Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16

“Birê Teyê ji Mirinê Rabe”!

“Birê Teyê ji Mirinê Rabe”!

“Îsa gote [Mertayê]: ‘Birê teyê ji mirinê rabe’” YÛHENNA 11:23).

KILAMA 151 Wê Gazî ke

VÊ GOTARÊDA a

1. Gedekî çawa da kifşê, wekî ew sozê derheqa rabûna miriya bawer dike?

 GEDEKÎ bi navê Mêtyû gelek nexweş bû. Lema jî ew gelek cara hate opêrasîkirinê. Gava ew heft salî bû, ewî tevî malbeta xwe bernama JW Brodkastîngê® temaşe dikir. Xilaziya bernamê, ewî vîdêo-miqamêda dît, ku xûşk-birên me çawa wan kesara şa dibin, yên ku ji mirinê rabûne. b Paşê, Mêtyû destê dê-bavê xwe girt û wanra got: “Dayê, bavo, we dît! Hergê ez bimirim jî, ezê dîsa bême saxkirinê. Hîviya min bin. Ew roj wê bê”. Gava dê û bavê wî bihîstin ku hêviya rabûna miriya bona kurê wan rêalî ye, ewana gelek şa bûn.

2-3. Çira em gerekê derheqa sozê rabûna miriya bifikirin?

2 Carna em gerekê derheqa sozê rabûna miriya bifikirin (Yûhenna 5:28, 29). Gelo çira? Çimkî rojekê her kes dikare nexweşîke giran bikeve, yan jî merivekî xweyî hizkirî unda ke (Waîz 9:11; Aqûb 4:13, 14). Hêviya rabûna miriya alî me dike, wekî em himberî derdên usa sebir kin (1 Têsalonîkî 4:13). Kitêba Pîroz dibêje, wekî Bavê meyî ezmana me nas dike û me gelekî hiz dike (Lûqa 12:7). Yehowa Xwedê me usa baş nas dike, ku ewê me vegerîne jîyînê xût bi wan xeyset-hunura, kîjan ku pêşiya mirinê cem me hebûn. Ew me gelek hiz dike, û ew dixwaze jîyîna heta-hetayê bide me. Hergê em bimirin jî, ewê me ji mirinê rake!

3 Vê gotarêda pêşiyê emê bivînin, ku çira em dikarin baweriya xwe sozê derheqa rabûna miriya bînin. Paşê, emê dîna xwe bidine vê serhatiyê, ku rêza sereke besa vê dike: “Birê teyê ji mirinê rabe” (Yûhenna 11:23). Ev serhatî wê baweriya me qewî ke. Paşê jî, emê bivînin ku em çi dikarin bikin, wekî hêviya rabûna miriya bona me diha rêalî be.

ÇIRA EM BAWERIYA XWE SOZÊ RABÛNA MIRIYA TÎNIN?

4. Seva ku em baweriya xwe sozekî bînin, em gerekê çida bawer bin? Meselê bîne.

4 Seva ku em baweriya xwe sozekî bînin, em gerekê bawer bin, wekî xwestin û qewata kesê ku soz daye me, heye, wekî sozê xwe bîne sêrî. Were em meselekê bînin. Bidine ber çevê xwe, ku firtoneke qewî zirareke mezin daye xaniyê te. Hevalekî te usa soz dide te: “Ezê alî te bikim, wekî tu xaniyê xwe dîsa ava kî”. Ew bi dil û can dixwaze alî te bike û tu dudilî nabî, ku ewê sozê xwe ese bîne sêrî, çimkî ew hostekî cêribandî ye û hacetên wî jî hene, tu zanî ku ew bi rastî dikare alî te bike. Lema jî tu baweriya xwe sozê wî tînî. Lê gelo xwestin û qewata Xwedê heye, wekî sozê xwe derheqa saxkirina miriya bîne sêrî?

5-6. Em çira bawer dikin ku Yehowa dixwaze meriva ji mirinê vegerîne jîyînê?

