Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cohanês Raûtê xizmetiyêda (sala 1920 yan hê dereng)

Ji Arxîvên Me

“Ez Kerema Distînim, Çimkî Yehowa Rûmet Dikim”

“Ez Kerema Distînim, Çimkî Yehowa Rûmet Dikim”

“EW ŞER ku niha Ewropayêda diçe, ji hemû şerên berê girantir e”. Ew gilî hate gotinê derheqa şerê hemdinyayê yê yekê “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Îlonê, sala 1915. Axiriyêda, wî şerîda weke 30 welata şer dikirin. Vê “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê: “Xizmetkirin hine aliyada hate sekinandinê, îlahî Almanyayêda û Fransayêda”.

Wî çaxî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, prînsîpa tevnebûyînê bi temamî fem nedikirin. Lê yeke wana bi dil û can mizgînî bela dikirin. Wîlhêlm Hîldebrandt dixwest ku xizmetiyêda tiştekî bike aliyê xweda. Ewî belavok bi navê “Hermehî ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz” sifareş kirin. Wîlhêlm Fransayêda bû, lema ewî ser zimanê Fransî ew belavok sifareş kirin. Li wêderê ew ne ku ça xizmetkarê hertim bû, lê çawa eskerê Almanî. Bi kincê eskeriyê, ewî merivên Fransî kûçêda dida sekinandinê û mizgîniya derheqa edilayê gilî dikir. Wî çaxî Almanya tevî Fransayê şer dikir, lema jî ew meriv zendegirtî diman çaxê didîtin, ku Wîlhêlm tevî wan derheqa edilayê xeberdide.

“Birca Qerewiliyêda” neme hatine neşirkirinê, kîderê ku hate gotinê derheqa Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ji Almanyayê. Rast e ewana eskeriyêda bûn, lê yeke wana gelek dixwest mizgîniya Padşatiyê bela kin. Lêmkê bira, esker bû û ser gemiyê qulix dikir. Ewî pênc merivara, yên ku tevî wî bûn, derheqa mizgîniyê gilî kir. Û ew meriv dixwestin derheqa mizgîniyê hê zêde pêbihesin. Lêmkê nivîsî: “Hela hê wira ser vê gemiyê jî, ez kerema distînim, çimkî Yehowa rûmet dikim”.

Corc Kaîsêr esker bû û çû şer, lê vegeriya malê çawa xizmetkarê Xwedê. Lê gelo ça ew yek qewimî? Ewî edebyeteke ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz dît, û bi dil û can rastiya Padşatiyê qebûl kir. Paşî vê yekê ew îda nediçû şer. Ewî xebateke usa dît, ku tevî eskeriyê û şer girêdayî nîbû. Paşî şer, ewî gelek sala bi xîret xizmet kir çawa pêşeng.

Belê, wî wedeyî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz pirsa derheqa tevnebûyînê bi temamî fem nedikirin. Lê yeke nihêrandina wana û kirên wana, lap cude dibûn ji yên merivên din, çimkî ewan meriva şer qebûl dikirin. Polîtîk û serwêrên dêra, piştgiriya şer dikirin, lê Lêkolînkarên Kitêba Pîroz piştgiriya “Mîrê Edilayê” dikirin (Îşa. 9:6). Rast e wana bi temamî tevnebûyîn xwey nedikirin, lê wana dîsa jî qanûna Xwedê dianîne sêrî. Konrad Mortêr, yê ku Lêkolînkarê Kitêba Pîroz bû, giliyên usa got: “Ji Xebera Xwedê min rind fem dikir, ku Mesîhî gerekê nekuje” (Derk. 20:13). *

