Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15

Em Dikarin ji Keremetên Îsa Çi Hîn bin?

Em Dikarin ji Keremetên Îsa Çi Hîn bin?

“Îsa hemû gund û bajara digeriya . . . hemû cûre nexweşî qenc dikirin” (METTA 9:35).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

VÊ GOTARÊDA a

1. Çi qewimî, gava Îsa keremeta xweye pêşin kir?

 BIDE ber çevê xwe, ku destpêka xizmetiya Îsa çi qewimî. Ev yek payîzê sala 29 D.M.-da qewimî. Îsa, diya wî Meryem û çend şagirtên wî, ser dewatekê li Qanayê hatine teglîfkirinê. Ev gund ji bajarê Îsa, dêmek ji Nisretê, aliyê bakurê bû. Meryem hevala mala bûk û zevê bû, ewê alî wan dikir vê yekêda, ku bona mêvana xem dikir. Lê wedê dewatê, çetinayî pêşda hat, ji bo çi jî him malbet, him jî bûk zeva, dikaribûn şermî bimana. b Dibeke mêvan diha zêde hatin, ne ku ewana hîviyê bûn. Meryem zû çû cem Îsa û jêra got: “Şerava wan nema” (Yûhenna 2:1-3). Gelo Îsa çi kir? Ewî tiştekî ecêbmayî kir, ewî bi keremetî av kire “şerava rind” (Yûhenna 2:9, 10).

2-3. (a) Hine keremetên Îsa kîjan bûn? (b) Em ça dikarin ji şêwirkirina keremetên Îsa karê bistînin?

2 Wedê xizmetiya xweye ser erdê, Îsa gelek keremet kirin. c Ewî qewata xwe dida xebatê, wekî alî bi deha hezara meriva bike. Mesele, du keremetên wî ev bûn: Carekê ewî 5 000 meriv têr kir û paşê jî 4 000 meriv, hergê em jin û zara jî hesab kin, emê bigihîjine 27 000 meriva zêdetir (Metta 14:15-21; 15:32-38). Herdu derecada jî, Îsa gelek kesên nexweş jî qenc kirin (Metta 14:14; 15:30, 31). Bidine ber çevê xwe, ku meriv çiqas şa bûn, gava Îsa wana qenc kir û têr kir!

3 Keremetên Îsa îro jî bona me gelek ferz in. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend keremetên Îsa, yên ku wê baweriya me diha qewî kin. Paşê emê bivînin, ku keremetên Îsa ça milûktî û dilşewatiya wî didine kifşê, û ça em dikarin çev bidine hunurên wî.

DERSÊN DERHEQA YEHOWA Û ÎSA

4. Em ji keremetên Îsa derheqa kê dikarin pêbihesin?

4 Em dikarin ji keremetên Îsa ne tenê derheqa wî, lê derheqa Bavê wî jî gelek tişta pêbihesin. Yehowa Xwedê qewat dida Îsa, wekî ew keremeta bike. Metta 9:35-da usa tê gotinê: “Îsa hemû gund û bajara digeriya, kinîştên wanda hîn dikir, Mizgîniya Padşatiyê dannasîn dikir û li nav cimetê hemû cûre nexweşî qenc dikirin”. Îsa pê xeberdan, kirên xwe û keremetên ku dikir, çev dida Bavê xwe, û bi vê yekê nihêrandin û hestên Bavê xwe eyan dikir (Yûhenna 14:9). Dîna xwe bidine sê dersên ku em dikarin ji keremetên Îsa hîn bin.

5. Çi Îsa hêlan dikir ku keremeta bike? (Metta 20:30-34)

5 Ya pêşin, Îsa û Bavê wî gelekî me hiz dikin. Gava Îsa bi keremeta derdê meriva sivik dikir, ewî nîşan dikir ku ew meriva gelek hiz dike. Carekê, du mêrên kor ji Îsa lava dikirin ku alî wan bike (Bixûne Metta 20:30-34). Dîna xwe bidinê ku berî pêşin “gunê Îsa li wan hat”, û paşê ewî ewana qenc kirin. Usa jî, dilşewatiya wî, ya ku nîşana hizkirina wî bû, wî hêlan dikir, ku ew kesên birçî têr bike û mêrekî kotî qenc bike (Metta 15:32; Marqos 1:41). Yehowa, Xwedêyê rem û dilovan û Kurê wî, gelekî me hiz dikin û bona me xem dikin (Lûqa 1:78; 1 Petrûs 5:7). Yehowa û Îsa hizreta wê rojê ne, ku hemû kul-derdên meriva bidine hildanê!

