Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Min Ça Şabûn Stand Xizmetiyêda

Min Ça Şabûn Stand Xizmetiyêda

ÇAXÊ ez 12 salî bûm, hingê min fem kir ku ez dikarim tiştekî gelek qîmet merivara gilî kim. Ser civata mezin, birakî ji min pirsî hela ez dixwazim tevî wî herim xizmetiyê. Rast e min tu cara mizgînî bela nekiribû, lê yeke ez qayîl bûm. Em çûne mihalekê û ew bira hine belavok da min derheqa Padşatiya Xwedê. Bira gote min: “Tu vî aliyê kûçê mizgîniyê bela ke, lê ez aliyê din”. Ez berxwe diketim ku wê ça be, lê yeke min destpêkir mal bi mal mizgîniyê bela kim. Ez ecêbmayî mam ku min ça zû hemû belavok bela kir. Belê, gelek meriv guh didane min û edebyet qebûl dikirin.

Ez hatime bûyînê sala 1923, şeherê Çatêmêda (Înglîstan). Wan salada paşî Şerê Hemdinyayê yê yekê, meriv hîviyê bûn ku dinya wê xweş be. Lê çaxê hal xweş nebû, cimet û usa jî dê-bavê min dilteng bûn. Ewana usa jî dilteng dibûn ji bo keşîşê Baptîst, kîjan ku tenê seva vê yekê xem dikir, wekî dêrêda ciyê bilind bigire. Çaxê ez weke neh salî bûm, diya min destpêkir here oda Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, dêmek Şedên Yehowa. Li wêderê wana civatên xwe derbaz dikir. Xûşkekê tevî me zara li wêderê ders derbaz dikir ser hîmê Kitêba Pîroz û kitêba “Lîrê Xwedê”. Ew hînbûn gelek min xweş dihat.

HÎN DIBIM JI BIRÊN EMIRDA MEZIN

Gelek min xweş dihat merivara gilî kim derheqa sozên ji Xebera Xwedê. Rast e gelek car ez tenê diçûm ku mal bi mal xizmet kim, lê ez hîn bûm ku tevî xûşk-bira jî derêm. Carekê ez tevî birakî emirda mezin derketim xizmetiyê. Em pê bîsîklêtê çûne xizmetiyê. Em ber keşîşekîra derbaz bûn û min got: “Va binihêre bizin tê”. Bira sekinî û minra got ku ez tevî wî rûnêm ser koçê darê. Û ewî minra got: “Ew kê îzin daye te ku dîwana meriva bikî? Were em bi şabûn mizgîniyê bela kin, lê dîwankirinê, Yehowa wê bike”. Nava wan salada ez gelek tişt hîn bûm, ku ça şabûnê bistînim dayînêda, dêmek xizmetiyêda (Met. 25:31-33; Kar. Şand. 20:35).

Birakî din yê ku emirda mezin bû, ez hîn kirim ku seva şabûnê bistînim xizmetiyêda, sebir lazim e. Jina wî birayî Şedên Yehowa hiz nedikir. Carekê ewî ez teglîfî mala xwe kirim, wekî em hêsa bin. Jina wî usa hêrsketî bû ji bo xizmetiya mêrê xwe, ku pakêtên çayê diavîte me. Bira dewsa ku lê hilata, ewî bi beşera xweş çay hilda û danî ciyê xwe. Paşê hine sal, sebira wî hate keremkirinê, jina wî hate nixumandin û bû Şedê Yehowa.

Min gelek dixwest merivara gilî kim derheqa axiriya baş, kîjan ku Xwedê soz dide. Ez û diya min sala 1940 meha Adarê hatine nixumandinê şeherê Dûvrêda. Sala 1939, meha Îlonê, çaxê ez 16 salî bûm, Brîtanya Almanyayêra şer elam kir. Sala 1940 meha Hezîranê, ez ber şêmîka mala xwe sekinî bûm, min dît ça mekînên mezin, bi eskerên birîndar tije, derbaz dibûn. Ew esker şerê ku Dankêrkêda bû, sax mabûn. Min çaxê wan dinihêrî, min texmîn dikir ku hîviya wan ser tu tiştî nîne. Lema min gelek dixwest wanra gilî kim derheqa hatina Padşatiya Xwedê. Hinek dereng wê salêda, Almanyayê destpêkir Brîtanya, da ber bomba. Her şev eskerên Almanî ser mera difiriyan. Me bihîst ça wana bomb davîtin û em gelek ditirsiyan. Çaxê şebeqê em derdiketin derva, me didît ku ça hemû ciya mal hilşiyane. Ew hemû tişt hê zêde ez didame bawerkirinê ku tenê Padşatiya Xwedê dikare axiriya baş minra bîne.