5 Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jîyînê? Bêşik, erê! Bi alîkariya ruhê Pîroz, Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê, wekî Xwedê derheqa rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Hoseya 13:14; Eyantî 20:11-13). Û Yehowa sozê xwe timê tîne sêrî (Yêşû 23:14). Yehowa bi dil û can dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jîyînê. Çira em dikarin vê yekê bêjin?

6 Bifikirin derheqa gotinên Îbo. Ewî bawer dikir ku hergê ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku dîsa wî ji mirinê rake (Îbo 14:14, 15). Hema bi wî cûreyî, Yehowa bi dil û can hîviya wê rojê ye, wekî hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û ku ewana sihet-qewat û bextewar bin. Gelo Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa wan meriva, mecala kîjana tune bû derheqa Wî pêbihesin? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wana jî ji mirinê rake (Karên Şandiya 24:15). Ew dixwaze mecalê bide wan, ku ewana bibin dostên wî û emirê heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16). Belê, Yehowa hizreta vê rojê ye, ku meriva ji mirinê vegerîne jîyînê.

7-8. Em çira dikarin bawer bin, ku qewata Yehowa heye wekî miriya dîsa vegerîne jîyînê?

7 Gelo qewata Yehowa heye ku miriya dîsa vegerîne jîyînê? Bêşik, erê! Çimkî ew “Xwedêyê Hemû Zorayiyê” ye (Eyantî 1:8). Qewata Yehowa usa mezin e, ku ew dikare hemû dijmina, hela hê mirinê jî kuta ke (1 Korintî 15:26). Ev yek me qewî dike û dilbîniyê dide me. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Êmma Arnold. Şerê Hemdinyayê ya II-da, baweriya wê û malbeta wê gelek car hate cêribandinê. Qîza Êmmayê gelekî xemgîn bû, çimkî merivên wêye hizkirî, girtîgehên Natsîstada mirin. Êmma ber dilê wêda hat û gotê: “Hergê yên mirî venegerin jîyînê, ev yek tê hesabê ku dijminê me, dêmek mirin ji Xwedê qewattir e. Tiştê usa naqewime, çimkî Xwedê wê eseyî wana ji mirinê rake”. Bêşik, tu tişt beramberî qewata Yehowa nabe! Çawa ku Xwedê meriv bi qewata xwe efirandine, ew usa jî dikare wana bi qewata xwe ji mirinê rake.

8 Menîke din ku çira em zanin, wekî Xwedê dikare miriya dîsa vegerîne jîyînê, ew e, ku bîranîna wî bêsînor e. Xwedê navê her steyrkekê zane (Îşaya 40:26). Kesên mirî jî bîra Xwedêda nin (Îbo 14:13; Lûqa 20:37, 38). Ew her tiştî hûr bi hûr derheqa kesên mirî zane, mesele reng-rûyê wan, xeyset-hunurên wan û usa jî bîranîn û serhatiya wan.

9. Çira em baweriya xwe sozê Yehowa tînin ku ewê miriya vegerîne jîyînê?

9 Çira em baweriya xwe sozê Yehowa tînin, ku ewê miriya vegerîne jîyînê? Çimkî him xwestin him jî qewata wî heye, wekî vî sozê xwe bîne sêrî. Menîke din jî ev e, ku Yehowa berê jî kesên mirî sax dikir. Mesele, ewî qewat da Îsa û hine xizmetkarên xweye amin, ku vê yekê bikin. Niha emê derheqa keremeteke Îsa kûr şêwir kin, kîjan ku Yûhenna serê 11-da hatiye nivîsarê.

