Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Edilayiya Xwedê ... ji her Hiş-Aqilî Derbaztir e”

“Edilayiya Xwedê ... ji her Hiş-Aqilî Derbaztir e”

“Edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil[ê] . . . we . . . xwey ke” (FÎLÎ. 4:7).

KILAMÊN: 112, 58

1, 2. Fîlîpyayêda çira Pawlos û Sîlas ketine kelê? (Binihêre şiklê ewlin.)

BIDINE ber çevê xwe vê derecê. Nêzîkî nîvê şevê ye, du mîsyonêr, Pawlos û Sîlas şeherê Fîlîpyayêda kelêda nin. Nigên wan qeydada şidandine, û pişta wan gelek dêşe, çimkî bêremtî ewana kutane (Kar. Şand. 16:23, 24). Ew yek ku ewana ketine kelê, nişkêva qewimî. Elaletê wana kaşî meydana bajêr kirin cem serwêra, û derbêra wana dane dîwanê, paşê kincên ser wan jî qelaştin û qayîm dane ber şiva (Kar. Şand. 16:16-22). Rastî jî neheqiya çiqas mezin e! Pawlos bajarvanê Romê bû û lema îzina wan tune bû usa serê wî bikirana. *

2 Dibeke kelêda Pawlos difikirî ku vê rojê çi hate serê wî. Ew derheqa cimeta Fîlîpî difikirî. Şeherên dinda kuda Pawlos diçû gelek kinîştên Cihûya hebûn, lê Fîlîpyayêda qe yek jî tune bû. Vî şeherîda Cihû ji dergehê bajêr derdiketin diçûne devê çêm seva wêderê hebandinê bikin (Kar. Şand. 16:13, 14). Lê gelo çira wêderê kinîşt tune bû? Gelo dibe ku wêderê qe hema 10 mêrên Cihû jî tune bûn? Çimkî haqas lazim bûn seva sazkirina kinîştê. Cimeta Fîlîpî gelek qure dibûn, çimkî ewana bajarvanên Romê bûn (Kar. Şand. 16:21). Diqewime ewana ne jî difikirîn wekî Pawlos û Sîlas ku Cihû bûn, bajarvanên Romê bûn. Lê çi jî hebe, yeke Pawlos û Sîlas bêmenî ketine kelê.

3. Çira dibeke Pawlosra nefemdarî bû çira ew kete kelê, lê yeke ewî ça xwe da kifşê?

3 Dibeke Pawlos difikirî ku ew ça hate Fîlîpyayê. Çira? Çend meh pêşda, ew aliyê dinî Bera Egeyî bû, ku Asya Biçûkda ye. Wêderê çend ciya ruhê pîroz rê wî digirt ku wan ciya xizmet neke. Usa dihate kifşê ku ruhê pîroz wî hêlan dikir, wekî ew here cîkî din (Kar. Şand. 16:6, 7). Lê gelo here kîderê? Çaxê Pawlos Troyayêda bû, ewî xewn-xeyal dît û fem kir wekî gerekê here kîderê. Xewn-xeyalêda jêra hate gotinê: “Were Mekedonyayê”. Belê, ew xwestina Yehowa bû ku Pawlos here wêderê, û ew derbêra çû. (Bixûne Karên Şandiya 16:8-10.) Lê paşê çi qewimî? Gava ew kete Mekedonyayê, dêmek Fîlîpyayê, wî kirine kelê. Lê çira Yehowa hîşt wekî ew yek bê serê Pawlos? Gelo ew çiqas wede gerekê kelêda bûya? Ew pirs dibeke hişê Pawlosra derbaz dibûn, lê yeke ewî bawerî û şabûna xwe unda nekir. Kelêda ewî tevî Sîlas “dua dikirin û eşqî Xwedê distiran” (Kar. Şand. 16:25). Belê, edilaya Xwedê dil û hişê wan xwey dikir û rihet dikir.

4, 5. a) Em mîna Pawlos dikarin rastî kîjan dereca bên? b) Dereca Pawlos çi cûreyî nişkêva hate guhastinê?

4 Dibeke tevî we jî usa qewimiye, çawa tevî Pawlos. Besa xeberê, we ji Xwedê rêberî xwestiye seva safîkirinekê bikin, û we dîtiye ku ruhê pîroz rêberiyê we dike ku çi safîkirinê bikin. Lê paşê nişkêva tiştekî usa qewimî, ku hûn ne jî hîviyê bûn, yan jî hal û dereca we hate guhastinê (Waîz 9:11). Û çaxê hûn fikirîne ser vê yekê, dibeke pirs bal we pêşda hatiye, gelo çira Yehowa hîşt ku ew yek biqewime. Dereca usada çi dikare alî we bike, seva qewî bimînin û bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin? Seva caba vê pirsê bistînin, were şêwir kin ku paşê çi qewimî tevî Pawlos û Sîlas.

