Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8

Hevsûdiyê ji Dilê Xwe Derxin û Edilayê Xwey kin

Hevsûdiyê ji Dilê Xwe Derxin û Edilayê Xwey kin

“Awa em hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin” (ROM. 14:19).

KILAMA 113 Edilayî nav Meda Heye

VÊ GOTARÊDA *

1. Ji bo hevsûdiyê malbeta Ûsivda çi qewimî?

AQÛB hemû kurên xwe hiz dikir, lê ewî Ûsiv, ku 17 salî bû, hê zef hiz dikir. Ew yek ser birên wî ça hukum bû? Wana hevsûdî wî kirin, û lema Ûsiv ber çevê wan reş bû. Ûsiv hêjayî vê yekê nîbû, çimkî ewî wanra tu xirabî nekiribû. Lê yeke wana Ûsiv firotin û bavê xwe xapandin, ku yançi terewilekî kurê wîyî hizkirî kuştiye. Belê, ji bo hevsûdiya wan, malbeta wanda edilayî unda bû û wana kul-derd kire dilê bavê xwe (Destp. 37:3, 4, 27-34).

2. Li gora Galatî 5:19-21, çira hevsûdî hunureke gelek xof e?

2 Kitêba Pîrozda, hevsûdî * dikeve nava wan “kirêd binyata însên”, yên ku berbi mirinê dibin û riya meriva digirin, ku Padşatiya Xwedê war bin. (Bixûne Galatî 5:19-21.) Gelek car hevsûdî meniya neyartiyê, şer-dewa û hêrsketinê ye.

3. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Mesela birên Ûsiv dide kifşê, wekî hevsûdî dikare heleqetiya orta nefera xirab ke û nav wanda edilayê unda ke. Rast e em tu car naxwazin çev bidine birên Ûsiv, lê em gişk jî gunekar in û dilê me xapînok e (Yêrem. 17:9). Lema jî cara dilê meda dikare hevsûdî pêşda bê. Were em şêwir kin çend meselên ji Kitêba Pîroz, ku dikarin alî me bikin, wekî têderxin hevsûdî ça dikare dilê meda kok bide. Emê usa jî hine şîreta şêwir kin, ku ça hevsûdiyê ji dilê xwe derxin û edilayê xwey kin.

HINE MERIV HEVSÛDIYÊ KÊ DIKIN?

4. Çira Filistîniya hevsûdî Îshaq dikirin?

4 Merivên dewletî. Îshaq yekî dewletî bû, û Filistîniya çevnebarî hebûka wî dikirin (Destp. 26:12-14). Wana hela hê jî bîr xitimandin, ji kîjana Îshaq bona heywanên xwe av hildida (Destp. 26:15, 16, 27). Îro hine meriv mîna Filistîniya çevnebariyê wan meriva dikin, hebûka kîjana ji ya wan zêdetir e û ji wana baştir dijîn. Ewana ne ku tenê dixwazin cem wan jî ew tişt hebin, lê usa jî dixwazin ya wan meriva tune be.

5. Çira serwêrên rêlîgiya hevsûdî Îsa dikirin?

5 Merivên ku gelek kes wan hiz dikin. Serwêrên rêlîgiya Cihûya hevsûdî Îsa dikirin, çimkî gelek meriva wî hiz dikirin (Met. 7:28, 29). Xwedê Îsa şande ser erdê, û ewî meriv rastiyê hîn dikir. Lê ew serwêrên rêlîgiya derheqa Îsa tiştên derew bela dikirin û buxdan diavîtine wî, seva navê wîyî baş erdê xin (Marq. 15:10; Yûhn. 11:47, 48; 12:12, 13, 19). Lê em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Hergê civatêda kesekî ji bo xeyset-hunurên wîyî baş gelek hiz dikin, em gerekê ser xwe bixebitin, seva hevsûdiyê wî kesî nekin. Dewsê, em gerekê çev bidine hunurên wîyî baş (1 Korn. 11:1; 3 Yûhn. 11).

6. Diyotrefîs ça hevsûdî da kifşê?

6 Merivên ku cabdariya distînin. Qirna yekêda, Diyotrefîs hevsûdî wan bira dikir, yên ku bona civata Mesîhîtî cabdar bûn. Ewî dixwest civatêda “ser hemûyara be”, lema jî ewî xeybê Yûhenna û birên mayîn dikir, seva civatêda qedirê wan bêxe (3 Yûhn. 9, 10). Rast e çi ku Diyotrefîs kir emê vê yekê tu car nekin, lê em dibeke hevsûdiyê wî Mesîhî bikin, yê ku ev cabdarî standiye, kîjan me dixwest bistanda, îlahî hergê em difikirîn, wekî em dikarin evî şixulî wî çêtir bikin.

