Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çira Ferz e Timê Ruhanîda Pêşda Herin?

Çira Ferz e Timê Ruhanîda Pêşda Herin?

“Xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî” (1 TÎMT. 4:13).

KILAMÊN: 34, 42

1, 2. a) Ça giliyên ji Îşaya 60:22 rojên meda têne sêrî? b) Îro çi hewcetî heye teşkîleta Yehowada?

“JI HINDIKÎ wê bibe hezar, û ji yê biçûk wê bibe miletekî qewî” (Îşa. 60:22, DT). Ew pêxembertî îro wan rojên axiriyêda tê sêrî. Nava sala 2015-da, nav temamiya dinyayê 8 220 105 xizmetkarên Yehowa mizgîniya Padşatiyê bela dikirin! Yehowa pêşda got ku cimeta wî wê zêde be. Ewî got: “Ez Yehowa, evê yekê wededa lez xim”. Belê, çiqas wede diçe, haqas zef şixulê me zêde dibe, wekî em bikin. Lê gelo em hemû tiştî dikin, seva bi xîret mizgîniyê bela kin? Gelek xûşk-birên me xizmet dikin ça pêşengên hertim yan komekdar. Em usa jî şa dibin çaxê gelek bi rezedilî xizmet dikin wan ciya, kîderê hewcetî heye, û usa jî şixulê avakirinêda kar dikin.

2 Em divînin ku şixul gelek e, û lema mera hê zêde xebatçî lazim in. Bidine hesabê xwe ku her sal 2 000 civatên teze têne sazkirinê. Besa xeberê, hergê em hesab kin ku her civatekîda 5 rûspî gerekê xizmet kin, dêmek 2 000 civatara 10 000 bira lazim in seva xizmet kin ça rûspî. Ew tê hesabê ku usa jî bi hezara bira lazim in seva xizmet kin ça berdestiyên civatê. Belê, firqî tune em xûşk in yan bira, “şixulê Xudanda” em dikarin gelek tişt bikin (1 Korn. 15:58).

ÇI TÊ HESABÊ RUHANÎDA PÊŞDA HERIN?

3, 4. Çi bona we tê hesabê ruhanîda pêşda herin?

3 Bixûne 1 Tîmotêyo 3:1. Vê rêzêda ew xebera Yûnanî, ku ser zimanê me hate welgerandinê ça “tem”, tê hesabê çaxê meriv dixwaze bigihîje tiştekî, û xwestina wîye gelek qayîm heye. Pawlos bi vî gilî da kifşê, ku hergê meriv dixwaze ruhanîda pêşda here, ew gerekê giran ser xwe bixebite. Bidine ber çevê xwe ku birak dixwaze bibe berdestiyê civatê. Ew fem dike ku wîra lazim e ser xwe bixebite, wekî hunurên xwe hê baş ke. Wede şûnda ew dibe berdestiyê civatê. Paşê, ew îda ser xwe giran dixebite wekî bibe rûspî. Wan herdu derecada ew bira ser xwe dixebite, wekî hunurên usa cem wî hebin, kîjan ku gerekê hebin cem wan, yên ku dixwazin civatêda hê zêde cabdariya hildine ser xwe.

4 Îro gelek xûşk-bira emirê xweda guhastina dikin, çimkî dixwazin hê zêde Yehowara xizmet kin. Mesele, gelek nêtên usa datînin pêşiya xwe ku bibine pêşeng, Beytelêda xizmet kin, yan alîkariyê bidin bona şixulê avakirina Odên Civata. Were em şêwir kin ku ça Kitêba Pîroz me hemûşka hêlan dike, ku xizmetiya xweda em hê pêşda herin.

NÊT DAYNIN PÊŞIYA XWE, WEKÎ TIMÊ RUHANÎDA PÊŞDA HERIN

5. Ça yên cahil qewata xwe dikarin bidine xebatê, seva hê zêde xizmet kin?

5 Cahil dikarin gelek tişt bikin xizmetiyêda, çimkî ênêrjiya û sihet-qewata wan baş e. (Bixûne Metelok 20:29.) Hine birên meyî cahil Beytelêda xizmet dikin wan îdarada, kîderê ku edebyetên me û Kitêba Pîroz neşir dikin û hevva dikin. Gelek xûşk-birên cahil alîkariyê didine şixulê avakirin û tezekirina Odên Civata. Usa jî çaxê xezeb diqewimin, yên cahil alîkariyê didine xûşk-bira. Û gelek cahil yên ku pêşeng in, zimanê xerîb hîn dibin, yan jî diçine ciyên din seva mizgîniyê bela kin.

