Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kê Îro Rêberiya Cimeta Xwedê Dike?

Kê Îro Rêberiya Cimeta Xwedê Dike?

“Rêberêd xwe bîr bînin” (ÎBRN. 13:7).

KILAMÊN: 123, 126

1, 2. Paşî çûyîna Îsa li ezmana, şandiyên wî dibeke derheqa çi difikirîn?

ŞANDIYÊN Îsa sekinîbûn ser çiyayê Zeytûnê û ezmên dinihêrîn. Hema wê demê ber çevê wan, Îsa axayê wan û dostê wan, berbi ezmên hate hilatinê û ewr ew ber çevê wan veşart (Kar. Şand. 1:9, 10). Nava weke du salada, Îsa wana hîn dikir, dil dida wan û rêberî wan dikir. Lê ew îda çû ezmên. Gelo şandiya çi gerekê bikirana?

2 Pêşiya çûyîna ser ezmana, Îsa gote şagirtên xwe: “Hûnê . . . ji Orşelîmêda girtî temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê jî bibine şedêd min” (Kar. Şand. 1:8). Lê gelo wana ça dikaribû ew şixul bikirana? Îsa wanra soz da, wekî ewana wê ruhê pîroz bistînin ku alî wan bike (Kar. Şand. 1:5). Lê şixulê belakirina mizgîniyê gerekê nav temamiya dinyayê bela bûya, û lema lazim bû rêberî seva ew şixul bi organîze bihata kirinê. Berê, Yehowa bi saya meriva rêberî cimeta xwe dikir. Lema jî diqewime şandî difikirîn, gelo Yehowa wê niha jî rêberê teze kifş ke?

3. a) Çaxê Îsa çû li ezmên, şagirtên amin kîjan safîkirina ferz kirin? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Hinek wede şûnda, çaxê Îsa çû li ezmên, şagirtên wî gerekê dewsa Cihûdayê Îsxeryotî kesekî din bijbartana. Wana Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin, Xwedêra dua kirin, û axiriyêda Matîyo bijartin, wekî bibe şandiyê 12 (Kar. Şand. 1:15-26). Lê çira ew yek gelek ferz bû bona şagirta û Yehowa? Şagirta fem dikir wekî lazim e ewana 12 şandî bin. * Îsa şandî bijartin wekî ewana ne ku tenê tevî wî xizmet kin, lê usa jî şixulekî gelek ferz nav cimeta Xwedêda bikin. Gelo ew çi şixul bû û Yehowa ça bi saya Îsa ewana hazir kirin bona wî şixulî? Lê îro nav cimeta Xwedêda çi şixul tê kirinê? Ça em dikarin “rêberêd xwe bîr bînin”, îlahî “xulamê amin û serwaxt”? (Îbrn. 13:7; Met. 24:45)

ÎSA SERWÊRTIYÊ KOMA RÊBERIYÊ DIKE

4. Qirna yekêda şandî û rûspiyên din Orşelîmêda çi şixul dikirin?

4 Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., şandiya destpêkirin rêberiyê civata Mesîhîtî bikin. Kitêba Pîroz dibêje, “Petrûs tevî her yanzdeha”, elaleta mezinra, Cihûya û necihûyara, derheqa rastiyê gilî dikir (Kar. Şand. 2:14, 15). Gelek ji wan meriva bûne Mesîhî. Û ew Mesîhiyên teze “xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan” (Kar. Şand. 2:42). Şandî usa jî cabdar bûn bona perê civatê (Kar. Şand. 4:34, 35). Ewana usa jî ruhanîda miqatî cimeta Xwedê bûn. Wana digot: “Emê xwe bidine dua û dannasîniya xeberê” (Kar. Şand. 6:4). Xêncî vê yekê, wana Mesîhiyên cêribandî dişandin ciyên din, seva mizgîniyê bela kin (Kar. Şand. 8:14, 15). Wede derbaz bû, paşê rûspiyên ku bi ruhê pîroz bijartî bûn, tevî şandiya rêberî civata dikirin. Û çawa koma rêberiyê wana rêberî hemû civata dikirin (Kar. Şand. 15:2).

