GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17
Hergê Em Nişkêva Bikevine Tengasiyê, Yehowa wê Alî Me Bike
“Tengasîyên yê rast gelek in, lê Xudan ji hemûya xilaz dike” (ZEBÛR 34:19).
KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî
VÊ GOTARÊDA a
1. Em çida bawer in?
MÎNA xizmetkarên Yehowa, em bawer in wekî Xwedê me hiz dike û dixwaze ku em bi jîyîneke gelek xweş bijîn (Romayî 8:35-39). Usa jî, em bawer in ku hergê em li gora Kitêba Pîroz bijîn, emê timê karê bistînin (Îşaya 48:17, 18). Lê hergê em nişkêva bikevine tengasiyê, gerekê em çi bikin?
2. Diqewime em rastî çi problêma tên û bona çi berxwe dikevin?
2 Hemû xizmetkarên Yehowa rastî problêma tên. Mesele, diqewime neferekî mala me dilê me êşandiye. Yan em ji nexweşîke giran diçerçirin û nikarin li gora dilê xwe Yehowara xizmet kin. Yan teşqeleke tebyetê zirareke mezin daye me. Yan jî bona baweriya xwe em rastî peyketina tên. Gava em dikevine tengasiyên usa, dibeke em berxwe dikevin û difikirin: “Ev bela çira hate serê min? Qey min gune kiriye? Qey Yehowa îda min kerem nake?” Gelo tu jî carna usa difikirî? Hergê erê, berxwe nekeve. Gelek xizmetkarên Yehowa jî carna xwe usa texmîn dikirin (Zebûr 22:1, 2; Hebaqûq 1:2, 3).
3. Em ji Zebûr 34:19 çi pêdihesin?
3 Bixûne Zebûr 34:19. Vê rêzêda, du fikirên ferz hene: (1) Derdên merivên rast gelek in (2) Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz dike. Lê gelo Ew çawa me xilaz dike? Mesele, Yehowa alî me dike, wekî em ser jîyîna vê dinêda bi rêalî bifikirin. Rast e ewî soz daye, ku emê xizmetiyêda şabûnê bivînin, lê soz nedaye ku emirê me wê bê kul-derd derbaz be (Îşaya 66:14). Xwedê me hêlan dike, wekî em dîna xwe bidine axiriyê. Zûtirekê emê heta-hetayê şa û bextewar bijîn (2 Korintî 4:16-18). Lê îro jî ew alî me dike, wekî em berdewam kin her roj wîra xizmet kin (Lûrînên Yêremya 3:22-24).
4. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?
4 Vê gotarêda emê bivînin ku em ji serhatiyên xizmetkarên Yehowaye berê û îro, çi dikarin hîn bin. Usa jî emê bivînin, ku em dikarin nişkêva rastî problêma bên. Lê hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê timê alî me bike (Zebûr 55:22). Çaxê em derheqa van serhatiya lêkolîn kin, pirsê bidine xwe: “Hergê ez dewsa wî kesî bûma, minê çi bikira? Ez dikarim ji vê serhatiyê çi hîn bim? Ev serhatî çawa baweriya min diha qewî dike, ku ez diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînim?”
WEDÊ BERÊ
5. Aqûb ji destê Laban çi tengasî kişand? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)
5 Xizmetkarên Yehowa yên berê jî rastî tengasiyên usa dihatin, ku ne jî hêviyê bûn. Dîna xwe bide serhatiya Aqûb. Bavê wî Îshaq dixwest, wekî ew qîza Laban xwera jintî bîne, kîjan ku merivê wanî nêzîk bû û Xwedêra xizmet dikir. Îshaq usa jî kurê xwe Aqûbra got, wekî Yehowa wê gelek wî kerem ke (Destpêbûn 28:1-4). Aqûb gura bavê xwe kir. Ew ji welatê Kenanê derket û çû mala Laban. Du qîzên wî hebûn, Lêa û Rahêl. Dilê Aqûb kete Rahêlê, qîza Labane biçûk. Seva ku Laban qîza xwe bide wî, Aqûb hazir bû heft sala bona wê bixebite (Destpêbûn 29:18). Lê sed heyf, tiştekî usa hate serê Aqûb, ku ew ne jî hîviyê bû. Laban ew xapand û qîza xweye mezin Lêa da wî. Ewî îzin da Aqûb, wekî ew heftêk şûnda Rahêlê jî bistîne, lê gerekê heft sala jî bona wê bixebitiya (Destpêbûn 29:25-27). Laban xebatêda jî gelek car neheqî Aqûb dikir. Ewî 20 sala Aqûb kiribû xulamê xwe (Destpêbûn 31:41, 42).