Dilê me mîna xaliyê ye, û xeyset-hunurên meyî baş jî mîna kulîrkên bedew in. Lê hevsûdî mîna çêreke jerdadayî ye. Hevsûdî dikare xeyset-hunurên meyî baş, mesele hizkirin, dilşewatî û qenciyê bitemirîne (Binihêre abzasa 7)

7. Hevsûdî ça dikare ser me hukum be?

7 Hevsûdî mîna çêreke jerdadayî ye. Gava koka wê destpêdike dilê meda şîn be, îda çetin dibe em ji dilê xwe derxin. Hevsûdî usa jî bal meriva xeyset-hunurên xirab hê zêde dike, mesele kumreşî, qurebûn û xwehizî. Hevsûdî usa jî nahêle meriv xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bîne, mesele hizkirin, dilşewatî û qencî. Gava em têderxin, ku hevsûdî dilê meda koka xwe dide, em gerekê derbêra kokêva derxin. Lê ça vê yekê bikin?

MILÛK BIN Û ŞÊKIRDAR BIN

Em ça dikarin hevsûdiyê ku mîna çêreke jerdadayî ye, kokêva derxin? Pê alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz, em dikarin hevsûdiyê kokêva derxin û dewsa wê milûktî û razîbûnê nav xweda pêşda bînin (Binihêre abzasa 8-9)

8. Kîjan hunur alî me dikin, ku xwe ji hevsûdiyê xwey kin?

8 Hergê em milûk û şêkirdar bin, emê nehêlin, wekî hevsûdî dilê meda koka xwe bide. Çaxê dilê me bi wan xeyset-hunurên baş tijî ye, îda ciyê hevsûdiyê wê tune be. Milûktî wê alî me bike derheqa xwe zêde nefikirin û xwe ser merivara negirin. Merivê milûk tu car nafikire, wekî ew hêjayî hê zêde tişta ye, ne ku kesekî din (Galt. 6:3, 4). Merivê şêkirdar jî razî ye bona wan tişta, çi ku bal wî heye û ew xwe himberî tu kesî nake (1 Tîmt. 6:7, 8). Merivê milûk û razî, çaxê divîne ku kesek tiştên baş distîne, ew bona wî şa dibe.

9. Li gora Galatî 5:16, û Fîlîpî 2:3, 4, ruhê pîroz wê çida alî me bike?

9 Hergê em dixwazin xwe ji hevsûdiyê xwey kin, milûk û şêkirdar bin, mera alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz lazim e. (Bixûne Galatî 5:16; Fîlîpî 2:3, 4.) Ruhê Yehowayî pîroz alî me dike, wekî dilê xweda nêt û fikirên xwe kûr bicêribînin. Pê alîkariya Xwedê em dikarin fikir û hunurê xof ji xwe dûr xin û dewsê yên baş pêşda bînin (Zeb. 26:2; 51:10). Dîna xwe bidine mesela Mûsa û Pawlos, yên ku nedihîştin hevsûdî bal wan pêşda bê.

Îsraêlîkî cahil direve cem Mûsa û Yêşû, wanra elam dike ku du mêr zomêda xwe ça pêxember didine kifşê. Yêşû Mûsara dibêje, wekî wan mêra bide sekinandinê, lê Mûsa qayîl nabe. Dewsê ew Yêşûra dibêje, ku ew şa ye, wekî Yehowa ruhê Xweyî pîroz daye wan du mêra (Binihêre abzasa 10)

10. Çi derecêda Mûsa hate cêribandinê? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

10 Hukumê Mûsa ser cimeta Xwedê mezin bû, lê ewî tu car rê tu kesî nedigirt, wekî ewana jî evî qedirî bistînin. Mesele, carekê Yehowa hine ruhê xweyî pîroz ser Mûsa hilda û da hine rûspiyên Îsraêlî, yên ku nêzîkî konê civînê sekinîbûn. Paşê hine wede şûnda Mûsa bihîst, wekî du rûspiyên mayîn jî, yên ku ber konê civînê nîbûn, ruhê pîroz standine û destpêkirine pêxembertiyê bikin. Yêşû Mûsara got, wekî wan du rûspiya bide sekinandinê. Lê Mûsa çi kir? Ewî dexesî wan du mêra nekir, yên ku aliyê Yehowada hatine qebûlkirinê. Dewsê, ewî milûktî da kifşê ku tevî wan şa bû, wekî wana qedirekî usa stand (Jimar 11:24-29). Em ji Mûsa çi dersê hîn dibin?