5, 6. a) Ruhê pîroz ça qewat dida koma rêberiyê? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Milyaketa ça alî koma rêberiyê dikirin? c) Koma rêberiyê ça pey rêberiya Xebera Xwedê diçûn?

5 Mesîhiyên qirna yekêda bawer bûn, wekî Yehowa bi saya Îsa Mesîh, serwêrtiyê koma rêberiyê dike. Lê çira ewana vê yekêda bawer bûn? Meniya pêşiyê ew bû, ku ruhê pîroz ser koma rêberiyê bû (Yûhn. 16:13). Rast e hemû Mesîhiyên bijartî ruhê pîroz standibûn, lê ruhê pîroz alîkarî dida îlahî şandiya û rûspiyên ku Orşelîmêda bûn, seva ku berpirsiyartiyê bikin. Mesele, sala 49-da D.M., koma rêberiyê bi saya ruhê pîroz safîkirina ferz kir bona sinetkirinê. Civata piştgiriya vê safîkirinê kirin, û “civîn jî baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû” (Kar. Şand. 16:4, 5). Derheqa vê safîkirinê koma rêberiyê civatara nemek nivîsîn. Ji wê nemekê rind tê kifşê wekî hunurên berê ruhê pîroz cem wan hebûn, mesele hizkirin û bawerî (Kar. Şand. 15:11, 25-29; Galt. 5:22, 23).

6 Ya duda, milyaketa alî koma rêberiyê dikirin. Mesele, milyaket gote Kornêlyoyê necihû, wekî kesekî bişîne pey Petrûsê şandî. Çaxê Petrûs hate bal Kornêlyo, wî û malbeta wîra derheqa mizgîniyê gilî kir. Rast e ewana sinetkirî nîbûn, lê ruhê pîroz hate ser wan. Ew yek bona şandiya û birên din îzbatkirin bû, wekî Xwedê dixwaze necihûyên nesinetikirî jî bibine endemên civata Mesîhîtî (Kar. Şand. 11:13-18). Hin jî, milyaketa alî koma rêberiyê dikirin, wekî şixulê belakirina mizgîniyê pêşda here (Kar. Şand. 5:19, 20). Ya sisiya, koma rêberiyê guh didane Xebera Xwedê. Wana ser hîmê Nivîsara, pirsên bona hînkirinê safî dikirin û rêberî civata dikirin (Kar. Şand. 1:20-22; 15:15-20).

7. Çira em dikarin bêjin wekî Îsa rêberî civata Mesîhiya dikir?

7 Rast e qirna yekêda hukumê koma rêberiyê ser civatê hebû, lê wana fem dikir ku Îsa ye Rêberê wan. Pawlosê şandî nivîsî: “Ew [Mesîh] bû, yê ku pêşkêş dane meriva, ku hinek bibine şandî”. Ewî zêde kir: “Pê hizkirinê . . . her aliyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e” (Efes. 4:11, 15). Qirna yekêda şandiyên Îsa gelek navdar bûn, lê Mesîhiya navê wan nedidane ser xwe, dewsê ewana “ ‘mesîhî’ hatine navkirinê” (Kar. Şand. 11:26). Şandî û birên dine cabdar, rêberî Mesîhiya dikirin ser hîmê Nivîsara. Pawlos zanibû wekî gelek ferz e pey wan rêberiya here, lê yeke ewî got: “Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî [usa jî her endemê koma rêberiyê] Mesîh e, . . . û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korn. 11:2, 3). Belê, bi rêberiya Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh rêberî civatê dikir.

“EWA ŞIXULÊ DESTÊ MERIVA NÎNE”

8, 9. Rassêl xilaziya qirna 19-da destpêkir kîjan şixulê ferz bike?

8 Xilaziya qirna 19-da, Çarlz Têîz Rassêl û hine hevalên wî nêt dane pêşiya xwe, wekî hebandina rast vegerînin. Lema sala 1884, bi qanûnî Civaka Birca Qerewiliyê ya Siyonê hate sazkirinê, seva ku ser cûre-cûre zimana rastiya Kitêba Pîroz bela kin. Prêsîdêntê (serokê) vê Civakê wî çaxî Rassêl bû. * Rassêl gelek kûr Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, û tirsa wî tune bû wekî eyan ke ku dêr hînkirinên qelp hîn dikin, mesele derheqa Sêyekane û jîyîna paşî mirinê. Ewî usa jî ji Kitêba Pîroz fem kir, wekî hatina Îsa wê nexuya be û “wextê . . . mileta” gerekê sala 1914-da xilaz bûya (Lûqa 21:24). Rassêl Bira bi dil û eşq wedê xwe, qewat û perê xwe xerc dikir, wekî ew rastiyên ji Kitêba Pîroz meriv jî pêbihesin. Eyan e, wekî wî wedeyî Yehowa û Îsa rêberî Rassêl dikirin, seva ew şixul pêşda here.