6. Aqûb himberî kîjan tengasiyên din jî sebir dikir?
6 Aqûb himberî tengasiyên din jî sebir dikir. Malbeta wî mezin bû, lê kurên wî carna hindava hevda nebaş bûn. Mesele, wana birê xwe Ûsiv firotine dîltiyê. Kurên Aqûb, Şimhûn û Lêwî, navê malbeta xwe û navê Yehowa ber çevê xelqê reş kirin. Usa jî kulfeta wîye delal Rahêl, çaxê zara duda dianî, mir. Û ji bo xelayîke mezin, Aqûb mecbûr bû, emirê xweyî mezinda derbazî Misirê be (Destpêbûn 34:30; 35:16-19; 37:28; 45:9-11, 28).
7. Yehowa ça Aqûbra da kifşê, wekî ji wî razî ye?
7 Nava van tengasiyada jî, Aqûb tu car baweriya xwe hindava Yehowa û sozên wî unda nedikir. Û Yehowa Aqûbra dida kifşê, wekî ji wî razî ye. Gelo çawa? Rast e Laban hindava Aqûbda qelp bû, lê Yehowa gelek mal û milk da Aqûb. Usa jî, gava Aqûb kurê xwe Ûsiv dîsa dît, ew Yehowara gelek şêkirdar bû, çimkî ewî tirê kurê wî miriye. Dostiya Aqûb tevî Yehowa alî wî dikir, ku ew tengasiyada teyax ke (Destpêbûn 30:43; 32:9, 10; 46:28-30). Hergê dostiya me tevî Yehowa qewî bimîne, emê jî bikaribin tengasiyada teyax kin.
8. Dawid Padşa çi dixwest bikira?
8 Dawid Padşa nikaribû bona Yehowa timê ev yek bikira, çi ku dilê wî dixwest. Mesele, Dawid gelekî dixwest ku paristgehê bona Xwedê ava ke. Ewî xwestina xwe Natan pêxemberra got. Û Natan pêxember usa caba wî da: ‘Hemû tiştên ku dilê teda ne bike; ji ber ku Xwedê tevî te ye’ (1 Dîrok 17:1, 2). Bêşik, giliyên Natan gelekî Dawid qewî kirin. Ewî dibeke derbêra destpêkir bona vê yekê kar bike.
9. Çaxê Dawid giliyên Natan bihîst, ewî çi kir?
9 Lê paşî demeke kin, pêxemberê Yehowa tiştekî usa gote Dawid, çi ku dikaribû lê xemgîn kira. Gelo çira? Çimkî “wê şevê” Yehowa Natanra got, wekî ne ku Dawid, lê kurekî wî, wê paristgehê ava ke (1 Dîrok 17:3, 4, 11, 12). Çaxê Dawid ev yek bihîst, ewî çi kir? Ew derbêra vê yekêra qayîl bû. Ewî pere û gelek tiştên din hazir kir, wekî kurê wî Silêman avakirinê destpêke (1 Dîrok 29:1-5).
