Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

Em Ça Dikarin Baweriya Xwe Hindava Dinya Teze Qewî kin?

Em Ça Dikarin Baweriya Xwe Hindava Dinya Teze Qewî kin?

“[Yehowa] got wê neke? Xeber da wê neyne sêrî?” (JIMAR 23:19).

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Heta ku dinya teze bê, em gerekê çi bikin?

 EM SOZÊ Yehowa gelek qîmet dikin, ku Ewê dinya xirab bike cinet (2 Petrûs 3:13). Rast e em nizanin erd wê kengê bibe cinet, lê tiştên ku der-dorê me diqewimin, nîşan dikin wekî ew yek gelek nêzîk e (Metta 24:32-34, 36; Karên Şandiya 1:7).

2 Firqî tune em çiqas sal rastiyêda nin, her kes ji me gerekê baweriya xwe hindava vî sozê Xwedê qewî ke. Gelo çira? Çimkî hela hê baweriya qewî jî dikare sist be. Pawlosê şandî kêmbûn yan tunebûna baweriyê nav kir ça “gunê ku rihet li me” diale (Îbranî 12:1). Seva ku baweriya me sist nebe, em gerekê hertim îzbatiyên ku dinya teze nêzîk e, lêkolîn bikin (Îbranî 11:1).

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda emê derheqa sê tişta şêwir kin, yên ku dikarin baweriya me hindava dinya teze qewî kin: (1) kûr derheqa kirînê bifikirin, (2) derheqa qewata Yehowa bifikirin û (3) wan tişta bikin, çi ku me diha nêzîkî Yehowa dikin. Paşê emê bivînin wekî giliyên Yehowa yên ku ewî gote Hebaqûq, çawa baweriya me qewî dikin. Pêşiyê were em derheqa hine dereca şêwir kin, kîjanada em gerekê baweriya xwe îzbat kin.

DERECE, KÎJANADA GEREKÊ BAWERIYA QEWÎ NÎŞAN KIN

4. Çida mera baweriya qewî lazim e?

4 Em her roj safîkirina dikin û bona wê yekê mera baweriya qewî lazim e. Mesele, em safîkirinên usa dikin ça bijartina hevala, wedederbazkirinê, hînbûnê, zewacê, zara û xebatê. Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo safîkirinên min didine kifşê, ku xilaziya vê dinya xirab gelek nêzîk e û zûtirekê Xwedê wê temamiya erdê bike cinet? Gelo ez mîna wan meriva safîkirina dikim, yên ku bawer nakin wekî emirê heta-hetayê heye?” (Metta 6:19, 20; Lûqa 12:16-21). Emê bikaribin safîkirinên baş bikin, hergê bawer kin, ku dinya teze gelek nêzîk e.

5-6. Çira wedê tengasiya, baweriya qewî mera lazim e? Meselê bîne.

5 Usa jî em rastî çetinaya tên, kîjanada baweriya qewî lazim e. Mesele, peyketin, nexweşiyên giran yan jî tengasiyên din, dikarin bibine menî ku em dilteng bin. Çaxê em rastî tengasîkê tên, sêrîda dibeke em teyax kin. Lê hergê ev tengasî dirêj bikişîne, wî çaxî îda baweriya qewî wê mera lazim be, wekî em sebir kin û bi dilê şa berdewam kin Yehowara xizmet kin (Romayî 12:12; 1 Petrûs 1:6, 7).

6 Wedê tengasîke giran, diqewime em bifikirin ku dinya teze wê qe neyê. Lê gelo ev yek tê hesabê ku baweriya me sist e? Hemikî na! Were em dîna xwe bidine vê meselê. Wedê zivistaneke gelek sar, dibeke em bifikirin ku havîn wê qe neyê. Lê dîsa jî havîn tê. Hema mîna vê yekê, gava em ji bo tengasiya gelek dilteng dibin, dibeke em bifikirin ku dinya teze wê qe neyê. Lê hergê baweriya me qewî ye, em zanin wekî hemû sozên Xwedê wê eseyî bêne sêrî (Zebûr 94:3, 14, 15; Îbranî 6:17-19). Baweriya qewî alî me dike, ku em jîyîna xweda şixulên ruhanî daynin ser ciyê pêşin.