9 Nêta Rassêl ew nîbû wekî meriv wî rûmet kin. Ewî sala 1896-da nivîsî: “Em naxwazin me yan jî nivîsarên me rûmet û hurmet kin; em ne jî dixwazin ku me nav kin keşîş yan jî Dersdar. Usa jî em naxwazin wekî kesek navê me hilde ser xwe”. Paşê ewî usa got: “Ewa şixulê destê meriva nîne”.

10. a) Çiçax Îsa “xulamê amin û serwaxt” kifş kir? b) Gilî kin ku çawa Koma Rêberiyê ji Civaka Birca Qerewiliyê başqe bûye.

10 Îsa sala 1919-da, sê sal paşî mirina Rassêl, “xulamê amin û serwaxt” kifş kir, wekî “wextda xwarina” ruhanî bide xulamên mala wî (Met. 24:45). Wî wedeyî komeke biçûk ji birên bijartî, xizmet dikirin Brûklînêda (Niyû York), ofîsa serekeda. Ewê komê xwarina ruhanî hazir dikir û şagirtên Îsara bela dikir. Xebera “koma rêberiyê” edebyetên meda hate xebitandinê paşî sala 1940. Wî wedeyî, koma rêberiyê hesab dikirin ça endemên Civaka Birca Qerewiliyê. Lê sala 1971-da Koma Rêberiyê hate başqekirinê ji dîrêktorên Civaka Birca Qerewiliyê, çimkî civak tenê bona tiştên qanûnî cabdar bû, ne ku bona xwarina ruhanî. Ji wî wedeyî, Koma Rêberiyêda birên bi ruhê pîroz kifşkirî xizmet dikin, yên ku îda dîrêktorên Civakê nînin. Wan paşwextiyada, birên cabdar ji “pezên din” xizmet dikin ça dîrêktorên Civakê û dîsa korporasiyên dinda jî, kîjan ku teşkîleta Xwedê dide xebatê. Bi alîkariya birên din, Koma Rêberiyê hiş-aqilê xwe dide ser xwarina ruhanî û rêberîkirinê (Yûhn. 10:16; Kar. Şand. 6:4). “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2013-da dihate şirovekirinê, wekî “xulamê amin û serwaxt”, ew heye Koma Rêberiyê ku ji mesîhiyên bijartî ye.

Koma rêberiyê, salên 1950-1960

11. Çawa Koma Rêberiyê safîkirina dike?

11 Koma Rêberiyê tevayî safîkirinên ferz dikin. Ewana her heftî tevayî top dibin, û bi saya vê yekê hevra nêzîk in û yektiyêda nin (Metlk. 20:18). Her sal ji wana yek tê kifşkirinê ça berpirsiyarê van civîna. Û ew yek dide kifşê wekî tu kes ji wan, xwe ji yên din bilindtir nagire (1 Pet. 5:1). Berpirsiyarên her şeş komîtêyên Koma Rêberiyê jî her sal têne guhastinê. Tu kes ji wan xwe bilind hesab nake û xwe ser birên xwera nagire. Her yek ji wan jî xwe hesab dike ça “xulamêd malê”, yên ku ji xulamê amin xwarina ruhanî distînin û pey rêberiya wî diçin.

Ji sala 1919-da, xulamê amin bona cimeta Xwedê xwarina ruhanî hazir dike (Binihêre abzasa 10, 11)

“KÎ YE EW XULAMÊ AMIN Û SERWAXT?”