XIZMETIYA XWE DESTPÊDIKIM

Sala 1941 min destpêkir xizmet kim ça pêşeng. Xizmetkirina pêşengî ez gelek bextewar kirim. Ez şeherê Çatêmda, karxanêda dixebitîm. Wêderê ez hîn bûm gemiya çêkim. Gelek meriva dixwestin wê karxanêda bixebitin, çimkî heq zef bû. Xizmetkarên Yehowa zanibûn, ku Mesîhî gerekê miqabilî hev şer nekin. Sala 1941, me fem kir ku em gerekê tevî tu tiştî nebin çi ku girêdayî ye tevî çeka û şera (Yûhn. 18:36). Wê karxanêda kîderêda ez dixebitîm, qeyika binavî çêdikirin. Lema min ew xebat hîşt û destpêkir xizmet kim ça xizmetkarê hertim. Cara pêşiyê ez hatim kifşkirinê ku xizmet kim li şeherê bedew Sayrênsêstêrê.

Çaxê 18 salên min temam bûn, ez ketime kelê çimkî neçûme eskeriyê. Minra gelek zor bû çaxê cara pêşiyê derê kelê ser min dadan û ez tenê mam. Paşê nobedara û girtiya ji min pirsîn ku çira ez ketime kelê. Ez şa bûm, çimkî mecal vebû, wekî ez derheqa baweriya xwe bêjime wan.

Paşî azabûnê, ji min hîvî kirin ku tevî birê Lêonard Smît, * şaristana Kêntda li Înglîstanê cûre-cûre bajarada mizgîniyê bela kin. Wî çaxî, teyarên rêaktîv Natsîsta (Nazî), bi bobma tije diketine şaristana Kênt, dêmek pareke Înglîstanê, kîderê ku me xizmet dikir. Ji sala 1944 destpêkirî, hezarî zêdetir teyarên Natsîsta, yê ku bi bomba tije bûn, dihatine avîtinê ser şaristana Kênt. Çaxê dengê wan teyara dihate birînê, me îda zanibû ku wa îda wê bikevin û biteqin. Her kes gelek ditirsiya. Wî çaxî me tevî malbetekê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Carna wedê hînbûnê, me tevî pênc neferên mala wan, binê sifira hesin rûniştibûn, seva xwe ji bomba xwey kin. Axiriyê ew malbet temam hatin nixumandinê û bûne Şedên Yehowa.

XIZMET DIKIM WELATÊN XERÎBDA

Elam dikim derheqa civata mezin, çaxê ez pêşeng bûm Îrlendêda (jêrê)

Paşî şer min Îrlendêda du sala xizmet kir ça pêşengê hertim. Wêderê em diçûne mal bi mal û cî digeriyan kîderê ku dikarin bimînin. Me merivara digot ku em mîsyonêr in û jûrnalên me kûçada bela dikin. Ew yek rastî jî neaqilayî bû, çimkî wî welatîda meriv Katolîk in. Merivên ji Îrlendê gelek cude dibûn ji yên Înglîstanê. Çaxê mêrikekî me da tirsandinê ku wê me bikute, min şikiyatê wî polîsra kir. Lê polîs gote min: “Lê tu hîviya çi bûyî?” Em ecêbmayî man çaxê me dît ku hukumetiya keşîşa çiqas zef heye ser meriva. Heger meriv edebyetên me hildidan, keşîşa wana ji xebatê derdixistin. Û paşî wê yekê, keşîşa berî me didan û derdixistin, ji wî ciyî kîderê ku em dijît.

