Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 18

Civatêda Hêlana Bidine Hev

Civatêda Hêlana Bidine Hev

“Em bona hevdu xem bikin, wekî . . . hêlana bidine hev” (ÎBRANÎ 10:24, 25).

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

VÊ GOTARÊDA a

1. Çima em civatêda caba didin?

 EM ÇIRA diçin ser civata? Ya ewlin, em pesinê Yehowa Xwedê didin (Zebûr 26:12; 111:1). Usa jî, em dixwazin van rojên çetinda hevdu hêlan kin (1 Têsalonîkî 5:11). Belê, gava em destê xwe bilind dikin û cabekê didin, em pesinê Yehowa didin û hevdu qewî dikin.

2. Ser civatê, kengê em dikarin caba bidin?

2 Her heftî, mecala me heye ku ser civata caba xwe bidin. Mesele, Şemî yan Ledê wedê lêkolîna Birca Qerewiliyê, em dikarin cabên xwe bidin. Usa jî, ser civîna Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin, wedê lêkolîna para Xizna Kitêba Pîroz, û wedê şêwirkirinên din, em dikarin cabên xwe bidin.

3. Çima cara mera çetin e cabên xwe bidin, û giliyên ji Îbranî 10:24, 25 ça alî me dikin?

3 Em gişkî jî dixwazin pesinê Yehowa bidin û xûşk-bira hêlan kin û qewî kin. Lê diqewime mera zor e caba xwe bidin, dibeke em ditirsin yan jî şerm dikin. Yan jî em ji dil dixwazin diha zêde caba bidin, lê diqewime birê ku civatê derbaz dike, gelek car ji me napirse. Derecên usada em dikarin çi bikin? Giliyên ku Pawlosê şandî Îbraniyara nivîsîbû, dikarin alî me bikin. Çaxê ewî besa ferzbûna civîna kir, ewî got ku gerekê em “hêlana bidine hev” (Bixûne Îbranî 10:24, 25). Hergê em fem bikin, ku em dikarin bi giliyên hêsa jî baweriya xwe bidine kifşê û hevdu qewî kin, wê mera hêsa be cabên xwe bidin. Û hergê birê ku civatê derbaz dike, haqas car ji me napirse çiqas em dixwazin, dîsa jî em dikarin şa bin, çimkî mecal dikeve destê kesên din, ku caba xwe bidin (1 Petrûs 3:8).

4. Vê gotarêda emê kîjan sê tişta şêwir kin?

4 Vê gotarêda, ya ewlin emê bivînin ku em çawa dikarin civata biçûkda, dêmek kîderê ku mizgînvan hindik in, pê cabên xwe hevdu hêlan kin. Paşê, emê pêbihesin, ku em çawa dikarin civata mezinda, kîderê ku mizgînvan zef in, cabên xwe bidin. Û xilaziyêda emê şêwir kin, ku em gerekê ça cabên xwe bidin, wekî hevdu qewî kin.

CIVATA BIÇÛKDA HEVDU HÊLAN KIN

5. Hergê ser civatê mizgînvan hindik in, em ça dikarin wana hêlan kin?

5 Civat û komên biçûkda, hejmara xûşk-birên ku caba xwe didin, kêm e. Carna heta ku kesek destê xwe bilind bike, birê ku civatê derbaz dike gerekê hinekî bisekine. Cara usa dikare bê kifşê, wekî civat hewas derbaz nabe û em hêlanê nastînin. Hingê em çi dikarin bikin? Were em timê hazir bin, ku gelek car destê xwe bilind kin. Hergê em usa bikin, emê kesên din hêlan kin, ku ewana jî diha zêde cabên xwe bidin.

6-7. Çi dikare alî te bike wekî tu netirsî yan jî şerm nekî caba xwe bidî?

