Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kirîn “Pêşkêşa Kamil” ji Xwedê ye

Kirîn “Pêşkêşa Kamil” ji Xwedê ye

“Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil . . . ji Bav [e]” (AQÛB 1:17).

KILAMÊN: 20, 15

1. Kirîn çi kerema dikare mera bîne?

KIRÎN ku Îsa Mesîh da, gelek kerema tîne. Bi saya kirînê hemû zarên Adem yên ku rastiyê hiz dikin, axiriyêda wê bibine neferên malbeta Xwedê û jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê xêncî wan kerema kirîn hê zêde tişt dike. Ew yek ku Îsa mir û rastiya Yehowa îzbat kir, pirseke gelek ferzva girêdayî ye kîjan bona hemûya ye, hin ser ezmana hin ser erdê (Îbrn. 1:8, 9).

2. a) Îsa duayê xweda derheqa kîjan tiştên gelek ferz got? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Îsa weke du sal pêşiya mirina xwe, şagirtên xwe hîn kir ku usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Met. 6:9, 10). Seva ku hê zêde kirînê bişêkirînin, were şêwir kin ku ew ça navê Xwedê pîroz dike, kerema tîne bi saya Padşatiya Xwedê û rê vedike wekî qirara Xwedê bê sêrî.

“NAVÊ TE PÎROZ BE”

3. Navê Yehowa derheqa wî çi eyan dike, û ça Şeytan navê Xwedêyî pîroz bêhurmet kir?

3 Îsa duayê xweda pêşiyê got wekî navê Xwedê pîroz be. Navê Yehowa eyan dike, wekî Ew yekî ça himzor û pîroz e. Duayê xweye dinda, Îsa wî nav kir “Bavê Pîroz” (Yûhn. 17:11). Belê, Yehowa pîroz e û lema hemû prînsîp û qanûnên wî pîroz in. Lê Şeytan Edenêda şer avîte Xwedê, wekî îzina wî tune merivara qanûna dayne. Ew dereweke mezin bû, û Şeytan bi buxdan navê Xwedê bêhurmet kir (Destp. 3:1-5).

4. Îsa ça navê Xwedê pîroz dikir?

4 Lê Îsa bi dil navê Xwedê hiz dikir (Yûhn. 17:25, 26). Ewî hemû tişt dikir seva navê Xwedê pîroz ke. (Bixûne Zebûr 40:8-10.) Îsa pê jîyîna xweye ser erdê îzbat kir, wekî hemû qanûnên Yehowa rast in û bona kara me ne. Çaxê Şeytan dixwest Îsa bişkêne pê mirina bi çerçirandinê, Îsa hela hê wî çaxî jî bi temamî amin ma Bavê xweyî ezmanara. Bi aminiya xwe Îsa îzbat kir, wekî merivê bêqisûr dikare hemû tiştîda gura Xwedê bike.

5. Em ça dikarin navê Xwedê pîroz kin?

5 Lê em ça dikarin nîşan kin, wekî navê Xwedê hiz dikin? Pê kirên xwe. Yehowa ji me dewa dike ku em pîroz bin. (Bixûne 1 Petrûs 1:15, 16.) Ew tê hesabê, wekî em gerekê tenê Yehowa bihebînin û bi temamiya dilê xwe gura wî bikin. Hela hê wedê peyketina jî, em gerekê hemû tiştî bikin seva qanûn û prînsîpên wî bînin sêrî. Çaxê em kirên rast dikin, em navê Yehowa rûmet dikin (Met. 5:14-16). Çawa cimeta pîroz, em pê jîyîna xwe îzbat dikin wekî qanûnên Yehowa rast û baş in, lê gotinên Şeytan derew in. Em gişk gunekar in û lema jî şaşiya dikin. Lê em bi dil gunên xwe tînin rûyê xwe û pişta xwe didine wan kira, kîjan ku navê Xwedê bêhurmet dikin (Zeb. 79:9).

6. Rast e em gunekar in, lê çira Yehowa dikare me rast hesab bike?

6 Hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, Yehowa gunên me dibaxşîne. Yên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin, ew wana qebûl dike ça xizmetkarên xwe. Yehowa Mesîhiyên bijartî rast hesab dike ça kurên xwe û yên ku ji “pezên din” in hesab dike ça dostên xweyî rast (Yûhn. 10:16; Rom. 5:1, 2; Aqûb 2:21-25). Dêmek, hela hê niha jî kirîn mecalê dide me, wekî em ber çevê Bavê xwe Yehowa rast bêne hesabê û navê wî pîroz kin.