DOSTEKÎ ÎSAYÎ DELAL MIR

10. Çaxê Îsa ji Beytanyayê dûr bû, çi qewimî û ewî çi kir? (Yûhenna 11:1-3)

10 Bixûne Yûhenna 11:1-3. Bide ber çevê xwe, ku xilaziya sala 32 D.M., Beytanyayêda çi qewimî. Dostê Îsa, Lazar û herdu xûşkên wî Meryem û Merta vî gundîda dijîtin (Lûqa 10:38-42). Lazar nexweş ketibû û xûşkên wî xemgîn bûn. Wana derheqa nexweşiya wî elamî Îsa kir. Wî wedeyî, ew derbazî aliyê din ji çemê Ûrdunê bibû û weke riya du roja ji Beytanyayê dûr ketibû (Yûhenna 10:40). Lê yazix, heta xeber gihîşte Îsa, Lazar îda mir. Rast e Îsa bihîst ku dostê wî miriye, lê ew dîsa jî du roja wêderê ma. Paşê ew çû Beytanyayê. Çaxê Îsa gihîşte wêderê, îda çar roj bû, ku Lazar miribû. Îsa dixwest bona dostên xwe keremeteke mezin bike û bi vî cûreyî rûmetê bide Xwedê (Yûhenna 11:4, 6, 11, 17).

11. Em ji vê serhatiyê çi dikarin hîn bin derheqa hevaltiyê?

11 Em dikarin ji vê serhatiyê derheqa dostiyê çi hîn bin? Hela bifikire: Gava Meryem û Mertayê derheqa nexweşiya Lazar, Îsara elametî şandin, wana wîra negot ku bira ew bê Beytanyayê. Wana tenê jêra got ku dostê wî nexweş e (Yûhenna 11:3). Gava Lazar mir, Îsa dikaribû dûrva jî ew ji mirinê rakira. Lê Îsa safî kir, wekî here Beytanyayê, seva ku kêleka Meryemê û Mertayê be. Gelo dostekî teyî usa heye, ku hazir e bê gotina te jî kêleka te be û alî te bike? Hevalê rast “roja oxirmê giran” hazir e alîkariyê bide me (Metelok 17:17). Mîna Îsa, em jî dikarin bona kesên din bibin hevalên qenc! Gelo Îsa paşê çi kir? Were em binihêrin.

12. Îsa çi soz da Mertayê û ewê çira dikaribû baweriya xwe vî sozî bîne? (Yûhenna 11:23-26)

12 Bixûne Yûhenna 11:23-26. Çaxê Xûşka Lazar, Mertayê bihîst, ku Îsa nêzîkî Beytanyayê ye, ew çû pêşiya wî û jêra got: “Xudan, heger tu vir bûyayî, birê min nedimir” (Yûhenna 11:21). Îsa dikaribû Lazar qenc kira. Lê ewî dixwest tiştekî diha mezin bikira. Ewî soz da Mertayê: “Birê teyê ji mirinê rabe”. Paşê ewî Mertayêra got ku ew çira dikare baweriya xwe giliyên wî bîne: “Ez im rabûn û jiyîn!” Belê, Xwedê qewat daye Îsa, wekî miriya vegerîne jîyînê. Carekê, Îsa keçikek hine wext şûnda paşî mirina wê, vegerande jîyînê. Carekê jî, ewî xortek hema roja mirina wî, vegerande jîyînê (Lûqa 7:11-15; 8:49-55). Lê gelo ewî dikaribû kesekî ku îda çar roj miribû û bîn ketibûyê, ji mirinê rakira?

“LAZAR, DERKEVE!”

Dilê Îsa ser dostên wî dişewitî (Binihêre abzasa 13-14)

13. Li gora Yûhenna 11:32-35, gava Îsa dît ku Meryem û kesên din digirîn, ewî çi kir? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Bixûne Yûhenna 11:32-35. Bide ber çevê xwe ku paşê çi qewimî. Meryem, xûşka Lazare din, çû pêşiya Îsa. Ewê jî usa gote wî: “Xudan, heger tu li vê derê bûyayî, birê min nedimir”. Meryem û kesên din jî gelek xemgîn bûn. Gava Îsa êşa dilê wan û hêsirên çevê wan dîtin, ew gelekî xemgîn bû. Dilê Îsa ser wan şewitî û ew jî tevî wan giriya. Ewî zanibû ku çaxê dostekî meriva dimire, ev yek êşeke gelek giran e. Bêşik, ewî ji dil dixwest meniya hêsirên wan kuta ke!

