Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Lazim e Yên Din Bêne Hînkirinê

Lazim e Yên Din Bêne Hînkirinê

“Ez dersê qenc didim we” (METLK. 4:2).

KILAMÊN: 45, 44

1, 2. Çira em gerekê yên teze hîn kin, seva ewana civatêda cabdariya hildin?

BONA Îsa, belakirina mizgîniya Padşatiyê, şixuleke lape ferz bû. Lê ewî usa jî gelek wede xerc dikir, seva şagirtên xwe hîn ke, ku ça bibine dersdarên baş û ça miqatî cimeta Xwedê bin. Şagirt hîn dibûn ku bibine mîna şivana, yên ku miqatî keriyên xwe dibin (Met. 10:5-7). Fîlîpo gelek xizmet dikir, lê ewî usa jî çar qîzên xwe hîn dikir, seva ewana jî merivên din rastiyê hîn kin (Kar. Şand. 21:8, 9). Îro jî gelek ferz e wekî em yên teze hîn kin. Gelo çira?

2 Nav temamiya dinyayêda, gelek meriv mizgîniyê qebûl dikin, û hejmara wan zêde dibe. Yên necêribandî kîjan ku hê nenixumandî ne, gerekê bêne hînkirinê. Em gerekê alî wan bikin ku ewana fem kin, wekî çiqas ferz e ewana xwexa Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn kin. Usa jî em gerekê wana hazir kin, seva ewana mizgîniyê bela kin û meriva rastiyê hîn kin. Civatên meda, birên teze gerekê bêne hînkirinê, seva axiriyêda ewana bikaribin bibine berdestiyên civatê û rûspî. Mesîhiyên gihîştî dikarin alî yên necêribandî bikin, seva ewana ruhanîda pêşda herin (Metlk. 4:2).

YÊN TEZE HÎN KIN, KU ÇA KITÊBA PÎROZ LÊKOLÎN KIN

3, 4. a) Ça Pawlos lêkolînkirina Nivîsarê girêda tevî xizmetiya baş? b) Pêşiya ku em xwendekarên Kitêba Pîroz hêlan kin, wekî ewana Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, em xwexa gerekê çi bikin?

3 Çira hînbûna Kitêba Pîroze şexsî ferz e? Caba ser wê pirsê em divînin nema Pawlosda Mesîhiyên Kolosyara. Ewî nivîsî: “Me dest ji dua û hîvîkirinê nekişandiye, wekî hûn zanebûna emirê [qirara] Xwedêda gihîştî bin, bi hemû serwaxtî û zanebûna ruhanîva tijî bin, wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her aliyava li wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin” (Kols. 1:9, 10). Bi wê zanebûna rast, Mesîhiyên Kolosî gerekê her aliyava li Xwedê xweş bihatana “çawa layîqî Xudan e”. Ewê yekê gerekê alî wan bikira ku “her qencîkirinêda xweyîber bin”, îlahî belakirina mizgîniyêda. Belê, xizmetkarên Yehowa, gerekê timê Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin, seva xizmetiyêda hê pêşda herin. Usa jî em gerekê alî wan bikin tevî kê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, dêmek xwendekarên Kitêba Pîroz, ku ewana jî timê Xebera Xwedê bixûnin û lêkolîn kin.

4 Em gerekê alî meriva bikin, wekî ewana jî karê bistînin ji xwendina Kitêba Pîroze şexsî. Lê pêşiya wê yekê, em xwexa gerekê îzbat bin ku çiqas ferz e ew yek. Bi rastiyê, mera gerekê bibe xeyset, ku Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Em dikarin pirsên usa bidine xwe: “Çaxê xweyê malê fikirên usa dibêje, kîjan ne li gora Kitêba Pîroz e yan pirsên çetin didine min, gelo ez dikarim cabên ser hîmê Kitêba Pîroz bidime wî? Çaxê ez dixûnim û pêdihesim ku ça Îsa, Pawlos û yên din bi xîret xizmet dikirin, gelo ew yek min hêlan dike ku ez jî, hela hê wedê çetinaya bi xîret Yehowara xizmet kim?” Her kes ji me hewcê zanebûnê û şîretên ji Xebera Xwedê ye. Û hergê em meriyara gilî dikin ku em çiqas karê distînin ji hînbûna Kitêba Pîroze şexsî, em dikarin wana hêlan kin, ku ewana jî ji xwendina û lêkolînkirina Kitêba Pîroz karê bistînin.

