Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Destpêbûn û Nêta Zewacê

Destpêbûn û Nêta Zewacê

“Xudan Xwedê got: ‘Ne baş e ku mêr tenê bimîne, komekdarek ku layîqî wî be çêkim’” (DESTP. 2:18, PKM).

KILAMÊN: 1, 11

1, 2. a) Zewac ça saz bû? b) Mêr û jin yên pêşin çi fem kirin derheqa zewacê? (Binihêre şiklê ewlin.)

ZEWAC tiştekî tebiyetî ye emirê merivada. Lê zewac ça destpêbû û nêta wê çi ye? Cabên wan pirsa wê alî me bikin ku rast binihêrin ser zewacê û ser keremên ji wê. Çaxê Xwedê merivê pêşin Adem efirand, gote wî ku nav bide ser heywana. Lê “mêrra komekdarek ku layîqî wî bûya dest neket, PKM”. Lema Xwedê xeweke kûr kire çevê Adem, parxaneke wî hilda, kulfetek çêkir û anî cem mêr. (Bixûne Destpêbûn 2:20-24.) Çawa em divînin, Xwedê zewac saz kiriye.

2 Îsa zelal got: “Mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek” (Met. 19:4, 5). Xwedê parxaneke ji Adem hilda û kulfeta pêşin çêkir, lema wana fem kir ku ewana çawa cotê zewacê bûne yek. Îzin tune bû wekî mêr û jin ji hevdu biqetiyana, ne jî îzina wan hebû ku yekê zêdetir bistînin.

QIRARA YEHOWA HINDAVA ZEWACÊ ÇI BÛ?

3. Nêta ferz çi bû zewacêda?

3 Adem jina xweye delalra şa dibû, navê kîjanê danîbû Hêwa. Hêwa “layîqî” Adem bû û ew gerekê bibûya komekdara wî. Ewana çawa jin-mêr bextewar bûn (Destp. 2:18). Nêta ferz ya zewacê ew bû, ku erd tije be (Destp. 1:28). Rast e kur û qîzên wana dê-bavê xwe hiz dikirin, lê gerekê wana dê-bavê xwe bihîştana û malbeta xwe saz kirana. Meriv gerekê hev zêde bûna, erd tije kirana û bikirana cinet.

4. Çi qewimî tevî zewaca pêşin?

4 Bextewarbûna zewaca Adem û Hêwayê unda bû ji bo wê yekê ku wana azaya jibartinê rast nedane xebatê û gura Yehowa nekirin. Şeytan “Merê berê”, Hêwa xapand û jêra got ku hergê ew ji “dara qencî û xirabî naskirinê” bixwe, wê zanebûna wêye mexsûs hebe û wê bikaribe qencî û xirabiyê ji hev derxe. Ewê bona vê yekê ji mêrê xwe nepirsî, û usa ewê qedirê serwêrtiya mêrê xwe negirt. Adem dewsa ku gura Yehowa bikira, ewî ew bera darê, kîjan ku jinê da wî, hilda û xwar (Eyan. 12:9; Destp. 2:9, 16, 17; 3:1-6).

5. Em çi dersê dikarin xwera hildin ji wê yekê, ku Adem û Hêwayê ça caba Yehowa dan?

5 Çaxê Yehowa ji Adem pirsî ku ewî çira usa kir, ewî jina xwe neheq kir û got: “Ew jina ku te da min, ewê ji wê darê da min, min jî xwar”. Lê Hêwayê mer neheq kir ku ewî ew xapand (Destp. 3:12, 13, PKM). Wana dixwest xwe heq derxistana, lê bi rastiyê ewana neheq bûn. Wana gura Yehowa nekir û lema jî Yehowa ewana sûcdar kirin ça raber. Mesela wana bona me bûye ders! Seva ku zewac bextewar be, her yek ji cotê zewacê gerekê borcê xwe biqedîne û gura Yehowa bike.

6. Weyê ça şirovekira pêxembertiya ji Destpêbûn 3:15?

6 Şeytan çi jî kir, lê yeke Yehowa xem kir ku meriv hîviya axiriya baş bin. Derheqa wê yekê Kitêba Pîrozda pêxembertiya pêşinda hate nivîsarê. (Bixûne Destpêbûn 3:15.) Ev pêxembertî eyan dike ku zureta “kulfetê” wê Şeytan “bihincirîne”. Bi wê yekê Yehowa mecal da meriva ku ewana bikaribin tevî wî heleqetiya nêzîkda bin, çawa heleqetiya wî tevî efirînên ruhanî ye. Kitêba Pîroz eyan dike wekî “kulfet” bi sîmbolîk ew heye teşkîleta Xwedê. Dêmek Îsa zureta teşkîleta Xwedê ye, û wê Xwedê wî bişîne ku Mîrê-cin “bihincirîne”. Bi saya wê yekê, merivên guhdar wê bikaribin bistînin jîyîna heta-hetayê ser erdê, kîjan ku merivên pêşin unda kirin. Bi vê yekê qirara Yehowaye pêşiyê wê bê sêrî (Yûhn. 3:16).