5 Çaxê Pawlos û Sîlas kelêda kilam distiran, tiştek qewimî. Nişkêva erd qayîm hejiya, hemû derî vebûn û qeyd-zincîrên hemû girtiya vebûn. Serwêrê kelê dixwest xwe bikuje, lê Pawlos nehîşt. Axiriyêda ev serwêr û hemû neferên wî hatine nixumandinê. Gava sibeh safî bû, serdara berdestiyên xwe şandin seva ku Pawlos û Sîlas aza kin. Wana hîvî Pawlos û Sîlas kirin, seva ewana bê şer-dew ji wî şeherî derên. Gelo çira? Wana fem kir ku şaşîke mezin berdane, çimkî Pawlos û Sîlas bajarvanên Romê bûn. Lema jî wana dixwest ew du mêr zû ji vî şeherî derên. Lê Pawlos û Sîlas ji şeher neçûn, heta ku xatrê xwe ji Lîdyayê nexwestin, ya ku teze bibû Mesîhî. Xêncî vê yekê, wana xûşk-birên wêderê jî dîtin, seva wana qewî kin û dil bidine wan (Kar. Şand. 16:26-40). Belê, dereca wan nişkêva hate guhastinê!

EW “JI HER HIŞ-AQILÎ DERBAZTIR E”

6. Emê derheqa çi niha şêwir kin?

6 Em çi dikarin hîn bin ji wan qewimandina? Yehowa dikare nişkêva dereca me biguhêze, lema jî em gerekê berxwe nekevin çaxê rastî çetinaya tên. Pawlos ev yek ser xwe texmîn kir, û ev kûr bîra wîda ma. Ev yek tê kifşê çaxê ewî Fîlîpyara neme nivîsî derheqa xemên meriva û edilaya Xwedê. Were em pêşiyê giliyên Pawlos şêwir kin ji Fîlîpî 4:6, 7. (Bixûne.) Paşê emê şêwir kin serhatiyên çend xizmetkara, û bivînin Yehowa ça halê wan usa guhast ku ewana ne jî hîviyê bûn. Û xilaziyêda emê şêwir kin, ku çawa “edilaya Xwedê” dikare alî me bike wekî wedê tengasiya sebir kin û bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin.

7. Pawlos nema xweda çi ders birên Fîlîpî hîn kir, û ji giliyên wî em çi dersê dikarin hîn bin?

7 Çaxê birên Fîlîpî nema Pawlos xwendin, hê bîra wanda bû ku çi qewimî tevî Pawlos û ça ewana ecêbmayî man ku çaxê Yehowa wî ji tengasiyê xilaz kir. Lê Pawlos çi ders dixwest wana hîn kira? Ders ev bû: Berxwe nekevin, dua bikin û Xwedê wê edilaya xwe bide wan. Lê dîna xwe bidinê, wekî “edilayiya Xwedê . . . ji her hiş-aqilî derbaztir e”. Ev çi tê hesabê? Hine welgerên Kitêba Pîroz dibêjin ku ev ji “her nêt-merem” û xwestina meriva mezintir e. Bi giliyên mayîn bêjin, Pawlos digot ku “edilayiya Xwedê” usa qewat û baş e, ku em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe. Cara em nizanin ji tengasiyê ça derên, lê Yehowa zane û ew dikare me ji tengasiyê usa xilaz ke, ku em ne jî hîviyê ne. (Bixûne 2 Petrûs 2:9.)

8, 9. a) Rast e Pawlos Fîlîpyayêda rastî neheqiyê hat, lê evê yekê çi kar anî? b) Çira birên ji Fîlîpyayê dikaribûn bi temamî îtbariya xwe giliyên Pawlos bînin?

8 Paşî qewimandina Pawlos nava deha salada, gelek tişt qewimîn. Û çaxê birên Fîlîpî ser wan qewimandina difikirîn, gelek qewî dibûn. Rast e Yehowa hîşt wekî Pawlos neheqiyê bivîne, lê bi saya vê yekê mizgînî hate “makkirinê”, dêmek qanûnî bû (Fîlî. 1:7). Ev serwêrên ku Pawlos girtin îda fesal bûn, seva dîsa şaşîke usa bernedin, û destê xwe nedin civata Mesîhiya ku şeherê wanda teze vebibû. Çaxê Pawlos û Sîlas ji şeher çûn, Lûqayê hekîm, yê ku hevalxizmetkarê Pawlos bû Fîlîpyayêda ma, dibeke çimkî Pawlos eyan kir ku ew bajarvanê Romê ye. Wî şeherîda Lûqa îda dikaribû alîkariya mezin bide Mesîhiyên teze.