7. Em çida gerekê dudilî nebin?

7 Bona belakirina mizgîniyê jî mera baweriya qewî lazim e. Gelek meriv dibêjin, wekî mizgîniya derheqa dinya teze usa xweş e, ku ewana nikarin vê yekê bawer kin (Metta 24:14; Hezeqêl 33:32). Em gerekê miqatî xwe bin, wekî mîna van meriva, hindava sozê Yehowa şik nekeve dilê me. Seva ku ev yek tu car neyê serê me, em gerekê berdewam kin baweriya xwe qewî kin. Niha emê sê tişta şêwir kin, bi saya kîjana emê bikaribin baweriya xwe qewî kin.

DERHEQA KIRÎNÊ BIFIKIRIN

8-9. Gava em derheqa kirînê difikirin, baweriya me çira diha qewî dibe?

8 Ya yekê, hergê em ser qurbanbûna Îsa Mesîh kûr bifikirin, emê baweriya xwe diha qewî kin. Qurbanbûna Îsa me dide bawerkirinê, wekî hemû sozên Xwedê wê eseyî bêne sêrî. Gava em kûr difikirin, ku Yehowa çira Îsa kire qurban û ev qurban bona Xwedê çiqas qîmet bû, em diha zêde bawer dikin, wekî Xwedê wê sozê xwe derheqa dinya teze û emirê heta-hetayê, bîne sêrî. Em çira vê yekêda bawer in?

9 Yehowa Xwedê Kurê xweyî hizkirî ji ezmana şande ser erdê, wekî ew mîna merivekî bêqisûr bê bûyînê. Gava Îsa ser erdê bû, ew rastî cûre-cûre çetinaya hat. Paşê ewî êşeke giran kişand û mir. Bidine hişê xwe, Yehowa qurbaneke çiqas mezin û qîmet bona me daye! Xwedê wê tu cara îzin neda, wekî Kurê wî êş bikişanda û bimira tenê seva vê yekê, ku em bextewar bin lê kin bijîn (Yûhenna 3:16; 1 Petrûs 1:18, 19). Belê, Yehowa qurbaneke gelek qîmet bona me berva da, lema jî bêşik ewê mecalê bide me ku em heta-hetayê dinya tezeda bijîn.

DERHEQA QEWATA YEHOWA BIFIKIRE

10. Li gora Efesî 3:20, Yehowa dikare çi bike?

10 Ya duda, hergê em derheqa qewata Yehowa bifikirin, emê baweriya xwe diha qewî kin. Bêşik qewata wî heye, wekî hemû sozên xwe bîne sêrî. Lê dîsa jî, gelek meriv difikirin wekî sozê derheqa jîyîna heta-hetayê dinya tezeda, tiştekî nebûyî ye. Lê Yehowa gelek cara sozên usa dida, ku meriva wê tu cara xwexa nikaribûna baniyana sêrî. Xwedê çi dibêje, tîne sêrî, çimkî qewata wî bêsînor e (Îbo 42:2; Marqos 10:27). Lema jî em ecêbmayî namînin, wekî Ewî sozên usa baş û mexsûs daye me (Bixûne Efesî 3:20).

11. Derheqa sozekî Yehowa gilî ke, kîjan ku merivara gelek ecêbmayî dihate kifşê. (Binihêre çargoşe “ Hine Sozên Mexsûs ku Hatine Sêrî”.)

11 Were em dîna xwe bidine hine sozên Yehowa, yên ku berê bona cimeta wî ça tiştên ecêbmayî û nebûyî dihatine kifşê. Mesele, ewî soz dabû Birahîm û Serayê, ku emirê wanî mezinda wê kurek wanra bê bûyînê (Destpêbûn 17:15-17). Usa jî, ewî Birahîmra soz dabû, ku wê welatê Kenanê bide zureta wî. Gelek sala zureta Birahîm, dêmek Îsraêlî, Misirêda çawa dîl bûn, lema jî usa dihate kifşê ku ev sozê Xwedê wê tu car neyê sêrî. Lê sozê Yehowa hate sêrî! Paşê Yehowa soz da Êlîzabêtê, ku ewê emirê xweye mezinda kurekî bîne. Usa jî ewî Meryema bikirra got, ku ewê Kurê Wî bîne dinyayê. Bi vê yekê, sozê ku Yehowa bi hezara sala pêşda baxçê Êdênêda dabû, hate sêrî! (Destpêbûn 3:15)