6 Gelo tu ditirsî yan şerm dikî ku caba xwe bidî? Hergê erê, berxwe nekeve, ne tenê tu, lê gelek kesên din jî xwe usa texmîn dikin. Bêşik, tu dixwazî pê cabên xwe xûşk-bira qewî kî. Gelo çi dikare alî te bike, wekî tu gelekî netirsî yan jî şerm nekî ku caba xwe bidî?

7 Hine gotarên ji jûrnalên Birca Qerewiliyê, b yên ku pêşda hatibûn neşirkirinê, dikarin alî te bikin. Mesele, tu dikarî xwe rind hazir kî (Metelok 21:5). Tu çiqas baş xwe hazir kî, wê haqas hêsa be wekî tu caba xwe bidî. Usa jî, bira cabên te kin bin (Metelok 15:23; 17:27). Cabeke kin wê alî te bike, wekî tu gelek berxwe nekevî. Cabên kin, yên ku ji cimlekî yan duda ne, hêsa têne femkirinê. Lê cabên gelek dirêj, çetin têne femkirinê. Hergê tu cabeke kin pê giliyên xwe bêjî, tuyê nîşan kî, wekî te xwe rind hazir kiriye û gotar baş fem kiriye.

8. Gava em xîret in, Yehowa ça ser vê yekê dinihêre?

8 Diqewime te hine şîretên ji wan gotara daye xebatê, lê dîsa jî dibeke tera çetin e caba xwe bidî. Tu dikarî bawer bî, ku Yehowa gelek xîreta te qîmet dike (Lûqa 21:1-4). Ew tiştekî ji qewata me der, ji me dewa nake (Fîlîpî 4:5). Pêşiyê bifikire, wekî çi tu dikarî bikî. Xwera nêtekê dayne û bona dilrihetiyê dua bike. Mesele, tu dikarî xwera nêt daynî, wekî wedê her civîna caba xwe bidî.

CIVATA MEZINDA HEVDU HÊLAN KIN

9. Civata mezinda kîjan çetinayî dikare pêşda bê?

9 Hergê civata teda gelek mizgînvan hene, wî çaxî çetinayîke din dikare pêşda bê. Diqewime haqas kes destê xwe hilbirin, ku destê te neyê dîtinê. Were em dîna xwe bidine mesela xûşka me bi navê Danîêla. c Ew hiz dike civatêda caba xwe bide. Ew vê yekê hesab dike ça para hebandinê û ça mecal, wekî xûşk-bira hêlan ke û rastiyên Kitêba Pîroz hişê xweda xweyî ke. Lê gava ew derbazî civateke mezin bû, birê ku civat derbaz dikir, hine car ji wê dipirsî, cara jî qe ne dihate standinê ku ew caba xwe bide. Ew dibêje: “Ez gelekî dilteng dibûm. Min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî tiştek ji min kêm dibû. Her cara çaxê usa dibû, min digot wekî ev birê ku civatê derbaz dike, qesta min napirse”.

10. Seva ku mecal bikeve destê te, wekî cabekê bidî, tu dikarî çi bikî?

10 Gelo tu jî carna xwe mîna Danîêlayê texmîn dikî? Hergê erê, dibeke tu bifikirî wekî diha baş e tenê guh bidî û îda destê xwe hilnebirî. Lê dilteng nebe, berdewam ke destê xwe hilbire. Tu dikarî bona her civînekê, çend caba hazir kî. Hergê te destpêka civatêda cab neda, dîsa jî vê mecala te hebe ku caba xwe bidî. Çaxê tu xwe bona lêkolîna Birca Qerewiliyê hazir dikî, bifikire ku her abzasek çawa têma serekeva girêdayî ye. Hergê tu usa bikî, tuyê bikaribî civatêda cabên baş bidî. Usa jî, tu dikarî cabên derheqa wan hînkirinên Kitêba Pîroz hazir kî, şirovekirina kîjana hêsa nîne (1 Korintî 2:10). Gelo çira? Çimkî gelek kes bona abzasên usa destê xwe bilind nakin. Lê hergê tu her tiştî usa dikî, çawa ku şîret hatine dayînê û dîsa jî ser çend civata mecal nakeve destê te, ku caba xwe bidî, tu çi dikarî bikî? Pêşiya civatê, tu dikarî herî cem birê ku civatê derbaz dike û jêra bêjî wekî tu dixwazî caba kîjan pirsê bidî.