5. Gilî kin ku çawa dikarin alî yên teze bikin, wekî ewana timê hînbûna şexsî derbaz kin?

5 Dibeke tu pirseke usa didî xwe: “Ez ça dikarim wî, tevî kê ez hînbûnê derbaz dikim, hîn kim wekî ew timê Kitêba Pîroz bixûne û lêkolîn bike?” Pêşiyê, hê baş e nîşanî wî kî, ku ew çawa dikare xwe hazir ke bona hînbûnê, kîjan ku tu tevî wî derbaz dikî. Dibeke tu wîra bêjî ku ew bixûne parek ji elametiya zêde ji kitêba Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?, û dîna xwe bide ser rêza, ku li wêderê têne dayînê. Alî wî bike seva ku ew xwe pêşda hazir ke bona civatê, û bikaribe caba xwe bide. Wî hêlan ke ku bixûne her derxistina teze ya jûrnala Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!Hergê ser zimanê wî heye “Kitêbxaneya Birca Qerewiliyê” yan “KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê”, tu dikarî nîşanî wî kî, ku ça ew dikare ewê kitêbxanê bide xebatê, seva cabên pirsên Kitêba Pîrozva girêdayî bivîne. Bi saya vê yekê, xwendekarra lêkolînkirina Xebera Xwedê wê hê hewas be.

6. a) Ça tu dikarî alî xwendekar bikî, wekî ew hizkirina xwe hindava Kitêba Pîroz zêde ke? b) Hergê xwendekar hizkirina hindava Kitêba Pîroz zêde ke, ew wê hêlan be çi bike?

6 Bi rastiyê, em gerekê zorê meriva ne kin, ku ewana Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Dewsê, em gerekê alî wan bikin, wekî ewana hizkirina xwe hindava Kitêba Pîroz hê mezin kin. Paşê, ew merivên dilsax wê mîna zebûrbêj xwe texmîn kin, yê ku distira: “Bona min, ya herî qenc nêzîkayîya Xwedê ye. . . . Xudan ji xwera kirime sitargeh” (Zeb. 73:28, ÎM). Yehowa pê ruhê xweyî pîroz wê ese alî wan meriva bike, yên ku dixwazin nêzîkî wî bin.

YÊN TEZE HÎN KIN, KU ÇAWA XIZMET KIN Û MERIVA HÎN KIN

7. Îsa ça şagirtên xwe hîn dikir, ku ewana mizgîniyê bela kin? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Em dikarin ji Îsa gelek tişt hîn bin, ku ewî ça şandiyên xwe hîn dikir. Kitêba Metta serê 10-da, em pêdihesin ku Îsa rêberiya 12 şandiyên xwe dikir. Îsa konkrêt şîret û rêberî dida wan, ku ça xizmet kin. [1] Şandiya xwexa didîtin ku Îsa ça xizmet dikir, û ji wî hîn dibûn. Paşê ewana îda xwexa diçûne xizmetiyê. Wana mêtodên Îsa didane xebatê û zûtirekê bûne dersdarên cêribandî, yên ku derheqa rastiyê hîn dikirin (Met. 11:1). Em jî gerekê xwendekarên Kitêba Pîroz hîn kin, wekî ewana jî bibine mizgînvanên cêribandî. Were em niha şêwir kin sê mêtoda, ku ça em dikarin alî wan bikin.

