GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14
KILAMA 56 Rastyê Qebûl ke
Ruhanîda Gihîştî bin
“Awa em . . . bêne ser hînbûna gihîştî” (ÎBRANÎ 6:1).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin ku Mesîhiyê ruhanîda gihîştî ça li gora xwestina Xwedê difikire û safîkirinên baş dike.
1. Xwestina Yehowa çi ye?
GAVA zar tê bûyînê, dê-bavê wî gelek şa dibin. Lê dîsa jî, ewana naxwazin ku zara wan hertim biçûk bimîne. Hergê zar mezin nebûya, ewana wê xemgîn bûna. Mîna vê yekê, gava em teze destpêdikin pey Îsa herin, Yehowa gelek şa dibe, lê ew naxwaze ku em nava rastiyêda ça zar bimînin (1 Korintî 3:1). Ew dixwaze ku em bibine merivne “gihîştî” (1 Korintî 14:20).
2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
2 Gelo çi tê hesabê bibine merivne ruhanîda gihîştî? Em ça dikarin berbi gihîştîbûnê herin? Seva ku ruhanîda pêşda herin, çira lazim e ku em rastiyên Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin? Çira em gerekê bi zêdeyî xweda bawer nîbin? Vê gotarêda emê cabên van pirsa bistînin.
ÇI TÊ HESABÊ RUHANÎDA GIHÎŞTÎ BIN?
3. Gelo çi tê hesabê bibine merivne ruhanîda gihîştî?
3 Xebera Yûnanî, ya ku Kitêba Pîrozda hatiye welgerandinê ça “gihîştî”, hindava kesên kamil yan kesên mezin, dêmek kesên ku îda zar nînin, tê xebitandinê a (1 Korintî 2:6). Çaxê em ruhanîda îda zar nînin, dostiya me tevî Yehowa diha qewî dibe û em dibine merivne gihîştî. Gava em bigihîjine vê nêtê, hemikî lazim e, ku em cîda nesekinin, lê berdewam bikin pêşda herin (1 Tîmotêyo 4:15). Hergê tu hê cahil î jî, tu dikarî ruhanîda bibî merivekî gihîştî. Gelo ça tê kifşê hela meriv ruhanîda gihîştî ye, yan na?
4. Merivê ruhanîda gihîştî yekî çawa ye?
4 Merivê ruhanîda gihîştî li gora xwestina xwe hereket nake, lê hertim guh dide Yehowa. Hemikî ew meriv dîsa jî qisûrdar e û carna şaşiya dike, lê ew bi rabûn-rûniştina xwe nîşan dike, ku fikir û kirên wî li gora xwestina Xwedê ne. Ewî nav xweda guhastin kiriye û xîret dike, ku nihêrandinên wî ser hîmê nihêrandinên Xwedê bin (Efesî 4:22-24). Ewî xwera kiriye xeyset, wekî li gora prînsîpên Yehowa safîkirinên baş bike, lema jêra nelazim e, ku bona her gavên wî qanûn nivîsar bin. Gava ew safîkirina dike, ew her tiştî dike, wekî li gora van safîkirinên xwe hereket bike (1 Korintî 9:26, 27).
5. Çira nebaş e, ku meriv ruhanîda ça zarok bimîne? (Efesî 4:14, 15)
5 Ji aliyê dinva jî, merivê ku ruhanîda ça zarok dimîne, hêsa dikare bikeve ber bayê hînkirinên derew, yên ku raber nûçeyada bela dikin b (Bixûne Efesî 4:14, 15). Merivê usa dikare bibe yekî hevsûd, şerûd yan jî xeydok û çaxê ew tê cêribandinê, ew zû şaşiya dike (1 Korintî 3:3).
6. Gihîştîbûna ruhanî beramberî çi dibe? (Binihêre usa jî şikil.)
6 Ça me jorê got, Kitêba Pîrozda gihîştîbûna ruhanî beramberî gihîştîbûna zara dibe. Zar gelek tişta nizanin, lema jî lazim e ku mezin wana biparêzin û rêberiya wan bikin. Mesele, dê dibêje qîza xweye biçûk ku destê wê bigire, gava ewana rê derbaz dibin. Çaxê keçik mezin dibe, dibeke dayîk îda îzinê bidê, wekî ew tenê rê derbaz be. Dîsa jî, ewê jêra bêje, ku ew fesal be û rind dîna xwe bide rê çaxê derbaz bibe. Çiqas keçik mezin dibe, haqas ew diha baş zane ku ça derecên usada fesal be. Çawa ku alîkariya mezina lazim e, ku zar ji tiştên xof xweykirî be, Mesîhiyên negihîştî jî hewcê alîkariya kesên gihîştî ne, wekî ewana xwe ji tiştên ku dikarin dostiya wana tevî Yehowa xirab kin, dûr bigirin û safîkirinên baş bikin. Ji aliyê dinva jî, gava kesê ruhanîda gihîştî tiştekî safî dike, ew ser prînsîpên Kitêba Pîroz difikire û têderdixe, hela nihêrandina Yehowa çi ye. Paşê ew li gora van prînsîpa hereket dike.
