Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Çira Nava Ordiya Dawid Padşada Kesên Xerîb jî Hebûn?

NAVA eskerên Dawidda gelek kesên ji miletên dîn jî hebûn, mesele Tselekê Ammonî, Ûriyayê Hîttî û Îtmayê Mowabî a (1 Dîrok 11:39, 41, 46). Nava ordiya wîda eskerên Kerêtiya, Peletiya û Gatî jî hebûn (2 Samûyêl 15:18). Dibêjin ku eskerên Kerêtî û Peletî, merivên Filistiyaye nêzîk bûn (Hezeqêl 25:16). Gatî jî bi esilê xwe ji bajarê Filistî, Gazayê bûn (Yêşû 13:2, 3; 1 Samûyêl 6:17, 18).

Gelo Dawid çira îzin dabû, ku kesên xerîb bikevine nava ordiya wî? Çimkî ew bawer bû, ku ewana him wîra û him ji Yehowara amin in. Mesele, ferhengekêda derheqa Kerêtî û Peletiya usa tê gotinê: “Rojên herî çetinda wedê serwêrtiya Dawid, ewana wîra amin man” (The New Interpreter’s Dictionary of the Bible). Gelo çi cûreyî? Gava hemû mêrên Îsraêlê pişta xwe dane Dawid Padşa û pey mêrekî xirab, bi navê Şeba çûn, Kerêtî û Peletî alî Dawid kirin, ku ew serkeve (2 Samûyêl 20:1, 2, 7). Lê carekê jî, gava kurê Dawid, Adoniya, xwest textê bavê xwe zeftî xwe ke, Kerêtî û Peletî Dawidra amin man. Bi alîkariya wana, Silêman, yê ku bijartiyê Yehowa bû, paşî Dawid bû padşa (1 Padşatî 1:24-27, 38, 39).

Îttayê Gatî jî xerîb bû, ew jî Dawidra amin ma. Gava Abşalom bi alîkariya çend mêrên Îsraêlê himberî bavê xwe Dawid derket, Îttay û 600 eskerên wî, piştgiriya Dawid Padşa kirin. Sêrîda, Dawid Îttayra got, ku ew xerîb e, lema jî nelazim e ku bona wî şer bike. Lê Îttay got: “Xweyê min padşa, bi navê Xudanê Jîndar û bi serê xweyê xwe padşa sond dixwin, sax yan mirî, tu li ku bî ez xulamê te jî, ezê li wir bim” (2 Samûyêl 15:6, 18-21, ÎM).

Îttay Dawidra amin ma, çimkî Yehowa Dawid ça padşa bijartibû

Rast e, Kerêtî, Peletî û Gatî xerîb bûn, lê wana hesab dikir ku Yehowa Xwedêyê rast e û bawer dikirin, wekî Yehowa Dawid ça padşa bijartibû. Bê şik, Dawid razî bû, ku kêleka wî merivên usa amin hebûn.

a Kitêba Qanûna Ducarî 23:3-6-da, Qanûna Xwedê qedexe kiribû, ku Ammonî û Mowabî bikevine nava civata Îsraêlê. Ça kifş e ev yek dihate hesabê, ku îzina wan tunebû bi qanûnî bibine para civata Îsraêliya, lê îzina wan hebû tevî cimeta Xwedê xeber din û nava wanda bijîn (Binihêre Femkirina Nivîsarê, Para 1, rûp. 80).