6-8. a) Birakî cahil ça nihêrandina xwe hindava xizmetiyê guhast, û ewî çi kar sitand? b) Em ça dikarin “tem bikin û bivînin” ku Yehowa çiqas qenc e?

6 Belê em gişk jî qîmet dikin xizmetiya xwe Xwedêra, û em dixwazin ewê yekê bi dil û can bikin. Lê cara diqewime em xwe mîna birakî me bi navê Aaron texmîn kin. Rast e ew malbeta Şedên Yehowada mezin bû, lê ew gilî dike: “Civat û xizmetî bona min bargiranî bû û qe hewas nîbû”. Aaron dixwest pê şabûnê Xwedêra xizmet kira, lê ewî fem nedikir ku çira şabûn nedistand. Aaron çi kir seva vê yekê?

7 Aaron nêtên usa danî pêşiya xwe, ku hergav Kitêba Pîroz bixûne, bona civatê xwe hazir ke û caba xwe bide. Ewî usa jî hertim dua dikir. Bi saya wê yekê, hizkirina wî hindava Yehowa hê mezin dibû, û ewî destpêkir ruhanîda pêşda here. Paşî wê yekê, Aaron bi şabûnê xizmet dikir çawa pêşeng. Ewî usa jî alîkarî dida xûşk-bira wedê xezeba, û welatekî xerîbda xizmet dikir. Aaron niha rûspî ye û Beytelêda xizmet dike. Lê ew çi difikire derheqa jîyîna xwe? Aaron dibêje: “Min tem kir û dît ku Yehowa çiqas qenc e. Ew min kerem dike û ez xwe deyndarê wî hesab dikim. Ew yek min hêlan dike ku xizmetiyêda hê gelek bikim, çi ku axiriyêda wê gelek kerema bîne”.

8 Zebûrbêj distira: “Tu qencî ji yên ku berê xwe dane Xudan nayê veşartin, ÎM”. (Bixûne Zebûr 34:8-10.) Rastî jî, Yehowa tu car me nahêle, hergê em bi dil û can wîra xizmet dikin. Zebûrbêj got: “Tem bikin û bivînin Xudan çiqas qenc e!” Bi rastiyê jî em bextewar in, çaxê em dilê Xwedê şa dikin.

DILTENG NEBIN

9, 10. Çira ferz e ku em bi sebir hîviyê bin?

9 Hergê em dixwazin ku civatêda hê zêde cabdariyê me hebin, em gerekê bi sebir hîviyê bin (Mîx. 7:7). Cara dibeke Yehowa dihêle ku em hîviyê bin heta cabdariya bistînin, yan heta dereca me aliyê başda bê guhastinê. Lê yeke Yehowa timê alî xizmetkarên xweyî amin dike. Were mesela Birahîm şêwir kin. Yehowa jêra soz da ku kur wê wîra bibe (Îbrn. 6:12-15). Lê Birahîmra lazim bû bi sala hîviya bûyîna Îshaq bûya. Birahîm bi sebir hîviyê bû û tu car baweriya xwe hindava Yehowa unda nedikir. Û Yehowa jî sozê xwe anî sêrî (Destp. 15:3, 4; 21:5).

10 Belê, hêsa nîne hîviyê bin (Metlk. 13:12). Hergê em gelek difikirin derheqa dereca xwe, û ku nêtên me nayêne sêrî, em dikarin dilteng bin. Dewsa wê yekê, wê bi bîlanî be ewî wedeyî seva vê yekê bidine xebatê, wekî hunurên xwe hê baş kin û ruhanîda hê pêşda herin. Were sê tişta şêwir kin, ku ça em dikarin ewê yekê bikin.

11. Kîjan hunura em gerekê nav xweda pêşda bînin, û çira ew hunur ferz in?

11 Hunurên lazim nav xweda pêşda bînin. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, em dikarin hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Mesele bîlanî, femkarî, serwaxtî, aqilda giranî. Gelek ferz e ku ew hunur cem wan bira hebin, yên ku civatêda rêberiyê hildidine ser xwe (Metlk. 1:1-4; Tîto 1:7-9). Hergê em Kitêba Pîroz û edebyetên me dixûnin, em dikarin nihêrandina Yehowa ser gelek tişta têderxin. Mesele, kîjan wedederbazkirina bijbêrin, ça xwe kin û xwe bixemilînin, ça pera xerc kin, û hindava meriva ça bin. Wan tiştada emê safîkirinên rast bikin, hergê şîretên ji Kitêba Pîroz bidine xebatê.

12. Ça em dikarin navê baş xwera qazanc kin, ku îtbariya xwe me bînin?

