JI ARXÎVÊN ME
“Tune Riya Çetin û Pir Dirêj”
SALA 1937-da 26 Adarê, du merivên rêvî, vestiyayî, hêdî-hêdî ereba xwe ku qirêj bû dajotin û vedigeriyane Sîdnêyê (Avstralya). Ewana salek pêşda ji wî şeherî derketibûn û weke 19 300 km. rêwîtî kiribûn û çûbûne ciyên gelek dûr. Ew meriv, Artûr Wîlîs û Bîl Niyûlênd bûn. Ewan pêşengên xîret nêt dabûne pêşiya xwe ku mizgîniya Padşatiya Xwedê Avstralyayê navînda bela kin, kîderê ku lap hindik meriv dijîtin.
Salên 1920-1930-da, komeke biçûk ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz * di Avstralyayêda, li şeherên ku nêzîkî berê bûn û ji wan şehera der mizgînî bela dikirin. Avstralya navînda hindik meriv dijîn, çimkî ew cîkî ziha ye û deşt û çol e, çapa kîjanî ku wek nîvê Ewrûpayê ye. Ewan bira zanibûn wekî şagirtên Îsa gerekê şedetiyê bidin “heta serê dinê”, dêmek Avstralya navînda jî (Kar. Şand. 1:8). Lê gelo wana ça wê bikaribûna şixuleke usa pir mezin bikirana? Wana bawer dikir ku Yehowa wê qewata wan kerem ke, çimkî wana safî kiribûn hemû tiştî bikin çi ku destê wan tê.
PÊŞENG ŞIXULÊ BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ DESTPÊDIKIN
Sala 1929-da civatên Kwînslêndêda û Avstralya Roavayêda çend erebe çêkiribûn, seva ku ji şehera der, dêmek Avstralya navînda mizgîniyê bela kin. Wan erebada nivîn hebûn û hacetên wekî xwarinê çêkin. Bi wan ereba pêşengên xîret diçûn, yên ku dikaribûn ev ereba çêkirana hergê ev xirab bûya. Ew pêşeng diçûne gelek ciya, kîderê ku meriva derheqa mizgîniyê nebihîstibûn.
Pêşengên ku destteng bûn û nikaribûn erebên usa xwera destxistana, bi bîsîklêta diçûne Avstralya navînda. Mesele, di sala 1932-da, birakî 23 salî bi navê Bînêt Brîkêl ji Rokhamptonê (Kwînslênd) rêvîtiya xwe destpêkir, û nava pênc mehada li ciyên dûr aliyê bakûrê mizgînî bela dikir. Bîsîklêta wî gelek barkirî bû, ser kîjanê ku ewî leyîf, kinc, xwarin û gelek kitêb xwera dibir. Çaxê çerxên bîsîklêta wî dimaşiyan, ewî yeke riya xwe berdewam dikir, çimkî bawer bû ku Yehowa wê rêberiyê wî bike. Ewî bîsîklêta xwe tevî xwe hildida û 320 km.
niga diçû wan ciya, kîderê meriv berê ji bo tîbûnê miribûn. Nava 30 salên din, Bînêt li temamiya Avstralyayêda bi bîsîklêtê, motosîklê û erebê, bi seda hezar kîlomêtra derbaz dibû. Ewî destpêkir Aborîgênara mizgîniyê bela ke û civatên teze saz kir, yên ku temamiya Avstralya navînda gelek eyan bûn.ÇETINAYA TEYAX DIKIN
Nav temamiya dinyayêda, Avstralya yek ji wan welata ye, kîderê ku hindik meriv dijîn, îlahî Avstralya navînda. Lê yeke cimeta Yehowa nêt dane pêşiya xwe, wekî bivînin wan meriya, yên ku dûrî şehera dijîn.
Pêşeng Stûart Kêltî û Wîlîyam Torîngton, dixwestin hema ewê nêtê bînin sêrî. Di sala 1933-da ewana ji Beriya Sîmpsonê derbazî Alîs Sprîngsê bûn, seva ku mizgîniyê bela kin. Ev şeher hema Avstralya navînda ye. Çaxê ereba wane biçûk şkest û ya avîtinê bû, birê Kêltî, nigekî kîjanî ku ji protêza dar bû, dîsa jî tevî Wîlîyam berdewam kir rêvîtî kir, lê îda ser dewa! Qewata pêşenga kareke mezin anî, çaxê ewana Wîlîyam Krîkda, ciyê sekinandina trêna, mênêcêrê otêlekêra derheqa mizgîniyê gilî kirin. Wede şûnda ew mênêcêrê otêlê Çarls Bêrnard, rastî qebûl kir. Ewî otêla xwe firot û weke 15 sala ewî tenê, çawa pêşeng ciyên ji şehera dûr di Avstralyayêda xizmet dikir.
Wan pêşengara lazim bû mêrxasî û xîret, seva ku teyax kin hemû çetinayada. Çaxê Artûr Wîlîs û Bîl Niyûlênd, derheqa kîjana ku me li abzasa pêşinda xeber da, li ciyê dûr Avstralyayêda xizmet dikirin, hingê ewana nava du heftiyada weke 32 km. derbaz bûn. Ji bo baraneke qayîm, berî bibû mîna bera heriyê. Carna wanara çetin bû, çimkî hewa gelek germ bû û wana gerekê ereba xwe bi devdanê nava qûçên beriyêda bivirana. Ewana deştên bi kevir-kuçikra û çemên zihara derbaz dibûn. Gelek car çaxê ereba wan xirab dibû, ewana piyê xwe yan bi bîsîklêtê çend roja diçûne şeherekî nêzîk û bi heftiya hîviyê bûn heta parên erebê biguhastana. Nava wan çetinayada, bira şabûna xwe unda nedikirin. Artûr Wîlîs ji jûrnala “Qirna Zêrîn” giliyên usa wekiland: “Tune riya çetin û pir dirêj seva şedên Wî”.
Çarls Harîs, yê ku gelek wext ça pêşeng xizmet dikir, digot ku cûre-cûre çetinayên beriyêda û riya dirêj, ew hê nêzîkî Yehowa kirin. Xêncî vê yekê ewî got: “Çentê te çiqas biçûk be, haqas wê hêsa be jîyîna te. Hergê Îsa hazir bû derva bin steyrkada razê, wekî usa ne em jî gerekê hazir bin usa bikin, çaxê bona şixulê Xwedê lazim be”. Gelek pêşenga hema usa jî kirin. Bi saya xîret û qewata wan, mizgînî gihîşte her qulbên Avstralyayê û alî geleka kir wekî ewana piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin.
^ abz. 4 Lêkolînkarên Kitêba Pîroz di sala 1931-da xwe nav kirin ça Şedên Yehowa (Îşa. 43:10).