Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Zewaca Xwe Bextewar kin

Zewaca Xwe Bextewar kin

“Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (EFES. 5:33, DT).

KILAMÊN: 36, 3

1. Rast e destpêbûna zewacê şabûnê tîne, lê axiriyê mêr û jin dikarin rastî çi bên? (Binihêre şiklê ewlin.)

ÇAXÊ bûk û zeva roja dewatê hev divînin, bi giliya nayê gotinê ku şabûna wana çiqas zef e. Çaxê ewana rastî hev dihatin wekî rind hev nas kin, hizkirina wana usa qewî bû, ku ewana hazir bûn soz bidine hev, ku wê hevra amin bimînin. Paşî dewatê wanra lazim e nav xweda guhastina bikin, wekî yektiyêda bin. Lema jî Xebera Xwedê şîreta bîlanî dide wan, yên ku dixwazin bizewicin. Çimkî Sazkarê zewacê Yehowa dixwaze, wekî cotê zewacê bi rastiyê şabûnê bistînin zewaca xweda (Metlk. 18:22). Lê yeke Xebera Xwedê dibêje, ku cotên zewacê ça merivên gunekar “wê rastî oxirmêd giran bên” (1 Korn. 7:28). Ew oxirmên giran, dêmek problêm, ça dikarin kêm bin? Û çi dikare zewaca Mesîhîtî bextewar ke?

2. Cotên zewacê kîjan cûrên hizkirinê gerekê bidine kifşê?

2 Kitêba Pîroz dibêje ku hizkirin gelek ferz e. Hene cûrên hizkirinê, û ewan hemû cûra mêr û jin zewacêda gerekê bidine kifşê. Mesele, dilşewatî (Ser zimanê Yûnanî, fîlêa) gelek lazim e zewacêda. Hizkirina romantîk jî (êros) lazim e orta mêr û jinda. Usa jî hizkirina hindava malbetê (storgê) gelek ferz e, îlahî çaxê malbetêda zar hene. Lê heye hizkirineke usa, kîjan ku ser hîmê prînsîpa ye, û bi rastiyê malbetê bextewar dike. Ew heye hizkirina agapê. Derheqa vê hizkirinê Pawlosê şandî usa nivîsî: “Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efes. 5:33, DT).

BORCÊ MÊR Û JIN ZEWACÊDA

3. Hizkirin zewacêda gerekê çiqas qewî be?

3 Pawlos nivîsî: “Mêrno, jinêd xwe hiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hiz kir û jîyîna xwe ber wêva da” (Efes. 5:25). Çev bidine Îsa, tê hesabê ku gerekê usa hev hiz kin, ça Îsa peyçûyên xwe hiz dikir. (Bixûne Yûhenna 13:34, 35; 15:12, 13.) Mêr û jinên mesîhî gerekê usa qayîm hev hiz kin, ku hazir bin emirê xwe jî bona hev bidin. Çaxê zewacêda problêmên mezin pêşda tên, hinek ji wan difikirin ku menî ew e, wekî hizkirin orta wanda sist bûye. Lê çi dikare alî wan bike? Hizkirina agapê, ya ku “bîna xwe di her tiştîda fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike, ÎM. Bi rastiyê jî, “hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korn. 13:7, 8). Hergê cotê zewacê bîra xweda xwey kin sozê hizkirinê û hevra amin bimînin, wê bikaribin yektiyêda problêmên ku rastî wan bên, bi prînsîpên Yehowa safî kin.

4, 5. a) Ça serê malbetê borcdariya mêr çi ye? b) Jin gerekê ça be hindava serwêrtiya mêrê xweda? c) Cotekî zewacê gerekê nav xweda çi biguhastana?

4 Pawlos derheqa borcdariya mêr û jin nivîsî: “Jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, usa bi ya mêrê xwe bikin, çimkî, ka çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr jî serê jinê ye” (Efes. 5:22, 23, ÎM). Giliyên Pawlos nayê hesabê ku jin gerekê bibe cariya mêrê xwe. Dewsê, ew gilî alî jina dike, wekî biqedînin vê borcdariya xwe, kîjan ku Xwedê serê-sêrîda dabû wan çaxê got: “Ne baş e ku mêr tenê bimîne, komekdarek ku layîqî wî be çêkim” (Destp. 2:18, PKM). Mêr gerekê serwêrtiya xwe bi hizkirin bike, çawa Mesîh “serê civînê” serwêrtiyê dike. Heger mêr usa bike, hingê jin wê xwe xweykirî texmîn ke û wêra wê hêsa be qedirê mêrê xwe bigire.