12. Kîjan pirsa emê niha şêwir kin?

12 Koma Rêberiyê ji Xwedê xewn û xeyala navîne û bêqisûr nîne. Lema jî cara hînkirinên Kitêba Pîrozda yan jî rêberiya teşkîletêda şaşî hene. Mesele, “Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyêda” heye binserî bi navê “Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz”. Wêderê rêzkirî ye guhastinên femkirina rastiyên Kitêba Pîroz, kîjan ku hatine zelalkirinê ji sala 1870. * Belê, Îsa negot wekî xwarina ruhanî kîjan ku xulamê amin dide, wê bêqisûr be. Lê wekî usa ne, pirs pêşda tê: “Kî ye . . . xulamê amin û serwaxt?” (Met. 24:45) Gelo çi îzbat dike wekî Koma Rêberiyê ew heye xulamê amin û serwaxt? Were em wan sê tişta şêwir kin, bi saya çi jî koma rêberiyê ya qirna yekê rêberî dibûn.

13. Çawa ruhê pîroz alî Koma Rêberiyê dike?

13 Ruhê pîroz alî wan dike. Ruhê pîroz alî Koma Rêberiyê kir, wekî rastiyên Kitêba Pîroz fem bikin, kîjan ku berê femdarî nîbûn. Mesele, bifikirin ku ça hînkirinên Kitêba Pîroz zelal bûn, çawa abzasa jorêda hatiye gotinê. Meriv xwexa pê hiş-aqilê xwe nikare “nêt-meremêd Xwedêye” kûr fem bike û şiroveke. (Bixûne 1 Korintî 2:10.) Koma Rêberiyê çev didine Pawlos, yê ku got: “Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtiya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji ruhê Xwedê xeber didin” (1 Korn. 2:13). Çaxê hînkirinên qelp nava rêlîgiya Mesîhîda bela bûn qirne derbaz bûn, û paşê ji sala 1919-da hînkirinên Kitêba Pîroz zelal bûn. Ew yek îzbat dike wekî ruhê Xwedêyî pîroz vê yekêda alî Koma Rêberiyê dike.

14. Li gora Eyantî 14:6, 7, milyaket îro ça alîkariyê didine cimeta Xwedê?

14 Milyaket alî Koma Rêberiyê dikin. Koma Rêberiyê nav temamiya dinyayêda rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike. Wî şixulîda 8 mîlyona zêdetir mizgînvan kar dikin. Lê gelo çira ew şixul usa pêşda diçe? Çimkî milyaket alîkariyê didin. (Bixûne Eyantî 14:6, 7.) Gelek car mizgînvan diçine cem wan meriva, kîjana hema wê demê Xwedêra dua kirine wekî alî wan bike. * Xêncî vê yekê, şixulê belakirina mizgîniyê wan ciyada jî pêşda diçe, kîderê ku peyketin hene. Ew yek jî îzbat dike wekî ew şixul bi alîkariya milyaketa tê kirinê.

15. Çi firqî heye orta Koma Rêberiyê û serwêrên Mesîhiyên vê dinyayê? Meselê bînin.

15 Koma Rêberiyê pey Xebera Xwedê diçe. (Bixûne Yûhenna 17:17.) Were şêwir kin ku çi qewimî sala 1973. “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Hezîranê, pirseke usa hebû: “Gelo merivên ku cixare neterikandine, dikarin bêne nixumandinê?” Caba vê pirsê usa bû: “Ji Kitêba Pîroz eyan e wekî na”. Paşî vê yekê, vê “Birca Qerewiliyêda” ser hîmê çend rêzên ferz hatibû şirovekirinê, wekî çira merivê ku naxwaze cixarê biterikîne, gerekê ji civatê bê derxistinê (1 Korn. 5:7; 2 Korn. 7:1). Usa jî li wêderê hate gotinê: “Ew prînsîp ne ji meriva ye, lê ji Xwedê ye, kîjan ku bi saya Xebera xwe mera eyan dike”. Qe rêlîgiya usa heye kîjan ku bi temamî pey Xebera Xwedê diçe, hergê jî ew yek hine endemên vê rêlîgiyayêra çetin e? Kitêbekêda derheqa rêlîgiyên Dewletên Yekbûyîda tê gotinê: “Serwêrên dînê Mesîhtî dîna xwe didin ku endemên dêra wan çi bawer dikin û çi wanara dest dide, û li gora wê yekê timê hînkirinên xwe diguhêzin”. Lê Koma Rêberiyê pey fikirên meriva naçe. Ewana pey Xebera Xwedê diçin, û ew yek îzbat dike wekî Yehowa xwexa rêberiya cimeta xwe dike.

