Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çira dijminên Îsa seva destşûştinê tevî wî diketine dewê?

Dijminên Îsa gele car tevî wî diketine dewê û dixwestin wî û şagirtên wî ser giliya bigirin. Derheqa edetê paqijbûnê Qanûna Mûsada gelek temî hebûn. Mesele, paqijbûn ji gemarjêçûyînê, kotîbûnê, û destlêketina ciniyaza û cendekê heywana. Qanûnêda usa jî rêberî dihate dayînê, ku meriv ça dikaribû paqijbûya. Mesele, bi qurbanê, bi şûştinê, yan bi reşandinê nepaqijbûn temiz dibû (Qan. Kah., serê 11-15; Jimar 1:1, serê 19).

Serwêrên rêlîgiya Cihûya, wan qanûnada ji ber xwe edet zêdekirine. Kitêbeke derheqa dîroka miletê Cihû, gilî dike ku her meniya nepaqijbûnê gerekê bihata lêkolînkirinê. Mesele, kitêbêda dihate gotinê ku serwêrên rêlîgiya Cihûya lêkolîn dikirin ku “ça û kîjan derecada meriv dikaribû nepaqijbûya, ça û çi cûreyî ew nepaqijbûn dikaribû derbazî ser merivên din bûya. Usa jî kîjan firaq û hacet dikaribûn temizbûna û netemizbûna, û bi kîjan haceta û rêtûala paqijbûn gerekê bihata kirinê”.

Dijminên Îsa ji wî pirsîn: “Çima şagirtêd te pey raw-rizimêd kal û bava naçin û bi destneşûştî nan dixwin?” (Marq. 7:5). Ew Fêrisî nedigotin derheqa hîgîênayê, dêmek destşûştin pêşiya nanxwarinê. Lê wana digot derheqa rêtûala, ku çawa gerekê destê xwe bişon. Wana ji meriva dewa dikirin, ku pêşiya nanxwarinê av gerekê ser destê wanda bê rêtinê. Wê kitêbêda, ya derheqa dîroka miletê Cihû, usa jî tê gotinê: “Wî çaxî usa jî dew pêşda dihatin, ku kîjan firaq gerekê bê xebitandinê seva paqijkirinê, ava ça gerekê bê xebitandinê, kê gerekê avê berî ser destê wan de û av gerekê ser dest heta ku bihata rêtinê”.

Nihêrandina Îsa ji ya wan meriva cude dibû, çimkî wana xwexa ew edet ber xwe derdixstin. Lema Îsa serwêrên rêlîgiya Cihûyara got: “Îşaya bona we durûya rast pêxembertî kiriye! Çawa ku hatiye nivîsarê: ‘Eva cimeta bi zarê xwe qedirê min digire, lê dilê wan ji min dûr e. Badîhewa min dihebînin, temiyêd meriva çawa qanûnêd min cimetê hîn dikin’. Hûn temiyêd Xwedê dihêlin û pey raw-rizimêd merivayîyê dikevin” (Marq. 7:6-8).