7. Gelo kesên gihîştî hewcê alîkariyê ne?
7 Gelo ev yek tê hesabê, ku kesên ruhanîda gihîştîra qe alîkarî nelazim e? Hemikî na. Kesên ruhanîda gihîştî jî carna hewcê alîkariyê ne. Dîsa jî orta kesên gihîştî û negihîştîda firqî heye. Merivê ruhanîda negihîştî, diqewime hîviyê ye, ku kesên din dewsa wî safîkirina bikin, yan jî jêra bêjin ku gerekê ew çi bike. Lê merivê ruhanîda gihîştî, gava ji kesên bîlan û cêribandî alîkariyê dixwaze, dîsa jî ew zane ku gerekê her kes “barê xwe hilgire”, dêmek xwexa safîkirina bike (Galatî 6:5, ÎM).
8. Kesên gihîştî çida ji hev cude dibin?
8 Çawa ku rûva meriv ji hev cude dibin, usa jî merivên ruhanîda gihîştî ji hev cude dibin, mesele hunurên usada ça bîlanî, mêrxasî, merdanî û dilovanî. Xêncî vê yekê, gava du merivên ruhanîda gihîştî rastî derecekê tên, dibeke safîkirinên wan ji hev cude bin, lê dîsa jî ser hîmê Kitêba Pîroz bin, îlahî gava ewana li gora îsafa xwe safîkirina dikin. Lema jî ewana hevdu sûcdar nakin, lê xîret dikin, wekî yektiyêda bimînin (Romayî 14:10; 1 Korintî 1:10).
GELO EM ÇA DIKARIN RUHANÎDA GIHÎŞTÎ BIN?
9. Hergê em qewatê nedine xebatê, gelo emê bikaribin ruhanîda bigihîjin?
9 Hemikî, çiqas wede derbaz dibe, zar haqas mezin dibe, lê heleqetiya me tevî Yehowa xwexa qewî nabe, çimkî bona vê yekê em gerekê qewatê bidine xebatê. Mesele, xûşk-birên ji bajarê Korintê mizgîniya xêrê qebûl kirin, hatine nixumandinê, ruhê pîroz standin û ji Pawlosê şandî gelek tişt hîn bûn (Karên Şandiya 18:8-11). Lê dîsa jî çend sal paşî nixumandinê, hinek ji wan meriva hela hê ruhanîda negihîştî bûn (1 Korintî 3:2). Lê em gerekê çi bikin, wekî ev yek neyê serê me?
10. Seva ku em bibine merivne gihîştî, em gerekê çi bikin? (Cihûda 20)
10 Seva ku em ruhanîda bibine merivne gihîştî, gerekê xwestina me hebe ku em bigihîjine vê nêtê. Kesên ku qewatê nadine xebatê wekî ruhanîda pêşda herin, wê ruhanîda ça zar bimînin û pêşda neçin (Metelok 1:22). Em naxwazin mîna wan meriva bin, yên ku îda mezin bûne, lê dîsa jî hîviyê ne, wekî dê-bavê wan dewsa wan safîkirina bikin. Em dixwazin xwexa bona ruhaniya xwe cabdar bin (Bixûne Cihûda 20). Hergê tu xîret dikî wekî ruhanîda gihîştî bî, dua ke ku Yehowa xwestina te zêde ke û qewatê bide te (Fîlîpî 2:13).
11. Yehowa ça alî me dike, ku em ruhanîda gihîştî bin? (Efesî 4:11-13)
11 Yehowa zane, seva ku em ruhanîda bigihîjin, em hewcê alîkariyê ne. Rûspiyên civatê hazir in alî me bikin, wekî em “bibine merivên gihîştî”, heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin û vê yekêda çev bidine Îsa (Bixûne Efesî 4:11-13). Yehowa usa jî ruhê pîroz dide me, wekî “nêt-fikira Mesîh serê meda” be (1 Korintî 2:14-16). Xêncî vê yekê, Xwedê çar kitêbên Mizgînîye pêşin daye me, wekî em pêbihesin ku Îsa ça hîn dikir, ça xeber dida û çi dikir heta ku ew ser erdê bû. Hergê em çev bidine fikir û kirên Îsa, emê bikaribin bibine Mesîhiyên gihîştî.