5 Kêtî [1] ku Frêd standiye, dibêje: “Çaxê ez azep bûm, xwe-serî xwe bûm û min xwexa bona xwe xem dikir. Zewacê ez hîn kirim baweriya xwe û îtbariya xwe mêrê xwe bînim. Ew yek hêsa nîbû, lê çaxê me tevayî hemû tişt usa dikir çawa ku Yehowa xweş dihat, em hevdura nêzîk dibûn çawa cotê zewacê”. Mêrê wê Frêd dibêje: “Minra tu car hêsa nîbû safîkirina bikim. Zewacêda îda gerekê bona du meriva xem bikî, ew yek nehêsa ye. Lê çaxê min Yehowara dua dikir, rêberiya wî qebûl dikir û usa jî gotina jina xwe hildida hesab, roj bi roj minra îda hêsa dibû ku safîkirina bikim. Û ez texmîn dikim ku em çawa kom yektiyêda nin!”

6. Ça hizkirin “yektiya tam hevva girêdide”, çaxê zewacêda problêm pêşda tên?

6 Zewac dikare qewî be hergê mêr û jin “hev sebir kin û li hev bibaxşînin”. Herdu jî gunekar in, lema jî şaşiyên wana wê hebin. Çaxê ewana şaşiya dikin, ji wê yekê ewana dikarin xwera dersa hildin, mesele, hîn bin ku hev bibaxşînin û hizkirina agapê bidine kifşê. Ew hizkirin “yektiya tam hevva girêdide” (Kols. 3:13, 14). Hin jî “hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, . . . kînê najo” (1 Korn. 13:4, 5). Çaxê Mesîhî hev fem nakin û problêm pêşda tên, pirs gerekê usa zû bêne safîkirinê, heta ku ro neçûye ava (Efes. 4:26, 27). Seva bi dil bêjin “bibaxşîne, min te xeyîdand”, milûktî û mêrxasî lazim e. Ew yek wê alîkariyê bide we, ku problêma safî kin û ça cotê zewacê hevra nêzîk bin.

NAZIKAYÎ Û DILNERMÎ GELEK FERZ IN

7, 8. a) Kitêba Pîroz çi şîretê dide derheqa heleqetiya sêksûal zewacêda? b) Çira gerekê mêr û jin hindava hevda bi hizkirin û nazik bin?

7 Kitêba Pîroz şîretên gelek baş dide, derheqa heleqetiya mêr û jin nava zewacêda û usa jî derheqa borcên wan. (Bixûne 1 Korintî 7:3-5.) Gelek ferz e ku mêr û jin timê hildine hesab hewcên hev û usa jî hal û fikirên hev. Heger mêr hindava jina xwe bi hizkirin û nerm nîbe, jin wê nava borcên xweda şabûnê nevîne. Mêr gerekê “bi femdariyê” be hindava jina xweda (1 Pet. 3:7). Orta mêr-jinda heleqetiya sêksûalî gerekê bi zorê nîbe û neyê dewakirinê, ev gerekê timê tebiyetî be. Mesele, aliyê fîzîkî mêr hê zû dikarin hazir bin bona heleqetiya sêksûalî. Lê yeke mêr û jin gerekê wedekî rast bijbêrin, wekî her du jî aliyê êmosîalîda hazir bin.

8 Kitêba Pîroz sînora danayne û nabêje ku pêşiya heleqetiya sêksûalî yan jî paşê, çi îzin e bikin û çi na. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kifşkirina hizkirinê û nazikayê (Str. Slm. 1:2; 2:6). Mêr û jin wê yekêda gerekê bi nermî bin hindava hevda.

9. Çi cûreyî nerast e hewcên xweye sêksûalî razî kin?