Çawa rûspî dikarin çev bidine milûktiya Mûsa? (Binihêre abzasa 11-12) *

11. Rûspî çida dikarin çev bidine Mûsa?

11 Hergê hûn rûspî ne, dibeke wera gotine ku birakî mayîn hîn kin, seva îda ew wî şixulî bike, kîjan we xweş dihat bikin. Besa xeberê, we hiz dikir civatêda her heftî hînbûna “Birca Qerewiliyê” derbaz kin, lê wera gotin ku birakî mayîn hîn kin, çimkî wede şûnda îda ew wê derbaz ke. Hergê hûn mîna Mûsa milûk in, hûnê eciz nebin û nefikirin, wekî hûn kêrî tiştekî nayên. Dewsê, hûnê şa bin alî birê xwe bikin.

12. Îro gelek Mesîhî ça razîbûnê û milûktiyê nîşan dikin?

12 Dîna xwe bidinê, ku gelek rûspiyên emirda mezin rastî çi dereca tên. Nava gelek salada, ewana koordînatorên koma rûspiya bûn, lê çaxê ewana digihîjine 80 salî, îda hazir in cabdariya xwe bihêlin. Usa jî berpirsiyarên mihalê, çaxê digihîjine 70 salî, bi milûktî kifşkirina xwe dihêlin û ya teze qebûl dikin. Usa jî wan salên paşwextiyêda, gelek endemên Beytelê nava temamiya dinyayêda hatine kifşkirinê, ku deştêda xizmet kin. Ew xûşk-birên amin tu car naxeydin û çevnebariyê wan nakin, yên ku dewsa wan wî şixulî dikin.

13. Çira Pawlos dikaribû hevsûdî 12 şandiya bikira?

13 Pawlosê şandî jî meseleke baş e vê yekêda, ku ça bibine merivên şêkirdar û milûk. Pawlos tu car nedihîşt, wekî dilê wîda hevsûdî koka xwe bide. Rast e ew xizmetiyêda gelek xîret bû, lê ewî bi milûktî anî ser xwe: “Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê” (1 Korn. 15:9, 10). Wedê xizmetiya Îsaye ser erdê, 12 şandiyên wî tevî wî bûn, lê Pawlos bû Mesîhî tenê paşê mirina Îsa û rabûna wî. Rast e axiriyêda ew hate kifşkirinê ça “şandiyê necihûya”, lê Pawlos nekete nava wan 12 şandiya (Rom. 11:13; Kar. Şand. 1:21-26). Dewsa ku hevsûdiya wan 12 mêra bike, ku heleqetiya wan tevî Îsa gelek nêzîk bû, Pawlos razî bû bona vê yekê çi ku bal wî hebû.

14. Hergê em milûk û şêkirdar in, em gerekê çi bikin?

14 Hergê em milûk in û razî ne bona tiştên ku bal me hene, emê jî mîna Pawlos bi qedir bin hindava wanda, kîjanara Yehowa hukum daye (Kar. Şand. 21:20-26). Yehowa organîze kir, wekî bira bêne kifşkirinê, seva civatada rêberiyê bikin. Rast e kêmasiyên wan hene, lê Yehowa wana hesab dike ça “pêşkêş bi cûrê meriva” (Efes. 4:8, 11, DT). Çaxê em qedirê wan birên cabdar digirin û bi milûktî pey rêberiya wan diçin, heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk dimîne û civatêda em tevî xûşk-bira edilayêda dimînin.

“SER NÊTA EDILAYIYÊ” BIN

15. Em gerekê çi bikin?

15 Hergê em hevsûdiyê kesekî bikin yan jî kesek hevsûdiyê me bike, edilayî wê orta meda tune be. Em gerekê hevsûdiyê ji dilê xwe kokêva derxin û xwexa jî nebine menî ku hevsûdiyê me bikin. Em gerekê van tiştên ferz bikin, seva gura vê temiya Yehowa bikin, dêmek “hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin” (Rom. 14:19). Lê em çi dikarin bikin, seva nebine menî, wekî nav xûşk-birada hevsûdî pêşda bê, û em ça dikarin edilayê xwey kin?