LÊKOLÎNA KÛR FERZ E
12. “Hînbûnên pêşine” derheqa Mesîh kîjan in?
12 Seva ku em ruhanîda pêşda herin, “hînbûnên pêşine” derheqa Mesîh bes nîne. Hine tiştên pêşin ku em hîn bûne, ev hene tobekirin, bawerî, nixumandin û saxkirina miriya (Îbranî 6:1, 2). Hînkirinên usa hîmê baweriya me ne. Lema jî Petrûsê şandî Roja Pênciye Hesabê, merivara besa van tişta kir (Karên Şandiya 2:32-35, 38). Seva ku em bibine şagirtên Îsa, em gerekê van hînkirinên sereke qebûl kin. Mesele, Pawlosê şandî gotibû, ku hergê kesek hînkirina derheqa rabûna miriya înkar ke, ew nikare bibe şagirtê Îsa Mesîh (1 Korintî 15:12-14). Lê seva ku em bibine Mesîhiyên gihîştî, bes nîne ku em tenê van tişta bizanibin.
13. Em çawa dikarin ji “xwarina giran”, ya ku Îbranî 5:14-da nivîsar e, karê bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)
13 Xêncî hînbûnên sereke ji Kitêba Pîroz, em gerekê prînsîpên Yehowa jî bizanibin, wekî em nihêrandina wî fem bikin. Seva ku em van prînsîpa hîn bin, em gerekê “xwarina giran” ji Kitêba Pîroz hûr bi hûr lêkolîn kin, ser wê kûr bifikirin û li gora vê yekê bijîn. Bi vî cûreyî, em hîn dibin safîkirinên baş bikin, yên ku Yehowa xweş tên c (Bixûne Îbranî 5:14).
14. Pawlos ça alî Korintiya kir, wekî ewana ruhanîda gihîştî bin?
14 Gava lazim dibe ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safîkirina bikin, ev yek gelek car bona merivên ruhanîda negihîştî hêsa nîne. Hergê derheqa safîkirinên wan qanûn tune ye, hinek dikarin bifikirin, ku îzina wan heye li gora dilê xwe safîkirina bikin. Hine meriv jî, gava hine derecada qeyde nelazim in, dîsa jî qeyda dewa dikin. Mesele, ça tê kifşê, Mesîhiyên ji bajarê Korintê xwestin, wekî Pawlos wanra raste-rast bêje, hela ewana dikarin xwarina ku pûtara hatibû qurbankirinê bixwin, yan na. Lê dewsa ku qeydekê dayne, Pawlos wanra got, ku vê derecêda her kes gerekê li gora îsafa xwe safî ke. Ewî ser hîmê prînsîpa wanra zelal kir, ku her kes ça dikare li gora îsafa xwe hereket bike, lê bona kesên din nebe kevirê likumandinê (1 Korintî 8:4, 7-9). Ewî wana hîn kir, ku Nivîsarên Pîroz bidine xebatê, wekî li gora vê yekê xwexa safîkirina bikin, ne ku qeyda dewa kin. Bi vî cûreyî, Pawlos alî xûşk-birên ji Korintê kir, wekî ewana ruhanîda pêşda herin.
15. Pawlos ça alî xûşk-birên Îbranî kir, wekî ewana ruhanîda pêşda herin?
15 Em ji giliyên Pawlos ku ewî Îbraniyara nivîsî, dikarin derseke ferz hîn bin. Hinek ji wan ruhanîda pêşda nediçûn. Ewana “hela hê hewcê şîr” bûn, ne ku hewcê “xwarina giran” (Îbranî 5:12). Ewana tiştên teze hîn nedibûn, yên ku Yehowa timê bi saya civata wana hîn dikir (Metelok 4:18). Mesele, weke 30 sal şûnda, çaxê Qanûna Mûsa ser hîmê qurbanbûna Îsa hatibû betalkirinê, gelek Mesîhiyên Cihû berdewam dikirin xwe li Qanûna Mûsa bigirin (Romayî 10:4; Tîto 1:10). Bê şik, 30 sal bes bû, wekî wana fem kira, ku ewana îda gerekê pey Qanûna Mûsa neçin. Nema xweye Îbraniyara, Pawlos her tişt kir, wekî xûşk-bira rastiyên kûr, yên ku ewî wana hîn dikir, qebûl kin. Bi saya vê nemê, Pawlos baweriya wana diha qewî kir, wekî riya Mesîh, riya here bilind e, û alî wan kir mêrxas bin û wedê peyketina jî berdewam kin mizgîniyê bela kin (Îbranî 10:19-23).