10. Yehowa çawa Dawid kerem kir?
10 Çaxê Yehowa gote Dawid ku ewê paristgehê ava neke, hingê Ewî peymanek tevî wî girêda. Yehowa soz da Dawid, ku yek ji zureta wî, wê heta-hetayê serwêrtiyê bike (2 Samûyêl 7:16). Dinya tezeda wedê Serwêrtiya Îsaye Hezarsalî, gava Dawid pêbihese ku Îsa Mesîh padşê ji zureta wî ye, ewê gelekî şa be! Em ji serhatiya Dawid hîn dibin, ku hergê em nikaribin li gora xwestina dilê xwe Yehowara xizmet kin, Ew dikare şixulekî din bide me û keremên mezin ser meda bibarîne.
11. Rast e Mesîhiyên qirna yekê, ev yek nedîtin hizreta çi bûn jî, lê wana çi kerem stand? (Karên Şandiya 6:7)
11 Xizmetkarên Xwedê yên qirna yekêda bona hine tişta xemgîn dibûn. Mesele, ewana hizreta hatina Padşatiya Xwedê bûn, lê nizanibûn wê kengê bê (Karên Şandiya 1:6, 7). Gelo wana çi kir? Wana bi dil û can Mizgînî bela dikir. Çaxê Mizgînî gelek ciya bela dibû, wana eşkere didît ku Yehowa şixulên wan kerem dike (Bixûne Karên Şandiya 6:7).
12. Qirna yekêda, çaxê xelayî destpêbû, xizmetkarên Xwedê çi dikirin?
12 Qirna yekêda, ser temamiya erdê xelayî destpêbû (Karên Şandiya 11:28). De bide ber çevê xwe ev xelayî ça ser xizmetkarên Xwedê hukum bû. Dê-bav xemgîn dibûn, ku wê çawa xwarinê bona neferên xwe destxin. Gelo ev yek çawa ser kesên cahil, yên ku dixwestin diha zêde Yehowara xizmet kin, hukum bû? Dibeke ewana difikirîn, ku diha baş e, paşî xelayê nêtên xwe bînin sêrî. Xizmetkarên Xwedê li gora halê xweyî teze hereket dikirin. Wana çiqas ji destê wan dihat xizmetiya xwe berdewam dikirin. Û wana bi rezedilî dixwest tiştên ku cem wan hebûn, tevî xûşk û birên xweye Cihûstanêda parevekin (Karên Şandiya 11:29, 30).
13. Wedê xelayê xûşk-bira çi kerem standin?
13 Xizmetkarên Xwedê wedê xelayê çi kerem standin? Ewên ku alîkarî standin, vê yekêda destê Yehowa dîtin (Metta 6:31-33). Wana xwe diha nêzîkî wan xûşk-bira texmîn dikir, yên ku alîkarî didane wan. Û ewên ku qurban dikirin, yan jî yên ku bi cûrekî din alîkarî didan, didîtin ku ev yek çiqas wana bextewar dike (Karên Şandiya 20:35). Yehowa ew her kes kerem kirin, çimkî ewana hazir bûn li gora derecên teze bijîn.
14. Çi hate serê Barnabas û Pawlosê şandî û axirî çi bû? (Karên Şandiya 14:21, 22)
14 Qirna yekêda, şagirtên Îsa gelek car rastî peyketina dihatin. Were em şêwir kin, ku çi hate serê Barnabas û Pawlosê şandî, çaxê Lîstrayêda wana mizgînî bela dikir. Sêrîda meriva bi dilgermî ewana qebûl kirin. Lê paşê dijmina “elalet dane aliyê xwe” û hine merivên ku pêşda Pawlos qebûl kiribûn, wî dane ber kevira û wêderê hîştin, çimkî difikirîn ku ew miriye (Karên Şandiya 14:19). Lê Barnabas û Pawlos çûne cîkî din, ku mizgîniyê bela kin. Axirî çi bû? Wana gelek meriv “kirine şagirt” û pê mesela xwe gelek xûşk-bira qewî kirin (Bixûne Karên Şandiya 14:21, 22). Ew yek ku Barnabas û Pawlos hela hê wedê peyketina jî mizgînî bela dikirin, gelekara kar anî. Hergê em jî şixulê ku Yehowa daye me bi aminî bînin sêrî, Ewê me jî kerem ke.