11. Fîlîpî 2:4 çida me hêlan dike?

11 Bixûne Fîlîpî 2:4. Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî xûşk-bira hêlan dikir, wekî ewana diha zêde bikevine heyra merivên din. Em ça dikarin vê şîretê civatêda bidine xebatê? Em gerekê bîr nekin, wekî kesên din jî dixwazin caba xwe bidin.

Çawa tu xeberdanêda mecalê didî kesên din, civatêda jî mecalê bide kesên din ku caba xwe bidin (Binihêre abzasa 12)

12. Em çawa dikarin civatêda hevdu hêlan kin? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Were em derheqa vê meselê bifikirin. Besa xeberê tu tevî hevalekî xwe xeber didî. Gelo tenê tuyê xeber dî û qe mecalê nedî wî ku ew jî xeber de? Bêşik tuyê bixwazî ku ew jî fikirên xwe bêje. Hema bi vî cûreyî, civatêda jî, em dixwazin mecalê bidine kesên din jî ku cabên xwe bidin. Gelo mecala here baş kîjan e ku em civatêda hevdu hêlan kin? Em dikarin mecalê bidin xûşk-bira, ku ewana pê cabên xwe baweriya xwe eyan kin (1 Korintî 10:24). Were em binihêrin, ku em çawa dikarin vê yekê bikin.

13. Em ça dikarin mecalê bidin kesên din jî ku caba xwe bidin?

13 Bira cabên me kin bin. Usa wê diha zêde wede bimîne wekî kesên din jî caba xwe bidin. Rûspî û mizgînvanên cêribandî dikarin vê yekêda bibine meseleke baş. Gava em cabeke kin didin, were em gelek fikira nebêjin. Hergê em hemû fikirên abzasêda bêjin, bona kesên din wê mecal nemîne ku caba xwe bidin. Mesele, abzasekêda du fikir hene, wî çaxî bira cabên me kin bin û em hemû fikira nebêjin. Hergê tu bona vê abzasê caba pêşin bidî, fesal be wekî fikira duda nebêjî.

Civatêda, em kengê safî dikin ku destê xwe bilind nekin? (Binihêre abzasa 14) f

14. Çi dikare alî me bike, wekî em safî kin hela çend cara destê xwe bilind kin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Gava tu safî dikî, wekî çend caba bidî, hinekî xwegirtî be. Hergê em destê xwe gelek car bilind kin, birê ku civatê derbaz dike, dikare mecbûr be ku ji me bipirse û ji bo vê yekê diqewime mecal nekeve destê kesên din, wekî caba xwe bidin. Ev yek dikare bibe menî ku kesên din destê xwe bilind nekin (Waîz 3:7).

15. (a) Hergê birê ku civatê derbaz dike ji me pirs neke, çira em gerekê nexeyîdin? (b) Seva ku her kes caba xwe bide, birê ku civatê derbaz dike, gerekê çi bike? (Binihêre çargoşe “ Hergê Tu Civînê Derbaz Dikî”.)

15 Gava wedê lêkolînê gelek xûşk-bira destê xwe bilind bikin, dibeke em nikaribin haqas car caba xwe bidin çiqas dixwazin. Carna jî, dibeke birê ku civatê derbaz dike, qe nikaribe hema carekê me pirîske. Wî çaxî dibeke em bixeyîdin, lê em gerekê ser xwe bixebitin, wekî xeydê ji dilê xwe derxin (Waîz 7:9).