12. Giliyên ji Yêşû 23:14 û Îşaya 55:10, 11 derheqa qewata Yehowa çi eşkere dikin?

12 Çaxê em derheqa sozên Yehowa, yên ku îda hatine sêrî, difikirin, ev yek baweriya me qewî dike, wekî qewata wî heye sozê xweyî derheqa dinya teze jî bîne sêrî (Bixûne Yêşû 23:14; Îşaya 55:10, 11). Hergê baweriya me qewî be, emê bikaribin alî kesên din bikin, wekî ewana jî baweriya xwe qewî kin. Yehowa xwexa derheqa erd û ezmanê teze soz da û got: “Ev xeberne amin û rast in” (Eyantî 21:1, 5).

TIŞTÊN USA BIKE, YÊN KU WÊ TE DIHA NÊZÎKÎ YEHOWA KIN

CIVAT

Ça şixulên ruhanî dikarin baweriya me diha qewî kin? (Binihêre abzasa 13)

13. Civatên me çawa dikarin baweriya me diha qewî kin? Şiroveke.

13 Ya sisiya, hergê em wedê xwe bona şixulên ruhanî xerc kin, emê baweriya xwe diha qewî kin. Were em şêwir kin ku em ji civata çi karê distînin. Xûşka me Anna, ya ku bi deha sala cûre-cûre xizmetiya hertimda kar kiriye, dibêje: “Civatên me alî min dikin, wekî ez baweriya xwe qewî xwey kim. Hergê gotarvan ne yekî cêribandî ye yan jî tiştekî teze nabêje, dîsa jî ev yek minra karê tîne û alî min dike, wekî ez rastiya Kitêba Pîroz diha baş fem bikim. Bi vî cûreyî, baweriya min diha qewî dibe”. b Usa jî, em cabên xûşk-bira gelek qîmet dikin, bi saya kîjana baweriya me qewî dibe (Romayî 1:11, 12; 10:17).

BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ

Ça şixulên ruhanî dikarin baweriya me diha qewî kin? (Binihêre abzasa 14)

14. Belakirina mizgîniyê ça dikare baweriya me qewî ke?

14 Çaxê em mizgîniyê bela dikin, baweriya me diha qewî dibe (Îbranî 10:23). Xûşka me Barbara, ya ku 70 sala zêdetir Yehowara xizmet dike, usa dibêje: “Çaxê ez mizgîniyê bela dikim, baweriya min diha qewî dibe. Çiqas zêde ez derheqa sozên Yehowa merivara gilî dikim, haqas hê zêde baweriya min qewî dibe”.

LÊKOLÎNA ŞEXSÎ

Ça şixulên ruhanî dikarin baweriya me diha qewî kin? (Binihêre abzasa 15)

15. Lêkolîna şexsî çawa baweriya me diha qewî dike? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Lêkolîna şexsî jî dikare baweriya me qewî ke. Mesele, xûşka me Sûsana ji hînbûna şexsî kareke mezin distîne, gava pêşda bona vê yekê wede başqe dike. Ew dibêje: “Rojên Leda ez Birca Qerewiliyê bona heftiya din lêkolîn dikim. Lê Duşem û Sêşema, ez xwe hazir dikim bona civîna Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin. Rojên din jî, ez lêkolîna şexsî derbaz dikim”. Sûsana timê xwe vê grafîkê digire. Ev yek alî wê dike baweriya xwe timê qewî ke. Xûşka me Îrên, ya ku bi deha sala ofîsa serekeda xizmet dike, têderxistiye ku lêkolîna sozên Kitêba Pîroz, baweriya wê qewî dike. Ew dibêje: “Çiqas xweş e ku hemû sozên Yehowa hûr bi hûr têne sêrî”. c