ROJÊN MEDA
15. Tu ji serhatiya birê Makmîlan çi hîn dibî?
15 Pêşiya sala 1914, gelek xizmetkarên Yehowa hîviya hine tişta bûn. Were em serhatiya birakî şêwir kin. A. H. Makmîlan bira jî, mîna gelek kesên din bawer bû, ku wexteke nêzîkda ewê xelata jîyîna ser ezmana bistîne. Meha Îlonê, sala 1914-da, ewî gotara xweda usa got: “Dibeke eva gotara mine paşin e”. Hemikî ev gotara wîye paşin nîbû. Paşî vê yekê, birê Makmîlan usa nivîsî: “Dibeke hinek ji me fikirîn, ku demeke nêzîkda emê herin ezmana”. Paşê ewî got: “Berî pêşin, em gerekê xizmetiyêda xîret bin û Axayê xwera amin bin”. Makmîlan bira xwexa jî vê yekêda mesele bû. Rast e, ew emirda mezin bû û hîviya xelata xwe bû, lê dîsa jî ewî bi xîret xizmet dikir û diçû civîna. Makmîlan usa jî birên ku bona baweriya xwe ketibûne kelê, qewî dikir. Evan hemû tişta jêra şabûneke mezin dianîn. Gelo kara vê yekê çi bû? Ewî pêşiya mirina xwe sala 1966-da usa nivîsî: “Baweriya mine îro diha qewî ye, ne ku berê”. Ew meseleke gelek baş e bona me, îlahî hergê em gelek wext tengasiyada teyax dikin! (Îbranî 13:7)
16. Hêrbêt Cênîngs û kulfeta wî, rastî çi çetinayê hatin? (Aqûb 4:14)
16 Gelek xizmetkarên Yehowa rastî nexweşiyên giran tên. Mesele, birê Hêrbêt Cênîngs b serhatiya xweda nivîsî, ku ewî tevî kulfeta xwe, Ganayêda ji xizmetiya mîsyonêrtî, şabûneke gelek mezin distandin. Lê rojekê, ew aliyê êmosiyalîda giran nexweş ket. Cênîngs li gora Aqûb 4:14 derheqa dereca xweye teze got, ku em nizanin wê sibê çi bê serê me (Bixûne). Ewî usa nivîsî: “Ji bo vê dereca meye teze, me safî kir ku xatirê xwe ji dostên xwe bixwazin û bona qenckirinê herine Kanadayê”. Yehowa alî wan kir, wekî ewana nava çetinayada jî bi aminî xizmetiya xwe berdewam kin.
17. Mesela birê Cênîngs çawa ser xûşk û birên din hukum kir?
17 Giliyên Hêrbêt Cênîngs gelek ser kesên din hukum bûn. Xûşkekê derheqa vê yekê nivîsî: “Ji hemû serhatiyên ku min xwendibûn, ev serhatî gelek ser min hukum kir. . . . Çaxê min xwend ku birê Cênîngs ji bo nexweşiya xwe mecbûr bû kifşkirina xwe bihêle, ez hêlan bûm ku bi rêalî ser dereca xwe binihêrim”. Birakî jî usa nivîsî: “Paşî vê yekê, çaxê min deh sala ça rûspî xizmet kir, ez aliyê êmosiyalîda giran nexweş ketim, û min cabdariya xwe hîşt. Min xwera digot ku ez kêrî tu tiştî nayêm û ji bo xemgîniya xwe, min nikaribû serhatiyên kesên din bixwenda. . . . Lê serhatiya birê Cênîngs dilê min rihet kir”. Ev yek nîşan dike, hergê em ber problêmên ku nişkêva pêşda tên, teyax kin, emê bikaribin kesên din qewî kin û baweriyêda bona wan bibine mesele (1 Petrûs 5:9).
18. Çawa ser şikil tê kifşê, em ji serhatiya jinebîkê çi hîn dibin?