12 Şixulê xwe bi dil û can bikin. Çaxê cimeta Xwedê paristgeh ava dikirin, Nehemiya gerekê mêr bijbartana bona wî şixulî. Ewî mêrên usa jibart, kîjan ku navê baş qazanc kiribûn. Nehemiya zanibû ku ewana wê şixulê xwe bi dil û can bikin, çimkî ew mêr xwedêxof bûn (Nehem. 7:2; 13:12, 13). Îro jî, firqî tune em xûşk in yan bira ne, em gerekê şixulê ku mera civatêda didin, bi aminî û bi dil bikin (1 Korn. 4:2). Usa emê navê baş qazanc kin û axiriyêda civatêda wê hê zêde cabdariya bidine me. (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:25.)

13. Ça hûn dikarin çev bidine Ûsiv, hergê kesek himberî we neheqiyê dike?

13 Îtbariya xwe Yehowa bînin. Hûn çi dikarin bikin hergê himberî we neheqiyê dikin? Dibeke hûn derbêra dixwazin tevî wan xeberdin derheqa kirên wan. Lê hergê hûn xeberdanêda xwe heq derdixin û tenê dixwazin îzbat kin ku hûn rast in, wî çaxî hûn evê problêmê hê mezin dikin. Wan derecada em ji Ûsiv dikarin derseke baş hildin. Birên Ûsiv hindava wî bêrem û neheq bûn, lê yekê ewî kîn nedikşand. Paşî wê yekê, Ûsiv derewiyêda neheq kirin, û bê menî kirine kelê. Lê wan çetinayada Ûsiv îtbariya xwe Yehowa dianî. Ew difikirî derheqa sozê Yehowa û wîra amin ma (Zeb. 105:19). Wan cêribandinada Ûsiv hunurên gelek baş qazanc kir çaxê şixuleke ferz dane wî. Ew hunur kêrî wî hatin (Destp. 41:37-44; 45:4-8). Hergê kesek te xeyîdandiye, Yehowara dua bike seva ku ew bîlaniyê bide te. Ew wê qewatê bide te, wekî tu bi nermî û rihet xeberdî tevî wî merivî. Yehowa wê ese alî te bike. (Bixûne 1 Petrûs 5:10.)

XIZMETIYÊDA PÊŞDA HERIN

14, 15. a) Çira em gerekê “haş ji xwe hebin” ku em ça mizgîniyê bela dikin? b) Ça hûn dikarin xizmetiyêda mêtodên teze bidine xebatê? (Binihêre şiklê ewlin û çargoşe “ Tu Dikarî Mêtodên Teze Bidî Xebatê?”)

14 Pawlos Tîmotêyora got: “Xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî. Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe” (1 Tîmt. 4:13, 16). Çaxê Pawlos ew gilî got, Tîmotêyo xizmetiyêda îda cêribandî bû. Lê çira wîra lazim bû ku hê pêşda here? Tîmotêyo zanibû ku ça meriv û usa jî derece têne guhastinê. Lema ewî fem dikir ku ew gerekê mêtodên hînkirina xwe biguhêze. Çimkî usa ewî wê bikaribûya bigîhanda dilê meriva. Em jî gerekê usa bikin, çaxê mizgîniyê bela dikin.

15 Gelek car çaxê em mal bi mal xizmet dikin, meriv malda nînin. Hine ciyada jî, em nikarin meriva malda bivînin, çimkî deriya vê avayê kîderê ku ewana dijîn dadayî ne. Hergê mihala weda jî usa ye, gelo hûn dikarin mêtodên din bidine xebatê, seva wan merivara mizgîniyê gilî kin?

16. Ça xizmetkirin li wan ciya, kîderê gelek meriv top dibin, karê tîne?

16 Belakirina mizgîniyê ciyên ku gelek meriv hene, mêtodeke gelek baş e. Ew cûrê xizmetiyê gelek mizgînvana xweş tê. Ewana diçine ciyên sekinandina trêna, otobûsa, usa jî dikana û parka, seva ku tevî meriva xeberdin. Mizgînvan dikare tevî kesekî xeberdanê destpêke, mesele gilî ke derheqa nûçê yan deng û besên teze. Yan jî ew dikare xeberdanê destpêke bi vê yekê, ku payê zara wî merivî bide, tevî kê jî dixwaze xeberdanê destpêke. Yan mizgînvan dikare ji meriv tiştekî pirs ke derheqa xebata wî, seva xeberdanê berdewam ke. Çaxê îda xeberdan destpêdibe, mizgînvan gilî dike fikirên ji Kitêba Pîroz û ji wî merivî dipirse, hela ew çi difikire derheqa vê yekê. Gelek car merivara hewas e, û ewana dixwazin hê zêde pêbihesin derheqa Kitêba Pîroz.