9 Hizkirina qewî hindava Xwedê û usa jî hindava hevdu, alî mêr û jin dike ku heleqetiya xweye baş unda nekin. Hine zewacada heleqetiya mêr û jin xirab bû û hinekada jî lap hate hilşandinê, ji bo nihêrandina pornografiyê. Heger xwestina usa pêşda tê gerekê zû ji xwe dûr xin. Dêmek heger xwestina we pêşda tê ku hewcên xweye sêksûalî razî kin ne ku zewacêda lê ji zewacê der, hûn gerekê zû xwe xilaz kin ji wê xwestinê. Nerast e tevî kesekî din flîrtê bikin, lema jî em gerekê xwe ji vê yekê xwey kin. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin, ku Xwedê her fikirê me û her kirên me divîne. Ew yek wê alî we bike timê dilê Yehowa şa kin û wîra amin bimînin. (Bixûne Metta 5:27, 28; Îbranî 4:13.)

ÇAXÊ ZEWACÊDA PROBLÊM HENE

10, 11. a) Çiqas bela bûye hevqetandin? b) Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa vê yekê, ku mêr û jin ji hevdu başqe bijîn? c) Çi wê alî mêr û jin bike seva ku lez nekevin ji hev başqe bijîn?

10 Çaxê problêm nesafîkirî dimînin, hine mêr û jin safî dikin yan başqe bijîn yan jî hev biqetin. Hine welatada mêr û jin nîvê zef hev diqetin. Civatên Mesîhiyada ev yek belabûyî nîne, lê zewacê wanda problêm zêde dibin û ew dibe meniya xemgîniyê.

11 Kitêba Pîroz bona vê yekê rêberiyê dide: “Bira jin ji mêr neqete, heger biqete jî, bira mêr neke li hev bê. Û mêr jî bira jina xwe bernede” (1 Korn. 7:10, 11). Pêşiya ku safî kin başqe bijîn gerekê kûr bifikirin. Dikare usa bê kifşê ku hergê başqe bijîn, problêm wê safî bin, lê bi rastiyê problêm hê zêde dibin. Îsa giliyên Bavê xwe wekiland, ku mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire. Paşê ewî got: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Met. 19:3-6; Destp. 2:24). Ew tê hesabê ku ne jin ne jî mêr gerekê ji hevalzewacê xwe neqete, çimkî Xwedê ew kirine yek. Yehowa dixwaze wekî mêr û jin heta-hetayê tevî hev bijîn (1 Korn. 7:39). Her kes ji me gerekê bîra xweda xwey ke, ku emê ber Yehowa caba xwe bidin. Ew yek dikare alî me bike problêma safî kin, heta ku ew problêm hê giran nebûne.

12. Ji bo çi mêr yan jin dibeke safî kin ku başqe bijîn?

12 Çaxê mêr û jin ne rêalî dinihêrin ser zewacê, hingê dikarin problêm pêşda bên. Hergê meriv zewaca bextewar dide ber çevê xwe, lê ew yek nayê sêrî, wî çaxî meriv dikare dilteng be û hela hê hêrs keve. Orta mêr û jinda dikarin problêm pêşda bên derheqa wan pirsa yên ku girêdayî ne tevî pera, bira-pizmama û şîretkirina zara. Problêmên usa dikarin hebin, çimkî jin mêr mîna hev nehatine mezin kirinê û mîna hev nafikirin. Lê çiqas baş e, ku heçî zef ji cotên Mesîhiya, pirsên wî cûreyî bi yektî usa safî dikin, ku herdu jî qayîl in. Ewana usa dikin, çimkî pê rêberiya Yehowa diçin.

13. Çi menî gerekê hebin ku mêr û jin safî kin başqe bijîn?

13 Car-cara rastî jî menî heye ku mêr û jin ji hev başqe bijîn. Mesele, menî ew e, çaxê mêr naxwaze xem bike bona malbeta xwe, ziyana fîzîkî dide emirê wê, û riya wê digire seva Yehowara xizmet neke. Çaxê problêmên mezin yên jin mêrên Mesîhî hene, ewana gerekê alîkariyê ji rûspiya bixwazin. Ew birên cabdar dikarin alî cotên zewacêda bikin, wekî ewana şîretên ji Xebera Xwedê emirê xweda bînin sêrî. Seva ku wan problêma safî kin, em gerekê duayên xweda ruhê Xwedêyî pîroz bixwazin. Û usa jî alîkariyê ji wî bixwazin, seva ku prînsîpên ji Kitêba Pîroz bînin sêrî, û berê ruh bidine kifşê (Galt. 5:22, 23). [2]

