Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Pawlosê şandî nivîsî, wekî Yehowa “nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korn. 10:13). Dibe ku ev tê hesabê, wekî Yehowa pêşda divîne hela em çiqasî dikarin teyax kin û paşê dijbêre ku em rastî kîjan tengasiya bên?

Werin em derheqa vê yekê xeber din. Cem birakî me, kurê kîjanî ku xwe kuşt, pirsên usa pêşda hatin: “Gelo Yehowa pêşda dît ku emê ber mirina kurê xwe teyax kin? Dibeke ew yek Xwedê safî kir ku biqewime, çimkî zanibû wekî em dikarin teyax kin?” Lê gelo ew rast e wekî Yehowa her tiştî kontrol dike çi jî emirê meda diqewime?

Hergê em 1 Korintî 10:13 lêkolîn bikin, emê bivînin wekî Kitêba Pîrozda tu menî tune bawer bikin, ku yançi Yehowa pêşda dinihêre em çi dikarin teyax kin û emê rastî kîjan cêribandina bên. Werên em şêwir kin derheqa çar meniya wekî çira ew yek usa nîne.

Ya pêşiyê, Yehowa merivara azaya bijartinê daye. Ew dixwaze wekî em xwexa riya jîyîna xwe bijbêrin (Qan. Dcr. 30:19, 20; Yêşû 24:15). Hergê em dijbêrin riya ku Xwedê xweş tê, em dikarin bawer bin, ku ewê rêberiya gavên me bike (Metlk. 16:9). Lê hergê em riya nerast dijbêrin, emê biçinin ew çi ku diçînin (Galt. 6:7). Dêmek hergê Yehowa bijbarta ku em rastî kîjan cêribandina bên û kîjan na, wê usa derketa ku ew sînor dike azaya bijartina me.

Ya duda, Yehowa me xwey nake ji wext û qewimandina (Waîz 9:11). Ji bo cî û wedekî nebaş, qezî yan tiştekî xirab dikare bê serê me. Carekê Îsa xeber da derheqa qezîkî, kîderê ku 18 meriv hatibûn kuştinê, ji bo wê yekê ku bircek ketibû ser wan. Îsa da kifşê ku ew qewimandin qirara Xwedê nîbû (Lûqa 13:1-5). Lema jî wê nerast be bifikirin ku yançi Xwedê pêşda safî dike, wekî kî qeziyada wê sax bimîne û kî wê bimire.

Ya sisiya, pirsa aminiyê me her kesî dikeve. Bikine bîra xwe ku Şeytan aminiya hemû meriya, yên ku Yehowara xizmet dikin, dike bin şikê yançi emê nikaribin wedê cêribandina amin bimînin (Îb. 1:9-11; 2:4; Eyan. 12:10). Hergê Yehowa me xwey ke ji tengasiya tenê ji bo wê yekê ku emê nikaribin teyax kin, usa wê bê kifşê ku Şeytan rast bû çaxê got ku em seva halxweşiya xwe Xwedêra xizmet dikin.

Ya çara, Yehowa naxwaze pêşda hemû tiştî binihêre çi ku emirê meda diqewime. Hergê ewî bixwesta binihêre, wê bihata hesabê ku yançi Xwedê pêşda dijbêre wekî em rastî çi cêribandina bên û him jî ku ew axiriya me jî zane. Lê nihêrandina usa ne li ser hîmê Nivîsarên Pîroz e. Hemikî Xwedê dikare li axiriyê binihêre (Îşa. 46:10). Lê Kitêba Pîroz nîşan dike ku Xwedê xwexa naxwaze pêşda binihêre her tiştî çi ku axiriyêda biqewime (Destp. 18:20, 21; 22:12). Yehowa Xwedayê hizkirin û heq e, lema jî ew azaya bijartinê ji me nastîne (Qan. Dcr. 32:4; 2 Korn. 3:17).

Lê wekî usa ne, çawa fem kin evan giliyên Pawlos: “Xwedê . . . nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê”? Ew sozê Yehowa ku Pawlos nivîsî, ne ku têne sêrî pêşiya cêribandina, lê wedê cêribandina. Giliyên Pawlos me didine bawerkirinê, ku firqî tune em rastî çi cêribandina bên jîyîna xweda, Yehowa wê eseyî alî me bike hergê em îtbariya xwe wî tînin (Zeb. 55:22). Ew gilî li ser hîmê du rastiyên sereke ne.

