşiya ku Pawlos hat ser riya rastiyê, ewî gelek bajarada şagirtên Îsa Mesîh dizêrandin. Ewî hineka ji wan davîtin kelê û kuştina wan qebûl dikir (Karên Şandiya 26:10, 11). Bide ber çevê xwe ku Pawlos rastî birakî cahil hat, yê ku ji bo zêrandina Pawlos dê-bavê xwe unda kiribû. Femdarî ye Pawlos wê gelek xemgîn bûya. Belê, Pawlos ji şaşiyên xwe yên berê poşman bû, lê ewî nikaribû tiştên ku îda qewimîbûn biguhêze. Ew bawer bû ku Îsa Mesîh emirê xwe bona wî dabû, û ewî nivîsî: “Ez bi kerema Xwedê me çi jî heme” (1 Korintî 15:3, 10). Em dikarin ji vê yekê çi hîn bin? Qebûl bike ku Îsa Mesîh emirê xwe bona te kire qurban û rê vekiriye wekî tu bibî dostê Yehowa (Karên Şandiya 3:19). Dibe ku pêşiya rastiyê yan jî gava em bûne Şedên Yehowa, me gune kiriye. Lê bona Xwedê tiştê ferz ne ev e ku me berê çi kiriye, lê ev e ku em niha çi dikin û axiriyêda emê çi bikin (Îşaya 1:18).

12. Heger em xwe bêqîmet hesab dikin, gotinên 1 Yûhenna 3:19, 20 çawa dikarin alî me bikin?

12 Gava tu difikirî ku Îsa Mesîh emirê xwe bona gunên te daye, tu dibeke dibêjî: “Ez hêjayî vê pêşkêşê nînim.” Gelo çi dikare bibe sebeb ku tu usa bifikirî? Em gunekar in, lema jî dilê me dikare me bide bawerkirinê ku em hêjayî vê yekê nînin û bêkêr in (1 Yûhenna 3:19, 20 bixûne). Wî çaxî, gerekê em bînin bîra xwe ku “Xwedê ji dilê me mestir e”. Hizkirin û baxşandina Bavê meyî ezmana, ji fikrên me yên nêgatîf qewîtir in. Gerekê em usa ser xwe binihêrin, çawa ku Yehowa ser me dinihêre. Seva vê yekê gelek ferz e ku em berdewam kin dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û timê tevî xizmetkarên wî top bin. Gelo çima?

LÊKOLÎNA KITÊBA PÎROZ, DUA Û DOSTÊN AMIN DIKARIN ALÎ TE BIKIN

13. Lêkolîna Xebera Xwedê çawa dikare alî me bike? (Çargoşe “ Xebera Xwedê Çawa Alî Wan Dike?” binihêre.)

13 Kitêba Pîroz her roj lêkolîn bike. Ev yek wê alî te bike ku tu dilgermiya Yehowa diha zelal bivînî. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, tuyê fem bikî ku ew te çiqas hiz dike. Her roj li ser Xebera Xwedê kûr bifikire. Bi vê yekê, fikrên te jî wê bêne “rastkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16). Rûspîkî bi navê Kêvîn, yê ku xwe carna bêqîmet hesab dikir, dibêje: “Xwendina Zebûra 103 û fikirandina kûr ser vê zebûrê alî min kir ku ez fikrên xwe rast bikim û fem bikim ku Yehowa min bi rastî çawa divîne”. Xûşka me Êva, ya ku me jorê besa wê kiribû, usa dibêje: “Xilaziya rojê, ez li ser gotinên Yehowa kûr difikirim. Ev yek dilrihetiyê dide min û baweriya min diha qewî dike”.