8, 9. a) Wedê xizmetiyê Îsa ça xeberdida tevî meriva? b) Em ça dikarin alî mizgînvanên teze bikin, wekî ewana çev bidine Îsa çaxê tevî meriva xeber din?

8 Xeberdan tevî meriva. Îsa ne ku tevî elaletê xeberdida, lê usa jî gelek car şexsî tevî meriva xeberdida. Mesele, ewî bi hevaltî xeberdida tevî jinikekê, kîjan ku nêzîkî şeherê Sûxar av ji bîrê hildida (Yûhn. 4:5-30). Usa jî Îsa tevî Metta xeberdida, kîjan ku xercgir bû. Mizgînîda xeberdana Îsa tevî Metta, kin nivîsar e. Lê li wêderê tê gotinê, ku Metta derbêra qebûl kir teglîfkirina Îsa û bû peyçûyê wî. Metta teglîfî mala xwe kir Îsa û merivên din, û li wêderê jî Îsa tevî gelek meriva xeberda (Met. 9:9; Lûqa 5:27-39).

9 Îsa usa jî xeberdida tevî Natanyêl, kîjan ku nebaş dinihêrî ser merivên ji Nisretê. Lê Îsa yeke bi hevaltî tevî wî xeberda. Ew yek Natanyêl hêlan kir wekî nihêrandina xwe biguhêze. Û ewî dixwest hê zêde pêbihese derheqa Îsa û hînkirinên wî (Yûhn. 1:46-51). Belê, em gerekê çev bidine Îsa, ku ewî ça bi hevaltî û nerm xeberdida tevî meriva. [2] Û em gerekê yên teze jî hîn kin, wekî çaxê tevî meriva xeberdidin çev bidine Îsa. Çaxê ewana usa bikin, wê xizmetiyêda hê şabûnê bivînin, çimkî merivên dilsax wê guh bidine wan.

10-12. a) Îsa ça hewasa wan meriva pêşda dianî, yên ku dixwestin hê zêde pêbihesin derheqa mizgîniyê? b) Em ça dikarin yên teze hîn kin, wekî ewana feresetên xwe hê baş kin, ku bibine dersdarên baş?

10 Hewasa meriva pêşda bînin. Îsa timê xizmetiyêda bû. Lê çaxê ewî didît ku meriv bi dil dixwazin wî bibihên, ewî wedê xwe xerc dikir seva gelek tişt wana hîn ke. Mesele, carekê Îsa ser qeyikê elalet hîn dikir. Wî çaxî Îsa usa jî dixwest Petrûs jî tiştekî hîn ke. Îsa keremeteke usa kir, wekî Petrûs bi torê gelek mesî girt. Paşê Îsa jêra got: “Ji vir şûnda tê meriva mîna mesiya bigirî”. Lê gelo ew giliyên Îsa ça ser Petrûs hukum bûn? Petrûs û usa jî yên ku tevî wî bûn, derbêra “qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey [Îsa] çûn” (Lûqa 5:1-11).

11 Nîkodêmo dixwest hê zêde pêbihese derheqa Îsa û hînkirinên wî. Lê çimkî ew endemê Civîna Giregira bû, ew ditirsiya ku meriv wê çi bêjin, hergê bivînin ku ew tevî Îsa xeberdide. Lema Nîkodêmo şev hate cem Îsa. Îsa berî wî neda, dewsê ewî gelek tişt ew hîn kir. Belê, Îsa seva meriva rastiyê hîn ke, tu car heyfa xwe wedê xwe nedianî (Yûhn. 3:1, 2). Gelo ew bona me çi ders e? Bidine hesabê xwe ku xwexa Kurê Xwedê ji xwe wede kêm dikir, seva meriva hîn ke û baweriya wan qewî ke. Em jî gerekê çev bidine Îsa, ku bi dil û can serlêdanên dubare bikin û alî meriva bikin ku Kitêba Pîroz fem kin.