HEMÛ SOZÊN YEHOWA WÊ BÊNE SÊRÎ

16. Tiştên ku Yehowa Hebaqûq pêxemberra gotibûn, çawa îro dilê me qewî dikin? (Îbranî 10:36, 37)

16 Hine xizmetkarên Yehowa îda gelek wext e hîviya xilaziya vê dinya xirab in. Bi nihêrandina hinek meriva, sozên Xwedê wê neyêne sêrî. Yehowa zane ku xizmetkarên wî ça xwe texmîn dikin, lema jî ewî Hebaqûq pêxemberra got: “Ji ber ku xewn, bona demek tê zane ye. Û bona dawî hatinê lez dike û ewê nerast dernekeve. Hergê dereng bikeve, li benda wê be; ji ber ku ewê muheqeq [bêşik] bê. Ew dereng namîne” (Hebaqûq 2:3). Gelo bi van giliya Xwedê dixwest tenê dilê Hebaqûq pêxember qewî ke, yan dilê me jî? Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî ev gilî gotine Mesîhiyên ku gelek hîviya dinya teze bûn (Bixûne Îbranî 10:36, 37). Dibeke em jî carna difikirin, ku sozên Xwedê wê neyne sêrî. Lê em dikarin bawer bin, wekî sozên Yehowa wê derengî nekevin.

17. Xûşkekê çawa şîreta ku Yehowa dabû Hebaqûq, emirê xweda da xebatê?

17 Gelek xizmetkarên Yehowa îda gelek sala li gora vê şîretê dijîn, ya ku Yehowa dabû Hebaqûq û bi sebir hîviya roja wî ne. Mesele, xûşka me Lûîz, sala 1939-da destpêkir Yehowara xizmet ke. Ew dibêje: “Wî çaxî, ez difikirîm wekî Harmegedon pêşiya ku ez mektebê xilaz kim, wê bê. Lê ev yek ne qewimî. Gelek sal, serhatiyên Nuh, Birahîm, Ûsiv û merivên din, alî min dikirin ku ez sebir kim, çimkî ewana jî gelek wext hîviyê bûn, heta ku Yehowa sozên xwe bîne sêrî. Evê yekê çawa alî min usa jî alî kesên din dikir, wekî baweriya xwe hindava sozê Yehowa unda nekin, ku dinya teze wê bê”. Gelek xizmetkarên Yehowa, yên ku gelek sal wîra xizmet dikin, vê yekêra qayîl in!

18. Gava em dîna xwe didine efrîna, ew yek ça baweriya me qewî dike ku dinya teze wê bê?

18 Hemikî dinya teze hê nehatiye. Lê were em bifikirin wekî îro gelek tişt hene, kîjan ku berê tune bûn, mesele steyrk, bax, heywan û usa jî meriv. Lê îro tu kes wan tiştada dudilî nabe. Îro ew hemû tişt hene, çimkî Yehowa ew efirandine (Destpêbûn 1:1, 26, 27). Bîr neke, nêta Xwedê ew e, ku sozê xwe derheqa dinya teze bîne sêrî û wê eseyî vê yekê bike! Dinya tezeda, emê sihet-qewat bin û heta-hetayê bijîn. Em dikarin sed selefî bawer bin, wekî roja Xwedê wê bê. Çawa ku îro erd û ezman heye, dinya teze jî wê hebe (Îşaya 65:17; Eyantî 21:3, 4).

19. Tu çawa dikarî baweriya xwe diha qewî kî?

19 Heta ku dinya teze bê, çi ji destê te tê bike, wekî baweriya xwe diha qewî kî. Timê bona qurbana Îsa razî be û derheqa qewata Yehowa bifikire. Her tiştî bike, wekî diha nêzîkî Yehowa bî. Hergê tu usa bikî, tuyê jî nava wanda bî, “yên ku bi baweriyê û sebirê sozên Xwedê war dibûn” (Îbranî 6:11, 12; Romayî 5:5).

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

a Îro gelek meriv baweriya xwe sozê Kitêba Pîroz naynin, ku dinya teze wê hebe. Ewana difikirin, wekî tiştên usa baş tenê çîrokada hene. Lê em bawer dikin, ku hemû sozên Yehowa, wê ese bêne sêrî. Lema jî em gerekê timê xîret bikin, ku baweriya xwe diha qewî kin. Lê çawa? Vê gotarêda emê derheqa vê yekê şêwir kin.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c Gelek gotar derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz, hûn dikarin bivînin Îndêksa Edebyetên Birca Qerewiliyêda, bin navê “Pêxembertî”. Mesele, binihêrin gotar “Çi Yehowa Dibêje, Tê Sêrî”, ji Birca Qerewiliyê ya 1 Çileyê, sala 2008.