14. Kitêba Pîroz çi dibêje wan Mesîhiya, jin yan mêrê kîjana Yehowa nahebînin?

14 Hene derecên usa ku Mesîhî zewicî ye tevî wî merivî, kîjan ku Yehowa nahebîne. Kitêba Pîroz rind dide kifşê ku çira mêr yan jin gerekê ji hev neqetin, hela hê wî çaxî jî gava yek ji wan Yehowa nahebîne. (Bixûne 1 Korintî 7:12-14.) Ew jin yan mêr yên ku ne Mesîhî ne, diqewime têdernaxin, lê ewana jî têne “pîrozkirin”, çimkî bawermendê Xwedê standine. Zarên ku wanara dibin, ewana jî pîrozkirî ne, û bin perê Xwedêda nin. Pawlos got: “Tu çi zanî kulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê kulfeta xwe xilaz kî?” (1 Korn. 7:16). Gelek meselên baş hene, ku jin û mêrên Mesîhî aliyê mêr yan jina xwe kirine û ewana jî bûne Şedên Yehowa.

15, 16. a) Kitêba Pîrozda çi şîret tê dayînê seva jinên Mesîhî, yên ku mêrên wan xizmetkarên Xwedê nînin? b) Nihêrandina Mesîhî gerekê çi cûreyî be, çaxê cotê nebawer dixwaze jê biqete?

15 Petrûsê şandî şîreta dide jinên Mesîhiya, ku gura mêrê xweda bin, “wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya weye xofe û nave-namûs bibînin”. Hê baş e, wekî jin ne ku timê derheqa baweriya xwe mêrê xwera bêje, lê bi “ruhekî milûk . . . ku li ber Xwedê pir bi qîmet e”, aliyê mêrê xwe bike, ku ew rastiyê qebûl ke (1 Pet. 3:1-4).

16 Ça bikin çaxê jin yan mêrê nebawer dixwaze ku hev biqetin? Kitêba Pîroz dibêje: “Heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we edilayîyê kir” (1 Korn. 7:15). Lê ew nayê hesabê ku li gora Kitêba Pîroz Mesîhî dikare bizewice tevî kesekî din. Usa jî Mesîhî gerekê zorê yê nebawer neke ku tevî wî zewacêda bimîne, ew bi îsafa temiz dikare lê biqete. Wede derbaz be, dibeke yê nebawer poşman be û paşda vegere, wekî dîsa li hev bên. Û axiriyêda ew jî bibe xizmetkarê Xwedê.

ZEWACÊDA ÇI GEREKÊ CIYÊ PÊŞIN BIGIRE?

Hergê ruhanî daynin ciyê pêşiyê, zewac wê bextewar be (Binihêre abzasa 17)

17. Jin-mêr zewacêda çi gerekê daynin ciyê pêşin?

17 Çimkî em xilaziya “rojêd axiriyêda” dimînin, em ber “zemanêd xirab” teyax dikin (2 Tîmt. 3:1-5). Lema jî, çaxê em ruhanîda qewî ne, ev yek alî me dike ku nekevine ber bayê hukumê vê dinyayê. Pawlos nivîsî: “Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin, . . . û ewê ku şixulê dinêva mijûl dibe çawa yê pêva mijûl nabe” (1 Korn. 7:29-31). Gotina Pawlos ew nîbû ku jin û mêr hindava hevda bêtalaş bin. Lê jin û mêr gerekê ruhanî daynin ciyê pêşiyê, çimkî wede hindik maye (Met. 6:33).

18. Çira em dikarin bêjin, ku zewaca Mesîhiya dikare bextewar be?

18 Belê, em wedekî usa çetinda dijîn, ku gelek mêr jin hev diqetin. Lê ça em dikarin zewaca xwe bextewar kin? Hergê jin û mêrên Mesîhî heleqetiya nêzîkda nin tevî Yehowa û cimeta wî, û qebûl dikin şîretên ji Kitêba Pîroz û rêberiya ruhê pîroz, ewana dikarin zewaca xwe xwey kin. Usa ewana didine kifşê ku qîmet dikin vê yekê ku “Xwedê ew kirine yek” (Marq. 10:9).

^ [1] (abzasa 5) Hine nav hatine guhastinê.

^ [2] (abzasa 13) Binihêrin kitêba “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”, elametiya zêde “Nihêrandina Kitêba Pîroz ser wê yekê Çaxê Başqe Dijîn û ji Hev Diqetin” rûp. 219-221.