Axiriyêda me safî kir, ku pê bîsîklêtê ji mal dûr xizmet kin, kîderê ku keşîş me nas nakin. Lê xilaziyê me nêzîkî malê xizmet dikir. Şaristana Kîlkênîda gelek meriv miqabilî me derdiketin, lê yeke me heftê sê cara hînbûna Kitêba Pîroz tevî mêrikekî cahil derbaz dikir. Min şabûneke gelek mezin distand, çaxê hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva derbaz dikir. Lema jî min safî kir ku blanka Mekteba Gîled tijî kim û hazir bim seva xizmetiya mîsyonêrî.

Ji sala 1948 heta sala 1953, gemiya “Sîbîa” bona me ça maleke mîsyonêra bû (aliyê rastê)

Paşî pênc mehên hînbûna Niyû Yorkêda, ji me çar bira hatine kifşkirinê ku xizmet kin ser giravên biçûk ya Bera Karîbê. Sala 1948, meha Mijdarê, em ji Niyû Yorkê çûn û derbazî gemiya 18 mêtirê bûn, navê kîjanê “Sîbîa” bû. Ez tu car neketibûme gemiyê, lema jî ez ditirsiyam. Nav meda Gast Makê gemîvanê cêribandî bû. Ewî çend tiştên ferz seva ajotina gemiyê em hîn kirin. Gast 30 rojî rêberiya ajotina gemiyê dikir, heta em gihîştine Bahamayê. Hingê em rastî firtona jî dihatin.

XIZMETÎ NAVA GIRAVADA

Paşî wê yekê ku me çend meha xizmet kir ser giravên Bahama, em derbazî giravên din bûn. Ew girav orta Giravên Vêrcîn û Trînîdadêda bûn, kîjan ku weke 800 kîlomêtir dûrî hev bûn. Me 5 sala xizmet dikir wan giravada, kîderê ku Şedên Yehowa tune bûn. Cara bi heftiya me nikaribû neme bişanda yan jî bistanda. Lê em gelek şa dibûn ku me Xebera Yehowa li ser girava bela dikir (Yêrem. 31:10).

Koma mîsyonêra ser gemiya “Sîbîa” (aliyê çepê heta aliyê rastê): Ron Parkîn, Dîk Rîd, Gast Makê û Stênlî Kartêr

Çaxê me gemî ber devê berê da sekinandinê, cimet hatin top bûn, dixwestin bizanibin hela em kê ne. Hinek ji wana, ne gemî, ne jî merivên bi çermê sipî dîtibûn. Merivê ku ser wê giravê dijîtin, hevalhiz û bawermend bûn, yên ku Kitêba Pîroz rind zanibûn. Gelek car wana mesiyên teze, avokado û fisteq didane me. Rast e gemiya me biçûk bû, lê me dikaribû ser gemiyê xwarin çêkira, razana, û kinc jî bişûşta.

Me temamiya rojê ber devê berê mizgînî bela dikir. Me gişkara digot ku wê têma ser hîmê Kitêba Pîroz bê gotinê. Berê êvarê me zengilê gemiyê dixist, meriva deng dibihîstin û dihatin top dibûn. Çaxê me didît ku ça meriv top dibin me şabûneke mezin distand. Çirayên destê wanda mîna steyrka şewq didan û çiyêva berjêr dibûn dihatin. Cara bi seda meriv dihatin, ewana diman heta dereng û pirs didane me. Wana tevî me kilamên Padşatiyê distiran, lema me kilam ser kaxaza neşir dikir û dida wan. Çaxê me her çar bira kilama distira, cimetê destpêdikirin tevî me bistirên. Dengê wana gelek xweş derdiket. Ew wedekî gelek xweş bû!

Çaxê me hînbûna Kitêba Pîroz xilaz dikir, ew şagirt tevî me dihatine maleke din, kîderê ku me tevî malbeteke din hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Çend heftî derbaz bûn û em îda gerekê biçûna cîkî din. Gele car me hîvî ji wan dikir, yên ku hîn bibûn, seva yên mayîn hîn kin, heta em vedigerin. Gelek hewas bû çaxê me didît ku hinek ji wan ew şixul usa dikirin, ça bêjî borcê wan e.