7. a) Paşî raberîbûna Adem û Hêwayê çi qewimî tevî zewacê? b) Kitêba Pîroz ji mêr û jina çi dewa dike?

7 Raberîbûna Adem û Hêwayê çawa ser zewaca wan hukum bû, usa jî ser hemû zewacên din. Mesele, çawa Hêwa usa jî hemû kulfetên paşî wê, bi êşê zara tînin. Kulfet gelek hewcê mêrê xwe ne, û mêr jî li ser jinê hukum dike û hela hê bi zorbetiyê jî, û tiştên usa îro di gelek malbetada hene (Destp. 3:16). Kitêba Pîroz dibêje ku mêr gerekê bi hizkirin serwêrtiyê bikin. Lê jin gerekê serwêrtiya mêrê xwe qebûl kin (Efes. 5:33). Hergê jin û mêrê xwedêxof hevkariyê bikin, problêmên wan dikarin kêm bin.

ZEWAC WEDÊ ADEM HETA SÊLAVÊ

8. Em çi zanin derheqa zewacê ji wedê Nuh heta sêlavê?

8 Pêşiya ku Adem û Hêwa ji bo gunê xwe bimirana, wanra gelek kur û qîz bûn (Destp. 5:4). Kurê wanî nixurî Qayîn, xûşka xwe stand. Kitêba Pîroz dibêje ku zureta Qayîn, dêmek Lamex, merivê ewlin bû ku du jinên wî hebûn (Destp. 4:17, 19). Wedê Ademda heta sêlavê, tenê hine meriva Xwedê dihebandin. Hinek ji wan bûn Habîl, Henox, û Nuh tevî malbeta xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku rojên Nuhda “zarêd Xwedê dîtin ku qîzêd merivayê bedew in”. Û “ji wan kê kîjan begem dikir xwera jin distandin”. Ew yek normal nîbû. Lema jî wan û jinên wanra zarên zef terikî û zulm dibûn, ew hebûn Nefîl. Usa jî “xirabîya meriva li ser erdê zêde” dibû û “nêt û fikirêd dilê wan jî her roj xirabî” bû (Destp. 6:1-5, PKM).

9. Wedê Nuhda Yehowa çi kir wekî zulmiyê kuta ke, û çi dersê em hîn dibin ji wê yekê, ku çi qewimî wî wedeyîda?

9 Rojên Nuhda Yehowa sêlav anî ser dinyayê, wekî merivê zulm kuta ke. “Nuhê ku rastî dannasîn dikir”, merivara gilî dikir derheqa sêlavê ku gerekê biqewimiya (2 Pet. 2:5). Lê wana guh nedidane Nuh, çimkî şixulê xweyî herrojîva mijûl dibûn û usa jî mêr dikirin û dizewicîn. Îsa wedê Nuh beramberî wedê me kir. (Bixûne Metta 24:37-39.) Îro jî heçî zef meriv naxwazin bibihên mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê. Em ewê mizgîniyê nav temamiya dinyayê bela dikin ku hemû miletara bibe şedetî heta xilazî bê. Em çi dersê hîn dibin ji wedê Nuh? Em gerekê nehêlin ku zewac û xweykirina zara bona me usa ferz bin, ku em bîr kin wekî roja Xwedê nêzîk e.

ZEWAC PAŞÎ SÊLAVÊ HETA ROJÊN ÎSA

10. a) Gelek kûltûrada kîjan kirên xirab bûne normal? b) Birahîm û Serayê ça mesela baş hîştine derheqa zewacê?

10 Nuh û sê kurên wî, her yekî jinek standibû. Lê paşî sêlavê gelek mêra yekê zêdetir jin distandin. Gelek kûltûrada bênamûsî û qavî bûne tiştekî normal, û hela hê rêlîgiyada jî bûne qeyde. Çaxê Birahîm û Sera çûne Kenanê, der-dorê wana gelek merivên bênamûs hebûn, kîjana zewac hurmet nedikirin. Lema jî Yehowa safî kir ku Sodom û Gomorayê kuta ke, çimkî bineliyên wan şehera gelek kirên bênamûsî dikirin. Lê Birahîm bona malbeta xwe serwêrekî baş bû, û Serayê jî meseleke baş hîşt wê yekêda ku gura mêrê xwe dikir. (Bixûne 1 Petrûs 3:3-6.) Birahîm xem kir derheqa wê yekê, ku kurê wî Îshaq yeke usa bistîne, kîjan ku Yehowara xizmet dike. Û Aqûbê kurê Îshaq jî, dixwest wekî kurên wî tevî xizmetkarên Xwedê bizewicin, yên ku axiriyêda bûne kal-bavên 12 berekên Îsraêlî.