14. Dua çawa dikare alî me bike?

14 Her gav dua bike (1 Têsalonîkî 5:17). Dostên rast gelek car bi dil tevî hev xeber didin. Dostiya me tevî Yehowa jî gerekê usa be. Gava em duayên xweda wîra besa hest, fikir û derdên xwe dikin, em nîşan dikin ku em xwe dispêrin wî û zanin ku ew me hiz dike (Zebûr 94:17-19; 1 Yûhenna 5:14, 15). Yûa, ya ku me jorê besa wê kiribû, dibêje: “Wexta ku ez dua dikim, ez ne tenê dibêjim ku min wê rojê çi kir, lê ez dilê xwe Yehowara vedikim û wîra besa hestên xwe dikim. Ez rind îzbat bûme ku Yehowa ne ça mezinê xebatê ye ku gişka kontrol dike, lê ça bavekî dilovan e, yê ku zarên xwe gelek hiz dike” (Binihêre çargoşe “ Te Ew Kitêb Xwendiye?”).

15. Yehowa hizkirina xwe çawa nîşan dike?

15 Tevî dostên amin wext derbaz ke. Ewana pêşkêşên ji Yehowa ne, û bi destê wan, Yehowa hizkirina xwe mera nîşan dike (Aqûb 1:17). Ça Kitêba Pîroz dibêje: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17). Di nema Kolosiyarada, Pawlosê şandî got ku ewî ji hine bira dilbînîke mezin standibû (Kolosî 4:10, 11). Îsa Mesîh jî bona alîkariya ku ewî ji dostên xwe – him ji meleka him jî ji însana – standibû, razî bû (Lûqa 22:28, 43).

16. Dostên baş çawa dikarin alî me bikin ku em nêzîkî Yehowa bin?

16 Lê tu alîkariya xûşk û bira qebûl dikî? Heger tu dostekî gihîştîra besa derdên xwe bikî, ev yek nayê hesabê ku baweriya te sist e. Xeberdanên usa dikarin te biparêzin. Cêyms, yê ku me jorê besa wî kiribû, usa dibêje: “Dostiya tevî xûşk û birên gihîştî gelek alî min kiriye. Gava fikrên nêgatîf min eciz dikin, dostên min yên qîmet bi sebir guh didin min û dibêjin ku min hiz dikin. Ev yek nîşanî min dike ku Yehowa min hiz dike û bona min xem dike”. Belê, gelek ferz e ku em tevî xûşk û bira dostiyê bikin!

HIZKIRINA YEHOWADA BIMÎNE

17-18. Gerekê em guh bidin kê, û çima?

17 Şeytan dixwaze ku em sist bin û tiştên rast nekin. Ew dixwaze me bide bawerkirinê ku Yehowa me hiz nake û ku em hêjayî xilazbûnê nînin. Lê çawa me dît, ev yek derew e.

18 Yehowa te hiz dike. Ew gelek te qîmet dike. Heger tu temiyên Yehowa bînî sêrî, tuyê mîna Îsa Mesîh heta-hetayê hizkirina Xwedêda bimînî (Yûhenna 15:10). Lema jî, guh nede Mîrê-cina. Heger dilê te tera dibêje ku Yehowa te hiz nake, guh nede dilê xwe. Guh bide Yehowa, yê ku kirinên me yên qenc divîne. Bawer be ku ew “cimeta xwe” û te hiz dike!

KILAMA 141 Emir Keremeta Mezin e

^ abz. 5 Hine xûşk û birên me dudilî dibin ku Yehowa wana hiz dike. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çima dikarin bawer bin ku Yehowa me her kesî hiz dike. Usa jî, emê bivînin ku heger em dikevine şikê ku Yehowa me hiz dike, em çawa dikarin wan fikira ji hişê xwe derxin.

^ abz. 2 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 67 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Pêşiya ku Pawlos bû şagirtekî Îsa, ewî gelek xûşk û bira avîtibûn kelê. Paşî ku ewî Îsa Mesîh qebûl kir, ewî jiyana xwe guhast û dil dida xûşk û bira. Hine ji van xûşk û bira belkî merivên van kesa bûn, yên ku aliyê Pawlosda hatibûn zêrandinê.