16. Em ça dikarin alî meriva bikin, wekî hevsûdî bal wan pêşda neyê?

16 Em gerekê bîr nekin, ku nihêrandina me û kirên me dikarin ser meriva gelek hukum bin. Ev dinya me hêlan dike, wekî em “kubar-babax” bin bona wan tiştên ku bal me hene (1 Yûhn. 2:16). Lê ew yek hevsûdiyê pêşda tîne. Lema jî hergê em her gav derheqa xwe xeber nedin, ku çi tiştên me hene yan jî em çi dixwazin bikirin, usa emê nebine menî ku hevsûdiyê me bikin. Usa jî emê nav merivada hevsûdiyê pêşda neynin, hergê xwe qure nekin bona cabdariyên xweye civatêda. Hergê em dîna meriva bikişînin ser cabdariyên xwe, usa em dikarin bibin menî ku nav wanda hevsûdî pêşda bê. Lê çaxê em bona wana xem dikin û kirên wanî baş dişêkirînin, em alî wan dikin, wekî razî bin çi jî cem wan heye. Wî cûreyî em civatêda yektiyê û edilayê xwey dikin.

17. Birên Ûsiv çi kirin, û axiriya vê yekê çi bû?

17 Belê em dikarin ser xwe bixebitin, wekî hevsûdiyê ji dilê xwe kokêva derxin! Bifikirin ser mesela birên Ûsiv. Çaxê wana usa serê Ûsiv kir, sal derbaz bûn ewana Misirêda rastî wî hatin. Pêşiya ku Ûsiv xwe birên xwera eyan kira, ewî wana cêriband hela ewana hatine guhastinê yan na. Ewî sifir vekir û ber sifirê diha zef dîna xwe dida birê xweyî lapî biçûk, Binyamîn (Destp. 43:33, 34). Lê birên wî hevsûdî Binyamîn nekirin. Dewsê ewana gelek berxwe diketin bona birê xwe û bavê xwe Aqûb (Destp. 44:30-34). Birên Ûsiv hevsûdî ji dilê xwe derxistin, lema dîsa edilayî kete nav malbeta wan (Destp. 45:4, 15). Usa jî hergê em hevsûdiyê kokêva ji dilê xwe derxin, emê bikaribin nav malbeta xweda û civatêda edilayê xwey kin.

18. Li gora Aqûb 3:17, 18, hergê em ser xwe bixebitin seva edilayê çêkin, ew yek wê çi karê bîne?

18 Yehowa dixwaze, wekî em xwe ji hevsûdiyê xwey kin û edilayê çêkin. Lê seva vê yekê lazim e em ser xwe bixebitin. Ça me vê gotarêda şêwir kir, nav meda hevsûdî dikare pêşda bê, çimkî em gunekar in (Aqûb 4:5). Û hin jî em dinyake usada dijîn, kîderê hevsûdî belabûyî ye. Lê hergê em milûk bin, razî bin bona wan tişta çi ku bal me hene, û meriva qîmet kin, ciyê hevsûdiyê dilê meda wê tune be. Dewsê, emê her tiştî bikin seva edilayî hebe, kîderê em dikarin xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînin. (Bixûne Aqûb 3:17, 18.)

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

^ abz. 5 Teşkîleta Yehowada edilayî heye. Lê ew edilayî dikare xirab be, hergê em hevsûdiyê kesekî bikin. Vê gotarêda emê pêbihesin, ku çi dikare bibe menî, wekî dilê meda hevsûdî pêşda bê. Û emê usa jî şêwir kin, ku çawa ew hunurê xirab kokêva ji dilê xwe derxin, û edilayê xwey kin.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Li gora Kitêba Pîroz merivê hevsûd ne tenê dixwaze, wekî çi ku bal kesekî heye bal wî jî hebe, lê ew usa jî dixwaze, wekî bal wî kesî tune be.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê civîna koma rûspiya, birê emirda mezinra, yê ku civatêda hînbûna “Birca Qerewiliyê” derbaz dike, dibêjin wekî rûspiyê cahil hîn ke, seva paşê îda ew derbaz ke. Rast e ew birê emirda mezin ewî şixulî hiz dike, lê ew bi dil û can piştgiriya safîkirina rûspiya dike û wî birê cahilra şîreta dide û bi dil payê wî dide.