6. Xwedê çi qewat daye Îsa?

6 Ya duda, Xwedê qewat daye Îsa, wekî ew hemû problêmên meriva bide hildanê. Pê keremetên xwe, Îsa nîşan dikir, ku qewata wî heye van problêmên me safî ke, yên ku meyê tu car nikaribûya pê qewata xwe safî kira. Mesele, qewata wî heye, wekî me ji koka kul-derdên meriva xilaz bike, dêmek ji nexweşî û mirinê, ku derbazî ser me bûne (Metta 9:1-6; Romayî 5:12, 18, 19). Keremetên wî bi zelalî nîşan dikirin, wekî ew dikare “her cûre” nexweşiya qenc bike û hela hê meriva jî ji mirinê rake (Metta 4:23; Yûhenna 11:43, 44). Usa jî, qewata wî heye ku firtona bide sekinandinê û meriva ji hukumê cina xilaz ke (Marqos 4:37-39; Lûqa 8:2). Em gelek şa ne, wekî Yehowa qewateke usa mezin daye Kurê xwe!

7-8. (a) Keremetên Îsa çi nîşan dikin? (b) Dinya tezeda, tu îlahî dixwazî kîjan keremetê bivînî?

7 Ya sisiya, em dikarin sed selefî bawer bin, ku hemû sozên Yehowa wê bi saya Padşatiya Wî bêne sêrî. Keremetên ku Îsa ser erdê kiribûn, meselên vê yekê ne, ku axiriyêda ça Padşê ezmana, ewê keremetên hê mezin bike. Bide ber çevê xwe, ku demeke nêzîkda, bin serwêrtiya Îsada, jîyîn wê çawa be. Her kes wê sihet-qewat be, çimkî Îsa wê hemû merivên nexweş û seqet qenc bike (Îşaya 33:24; 35:5, 6; Eyantî 21:3, 4). Tu kes wê birçî nemîne û ji teşqelên tebyetê zirarê nestîne (Îşaya 25:6; Marqos 4:41). Gava merivên meye hizkirî ji mirinê rabin, şabûneke gelek mezin wê bikeve dilê me! (Yûhenna 5:28, 29) Dinya tezeda îlahî kîjan keremeta tu dixwazî bivînî?

8 Gava Îsa keremet dikirin, ewî nîşan dikir ku ew yekî milûk û dilşewat e. Em gerekê çev bidine van hunurên wî. Niha emê dîna xwe bidine du mesela. Ya pêşin derheqa dewatê ye, ya ku Qanayêda derbaz dibû.

DERSA DERHEQA MILÛKTIYÊ

9. Îsa ser dewatê çi kir? (Yûhenna 2:6-10)

9 Bixûne Yûhenna 2:6-10. Gava ser dewatê şerav xilaz bû, gelo Îsa borcdar bû tiştekî bike? Hemikî na! Kitêba Pîrozda nehatibû pêxembertîkirinê, ku Mesîh wê bi keremetî şeravê çêke. Lê hela bide ber çevê xwe, wekî ser textê dewata te, tiştek kêm bûya, teyê xwe ça texmîn kira? Bêşik, dilê Îsa ser bûk û zeva şewitî, û ewî nedixwest ku ewana ber çevê xelqê şermî bûna. Lema jî, Îsa ev keremet kir. Ewî weke 390 lîtir av kire şeraveke baş. Gelo ewî çira haqas şerav çêkir? Diqewime ewî dixwest alî bûk-zevê bike, wekî ewana vê şeravê bifiroşin, seva ku paşê ebûra xwe bikin. Bêşik, bûk û zeva bona vê pêşkêşê gelekî razî bûn!

Hergê em çev bidine Îsa, emê bona pêşdaçûyîna xwe payê xwe nedin (Binihêre abzasa 10-11) e

10. Hine fikirên hewas ji Yûhenna serê 2, derheqa çi ne? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Were em çend fikirên ji Yûhenna serê 2 şêwir kin. Te dîna xwe dayê, ku Îsa xwexa kûpikên kevir bi avê tije nekir? Ewî nexwest dîna meriva bikişîne ser xwe, lema jî xulamara got ku ewana kûpikên avê tije kin (Rêza 6 û 7). Û paşê gava ewî av kire şerav, ewî xwexa hine şerav nebire bal Serdewatî. Dîsa jî, ewî xulamara got vê yekê bikin (Rêza 8). Bêşik, Îsa kaseke şeravê ber çevê mêvana hilneda û negot: “Hela binihêrin, şerava ku min çêkiriye çiqas xweş e!”