“PADŞATIYA TE BÊ”

7. Padşatiya Xwedê wê bi saya kirînê kîjan kerema bîne?

7 Paşê Îsa duayê xweda ji Xwedê hîvî kir: “Padşatiya te bê”. Lê gelo ça kirîn girêdayî ye tevî Padşatiya Xwedê? Bi saya kirînê rê vebû, wekî 144 000 yên bijartî, ser ezmana tevî Îsa ça padşa û kahîn serwêrtiyê bikin (Eyan. 5:9, 10; 14:1). Îsa wê tevî yên bijartî hezar salî serwêrtiyê erdê bike, û wê însanetêra karê bînin. Erd wê dîsa bibe cinet, û hemû merivên amin wê bibine bêkêmasî. Xizmetkarên Yehowa yên ser ezmana û yên ser erdê, wê axiriyêda bibine malbetek (Eyan. 5:13; 20:6). Îsa wê serê mer bihincirîne û wê bi temamî bide hildanê wan kul-derda kîjan ku ji wî tên (Destp. 3:15).

8. a) Îsa ça şagirtên xwera nîşan kir wekî Padşatiya Xwedê gelek ferz e? b) Em ça dikarin nîşan kin wekî em piştgiriya Padşatiyê dikin?

8 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî şagirtên xwera nîşan kir wekî Padşatiya Xwedê çiqas ferz e. Hema derbêra paşî nixumandina xwe, Îsa hemû ciya “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bela dikir (Lûqa 4:43). Îsa pêşiya ku biçûya ezmana, temî da şagirtên xwe wekî “heta serê dinê” derheqa wî şedetiyê bidin (Kar. Şand. 1:6-8). Bi saya belakirina mizgîniya Padşatiyê, meriv dikarin pêbihesin derheqa kirînê û usa jî bikaribin bijîn bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda. Îro em alî bijartiya dikin yên ku erdê ne. Çi cûreyî? Em nav temamiya dinyayê mizgîniya derheqa Padşatiyê bela dikin. Usa em nîşan dikin wekî em piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin (Met. 24:14; 25:40).

“EMIRÊ TE BE”

9. Çira em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê qirara xwe hindava meriva bîne sêrî?

9 Paşê Îsa duayê xweda giliyên usa got: “Emirê te be”. Gelo bi wan giliya Îsa çi dixwest bigota? Yehowa heye Efirandar û çaxê ew tiştekî qirar dike, wê ese bê sêrî (Îşa. 55:11). Yehowa wê tu car îzinê nede Şeytan, wekî rê wî bigire ku qirara Xwe hindava însanetê bîne sêrî. Destpêkêda qirara Yehowa ew bû, wekî Adem û Hêwayêra zarên bêqisûr bibin û bi wan erd tije be (Destp. 1:28). Hergê Adem û Hêwa bêzuret bimirana, ew qirara Xwedê wê nehata sêrî. Lê Xwedê mecalê dide ewên ku baweriya xwe qurbana Îsa tînin, wekî bibine bêkêmasî û heta-hetayê bijîn. Yehowa meriva hiz dike û dixwaze merivên guhdar usa bijîn, ça ewî serê-sêrîda qirar kir.

10. Bi saya kirînê çi çare heye bona merivên ku mirine?

10 Gelo çi çare heye bona wan meriva yên ku mirine lê Yehowa nas nekiribûn û jêra xizmet nekiribûn? Bi saya kirînê, ewana dikarin ji mirinê rabin. Bavê meyî hizkirî wê wana vegerîne jîyînê, seva ku ewana derheqa qirara wî pêbihesin û bikaribin jîyîna heta-hetayê bistînin (Kar. Şand. 24:15). Yehowa mirina tu kesî naxwaze. Çaxê mirî ji mirinê rabin, Yehowa wê bibe Bavê wan, çimkî ew Kaniya jîyînê ye, dêmek ew jîyînê dide (Zeb. 36:9). Lema jî Îsa hîn dikir usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana” (Met. 6:9). Yehowa şixulekî ferz da Îsa, dêmek miriya ji mirinê rake (Yûhn. 6:40, 44). Îsa wê cinetêda evê yekê bike. Lema ewî got wekî ew “rabûn û jiyîn” e (Yûhn. 11:25).

11. Qirara Xwedê hindava “elaleteke mezin” çi ye?

11 Yehowa her kesî teglîf dike, wekî bibine neferên malbeta wî. Lema Îsa got: “Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min” (Marq. 3:35). Xwedê dixwaze wekî “elaleteke mezin” ji hemû mileta, bereka û zimana bibine xizmetkarên wî. Û hergê ewana baweriya xwe qurbana Îsa bînin û qirara Xwedê bînin sêrî, ewana jî wê bikevine nava wan yên ku rûmetê didine Xwedê û dibêjin: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye” (Eyan. 7:9, 10).

12. Ça duayê Îsa eyan dike qirara Yehowa hindava însanetê?

12 Ew duayê Îsa eyan dike qirara Yehowa hindava însanetêye guhdar. Li gora wî duayî, em gerekê aliyê xweda hemû tiştî bikin seva navê Yehowa rûmet û pîroz kin (Îşa. 8:13). Navê Îsa tê hesabê “Yehowa Xilazkar e”. Rastî jî xilazkirina meye bi saya kirînê, navê Yehowa rûmet û hurmet dike. Padşatiya Xwedê wê bi saya kirînê însanetêra kerema bîne. Belê, ew dua me dide bawerkirinê wekî tu tişt nikare rê Xwedê bigire wekî qirara xwe bîne sêrî (Zeb. 135:6; Îşa. 46:9, 10).

