Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Zêr Hê Qîmettir

Ji Zêr Hê Qîmettir

Kudurê zêrê tam gelek qîmet e. Gelek meriv zêrekî usa digerin, lê tenê hinek dîtine. Lê bi mîlyona meriva tiştekî usa dîtine, ku ji zêr qîmettir e. Ew heye bîlanî ji Xwedê, kîjan ku tevî tu tiştî nayê beramberîkirinê (Îb. 28:12, 15).

MERIVÊN dilsax ku Kitêba Pîroz hîn dibin, mîna wan meriva nin yên ku zêr digerin. Ew meriv gerekê giran bixebitin û berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, seva ku bîlaniya qîmet qazanc kin. Were em şêwir kin sê dereca, ku çawa zêr tê dîtin, û em çi dikarin hîn bin ji vê yekê.

WE ZÊR DÎTIYE!

Bide ber çevê xwe, ku tu ber devê golê digerî û divînî ku tiştekî biçûk dibiriqe. Tu xwe kûz dikî, dinihêrî û tu gelek şa dibî, çimkî tu zêr divînî. Ew ji serê pitikê (spîçkê) biçûktir e, û hê çetin destdikeve, ne ku almasa biha. Tu derdorê xwe ser erdê dinihêrî, ku bivînî hela dibeke dîsa zêr heye.

Mîna vê yekê, dibeke tê bîra te çaxê cara pêşiyê Şedên Yehowa derê mala te xistin û tera ji Kitêba Pîroz derheqa sozên Xwedê gilî kirin. Dibeke tu bi şabûnê tînî bîra xwe ewê demê, çaxê te cara pêşiyê zêrê ruhanî dît. Û dibeke ev yek qewimî tevî te, çaxê te cara pêşin Kitêba Pîrozda navê Xwedê dît (Zeb. 83:18). Yan çaxê tu pêhesiyayî, ku tu dikarî bibî dostê Yehowa (Aqûb 2:23). Wî çaxî, te derbêra fem kir, wekî te tiştekî usa dîtiye, kîjan ku ji zêr qîmettir e. Û te xwest hê zêde zêrê ruhanî bivînî.

HÛN HÊ ZÊDE DIGERIN

Kudur û hûrikên zêr, cara çêdibin û top dibin delavada û çemada. Sêzonekêda, merivên ku zêr digerin, dikarin weke çend kîlogram hûrikên zêr bivînin. Ew hûrik ji deha hezara dolara zêdetir e.

Çaxê te hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir tevî Şedê Yehowa, dibeke te xwe texmîn dikir mîna merivê ku zêrê biha dîtiye. Çaxê tu difikirîyî derheqa rêzên ji Kitêba Pîroz, ewê yekê zanebûna te zêde dikir, û ruhanîda tu dewletî bûyî. Û çaxê tu difikirîyî ser rastiyên Kitêba Pîroz, tu pêhesiyayî ku ça tu dikarî nêzîkî Xwedê bî, hizkirina wîda bimînî û emirê heta-hetayê bistînî (Aqûb 4:8; Cihûd. 20, 21).

Mîna merivê ku giran dixebite seva zêr qazanc ke, tu jî dixebitî seva ku pêbihesî rastiyên qîmet ku Kitêba Pîrozda hene?

Çawa merivê ku hûrikên zêre qîmet digere, dibeke tu jî gelek giran dixebitî seva tiştên ruhanîye qîmet bigerî. Paşê, çaxê te rastiyên sereke ji Kitêba Pîroz pêhesiyayî, tu hêlan bûyî ku pêşda herî û xwe tesmîlî Xwedê bikî û bêyî nixumandinê (Met. 28:19, 20).

BERDEWAM KIN BIGERIN!

Çaxê ji volkanê lav derdikeve, ew sar dibe û dibe mîna kevir. Wan kevirada cara zêr heye, çimkî ew lav ji binê erdê derdikeve. Lê hergê ser wî kevirî rûva binihêrin, zêr derbêra nayê kifşê. Lê çira? Çimkî mesele, kevirê ku giraniya wî tonek e, dikare tenê weke 10 gr. zêr têda hebe. Lema meriv giran dixebitin seva wan kevira bişkênin û zêr derxin. Û seva wan ew yek bargiranî nîne, çimkî ewana zanin ku ew zêr çiqas qîmet e.

Usa jî çaxê meriv zanebûna pêşin derheqa Îsa standiye, qewat lazim e wekî ew berdewam ke dîsa ruhanîda pêşda here (Îbrn. 6:1, 2). Hûn gerekê bi dil û can bixebitin seva ji hînbûna Kitêba Pîroz fikirên qîmet û dersên kêrhatî bistînin. Lê hûn çi dikarin bikin seva hînbûna weye şexsî timê kêrhatî be, hela hê jî hergê hûn îda bi sala Kitêba Pîroz hîn dibin?

Bi dil û can bixwazin hîn bin. Wedê xwendinê dîna xwe bidine dêtala. Berdewam kin giran bixebitin û hûnê ji Kitêba Pîroz zêrên qîmet bivînin, dêmek bîlaniya ji Xwedê û rêberiya wî (Rom. 11:33). Seva zanebûna xwe derheqa Kitêba Pîroz zêde kin, wedê lêkolînkirinê bidine xebatê hacetên ku ser zimanê we destdikevin. Rêberiya Xwedê û cabên ser pirsên xwe derheqa Kitêba Pîroz, bi sebir bigerin. Ji xûşk-bira bipirsin ku kîjan rêz û gotar gelek alî wan kirin û ewana qewî kirin. Çaxê hûn wedê xwendina û lêkolînkirina Xebera Xwedê tiştên hewas pêdihesin, merivên dinra jî gilî kin.

Belê, nêta te gerekê ew nîbe ku tenê zanebûna xwe zêde kî. Pawlosê şandî şîret kir, ku zanebûn dikare meriva babax ke (1 Korn. 8:1). Lema em gerekê ser xwe bixebitin ku timê milûk bin û baweriya xwe qewî xwey kin. Qulixkirina tevî malbetê û hînbûna Kitêba Pîroze şexsî, wê alî te bike ku li gora prînsîpên Yehowa bijîyî û wê te hêlan ke ku alî merivên din bikî. Xêncî vê yekê, tuyê şabûnê bistînî, çimkî te qazanc kiriye tiştekî usa, kîjan ku ji zêr qîmettir e (Metlk. 3:13, 14).