9 Birên ji Fîlîpyayê çaxê nema Pawlos dixwendin, ewana nefikirîn wekî hema çi hatiye ber hişê Pawlos, ewî ew jî nivîsiye. Wana zanibû ku çaxê Pawlos rastî tengasiyên giran dihat, ewî “edilaya Xwedê” ser xwe texmîn dikir. Çaxê Pawlos wan birara neme nivîsî, ew Romêda girtiyê malda bû. Lê yeke hingê jî ewî got, wekî “edilaya Xwedê” tevî wî ye (Fîlî. 1:12-14; 4:7, 11, 22).

“BONA TU TIŞTÎ XEM NEKIN”

10, 11. Em çi dikarin bikin çaxê rastî çetinaya tên, û em dikarin hîviya çi bin?

10 Lê çi dikare alî me bike, wekî bona tu tiştî xema nekin û “edilaya Xwedê” bistînin? Giliyên Pawlos Fîlîpyara nîşan dikin, ku seva wedê tengasiya bîna xwe teng nekin, em gerekê dua bikin çimkî dua mîna derman e. Dêmek, çaxê em bona tiştekî berxwe dikevin, em gerekê duada dilê xwe Xwedêra vekin. (Bixûne 1 Petrûs 5:6, 7.) Bi baweriyê Yehowara dua bikin û dudilî nebin wekî ew we hiz dike û miqatî we dibe. Bi razîbûnê dua bikin bona wan kerema ku ew dide we. Emê hê zêde îtbariya xwe wî bînin hergê bîr nekin ku Yehowa “dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efes. 3:20).

11 Dibeke em mîna Pawlos û Sîlas ecêbmayî bimînin, ku Yehowa tiştên ça dike seva alî me bike. Dibeke ew bona me keremetên mezin wê neke, lê ev hema vê yekê bike, çi ku mera lazim e (1 Korn. 10:13). Lê ev nayê hesabê ku em gerekê xwera rûnên û tiştekî nekin, tenê hîviya Yehowa bin seva ew halê me baş ke yan jî çetinaya me safî ke. Em gerekê li gora duayên xwe aliyê xweda tiştekî bikin (Rom. 12:11). Kirên me wê bidine kifşê wekî em dilsax in û mecalê didine Yehowa seva me kerem ke. Wî çaxî em usa jî gerekê bîr nekin, wekî Yehowa dikare hê zêde bike, ne ku çiqas em ji wî dixwazin. Çimkî cara Yehowa tiştekî usa dike ku em hîviyê nînin û ecêbmayî dimînin. Lema were em niha çend serhatiyên ji Kitêba Pîroz şêwir kin, kîjan wê alî me bikin, seva em dudilî nebin wekî Yehowa dikare bona me jî tiştên usa bike, çi ku em hîviyê nîbûn.

YEHOWA DERECA NIŞKÊVA DIGUHÊZE

12. a) Hizqiya çi kir çaxê Padşê Asûrê Sanherîb wî da tirsandinê? b) Yehowa ça ew hal guhast û em çi hîn dibin ji vê yekê?

12 Kitêba Pîrozda gelek serhatî hene ku nîşan dikin ça Yehowa nişkêva derece guhastine. Mesele, Hizqiya padşatî dikir çaxê Sanherîb Padşayê Asûrê dora Cihûdayê girt û hemû şeherên wî zeft kir, xêncî Orşelîmê (2 Padş. 18:1-3, 13). Lê Sanherîb Hizqiya da tirsandinê ku wê Orşelîmê jî hilde destê xwe. Wî halîda gelo Hizqiya çi kir? Ewî Yehowara dua kir û ji Îşaya pêxember şîret xwest (2 Padş. 19:5, 15-20). Hizqiya usa jî aliyê xweda xwest aqilayî bike û lema xerc da Sanherîb çiqas ku ewî ji wî dewa kir (2 Padş. 18:14, 15). Wede şûnda, Hizqiya Orşelîm hazir kir seva şerê tevî Sanherîb (2 Dîr. 32:2-4). Lê gelo ew çetinayî ça safî bû? Yehowa milyaketê xwe şand û şevekêda 185 000 eskerên Sanherîb kuşt. Belê, Hizqiya ne jî hîviyê bû ku tiştên usa wê biqewimiya (2 Padş. 19:35).

Ji serhatiya Ûsiv em çi dersê dikarin hîn bin? (Destp. 41:42) (Binihêre abzasa 13)

13. a) Ji serhatiya Ûsiv em çi hîn dibin? b) Çi qewimî tevî jina Birahîm Serayê, û çira ew zendegirtî ma?