BI ZÊDEYÎ XWEBAWER NÎBE
16. Xêncî vê yekê ku em ruhanîda bigihîjin, em gerekê çi bikin?
16 Gelek ferz e, wekî em ne tenê bibine merivne gihîştî, lê usa jî ruhaniya xwe xwey kin. Em gerekê fesal bin, wekî nefikirin ku em îda merivne ruhanîda gihîştî ne, û îda nelazim e heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin (1 Korintî 10:12). Em gerekê berdewam kin “dilê xwe bicêribînin” û têderxin, hela em ruhanîda pêşda diçin, yan na (2 Korintî 13:5).
17. Li gora nema Kolosyara, çira ferz e wekî em merivne ruhanîda gihîştî bimînin?
17 Nema xweye Kolosyara, Pawlosê şandî dîsa got, ku gelek ferz e, wekî em merivne ruhanîda gihîştî bimînin. Ewana çiqas jî ruhanîda gihîştî bûn, dîsa jî Pawlos wanra got, ku ewana nekevin ber bayê fikirên dinyayê (Kolosî 2:6-10). Usa jî Êparas, yê ku ça tê kifşê xûşk-birên wêderê rind nas dikir, timê dua dikir wekî ewana “gihîştî miqerm sekinî bin” (Kolosî 4:12). Him Pawlos him jî Êparas fem dikirin, seva ku kesek gihîştî bimîne, ew gerekê xîret be û ji Xwedê alîkariyê bistîne. Wana dixwest, wekî xûşk-birên Kolosî nava çetinayada jî ruhanîda gihîştî bimînin.
18. Çi dikare bê serê merivê ruhanîda gihîştî? (Binihêre usa jî şikil.)
18 Pawlos Îbraniyara got, ku merivê gihîştî jî hergê fesal nîbe, dikare heta-hetayê qebûlkirina Xwedê unda ke. Dibeke dilê kesekî usa hişk be, ku ewê îda nexwaze tobe ke û baxşandina Xwedê bistîne. Şikir ku xûşk-birên Îbranî neketibûn halekî usa (Îbranî 6:4-9). Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan meriva, yên ku terka xizmetiyê didin, yan jî ji civatê têne derxistinê, lê paşê tobe dikin? Ev yek ku ewana bi milûktî tobe dikin, nîşan dike wekî ewana cude dibin ji wan meriva, derheqa kîjana Pawlos nivîsîbû. Lê gava ewana vedigerin bal Yehowa, ewana hewcê alîkariya wî ne (Hezeqêl 34:15, 16). Lema jî diqewime rûspiyên civatê xûşk yan birakî cêribandîra bêjin, wekî ew alî wan bike, ku dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava kin.
19. Nêta me gerekê çi be?
19 Hergê tu bi dil û can ruhanîda pêşda herî, tuyê bigihîjî nêta xwe! Berdewam ke rastiyên kûr ji Kitêba Pîroz hîn be û bira fikirên te li gora fikirên Yehowa bin. Û hergê tu îda ruhanîda gihîştî yî, çi destê te tê bike, wekî berdewam kî ruhaniya xwe xwey kî.
PIRSÊN DUBAREKIRINÊ
-
Çi tê hesabê ruhanîda gihîştî bin?
-
Em çi gerekê bikin, wekî ruhanîda bigihîjin?
-
Çira em gerekê bi zêdeyî xweda bawer nîbin?
KILAMA 65 Timê Pêş!
a Rast e Nivîsarên Pîroze Îbranîda xeberên “gihîştî” û “negihîştî” nayê xebitandinê, lê fikira van xebera heye. Mesele, kitêba Metelok dide kifşê firqiya orta kesê cahil û necêribandî û kesê bîlan, yê ku zanebûna xwe zêde dike (Metelok 1:4, 5).
b Ser jw.org yan ser JW Library® rêza gotarada bi navê “Têmên Din”, binihêre gotara “Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin”.
c Vê jûrnalêda binihêre “Bona Lêkolînê”.
d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Bira li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safî dike, ku çi binihêre.