11. Qanûna Mûsa ça cimeta Îsraêliya xwey dikir?

11 Paşê Yehowa peyman girêda tevî cimeta Îsraêl. Ewî Qanûna Mûsa da wan, kîjan ku alî cotên zewacê dikir wekî ewana ruhanîda xwe xwey kin. Mesele, bi qanûnê, polîgamî îzin hebû, dêmek pirejinî, lê qedexe dikir ku Îsraêlî merivên pûtparist bistînin. (Bixûne Qanûna Ducarî 7:3, 4.) Çaxê zewacêda problêm pêşda dihatin, rûspiya komek didane wan. Usa jî hebûn qanûn, kîjan ku neaminî û kumreşî qedexe dikirin. Rast e îzin hebû ku jin mêr ji hev biqetin, lê seva vê yekê qanûn hebûn û wana gerekê ew qanûn hildana hesab. Mesele, mêr dikaribû ji jina xwe biqetiya seva “kêmasîkê”, kîjan ku necayîz û şermî bû (Qan. Dcr. 24:1, PKM). Kitêba Pîroz nabêje ku ew kêmasî çi bû, lê femdarî ye mêr nikaribû bona şaşiyên biçûk ji jina xwe biqetiya (Qan. Kah. 19:18).

TIMÊ AMIN BE HEVALZEWACÊ XWERA

12, 13. a) Rojên Malaxîda hine mêr ça bûn hindava jinên xweda? b) Hergê merivê nixumandî hevalzewacê xwe dihêle û kesekî din distîne, axiriyêda çi dikare biqewime?

12 Rojên Malaxî pêxemberda, gelek mêrên cihû hemû cûre menî digeriyan, ku ji jina xwe biqetin. Ewana ji jinên xwe diqetiyan seva yên cahil, yan jî wan yên ku Xwedêra xizmet nedikirin, bistînin. Wedê Îsada jî mêrên cihû “bona her menîkê” ji jinên xwe diqetiyan (Met. 19:3). Yehowa nefret dikir hevqetandina usa bêqanûnî. (Bixûne Malaxî 2:13-16.)

13 Roja îroyîn jî cimeta Yehowa gerekê zewacêda aminiyê xwey kin. Lê dikare usa biqewime, ku Mesîhiyê nixumandî bênamûsiyê bike seva ji hevalzewacê xwe biqete, wekî yekî din bistîne. Yên ku usa dikin, hergê poşman nebin, ji civatê têne derxistinê, seva ku civat temiz bimîne (1 Korn. 5:11-13). Ew meriv gerekê “bi kirêd qenc bidine kifşê, ku . . . ji gunekirinê vegeriyane”, û paşê wê vegerine civatê (Lûqa 3:8; 2 Korn. 2:5-10). Lê kifşkirî nîne, ku çiqas wede gerekê derbaz be, ku ew meriv dîsa vegere civatê û bê hesabê ça Şedê Yehowa. Ew merivên ku gune kirine, wanra dibeke lazim bê salek yan hê zêde wekî ewana îzbat kin ku poşman bûne. Hergê ew meriv poşman bin jî, yeke wê “ber dîwana Xwedê bisekinin” (Rom. 14:10-12; binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Mijdarê, sala 1979, rûp. 31-32.)

ZEWAC NAVA MESÎHIYADA

14. Qanûna Mûsa bona çi hate dayînê?

14 Îsraêlî 1 500 sala zêdetir bin Qanûna Mûsada bûn. Ewê Qanûnê gelek tiştada alî cimeta Xwedê dikir. Mesele, hebûn prînsîp ku alî Mesîhiya dikirin, wekî problêmên malbeta xwe safî kin. Usa jî qanûnê ewana berbi Îsa Mesîh dibirin (Galt. 3:23, 24). Paşî mirina Îsa, Qanûna Mûsa hate hildanê, û Xwedê peymaneke teze girêda (Îbrn. 8:6). Hine tişt ku bi Qanûna Mûsa îzin hebû, bona Mesîhiya îda hatine qedexekirinê.

15. a) Nava Mesîhiyada zewac gerekê ça be? b) Kîjan derecada bi qanûna Xwedê îzin heye hev biqetin?