Niha gelek ji wan girava bûye ciyê tûrîsta, lê pêşiyê ew cî xevle bûn. Ça hergav, em pê gemiyê şev ji giravekî derbazî girava din dibûn. Em çaxê diçûn, dêlfîn rex gemiya me diketin, û me tenê dengê avê ji gemiya xwe dibihîst. Şewiqa hîvê dikete ser berê û rengê zîv dida berê.

Paşî wê yekê ça me pênc sala ser girava xizmet dikir, em çûne Porto Rîko wekî gemiya xwe biguhêzin ku yeke bi motor hildin. Em çaxê çûne wêderê, min xûşkeke bedew dît navê wê Maksên Boyd bû. Ew mîsyonêreke xîret bû, kîjan ku hê biçûktayêda mizgînî bela dikir. Dilê min kete wê. Hinekî dereng ew ça mîsyonêr çû Komara Domînîkê xizmet kir heta sala 1950 serwêrtiya Katolîk berî wê dan, ji wêderê derxistin. Ça gemîvan, tenê mehekê îzina min hebû ku Porto Rîkoda bimama. Paşê ez gerekê dîsa ser çend sala biçûma ser giravên din. Lema jî min xwera got: “Ronald, hergê tu dixwazî ewê keçikê bistînî, tu gerekê lezkevî tiştekî bikî”. Paşî sê heftiya min jêra got, ku dixwazim lê bistînim, û şeş heftî şûnda me hev stand. Ez û Maksên ça mîsyonêr hatine kifşkirinê li Porto Rîkoyê, lema ez îda pê gemiyê cîkî dinda ne diçûm.

Sala 1956 ez hatime kifşkirinê ça berpirsiyarê mihalê û me ew xizmetiya xwe destpêkir. Gelek xûşk-bira belengaziyêda bûn, lê me xweş dihat teseliya wan bikin. Mesele, gundê Potala Pastîloda du malbet Şedên Yehowa bûn û wan malbetada gelek zar hebûn. Bona zara, min timê bilûrê dixist. Min ji wan keçikeke biçûk, ku navê wê Hîlda bû, pirsî ku ew dixwaze tevî me bê xizmet ke. Ewê got: “Ez dixwazim, lê ez nikarim. Solê min tunene”. Me jêra sol kirî û ew tevî me derkete xizmetkirinê. Sal derbaz bûn, û sala 1972, ez û Maksên em çûne Beytela Brûklînê. Xûşkek, kîjan ku teze mekteba Gîled xilaz kiribû hatibû kifşkirinê ku here Ekwadorê xizmet ke. Ew îda hazir bû ku here, hingê nêzîkî me bû û mera got: “We ez nasnekirim, erê? Ez ew keçika biçûk bûm, ji gundê Pastîlo, kîjan ku bê sol bû”. Ew xûşk Hîlda bû! Em ji şabûnê giriyan.

Sala 1960-da, mera gotin wekî em herin şeherê San Xûanê xizmet kin fîlîala Porto Rîkoda, kîjan maleke biçûkda bû. Cara pêşiyê min tevî birê Lênart Conson gelek xebat anî sêrî. Lênart Conson û jina wî di Komara Domînîkêda Şedên Yehowayî pêşin bûn, û sala 1957 ewana derbazî Porto Rîkoyê bûn. Hine wede şûnda, Maksênê jûrnal wan merivara şand, yên ku pere qurban kiribûn. Ew şixulê ku ewê dikir, şabûn jêra dianî, çimkî bi wê yekê meriv derheqa Yehowa pêdihesiyan.

Xizmetkirina Beytelêda şabûn minra dianî, çimkî ew bona min mecal bû, ku hê zêde seva Yehowa bikim. Lê cara hêsa nîbû. Mesele, sala 1967 wedê civata mezine hemdinyayê, ya ku cara pêşiyê derbaz bû Porto Rîkoda, ez gelek dilteng bûm çimkî min gerekê hemû tişt organîze bikira. Nêytan Nor kîjan ku wî çaxî rêberiya Şedên Yehowa dikir, hate Porto Rîko. Birê Nêytan Nor tirê min organîze nekiriye ku mîsyonêrên ji welata hatibûn, pê ereba bînin. Lê bi rastiyê min hemû tişt organîze kiribû. Paşê ewî sert şîret da min ku ça gerekê ez yekî organîze bim. Û ewî got ku ew minda bawer bû, lê min ew şixul nekir. Min ne xwest tevî wî bikevime dewê, lê min usa xwe texmîn kir, ku bi neheqî ez hatime sûcdarkirinê. Ez dilteng bûm, lê diltengiya min dirêj nekişand. Careke mayîn ez û Maksên rastî birê Nor hatin. Ewî em teglîfî otaxa xwe kirin, û bona me xwarin hazir kir.