11. Em dikarin ji keremeta Îsa çi hîn bin?

11 Em dikarin ji vê keremeta Îsa çi hîn bin? Em derheqa milûktiyê hîn dibin. Îsa tu cara payê xwe nedida û xwe qure nedikir, ku ewî keremet dikirin. Dewsa vê yekê, ewî hertim bi milûktî Bavê xwe rûmet dikir (Yûhenna 5:19, 30; 8:28). Mîna Îsa, hergê em jî bi milûktî ser xwe bifikirin, emê tu car payê xwe nedin û xwe qure nekin, gava tiştekîda pêşda diçin. Em xizmetiyêda çi bikin jî, gerekê em payê xwe nedin, lê pesinê Yehowa Xwedê bidin (Yêremya 9:23, 24). Belê, Yehowa hêjayî rûmetê ye. Bê alîkariya Xwedê, em qe nikarin pêşdaçûyî bin (1 Korintî 1:26-31).

12. Em dikarin ji milûktiya Îsa çi hîn bin? Meselê bîne.

12 Em dikarin ji milûktiya Îsa Mesîh tiştekî din jî hîn bin. Vê meselê bîne ber çevê xwe: Rûspîk alî xizmetkarekî civatê dike, ku ew gotara xweye pêşin hazir ke. Paşê, ev birê cahil pê gotareke gelek xweş dertê, û xûşk-bira gelek şa dibin. Paşî civînê, çend kes têne cem rûspî û jêra dibêjin: “Wî birê meyî cahil gotareke gelek xweş xwend”. Gelo lazim e, ku rûspî usa bêje: “Rast e, lê min jî gelek alîkarî da wî”? Yan ew gerekê bi milûktî bêje: “Rast e, ez gelekî wîra firnaq dibim”? Hergê em milûk bin, emê dîna kesên din nekişînin ser qenciya ku me kiriye. Yehowa her tiştî divîne û qenciya me dişêkirîne (Beramber kin Metta 6:2-4; Îbranî 13:16). Hilbet, hergê em çev didine milûktiya Îsa, emê dilê Yehowa şa bikin (1 Petrûs 5:6).

DERSA DERHEQA DILŞEWATIYÊ

13. Îsa nêzîkî bajarê Nayînê çi dît û ewî çi kir? (Lûqa 7:11-15)

13 Bixûne Lûqa 7:11-15. Bide ber çevê xwe dereceke ku xizmetiya Îsada qewimîbû. Ew hate bajarê Nayînê, bajarekî Celîlê. Ew bajar nêzîkî Şûnemê bû. Wêderê, Êlîşa pêxember weke 900 sal pêşda, kurê jinikekê ji mirinê rakiribû (2 Padşatî 4:32-37). Gava Îsa nêzîkî dergehê bajêr bû, cinyazek ji bajêr derdixistin. Her kes gelek xemgîn bû, çimkî tenê kurekî vê jinebiyê hebû û ew jî mir. Cimet rex dayîkê ketibû û berbi mezel diçûn. Îsa ew dane sekinandinê û keremetek kir. Ewî kurê vê dayîka belengaz ji mirinê rakir! Ji sê saxkirinên ku Îsa bi keremetî kirin, eva saxkirina pêşin bû, derheqa kîjanî çar kitêbên Mizgînîye pêşinda nivîsiye.

Mîna Îsa, hindava kesên ku şînê dikin, dilşewat be (Binihêre abzasa 14-16)

14. Hine fikirên hewas, ji Lûqa serê 7 derheqa çi ne? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Dîna xwe bidine hine fikirên hewas, ji Lûqa serê 7. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa pêşiyê dayîka xemgîn “dît” û paşê “gunê wî lê hat” (Rêza 13). Gava dayîk pêşiya cinyazê kurê xwe diçû, Îsa dît ku ew digirî û lema jî dilê wî gelekî êşiya. Xêncî vê yekê, Îsa ne tenê gunê xwe lê anî, lê bi dengekî dilşewat jêra got: “Negirî!” Paşê, Îsa keremetek kir, ewî gede ji mirinê rakir û “ew da diya wî” (Rêza 14 û 15).

15. Em dikarin ji vê keremeta Îsa çi hîn bin?

15 Em dikarin ji vê keremeta Îsa çi hîn bin? Em pêdihesin wekî em çawa dikarin hindava kesên ku şînê dikin, dilşewat bin. Hemikî, em nikarin mîna Îsa wana ji mirinê rakin. Lê mîna Îsa, em jî dikarin ber dilê wanda bên. Em dikarin bi gotin û kirên xwe alîkarî û dilbîniyê bidine wan d (Metelok 17:17; 2 Korintî 1:3, 4; 1 Petrûs 3:8). Hela hê bi çend gotin û kirên biçûk jî, em dikarin ber dilê kesên dinda bên.