15 Carekê fêrisiya pirs dane Îsa derheqa zewacê. Îsa gote wan ku bi Qanûna Mûsa Xwedê îzin dida Îsraêliya, wekî ji hev biqetin. Lê nêta Xwedê “serîda ne usa bû” (Met. 19:6-8). Bi caba Îsa hate kifşê ku nêta Xwedê derheqa zewacê serê sêrîda ça bû, niha jî zewac gerekê usa be (1 Tîmt. 3:2, 12). Xebera “bedenek” tê hesabê ku mêr û jin gerekê tevî hev bin û hev neqetin. Hizkirina wane hindava Xwedê û hindava hevda gerekê wana bike yek. Bi qanûna Xwedê, heger nava zewacêda bênamûsî û qavî hatiye kirin, îzin heye ji hev biqetin û kesekî din bistînin (Met. 19:9). Lê çaxê yek bênamûsiyê dike û gunê xwe dide rûyê xwe, hevalzewacê wê (wî) dikare bibaxşînê. Hoseya pêxember jî baxşande jina xweye qav Gomerê, çawa ku Yehowa jî baxşande wan Îsraêliya, yên ku gunê xwe dane rûyê xwe (Hos. 3:1-5). Hergê kesek zane ku hevalzewacê wê (wî) qavî kiriye, û berdewam dike tevî yê gunekirî dijî, bi wê yekê ew dide kifşê ku baxşandiye wê (wî). Û îda bi qanûna Xwedê îzina wan kesekî din bistînin unda dibe.

16. Îsa çi got derheqa yên ku nezewicî dimînin?

16 Îsa got ku bona Mesîhiyên rast, meniya tek seva hevqetandinê, ew heye bênamûsî. Paşê, ewî xeberda derheqa wan yên ku azep dimînin, û got: “Kêra ev yek dest dide, bira usa jî bike” (Met. 19:10-12). Geleka safî kirine ku nezewicin, seva ku hê zêde Yehowara xizmet kin. Lema jî em gerekê payê wan bidin.

17. Çi dikare alî Mesîhiya bike ku safî kin bizewicin yan na?

17 Her kes gerekê xwexa safî ke azep bimîne yan bizewice. Pawlosê şandî şîret da Mesîhiya ku hê baş e azep bimînin, lê ewî usa jî got: “Bona ku pêşiya her cûre qaviyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr”. Paşê ewî zêde kir: “Heger xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin”. Xwestina bedenêye qewî dikare bibe menî, ku meriv tiştên xirab bike, mesele mastûrbasiya yan bênamûsî. Lema jî hinek safî dikin ku hê baş e bizewicin yan mêr kin. Lê pêşiya ku bizewicin yên azep gerekê bifikirin, hela ewana bi rastiyê gihîştî ne seva zewacê yan na. Pawlos got ku hergê kesek îda gihîştiye, û safî kiriye bizewice-mêr ke, wî çaxî wê yekêda tiştekî xirab tune (1 Korn. 7:2, 9, 36; 1 Tîmt. 4:1-3). Lê heger kesek hê gelek cahil e û xwestina wîye bedenî gelek qewî ye, ew nayê hesabê ku gerekê lezkeve bizewice yan mêr ke. Çimkî dibeke ew hê hazir nîne her tiştî bike, çi ku jê tê xwestinê di zewacêda.

18, 19. a) Çi lazim e seva ku Xwedê zewaca we kerem ke? b) Emê çi şêwir kin gotara dinda?

18 Gelo serê-sêrîda çi lazim e seva ku Xwedê zewaca we kerem ke? Ya pêşin, him mêr him jî jin gerekê nixumandî bin û bi temamiya dilê xwe Yehowa hiz kin. Usa jî gerekê hizkirina mêr û jin hindava hevdu haqas zef be, ku bikaribin temamiya emirê xwe tevayî bijîn. Bêşik, Xwedê wê zewaca wan kerem ke, yên ku pey şîreta Xwedê çûn û zewicîn tevî “bawermendê Xudan” (1 Korn. 7:39). Heger hûn wan hemû şîreta bînin sêrî, hûnê bextewar bin. Bi rastiyê jî, Kitêba Pîroz şîretên here baş dide bona bextewarbûna zewacê.

19 Em îro dijîn li xilaziya “rojêd axiriyêda”. Gelek malbetên îroyîn bextewar nînin, çimkî xeyset-hunurên wan meriva nebaş in. Gotara dinda emê şêwir kin derheqa prînsîpên qîmet ji Kitêba Pîroz, kîjan ku alî Mesîhiya dikin ku zewaca wan bextewar be (2 Tîmt. 3:1-5). Yehowa hemû şîretên lazim daye me ku zewaca me nihada bextewar be. Were em berdewam kin wê rêda herin ku dibe berbi emirê heta-hetayê (Met. 7:13, 14).