14. Em ji dilşewatiya Îsa hindava hêsirên Meryemê, derheqa Yehowa çi hîn dibin?

14 Dilşewatiya Îsa hindava hêsirên Meryemê nîşan dike, wekî dilê Yehowa ser me dişewite. Çira em dikarin usa bêjin? Çawa ku me gotara pêşinda dît, Îsa bi temamî çev dide hest û fikirên Bavê xwe (Yûhenna 12:45). Dilê Îsa ser dostên wî usa dişewitî, ku hêsir ji çevê wî dibarîn. Ji vê yekê, em fem dikin ku gava Yehowa hêsirên çevê me divîne, ew gelekî xemgîn dibe (Zebûr 56:8). Bêşik, zanebûna vê yekê, ku dilê Yehowa ser me dişewite, alî me dike wekî em diha nêzîkî Xwedayê xweyî dilovan bin.

Îsa îzbat kir ku qewata wî ser mirinê heye (Binihêre abzasa 15-16)

15. Li gora Yûhenna 11:41-44, ber tirba Lazar çi qewimî? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Bixûne Yûhenna 11:41-44. Gava Îsa gihîşte tirba Lazar, ewî got ku bira kevirê li ber derê şkeftê bidine alîkî. Lê Mertayê got, ku îda bîn ketiye cinyazê wî. Îsa usa cab da: “Min tera negot, heger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?” (Yûhenna 11:39, 40). Paşê Îsa dîna xwe da ezmên û ber hemûya dua kir. Ewî dixwest bona vê yekê rûmetê bide Yehowa. Paşê Îsa bi dengê bilind got: “Lazar, derkeve!” Û Lazar ji tirbê derket! Îsa keremeteke usa kir, kîjan ku bona meriva tiştekî nebûyî bû.

16. Serhatiya ji Yûhenna serê 11 çawa baweriya me hindava rabûna miriya diha qewî dike?

16 Serhatiya ji Yûhenna serê 11 baweriya me hindava rabûna miriya diha qewî dike. Gelo çawa? Îsa Mertayêra got: “Birê teyê ji mirinê rabe” (Yûhenna 11:23). Îsa mîna Bavê xwe, him dixwaze him jî dikare vî sozê xwe bîne sêrî. Ji hêsirên wî tê kifşê, ku ew bi dil û can dixwaze mirinê û êşa dila ji bo derdê mirinê, bi temamî bide hildanê. Çaxê Lazar ji tirbê derket, carekê jî hate îzbatkirinê, ku qewata Îsa heye wekî miriya vegerîne jîyînê. Usa jî, giliyên ku Îsa Mertayêra gotibû, bîne bîra xwe: “Min tera negot, heger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî? (Yûhenna 11:40). Gelek menî hene, ku em baweriya xwe sozê Yehowa bînin, derheqa rabûna miriya. Gelo em çi dikarin bikin, wekî hêviya rabûna miriya bona me diha rêalî be?

BIRA HÊVIYA RABÛNA MIRIYA BONA TE RÊALÎ BE

17. Gava em Kitêba Pîrozda serhatiyên derheqa rabûna miriya dixûnin, gerekê em ser çi bifikirin?

17 Serhatiyên derheqa rabûna miriya bixûne û ser wan kûr bifikire. Kitêba Pîroz besa heyşt meriva dike, yên ku ji mirinê hatibûn rakirinê. c Van her serhatiya kûr lêkolîn ke. Gava tu van serhatiya dixûnî, bîne bîra xwe ku ewana merivne mîna me bûn. Bifikire, tu ji wan çi dikarî hîn bî. Ji xwe bipirse: Her serhatî çawa nîşan dike, ku xwestin û qewata Xwedê heye, wekî kesên mirî vegerîne jîyînê. Û derheqa saxkirina Îsa kûr bifikire, kîjan ku here ferz bû. Bi seda meriv bûne şede, ku Îsa ji mirinê hate rakirinê, û ev yek bûye hîmê baweriya me (1 Korintî 15:3-6, 20-22).