17, 18. a) Hûn ça dikarin bi mêrxasî xizmet kin li wan ciya kîderê ku gelek meriv in? b) Ça em dikarin xizmetiyêda çev bidine nihêrandina Dawid?

17 Hergê wera çetin e ku mizgîniyê bela kin ciyên ku gelek meriv in, berxwe nekevin. Êdî pêşengê ji Niyû Yorkê, şerm dikir û hinekî ditirsiya xeberdanê destpêke tevî kesekî, li wan ciya kîderê ku meriv gelek in. Lê wede derbaz bû û ewî îda bi mêrxasî xeberdida tevî meriva. Lê çi alî wî kir? Ew gilî dike: “Wedê qulixkirina tevî malbetê, ez û jina min edebyetên meda caba digerin ser pirsên usa, ku cem gelek meriva pêşda tên. Hin jî em ji xûşk-bira jî şîreta hildidin”. Niha Êdî gelek hiz dike xizmet ke ciyên ku gelek meriv in.

18 Çaxê hûn xizmetiyêda pêşda diçin û bi mêrxasî mizgîniyê bela dikin, pêşdaçûyîna we wê hemûyava eyan be. (Bixûne 1 Tîmotêyo 4:15.) Û hûnê hê zêde rûmetê bidine Yehowa Bavê me çawa Dawid, yê ku distira: “Ezê hergav, şikir bikim ji bo Xudan, pesnê wî ji devê xwe dernexim tu caran. Ez bi Xudan didim pesnê xwe, bindest [milûk] dibihîzin, distînin şaya xwe” (Zeb. 34:1, 2, ÎM). Belê, bi saya xizmetiya we, merivên milûk dikarin bibine xizmetkarên Yehowa û tevî we bi şabûnê wîra xizmet kin.

HÛN YEHOWA RÛMET DIKIN, ÇAXÊ RUHANÎDA PÊŞDA DIÇIN

19. Çira xizmetkarê Yehowayî amin bextewar e, hela wî çaxî jî gava ew halê nebaşda ye?

19 Dawid distira: “Hemû kesên te, ji tera spasdar in, ya Xudan, hemû dilzosên te, didin pesnê te. Li ser berziya padşatiya te tê peyîvîn, hêzdariya te tê axaftin. Da ku her kes bi karên te yên hêzdar, haşmet û berziya padşatiya te bizanibe” (Zeb. 145:10-12, ÎM). Belê, hemû meriv yên ku Yehowa hiz dikin û wîra amin in, derheqa wî dixwazin gişkara gilî kin. Lê cara diqewime usa ku ji bo nexweşiyê yan kal-pîrbûnê, hûn nikarin gelek xizmet kin. Wî çaxî hûn çi dikarin bikin? Timê bîra xweda xwey kin ku çaxê hûn derheqa Yehowa gilî dikin merivên dor berê xwera, mesele, wanra kê miqatî we dibe û hekîmara, bi vê yekê hûn navê Yehowa rûmet dikin. Hergê hûn ji bo baweriya xwe kelêda nin, dibeke hûn li wê derê merivara derheqa rastiyê gilî dikin, bi vê yekê hûn dilê Yehowa şa dikin (Metlk. 27:11). Usa jî hergê neferê malbeta weda nebawer in, û hûn yeke Yehowara bi dil û can xizmet dikin, hûn gelek dilê wî şa dikin (1 Pet. 3:1-4). Hela hê wedê çetinayên giranda jî, hûn dikarin Yehowa rûmet kin û ruhanîda pêşda herin.

20, 21. Hergê tu teşkîleta Yehowada gelek şixul dikî, ça tu dikarî xûşk-birara karê bînî?

20 Hergê hûn berdewam kin ruhanîda pêşda herin, Yehowa wê ese we kerem ke. Diqewime hergê hûn emirê xweda hine guhastina bikin û wedê xwe bi bîlanî xerc kin, hûnê bikaribin hê zêde alî meriva bikin, wekî ewana derheqa sozên Yehowa pêbihesin. Xêncî vê yekê, hergê hûn ruhanîda pêşda diçin, xûşk-birên xwera hûnê hê zêde karê bînin. Û bidine hesabê xwe ku xûşk-birên civatêda wê çiqas we hiz bikin û ji we razî bin, çaxê bivînin ku bona civatê hûn ça giran dixebitin.

21 Firqî tune em gelek sal yan çend meh Yehowara xizmet dikin, her kes ji me dikare timê ruhanîda pêşda here. Lê çawa Mesîhiyên gihîştî dikarin alî yên teze bikin, seva ewana ruhanîda pêşda herin? Derheqa vê yekê emê têma dinda şêwir kin.