Hans Holtêrhof pê vê stêndê desta, jûrnala “Qanûna Zêrîn” rêklam dikir

Almanyayêda wî çaxî tunebû qanûn, kîjan ku îzin bida meriv ji bo baweriya xwe neçe eskeriyê. Lê yeke 20 zêdetir Lêkolînkarên Kitêba Pîroz neçûne eskeriyê û tu şixulê eskeriyêva girêdayî qebûl nedikirin. Eskera hinek ji wana hesab kirin ça merivên dîn, mesele, Gûstav Kûyat kirine nexweşxana dîna û derman dane wî. Hans Holtêrhof, yê ku înkar kir here eskeriyê, kirine kelê. Li wê derê zorê wî dikirin, ku tiştên eskeriyêva girêdayî bike, lê yeke ewî tu tişt nedikir. Eskera kincê dîna li wî kirin, û usa qayîm wî girêdan wekî dest-nigên wî tevizîn. Çaxê ewan eskera dîtin ku Hans paşî vê yekê jî nihêrandina xwe neguhast, wana destpêkir wî bidine tirsandinê ku wî bikujin. Lê yeke Hans amin ma û wedê şer tevnebûyîn xwey kir.

Birên din, kîjan ku gazî kirine herine eskeriyê, qebûl nekirin ku çek hildine destê xwe. Dewsê, wana xwest wekî şixulên din bidine wan, kîjan ku şerva girêdayî nîbûn. * Mesele, Cohanês Raûtê ji dewletê îzin xwest ku şixuleke din bidine wî, û wî şandin ku bixebite ser riya trêna. Konrad Mortêr hate kifşkirinê çawa berdestiyê hekîma, û Rêînhold Wêbêr, hate kifşkirinê ku nexweşxanêda miqatî nexweşa be. Aûgûst Krafzîg jî gelek şa bû, wekî şixuleke din dane wî û ku ewî tevnebûyînê xwey kir. Ew Lêkolînkarên Kitêba Pîroz û yên din, safî kirin ku Yehowara xizmet kin. Hizkirinê û aminiyê hindava Yehowa, wana hêlan kir berbi vê yekê.

Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ber merivên dewletê ketine çeva, çimkî nediçûne şer. Hine sal şûnda, Almanyayêda Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, bi hezara cara şixulê wan dane dîwanê, seva ku xizmetiya wan bidine sekinandinê. Fîlîala Almanyayê, saz kir îdara safîkirina şixulê dîwanê, Beytela Magdebûrgêda, seva alîkariyê bidine Lêkolînkarên Kitêba Pîroz.

Şedên Yehowa hêdî-hêdî destpêkirin hê zelal fem kin pirsa derheqa tevnebûyînê. Çaxê şerê hemdinyayê yê duda destpêbû, wana bi temamî tevnebûyîn xwey dikirin û nediçûne eskeriyê. Lema dewleta Almanyayê wana hesab dikirin ça dijmin û gelek dizêrandin. Lê ew yek îda têma başqe ye, û emê derheqa vê yekê xeberdin gotara dinda “Ji Arxîvên Me”. (Ji arxîvên me Ewropaya Navendda.)

^ abz. 7 Binihêrin serhatî derheqa Lêkolînkarên Kitêba Pîroz Brîtanyayêda, wedê Şerê Hemdinyayêyî I, ji rêza gotara “Ji Arxîvên Me”, bi navê “Ewana Qewî Disekinîn Wedê Cêribandinê”, jûrnala “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Gulanê, sala 2013.

^ abz. 9 Kitêba “Destpêbûna Hezarsaliyê” (Millennial Dawn) Para VI-da (1904), û usa jî “Birca Qerewiliyê ya Siyonê” meha Tebaxê 1906-da, ser zimanê Almanî, hate gotinê wekî seva ku xizmetkar neçine eskeriyê, dikarin bixwazin ku xebateke din wanra bidin. “Birca Qerewiliyê”, meha Îlon 1915, femkirina me zelal kir derheqa tevnebûyînê. Wêderê hate gotinê wekî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz gerekê neçin eskeriyê. Lê jûrnala ser zimanê Almanîda ew gotar tune bû.