Ya pêşin, cêribandinên ku em rast pê tên, usa jî “têne serê merivêd mayîn”. Heta ku em dinya Şeytanda dijîn, em hemûşk jî rastî derecên çetin bên, diqewime hela hê qeziya jî. Lê hergê em xwe li Yehowa bigirin, emê bikaribin evan cêribandinada teyax kin û amin bimînin (1 Pet. 5:8, 9). Li wan rêzada yê ku nivîsar in pêşiya 1 Korintî 10:13, Pawlos gilî dike derheqa cêribandinên Îsraêliya, yên ku di beriyêda rastî wan hatibûn (1 Korn. 10:6-11). Ewên ku îtbariya xwe Yehowa dianîn, dikaribûn cêribandinada teyax kin. Pawlos çar cara dibêje, wekî “ji wan hineka” neguhdariya xwe dane kifşê. Lê yazix, ji bo wê yekê ku hine ji wan Îsraêliya îtbariya xwe Xwedê neanîn, dilê wan çû pey xwestinên nerast.

Ya duda, “Xwedê amin e”. Çaxê em dîna xwe didin, ku çawa Yehowa berêda derheqa xizmetkarên xwe xem dikir, em divînin ku ew bi aminî alîkariyê dide wan “yêd ku wî hiz dikin û emirêd wî diqedînin” (Qan. Dcr. 7:9). Em pêhesiyan ku Yehowa timê xweyê sozê xwe ye (Yêşû 23:14). Ji vê yekê tê kifşê, ku em dikarin bawer bin wekî: 1) Ew wê nehêle ku cêribandinên me usa mezin bin, wekî emê nikaribin wana teyax kin, û 2) “ewê . . . delîlekê jî bike” seva me.

Yehowa “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me”

Gelo Yehowa ça delîlekê dike bona wan, yên ku wedê cêribandina îtbariya xwe wî tînin? Hemikî hergê ew yek qirara wî be, Yehowa dikare ewan cêribandina pêra-pêra bide hildanê. Lê hela bikine bîra xwe giliyên Pawlos: “Ewê [Yehowa] delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin”. Gelek dereceda Yehowa “delîlekê” dike, dêmek dide me ew yek, çi ku lazim e seva ku teyax kin. Werên em xeber din derheqa hine tişta, bi saya çi jî Yehowa delîlekê bona me dike:

  • Yehowa “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korn. 1:3, 4). Ew dikare hiş û dilê me rihet ke bi saya Xebera xwe û ruhê xweyî pîroz. Him jî Yehowa bi saya xwarina ruhanî, ku em ji xulamê amin distînin, dikare berdiliyê bide me (Met. 24:45; Yûhn. 14:16; Rom. 15:4).

  • Yehowa dikare bi ruhê pîroz rêberiya me bike (Yûhn. 14:26). Çaxê cêribandin pêşda tên, ruhê pîroz dikare alî me bike ku bînin bîra xwe serhatiyên û prînsîpên ji Kitêba Pîroz û paşê safî kin ku çawa xwe kifş kin.

  • Yehowa dikare milyaketên xwe bide xebatê, wekî ewana alî me bikin (Îbrn. 1:14).

  • Yehowa dikare bi xûşk-bira jî alî me bike, yên ku bi xeber û şixulên xwe dikarin me qewî kin (Kols. 4:11).

Dêmek çi em pêhesiyan ji giliyê Pawlosê şandî, yên ku 1 Korintî 10:13-da nivîsar in? Yehowa najbêre ku em rastî kîjan cêribandina gerekê bên. Lê çaxê jîyîna meda çetinayî pêşda tên, em dikarin bawer bin, ku: Hergê em bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin, ewê tu car nehêle ku em ji qewata xwe der bêne cêribandinê; ewê timê mera delîlekê bike, seva ku em bikaribin teyax kin. Bi rastî jî, ew gilî me çiqas dilgerm dikin!