RAZÎBÛNA XWE BIDINE KIFŞÊ BONA KIRÎNÊ

13. Çaxê em têne nixumandinê, bi vê yekê em çi nîşan dikin?

13 Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê, em nîşan dikin wekî em baweriya xwe kirînê tînin û qîmet dikin. Hin jî, nixumandina me dide kifşê ku em “para Xudan in” (Rom. 14:8). Xêncî vê yekê, nixumandin dide kifşê wekî em dixwazin ku Xwedê îsafa temiz bide me (1 Pet. 3:21). Û Yehowa bi xûna Îsa îsafa me temiz dike. Em qayîm bawer dikin wekî Xwedê çi ku soz dide, wê hemû tiştî bide me (Rom. 8:32).

Em ça razîbûna xwe didine kifşê seva kirînê? (Binihêre abzasa 13, 14)

14. Çira Xwedê ji me dewa dike wekî em meriva hiz bikin?

14 Dîsa ça em dikarin nîşan kin wekî em razî ne bona kirînê? Yehowa hemû tiştî ji hizkirinê dike, û ew dixwaze wekî hemû xizmetkarên wî vê yekêda çev bidine wî (1 Yûhn. 4:8-11). Û em eyan dikin wekî em dixwazin “bibine zarêd Bavê [xweyî] ezmana”, çaxê em meriva hiz dikin (Met. 5:43-48). Meriva hiz kin temiya duda ye, lê ya pêşiyê ew e ku Xwedê hiz bikin (Met. 22:37-40). Çaxê em mizgîniya Padşatiyê bela dikin, usa em hizkirina xwe hindava meriva didine kifşê û rûmeta Xwedê eyan dikin. Bi vê yekê hizkirina me hindava Xwedê diha mezin dibe, îlahî çaxê em xûşk-birên xwe hiz dikin (1 Yûhn. 4:12, 20).

YEHOWA BI SAYA KIRÎNÊ KEREMA DIDE ME

15. a) Kîjan kerema em niha ji Yehowa distînin? b) Kîjan kerema emê axiriyêda bistînin?

15 Seva bi temamî gunên me bêne baxşandinê, em gerekê baweriya xwe kirînê bînin. Xebera Xwedê me dide bawerkirinê, wekî gunên me dikarin “bêne resîtkirinê”. (Bixûne Karên Şandiya 3:19-21.) Çawa me îda şêwir kir, Yehowa bi saya kirînê, Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî dike zarên xwe (Rom. 8:15-17). Û Yehowa soz dide “pezên din” jî ku wana bike malbeta xwe. Çaxê ewana bibine bêqisûr û amin bimînin wedê cêribandina xilaziyê, Yehowa wê wana jî bike zarên xwe (Rom. 8:20, 21; Eyan. 20:7-9). Hizkirina Yehowa hindava zarên wî, wê heta-hetayê be û kirîn jî wê mera keremên heta-hetayê bîne (Îbrn. 9:12). Ew pêşkêşa Xwedê wê tu car qîmeta xwe unda neke û ne jî tu kes dikare ewê pêşkêşê ji me bistîne.

16. Kirîn me ji çi aza dike?

16 Hergê em bi dilê sax gunên xwe tînin rûyê xwe, Şeytan nikare me bide sekinandinê, wekî em axiriyêda bibine neferên malbeta Yehowa. Îsa hate ser erdê û mir “carekê bona her tim”. Lema jî qewata kirînê tu car kuta nabe (Îbrn. 9:24-26). Kirîn bi temamî me xilaz dike ji gune û mirinê ku ji Adem derbazî ser me bûye. Xêncî vê yekê, bi saya qurbana Îsa em aza ne ji hukumê dinya Şeytan û em îda mirinê natirsin (Îbrn. 2:14, 15).

17. Hizkirina Xwedê te berbi çi hêlan dike?

17 Sozên Xwedê wê ese bêne sêrî. Çawa ku Yehowa qanûnên tebiyetê usa danî wekî ewana nayêne guhastinê, usa jî xwexa Yehowa tu car nayê guhastinê. Ew wê tu car me nehêle (Malx. 3:6). Yehowa mera ne ku tenê jîyînê dide, ew usa jî me gelek hiz dike. “Em wê hizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:16). Axiriyêda erd wê bibe cineta bedew û xweş, û ser erdê her kes wê çev bide hizkirina Xwedê. Wî wedeyî hemû xizmetkarên Xwedê, hin ser erdê hin ser ezmana wê bêjin: “Pesin, rûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira heta-hetayê Xwedêyê mera be. Amîn” (Eyan. 7:12).