16. Em çawa dikarin xûşk-birên ku caba xwe didin, qewî kin?

16 Hergê nayê standinê wekî tu gelek car caba xwe bidî, rind guh bide cabên kesên din û paşî civînê pesinê wan bide. Çawa ku cabên te dikarin xûşk-bira qewî kin, usa jî gava tu payê wan bidî, tuyê dilê wan şa kî û wana qewî kî (Metelok 10:21). Gava em payê kesên din didin, ev yek hêlanê dide wan.

MECALÊN DIN KU ÇAWA HEVDU HÊLAN KIN

17. (a) Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ser civatê caba xwe bidin? (b) Li gora vîdêoyê, çar gavên ku dikarin alî zarên we bikin, çi ne? (Usa jî binihêre spartin.)

17 Mecalên din jî hene ku em civatêda hevdu qewî kin. Mesele, dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana li gora salên xwe, cabên xwe hazir bikin (Metta 21:16). Carna têmên gelek ferz ser civatê têne lêkolînkirinê, mesele problêmên zewacêda yan pirsên nav-namûsiyêva girêdayî. Lê dîsa jî zara we dikare ser hine pirsa caba xwe bide. Usa jî zarên xwera şirovekin, ku gava ewana destên xwe bilind bikin, dibeke bira cara ji wan pirs neke. Ev yek wê alî wan bike, ku nexeyîdin (1 Tîmotêyo 6:18). d

18. Gava em cabekê didin, em çawa dikarin dîna meriva nekişînin ser xwe? (Metelok 27:2)

18 Em gişk dikarin cabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xûşk-bira qewî dikin, hazir bikin (Metelok 25:11). Carna em dikarin besa dereca xwe bikin, lê gerekê em gelekî dîna meriva nekişînin ser xwe (Bixûne Metelok 27:2; 2 Korintî 10:18). Dewsa vê yekê, em gerekê dîna meriva bikişînin ser Yehowa, Xebera wî û cimeta wî (Eyantî 4:11). Lê hergê pirsa abzasê pirseke şexsî be, em dikarin bi milûktî caba xwe bidin. Mesele, were em dîna xwe bidine abzasa paşin.

19. (a) Hergê em bikevin heyra kesên din, ev yek wê çi karê bîne? (Romayî 1:11, 12) (b) Tu çira hiz dikî ser civata caba xwe bidî?

19 Bona vê yekê ku em çawa dikarin cabên xwe bidin, qeyde nehatine dayînê. Lê gerekê em pê cabên xwe hevdu qewî kin. Bona vê yekê, em dikarin diha zêde caba bidin. Usa jî em gelek razî ne, ku mera mecal tê dayînê, wekî caba xwe bidin. Ev yek tê hesabê ku gava mecal dikeve destê kesên din wekî caba xwe bidin, em şa dibin. Gava civatêda em dikevin heyra kesên din ne ku heyra xwe, usa em xûşk-bira hêlan dikin û qewî dikin (Bixûne Romayî 1:11, 12).

KILAMA 93 Civatên Me Kerem ke

a Gava em ser civatê cabên xwe didin, em hevdu qewî dikin. Hinek kes ditirsin yan jî şerm dikin ku caba xwe bidin. Lê hinek jî bi şabûnê caba xwe didin û hîviyê ne, ku gelek cara ji wan bipirsin. Wan derecada, em çawa dikarin pê cabên xwe hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev? Vê gotarêda, emê caba vê pirsê bistînin.

b Hê zêde înformasiyayê binihêrin jûrnala Birca Qerewiliyêda, ya meha Çileyê, sala 2019, rûp. 8-13.

c Nav hatiye guhastinê.

d Ser jw.org binihêre vîdêo bi navê Bibe Dostê Yehowa—Caba Xwe Hazir ke.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Civateke mezinda, birakî ku îda cab daye, mecalê dide kesên din ku ewana jî caba xwe bidin.