Em çend cara çûne Înglîstanê, me teseliya dê-bavê min kir. Çaxê min tevî diya xwe rastiya Xwedê qebûl kir, bavê min hingê qebûl nekir. Çaxê birayên ji Beytelê dihatin mihala me, diya min gelek car ewana teglîfî malê dikirin. Bavê min didît ku ew bira çiqas milûk in. Ewana gelek cude dibûn ji keşîşa, kîjan ku ber çevê bavê min reş bûn. Axiriyê sala 1962 bavê min hate nixumandinê û bû Şedê Yehowa.

Tevî Maksên Porto Rîkoda paşî zewaca me, û wedê 50 saliya zewaca me sala 2003

Jina mine delal sala 2011 mir. Ez hîviya wê rojê me, çaxê ew ji mirinê rabe. Ew yek gelek min şa dike. Me 58 sala tevayî jît. Wî wedeyîda min û Maksênê dît ku ça Porto Rîkoda cimeta Yehowa zêde dibûn, hejmara wan ji weke 650 gihîşte 26 000. Paşê, sala 2013 fîlîala Porto Rîko tevî fîlîala Dewletên Yekbûyî bû. Û minra gotin ku ez wêderê xizmet kim, dêmek şeherê Wolkîl Niyû Yorkêda. Paşî wê yekê ku min 60 sala xizmet kir ser giravê, min xwe texmîn dikir ça bineliyê Porto Rîkoyê, tê bêjî wêderê bibûm û mezin bibûm. Ez bextewar bûm ku min wêderê xizmet dikir, lê gerekê min berdewam kira pêşda biçûma.

XWEDÊ WAN HIZ DIKE, “YÊ KU BI DIL Û EŞQ DIDE”

Ez heta niha şabûnê distînim xizmetkirina Beytelêda. Ez niha 90 salî zêdetir im, û borcdariya min ev e, çawa şivanê ruhanî, endemê Beytelê qewî dikim. Hingêda ça ez hatime Wolkîlê, min teseliya 600 zêdetir xûşk û bira kiriye. Hinek ji wan dihatine bal min, ku em şêwir kin derheqa problêmên wane şexsî, yan jî yên malbetê. Hineka jî şîret dixwestin, seva hê rind Beytelêda xizmet kin. Hinek jî teze ketine zewacê û dixwestin şîreta hildin. Hinek jî hatibûne kifşkirinê ça pêşengê hertim. Ez guh didime gişka kê tê tevî min xeberdide. Û çaxê lazim e, ez dibêjime wan: “Xwedê wan hiz dike, ‘yê ku bi dil û eşq dide’. Lema jî hûn çi dikin, bi şabûnê bikin. Çimkî hûn seva Yehowa dikin” (2 Korn. 9:7).

Tu hergê dixwazî bextewar bî xizmetiya Beytelêda yan jî xizmetiya cûrekî dinda, tu gerekê timê bîra xweda xwey kî, wekî çiqas ferz e ew şixulê ku tu dikî. Hemû şixulên ku em Beytelêda dikin, pîroz in. Ew yek alîkariyê dide “xulamê amin û serwaxt”, ku ewana xem kin derheqa xwarina ruhanî bona biratiya hemdinyayê (Met. 24:45). Hemû dera, em ku jî xizmet kin, em timê dikarin Yehowa hurmet kin. Were em bi şabûnê bikin ewê yekê, çi ku Xwedê mera dibêje, çimkî Xwedê wan hiz dike, “yê bi dil û eşq dide”.

^ abz. 13 Serhatiya birê Lêonard Smît nivîsar e “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Nîsanê sala 2012.