18. Kilamên derheqa hêviya rabûna miriya ça dikarin alî me bikin? (Usa jî binihêre spartin.)

18 Kilamên derheqa hêviya rabûna miriya bibihê, bistirê û ser wan bifikire d (Efesî 5:19). Ev kilam baweriya me hindava rabûna miriya qewî dikin û bona me diha rêalî dikin. Guh bide van kilama û bistirê. Wedê Qulixkirina tevî malbetê ser xeberên kilama bifikirin. Xeberên kilama ezberî bike û bira ew timê hiş û dilê teda bin. Hergê emirê te bikeve qeziyê yan merivekî teyî hizkirî bimire, ruhê pîroz wê alî te bike, wekî tu van kilama bînî bîra xwe, yên ku wê qewatê bidin te û dilê te rihet bikin.

19. Em dikarin derheqa rabûna miriya çi bidin ber çevê xwe? (Binihêre çargoşe “ Tuyê Çi ji Wana Bipirsî?”)

19 Dinya teze bidine ber çevê xwe. Yehowa em usa efirandine, ku em dikarin dinya teze bidine ber çevê xwe. Xûşkek usa dibêje: “Min dinya teze haqas dianî ber çevê xwe ku hela hê bîna kulîrka jî dihate min”. Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda xizmetkarên Yehowaye amin, yên hêna berê pê çevê xwe divînî. Tu dixwazî îlahî kê bivînî? Tuyê kîjan pirsa bidî wan? Usa jî, bide ber çevê xwe, ku çaxê tu heval û merivên xweye nêzîk û hizkirî bivînî, tuyê çiqas şa bî, çi wanra bêjî û ça wana hemêz kî!

20. Em bi dil û can çi dixwazin bikin?

20 Em bona sozê Yehowaye derheqa rabûna miriya gelekî şêkirdar in! Em bawer dikin ku ewê sozê xwe bîne sêrî, çimkî him xwestin û him jî qewata wî heye. Em nihada, bi dil û can dixwazin baweriya xwe hindava rabûna miriya diha qewî kin. Usa emê diha nêzîkî Xwedê bin, yê ku ev sozê xweş daye me: “Merivê Te Dîsa Rabe!”

KILAMA 147 Emirê Heta-Hetayê Sozdayî

a Hergê merivekî teyî hizkirî miriye, bêşik, sozê rabûna ji mirinê dikare êşa dilê te sivik ke. Gelo tu ça dikarî kesên dinra şirovekî, wekî tu çira vî sozî bawer dikî? Usa jî, tu çawa dikarî baweriya xwe hindava rabûna miriya diha qewî kî? Ev gotar wê alî me hemûya bike, wekî em baweriya xwe hindava hêviya rabûna miriya qewî kin.

b Vîdêo-miqam bi navê Ew Roj Ber Şêmîkê ye! meha Mijdarê, sala 2016-da hate derxistinê.

c Binihêre çargoşe bi navê “Saxkirina Heyşt Meriva ku Kitêba Pîrozda Tê Gilîkirinê” ji Birca Qerewiliyê 1 Tebaxê, sala 2015, rûpêla 4.

d Van kilama ji kitêba “Bi Dil û Can bona Yehowa Bistirên” binihêre: “Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe” (Kilama 139), “Ewan Soza Tu Bîr Neke!” (Kilama 144), û “Wê Gazî ke” (Kilama 151). Usa jî ser jw.org van kilama binihêre “Ew Roj Ber Şêmîkê ye!”, “Dinya Teze Nêzîk e” û “Tuyê Pê Çevê Xwe Bivînî”.