16. Ça ser şikil tê kifşê, em ji serhatiya dayîka ku zara xwe unda kiriye, çi hîn dibin?

16 Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke me. Çend sal pêşda, çaxê ser civatê kilama derheqa hêviya rabûna miriya hate stiranê, xûşkekê dît ku dayîkek digirî. Çendek pêşda qîza wê miribû. Lema jî xûşka me zû çû cem wê, lê hemêz kir, û wana ev kilam heta xilaziyê tevayî got. Paşê evê dayîkê usa got: “Min destpêkir xûşk-bira diha zêde hiz bikim”. Ew gelek şa bû, ku ew çûbû civînê. Ewê got: “Em Oda Civatêda alîkariyê ji xûşk-bira distînin”. Em dikarin bawer bin, ku gava em bi dilşewatî ber dilê kesên dilşkestîda tên, Yehowa vê yekê gelek dişêkirîne (Zebûr 34:18).

LÊKOLÎN BAWERIYA ME QEWÎ DIKIN

17. Ji vê gotarê em çi hîn bûn?

17 Serhatiyên derheqa keremetên Îsa, yên çar kitêbên Mizgînîda, hêjayî lêkolînê ne. Ew me hîn dikin, wekî Yehowa û Îsa me hiz dikin, û qewata Îsa heye hemû problêmên meriva bide kutakirinê. Em dikarin sed selefî bawer bin, wekî demeke nêzîkda, Padşatiya Xwedê wê hemû sozên Xwedê bîne sêrî. Gava em van keremeta lêkolîn dikin, gerekê em kûr bifikirin, ku em çawa dikarin çev bidine hunurên Îsa. Wedê lêkolîna şexsî yan Qulixkirina Tevî Malbetê, em dikarin keremetên Îsa lêkolîn bikin. Em dikarin derheqa tiştên ku pêdihesin kesên dinra jî bêjin. Hergê em usa bikin, wê mecaleke baş bikeve destê me, ku merivara xeber din! (Romayî 1:11, 12)

18. Gotara dinda, emê derheqa çi şêwir kin?

18 Li gora serhatiyên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, Îsa sê kes ji mirinê rakirin. Mesele, xilaziya xizmetiya xwe, ewî mêrek ji mirinê rakir. Lê ev saxkirin ji yên din cude bû, ewî dostekî xweyî delal vegerande jîyînê. Ew keremeteke mexsûs bû. Em ji vê keremetê çi dikarin hîn bin? Û em çawa dikarin baweriya xwe hindava rabûna miriya diha qewî kin? Gotara dinda emê cabên van pirsa bistînin.

KILAMA 20 Te Kurê Xweyî Delal Berva da

a Ewî firtoneke qewî da sekinandinê, kesên nexweş qenc dikir û yên mirî sax dikir. Gava em van keremetên Îsa Kitêba Pîrozda dixûnin, em ecêbmayî dimînin! Vê gotarêda, emê çend keremetên Îsa lêkolîn kin. Ev her tişt, çi ku em derheqa Yehowa û Îsa pêbihesin, wê baweriya me diha qewî ke. Usa jî, emê bivînin ku em çawa dikarin çev bidine hunurên Yehowa û Îsa.

b Zandarekî Kitêba Pîroz dibêje: “Hêna Kitêba Pîrozda, mêvanhizî aliyê Rohilatêda, ça tişteke pîroz dihate hesabê, û nan-xwarin jî gerekê êpêce bûya. Îlahî xweyê dewatê gerekê textekî têr-tije rast kira”.

c Çar kitêbên Mizgînîye pêşinda, 30 cara zêdetir derheqa keremetên Îsa hatiye nivîsarê. Ewî gelek keremetên din jî kirin, lê Kitêba Pîroz besa hemû keremetên wî nake. Mesele, carekê “temamiya cimeta bajêr” hatin cem wî, û ewî “gelek merivên bi nexweşiyên cûre-cûre qenc kirin” (Marqos 1:32-34).

d Seva hê zêde pêbihesin, ku em çawa dikarin berdiliyê bidine kesên din, binihêrin gotara bi navê “Mîna Îsa Dil Bidine Kesên Dilşkestî” ji Birca Qerewiliyê, 1 Mijdarê, sala 2010.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa dîna xwe didê, ku ça bûk-zeva û mêvan şa dibin.