“RÊBERÊD XWE BÎR BÎNIN”

16. Ça em dikarin Koma Rêberiyê bîr bînin?

16 Bixûne Îbranî 13:7. Gelo çawa em dikarin “rêberêd xwe bîr bînin”? Mesele, em dikarin bona Koma Rêberiyê dua bikin (Efes. 6:18). Bifikirin ku cabdariya çiqas mezin ser wan e. Ewana xwarina ruhanî didine me û nav temamiya dinyayêda rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikin. Ewana hin jî rêberiyê dikin wekî perê teşkîletê rast xerc be. Belê, rastî jî lazim e em bona wan timê dua bikin.

17, 18. a) Em ça piştgiriya Koma Rêberiyê dikin? b) Çaxê em mizgîniyê bela dikin, bi vê yekê ça em piştgiriya xulamê amin û Îsa dikin?

17 Em bi kirên xwe jî dikarin bidine kifşê wekî Koma Rêberiyê bîr tînin, mesele çaxê pey şîret û rêberiya wan diçin. Koma Rêberiyê bi saya edebyeta, civata û civatên mezin rêberiyê dide me. Xêncî vê yekê, Koma Rêberiyê kifş dike berpirsiyarên mihalê, ewana jî civatada rûspiya kifş dikin. Û çaxê berpirsiyarên mihalê û rûspî hemû tiştîda pey şîret û rêberiya Koma Rêberiyê diçin, ewana didine kifşê wekî bîr tînin rêberên xwe. Çaxê em gura wanda nin yên ku Îsa kifş kiriye seva rêberiyê me bikin, em didine kifşê ku qedirê Rêberê xwe Îsa digirin (Îbrn. 13:17).

18 Em usa jî Koma Rêberiyê bîr tînin, çaxê bi dil û can şixulê belakirina mizgîniyê dikin. Pawlosê şandî Mesîhî şîret dikirin, wekî çev bidine baweriya rêberên xwe. Rastî jî Koma Rêberiyê baweriya qayîm dide kifşê, çimkî ew belakirina mizgîniyêda gelek xîret e û ewî şixulî pêşda dibe. Lê gelo hûn wî şixulîda piştgiriya Koma Rêberiyê dikin? Hergê erê, emê şa bin çaxê Rêberê me Îsa mera bêje: “Heger we qencî ji van xûşk-birêd mine yê herî biçûk yekîra kir, we minra kir” (Met. 25:34-40).

19. Hûn çira dixwazin pey Rêberê xwe Îsa herin?

19 Çaxê Îsa çû li ezmên, ewî şagirtên xwe bêy alîkarî nehîşt (Met. 28:20). Ewî zanibû ku çaxê ew ser erdê bû, ruhê pîroz, milyaketa û Xebera Xwedê alî wî dikirin, wekî ew rêberiyê cimeta Xwedê bike. Îsa alîkariya usa dide xulamê amin jî. Xulamê amin, dêmek Mesîhiyên bijartî, “pey Berx diçin, kuda ku ew diçe” (Eyan. 14:4). Û çaxê em pey rêberiya wan diçin, dêmek em pey Rêberê xwe Îsa diçin. Zûtirekê, Îsa wê me bive berbi jîyîna heta-hetayê (Eyan. 7:14-17). Belê, tu serwêr nikare ewê yekê mera soz bide!

^ abz. 3 Eyan e, wekî qirara Yehowa bû ku 12 şandî axiriyêda bibine “donzdeh hîmêd sûra” Orşelîma Nû (Eyan. 21:14). Lema jî çaxê kesek ji şandiyên amin bimira, îda dewsa wî nelazim bû kesek din bijbartana.

^ abz. 8 Ji sala 1955, ew civak hate navkirinê Civaka Birca Qerewiliyê ya Pênsîlvaniya.

^ abz. 12 Usa jî binihêrin binserî bi navê “Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz”, di “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowada”.

^ abz. 14 Binihêrin kitêba “Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê”, rûp. 58-59.