12 Em gerekê tevî mizgînvanên teze derkevin xizmetiyê. Usa em dikarin wana hîn kin ku feresetên xwe hê baş kin û bibine dersdarên baş. Mesele, em dikarin wana bivin ser serlêdanên dubare û ser hînbûna Kitêba Pîroz. Usa ewana wê hîn bin ku ça yên din hîn kin. Usa jî ewana wê bivînin ku çiqas şabûnê tîne ew yek, ku ewana alî meriva dikin, wekî derheqa Yehowa pêbihesin. Paşê wanara wê îda hewas be, ku xwexa serlêdanên dubare bikin, û usa jî hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin. Xêncî vê yekê ewana wê hîn bin, ku xizmetiyêda sebir bin û xîret bin (Galt. 5:22; binihêrin çargoşe “ Ew Dilteng Nebû”).

YÊN TEZE HÎN KIN, KU ALÎ XÛŞK-BIRA BIKIN

13, 14. a) Alîkariya xûşk-birada em dikarin çev bidine kê? b) Ça em dikarin mizgînvanên teze û cahila hîn kin, wekî ewana hindava xûşk-birada hizkirinê bidine kifşê?

13 Yehowa dixwaze wekî xizmetkarên wî, çawa xûşk-bira hevdu hiz bikin û hevdura berdestiyê bikin. (Bixûne 1 Petrûs 1:22; Lûqa 22:24-27.) Îsa Kurê Xwedê, seva ku alî meriva bike hemû tişt dikir, û ewî hela hê emirê xwe jî da bona wan (Met. 20:28). Tabîta gelek kirên qenc dikir û gelek merd bû hindava xûşk-bira (Kar. Şand. 9:36, 39). Meryem, xûşkeke ji Romê bû, kîjan ku seva xûşk-bira gelek giran dixebitî (Rom. 16:6). Lê ça em dikarin alî yên teze bikin, wekî ewana fem kin, ku çiqas ferz e alî xûşk-bira bikin?

Yên teze hîn ke seva ewana hindava xûşk-bira hizkirinê bidine kifşê (Binihêre abzasa 13, 14)

14 Çaxê em teseliya xûşk-birên nexweş û yên emirda mezin dikin, em dikarin mizgînvanên teze teglîf kin, ku tevî me bên. Dê-bav çaxê serîkî wan xûşk-bira dixin, dikarin zarên xwe jî tevî xwe bivin. Rûspî dikarin tevî cahila yan jî tevî mizgînvanên teze vê yekêda hevkariyê bikin. Mesele, çaxê hewcetî heye, ewana xûşk-birên emirda mezinra xwarinê bivin, yan jî mala wanda çi lazim e çêkin. Rûspîkî wedê xizmetiyê cara teseliya xûşk-bira dikir, yên ku ji şeher der dijîtin. Birakî cahil, yê ku gelek car tevî wî rûspî derdikete xizmetiyê, hîn bû ku hizkirinê bide kifşê hemû xûşk-birên civatêda (Rom. 12:10).

15. Çira ferz e ku rûspî dîna xwe bide pêşdaçûyîna birên civata xweda?

15 Yehowa mêrara cabdarî da seva ewana civatêda hîn kin. Lema gelek ferz e bona bira, wekî ewana civatêda Xebera Xwedê rind hîn kin. Hergê tu rûspî yî, tu dikarî guh bidî ku ça berdestiyê civatê gotara xwe dibêje. Usa tuyê bikaribî alî wî bikî, wekî ew bibe dersdarê baş, û hê pêşda here (Nehem. 8:8). [3]

16, 17. a) Ça Pawlos alî Tîmotêyo kir seva ew ruhanîda pêşda here? b) Ça rûspî dikarin alî birên teze bikin, seva ewana axiriyêda bibine şivanên civatê?