13 Binihêrin ku çi qewimî tevî gedekî cahil, Ûsiv. Çaxê ew kela Misirêda bû, ew qe ne jî difikirî wekî wede şûnda wê bibe serwêrê duda Misirêda. Ew ne jî serva diçû ku Yehowa bi saya wî, wê malbeta wî ji birçîbûnê xilaz ke (Destp. 40:15; 41:39-43; 50:20). Rastî jî Ûsiv gelek ecêbmayî ma, çimkî hîviyê nîbû ku Yehowa wê usa halê wî biguhêze. Bifikirin usa jî derheqa mesela Serayê. Ew îda emirda mezin bû û qe hişê wêra jî derbaz nedibû ku dikare kur jêra bibe. Û çaxê jêra Îshaq bû, ew gelek zendegirtî ma, çimkî ne jî dida ber çevê xwe ku dikare usa biqewime (Destp. 21:1-3, 6, 7).

14. Derheqa Yehowa em gerekê çida dudilî nîbin?

14 Em hîviyê nînin ku pêşiya dinya teze Yehowa wê bi keremet hemû çetinayî û tengasiyên me bide hildanê. Û em ne jî dewa dikin, wekî emirê meda Yehowa tiştên ecêb bike. Lê em sed selefî zanin, Xwedêyê ku berê alî xizmetkarên xwe kiriye, ew Xwedêyê me Yehowa ye kîjan ku nayê guhastinê. (Bixûne Îşaya 43:10-13.) Ev yek baweriya me hindava wî hê qewî dike. Em zanin ku ew dikare her tiştî bike seva me qewat ke, wekî em qirara wî bînin sêrî (2 Korn. 4:7-9). Ji wan serhatiyên ji Kitêba Pîroz em çi hîn dibin? Serhatiya Hizqiya, Ûsiv û Serayê nîşan dikin ku hergê em Yehowara amin bimînin, ew wê wedê tengasiyên giranda alî me bike.

Hergê em Yehowara amin bimînin, ew wê wedê tengasiyên giranda alî me bike

15. Ça em dikarin “edilayiya Xwedê” xwey kin?

15 Ça em dikarin “edilayiya Xwedê” xwey kin, hela hê wî çaxî jî, gava çetinayên me hene? Em gerekê heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin. Ew yek tenê bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh dikare bibe, yê ku emirê xwe da ça kirîn. Xwedê evê qurbanê dide xebatê bi cûrekî din jî bona kara me. Mesele, ew gunê me dibaxşîne, mecalê dide me seva îsafa me temiz be û usa em hê nêzîkî wî dibin (Yûhn. 14:6; Aqûb 4:8; 1 Pet. 3:21).

EV WÊ DIL Û FIKIRÊN ME XWEY KE

16. “Edilayiya Xwedê” çi dike bona me? Meselê bînin.

16 Lê “edilayiya Xwedê” bona me çi dike? Kitêba Pîroz dibêje wekî edilayîya Xwedê wê dil û fikirên me yektiya Mesîh Îsada xwey ke (Fîlî. 4:7). Xebera orîjînal ku hate welgerandinê “xwey ke” giliyê eskeriyê bû. Ev gilî didane xebatê bi vê nêtê, ku ordiya eskera, yên ku wedê berê cabdar bûn şeher xwey kin. Şeherê Fîlîpya hema usa dihate xweykirinê. Bineliyên wî şeherî xwera rihet radizan, çimkî ordiya eskeriyê dergehên şeher xwey dikir. Wî cûreyî, çaxê “edilayiya Xwedê” cem me heye, dil û hişê me rihet dimîne. Em zanin wekî çevê Yehowa ser me ye, û ku ew dixwaze em bextewar bin (1 Pet. 5:10). Çaxê em vê yekêda dudilî nînin, em çetinayada tu car gelek berxwe nakevin û bîna xwe teng nakin.

17. Çi wê alî me bike wekî em gelek berxwe nekevin seva axiriyê?

17 Zûtirekê hemû însanet wê rastî tengasiya mezin bê, ku ser erdê tu car neqewimiye (Met. 24:21, 22). Em nizanin ev tengasî wê ser me her kesî ça hukum be. Lê em gerekê seva vê yekê gelek berxwe nekevin. Rast e em nizanin ku hingê Yehowa wê çi bike, lê em Xwedêyê xwe nas dikin. Em zanin ku ew hindava xizmetkarên xweye berê çawa bû. Em divînin ku çi jî biqewime, Yehowa wê timê qirara xwe bîne sêrî û dikare bona me jî tiştên usa bike çi ku em hîviyê nînin. Çi jî Yehowa bona me niha dike, mecalê dide me ku “edilayiya Xwedê” texmîn kin, kîjan ku “ji her hiş-aqilî derbaztir e”.

^ abz. 1 Tê kifşê wekî Sîlas jî bajarvanê Romê bû (Kar. Şand. 16:37).