18 Nexweşiyên usa ça pandemiya COVID-19 ser gelek xizmetkarên Yehowa hukum kiriye. Mesele, Nîjeryayêda jinebîkêra gelek çetin bû ebûra malbeta xwe bike. Rojekê, qîza wê lê pirsî, ku hergê ewana hine birincê ku mabû, hazir kin, paşê ewana wê çi bixwin. Xûşka me qîza xwera got wekî perê wan û xwarina wan nemaye, û ku ewana dikarin çev bidine jinebiya ji Sereptayê, xwarina xweye paşin hazir kin û her tiştî bidine destê Yehowa (1 Padşatî 17:8-16). Hela hê pêşiya ku dişirmîş bûna çi bixwin, wana ji xûşk û bira xwarin stand. Xwarina ku wana stand, du heftiya zêdetir têra wan kir. Xûşka me dibêje ku gava ewê tevî qîza xwe xeber dida, ew ne jî difikirî ku Yehowa dengê wan dibihê. Belê, hergê em xwe bispêrin Yehowa, tengasiyên ku nişkêva pêşda tên, dikarin me diha nêzîkî Yehowa kin (1 Petrûs 5:6, 7).
19. Çi hate serê birê me Alêksêy Yêrşov?
19 Wan salên paşwextiyê, xûşk-birên me rastî peyketinên usa tên, ku ne jî hîviyê bûn. Were em dîna xwe bidin mesela birê me Alêksêy Yêrşov, yê ku Rûsyayêda dijî. Ew sala 1994-da hate nixumandinê. Wî wedeyî, Şedên Yehowa dikaribûn aza mizgîniyê bela kin. Paşê, Rûsyayêda derece hate guhastinê. Sala 2020-da, polîs ketine mala birê me Yêrşov, mala wî serobinî hev kirin û ji hebûka wî gelek tişt zeft kirin. Paşî çend meha, miqabilî wî şixul vekirin û çawa îzbatî vîdêo dane xebatê. Ya lape xirab ev bû, wekî ev vîdêo hatibû kişandinê pê destê wî merivî, kîjan ku salekê zêdetir bi nêteke qelp Kitêba Pîroz hîn dibû. Nemamîke çiqas mezin e!
20. Birê me Yêrşov çawa dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kir?
20 Gelo tiştê ku hat serê birê me Yêrşov, çawa ser wî hukum kir? Dostiya wî tevî Yehowa diha qewî bû. Ew dibêje: “Min tevî kulfeta xwe diha zêde Yehowara dua dikir. Min fem kir, ku bê alîkariya Yehowa minê nikaribûya teyax kira. Lêkolîna şexsî alî min dike, wekî ez dilteng nebim. Ez derheqa meselên xizmetkarên Yehowaye berê difikirim. Ev serhatî nîşan dikin, ku çiqas ferz e, wekî em dilrihet bimînin û xwe bispêrin Yehowa”.
21. Em ji vê gotarê çi hîn bûn?
21 Em ji vê gotarê çi hîn bûn? Vê dinêda tengasî dikarin nişkêva pêşda bên. Lê hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê timê alî me bike. Rêza sereke ya vê gotarê usa dibêje: “Tengasîyên yê rast gelek in, lê Xudan ji hemûya xilaz dike” (Zebûr 34:19). Dewsa ku em dîna xwe bidin ser tengasiyên xwe, were em dîna xwe bidin ser qewata Yehowa. Hergê em usa bikin, emê jî mîna Pawlosê şandî bêjin: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).
KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke
a Vê dinêda, em nişkêva dikarin bikevine tengasiyê. Lê em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê piştgiriya xizmetkarên xweye amin bike. Gelo hêna berê, Yehowa ça alî xizmetkarên xwe dikir? Û îro ew çawa alî xizmetkarên xwe dike? Bi saya şêwirkirina serhatiyên Kitêba Pîroz û yên rojên me, emê dudilî nebin, ku hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike.
b Binihêrin jûrnala Birca Qerewiliyê ya 1 Kanûna Pêşin, sala 2000, rûp. 24-28.