16 Civatêda gelek hewcetî heye, wekî hê zêde bira hîn kin, seva ewana axiriyêda şivantiyê bikin. Pawlos Tîmotêyo hîn dikir û wî hêlan dikir, wekî ew jî yên din hîn ke. Pawlos Tîmotêyora got: “Lawê min, bi wê kerema meye ku yektiya Mesîh Îsada ye qewat be. Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin” (2 Tîmt. 2:1, 2). Pawlos şandî bû û emirda mezin bû, û Tîmotêyo ji wî gelek tişt hîn bû. Wedê xizmetiya xwe, Tîmotêyo mêtodên Pawlos dida xebatê, û alîkarî dida civatê (2 Tîmt. 3:10-12).

17 Pawlos Tîmotêyo sera-bera hîn nedikir. Rêwîtiyêda ewî Tîmotêyo jî tevî xwe dibir, seva wî hîn ke (Kar. Şand. 16:1-5). Rûspî dikarin vê yekêda çev bidine Pawlos. Mesele, çaxê rûspî teseliya xûşk-bira dikin, dêmek şivantiyê dikin, cara dikarin berdestiyê civatê jî tevî xwe bivin. Usa, berdestiyên civatê wê ji rûspî hîn bin, ku çawa yên din hîn kin, ça bi sebir û bi hizkirin bin. Xêncî vê yekê, çaxê ewana şivantiyê “keriyê pezê Xwedê” bikin, ewana wê hîn bin îtbariya xwe Yehowa bînin (1 Pet. 5:2).

HÎNKIRIN Û HAZIRKIRIN GELEK FERZ E

18. Çira bona me gerekê ferz be, ku yên teze hîn kin?

18 Civatên meda bira lazim in, û lema gelek ferz e ku birên teze hîn kin û hazir kin seva ewana miqatî civatê bin. Yehowa dixwaze wekî xizmetkarên wîyî îroyîn, rind hînkirî bin seva cabdariyên xwe rind bînin sêrî. Xwedê mera qedirekî usa da, wekî em alî yên teze bikin, seva ewana feresetên xwe hê baş kin û şixulên civatê rind bikin. Lema em gerekê giran bixebitin wekî wana hîn kin, û vê yekêda çev bidine Îsa û Pawlos. Xilaziya dinyayê gelek nêzîk e, lema şixulê me xizmetiyêda zêde dibe, û îlahî niha gelek ferz e yên teze hîn kin.

19. Çira em dikarin dudilî nebin, ku hergê em yên din hîn dikin, emê bêne keremkirinê?

19 Belê, wekî kesekî hîn kin wede û qewat jî lazim e. Lê Yehowa û Kurê wîyî hizkirî wê piştgiriya me bikin, û bîlaniyê bidine me ku em rind wana hîn kin. Emê gelek şa bin çaxê bivînin, ku ewên em wan hîn dikin, giran dixebitin û bi dil û can şixulên civatê dikin (1 Tîmt. 4:10). De were em berdewam kin ruhanîda pêşda herin, seva ku bi dil û can Yehowara xizmet kin.

^ [1] (abzasa 7) Mesele, Îsa digote şagirtên xwe: 1) Wekî bela kin mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê. 2) Îtbariya xwe Xwedê bînin, ku ew bona hewcên wan xem dike. 3) Tevî meriva nekevine dewê. 4) Wedê peyketina, îtbariya xwe Xwedê bînin. 5) Û ji meriva netirsin.

^ [2] (abzasa 9) Kitêba “Mekteba Dannasînkirinêda”, ser rûp. 62-64, şîretên baş hene ku çawa wedê xizmetiyê tevî meriva xeberdin.

^ [3] (abzasa 15) Kitêba “Mekteba Dannasînkirinê”, rûp. 52-61, şirovedike ku kîjan hunur lazim in seva ku gotarên baş bêjin.