We Zanibû?
Bona çi nêtê kinîşt hatibûn sazkirinê?
XEBERA “kinîşt” ji giliyê Yûnanî tê, ku tê hesabê “civîn” yan jî “topbûna tevî hev”. Ew nav rastî jî hema ewê yekê dide kifşê, çimkî wedê berê kinîşt ew hebûn cî, kîderê cimeta Cihû diciviya, seva hînbûnê bistînin û Xwedê bihebînin. Nivîsarên Îbranîda eyan derheqa kinîştê tiştekî nayê gotinê, lê ji Nivîsarên Yûnanî eşkere tê kifşê, wekî ew ciyên civandinê, dêmek kinîşt, îda qirna yekêda D.M. hebûn.
Gelek zandar dibêjin, wekî kinîşt hingê saz bûn, çaxê Cihû dîltiya Babîlonêda bûn. Ensîklopêdyakêda tê şirovekirinê: “Cihûyên dîl ji Paristgehê qetiyayî bûn, hin jî welatê xerîbda bûn, kîderê wanra dildayîn lazim bû, û lema car-cara ewana tevayî top dibûn, diqewime rojên Şemiyê, û Nivîsarên Pîroz dixwendin” (Encyclopaedia Judaica). Paşî azabûna ji dîltiyê, ça tê kifşê Cihûya berdewam dikirin tevayî top bin, seva dua bikin û Nivîsarên Pîroz bixûnin, û lema ewana kîderê cîwar dibûn, wêderê kinîşt saz dikirin.
Qirna yekêda D.M., kinîşt îda bibû ciyê sereke bona rêlîgiya û civandina Cihûya, yên ku dor berê Deryaya Navîn, temamiya Rohilata Navînda, û Îsraêlêda bela bibûn. Profêsorê terîxî û arxêolojiya Cihûya, bi navê Lî Lêvîn dibêje: “[Kinîşt] bona hînbûnê, xwarina pîroz, şixulê dîwanê, topkirina pera bû, ku bona xercê kinîştê û alîkariya kesîba dihate topkirinê, usa jî bona civînên polîtîkî û civînên din. Hilbet meniya sereke ku çira ew cîkî ferz bû, ew e ku wêderê ciyê xizmetiya wan bû”. Lema jî ecêbmayî nîne ku çira Îsa gelek car diçû kinîştê (Marq. 1:21; 6:2; Lûqa 4:16). Ewî wêderê meriva hîn dikir, hêlan û dil dida wan, yên ku dihatin wêderê. Paşî sazkirina Civata Mesîhîtî, Pawlosê şandî jî kinîştada mizgînî bela dikir. Merivên ku dixwestin hê nêzîkî Xwedê bûna, diçûne kinîştê, lema çaxê Pawlos dikete şeherekî, pêşiyê diçû kinîştê, seva wêderê mizgîniyê bela ke (Kar. Şand. 17:1, 2; 18:4).