Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32

Bira Hizkirina We Hê Zêde be

Bira Hizkirina We Hê Zêde be

“Ez vê duayê dikim, ku hizkirina we hê-hê . . . zêde be” (FÎLÎ. 1:9).

KILAMA 106 Hizkirinê Pêşda Tînin

VÊ GOTARÊDA *

1. Kê alîkarî da ku Fîlîpyayêda civata teze saz bû?

ÇAXÊ Pawlosê şandî, Sîlas, Lûqa û Tîmotêyo, hatine koloniya Romê, li şeherê Fîlîpyayê, wana gelek meriv dîtin, ku guh dane mizgîniya Padşatiyê. Bi alîkariya ewan çar birên xîret, civata teze saz bû, û hemû xûşk-birên teze destpêkirin tevayî top bin, diqewime mala Lîdyayêda, ya ku xûşkeke gelek mêvanhiz bû (Kar. Şand. 16:40).

2. Civata teze zûtirekê rastî çi çetinayê hat?

2 Lê zûtirekê ew civata teze kete çetinayê. Şeytan dijminên rastiyê hêlan kirin, wekî pey wan Mesîhiyên amin kevin û şixulê belakirina mizgîniyê bidine sekinandinê. Pawlos û Sîlas girtin, dane ber şiva, û kirine kelê. Paşê çaxê ewana aza kirin, ewana çûn teseliya wan xûşk-birên teze kirin û ewana şidandin. Paşê Pawlos, Sîlas, û Tîmotêyo ji wî şeherî derketin, lê ça tê kifşê Lûqa wêderê ma. Lê ew civata teze ça bû? Ewan xûşk-birên teze pê alîkariya ruhê Yehowa, bi xîret berdewam kirin Yehowara xizmet kin (Fîlî. 2:12). Rastî jî meniya Pawlos hebû, ku wanra firnaq be!

3. Li gora Fîlîpî 1:9-11, Pawlos derheqa çi dua dikir?

3 Weke 10 sal şûnda, Pawlos civata Fîlîpyayêra neme nivîsî. Çaxê hûn evê nemê bixûnin, hûnê bivînin, wekî Pawlos ça ew xûşk-bira hiz dikirin. Ewî wanra nivîsî: “Ez bi huba Mesîh Îsa çiqasî heyra we hemûyada me” (Fîlî. 1:8). Ewî wanra usa jî nivîsî, wekî bona wana dua dikir. Ewî ji Yehowa hîvî dikir, wekî alî wan bike seva ewana hizkirina xwe hê zêde kin, tiştên ferz daynin ciyê pêşin, şîrhelal bin, kesekîra nebine sebebê likumandinê, û berdewam kin bi berên heqiyêva tijîbûyî bin. Bêşik, hûnê qayîl bin, wekî îro em jî dikarin ji giliyên Pawlos kareke mezin bistînin. Lema were em bixûnin hela Pawlos Fîlîpyara çi nivîsiye. (Bixûne Fîlîpî 1:9-11.) Lê paşê emê şêwir kin wan tişta, besa kîjanî ewî kir, û pêbihesin ça em dikarin wan tişta bidine xebatê.

HIZKIRINA XWE ZÊDE KIN

4. a) Li gora 1 Yûhenna 4:9, 10, Yehowa ça hizkirina xwe hindava me da kifşê? b) Em ça gerekê Xwedê hiz bikin?

4 Yehowa hizkirina mezin da kifşê, ku Kurê xwe şande ser erdê, wekî emirê xwe bide bona gunên me. (Bixûne 1 Yûhenna 4:9, 10.) Ew hizkirina Xwedêye usa mezin, me hêlan dike, wekî em jî wî hiz bikin (Rom. 5:8). Lê em ça gerekê Xwedê hiz bikin? Îsa caba vê pirsê da çaxê Fêrisîkîra got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Met. 22:36, 37). Em naxwazin, wekî hizkirina me hindava Xwedê nîvîda be, lê em dixwazin, wekî her roj hizkirina me hindava wî qewî be. Pawlos gote Fîlîpya, wekî hizkirina wan gerekê “hê-hê . . . zêde be”. Em dîsa çi dikarin bikin, seva hizkirina xwe hindava Xwedê qewî kin?

5. Hizkirina me ça dikare hê qewî be?

5 Em gerekê Xwedê rind nas kin, seva wî hiz bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê ku hiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:8). Pawlosê şandî da kifşê, wekî hizkirina me hindava Xwedê wê hê mezin be, hergê em derheqa Wî “zanebûn û serwaxtiya gihîştî” qazanc kin (Fîlî. 1:9). Çaxê me pêşiyê destpêkir Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, me derheqa Xwedê û hunurên wîyî qenc hindik zanibû, lê me Xwedê hiz kir. Paşê çaxê em derheqa Yehowa hê zêde pêhesiyan, hizkirina me hindava wî hê qewî bû. Lema jî gelek ferz e em her gav Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin! (Fîlî. 2:16).

6. Li gora 1 Yûhenna 4:11, 20, 21, em ça dikarin hizkirina xwe zêde kin?

6 Hergê em Xwedê qayîm hiz dikin, emê xûşk-birên xwe jî hiz bikin. (Bixûne 1 Yûhenna 4:11, 20, 21.) Em dibeke difikirin, wekî hêsa ye xûşk-birên xwe hiz bikin, çimkî em gişk jî Yehowa dihebînin û dixwazin çev bidine xeyset-hunurên wî. Em gişk usa jî çev didine Îsa, hizkirina kîjanî usa mezin bû, ku ewî emirê xwe da bona me. Lê yeke cara mera dikare çetin be hevdu hiz bikin. Dîna xwe bidin mesela civata Fîlîpî.

7. Em çi hîn dibin ji şîreta Pawlos, kîjan ku ewî Eyodiya û Sintîxayêra da?

7 Eyodiya û Sintîxa xûşkên gelek xîret bûn, yên ku tevî Pawlos xizmetiyêda “xûdan rêtine”. Lê diqewime ji bo hevnefemkirinê, ew du xûşk îda tevî hev hevaltî nedikir. Çaxê Pawlos civata wanra nema nivîsî, navê wan du xûşka hilda û şîret kir, wekî “yekbûyî bira li hev bên” (Fîlî. 4:2, 3). Pawlos hesab kir, wekî vê nemêda lazim e usa jî şîretê bide temamiya civatê. Nemêda ewî got: “Her tiştî bê bîntengî û bê şer û dew bikin” (Fîlî. 2:14). Bêşik, ew şîreta Pawlos ne tenê alî wan du xûşkên amin kir, lê usa jî alî temamiya civatê kir, wekî hizkirina xwe hindava hevdu qewî kin.

Çira em gerekê dîna xwe bidin xeyset-hunurên baş yên xûşk-birên me? (Binihêre abzasa 8) *

8. Çira mera dikare çetin be xûşk-bira hiz bikin, lê çi dikare alî me bike, wekî wana hiz bikin?

8 Dibeke em jî mîna Eyodiya û Sintîxayê, dîna xwe didin ser şaşiyên xûşk-bira, û mera çetin e wana hiz bikin. Lê em gişk jî her roj şaşiya dikin. Hergê em dîna xwe bidine tenê ser şaşiyên wan, hizkirina me hindava wanda wê hêdî-hêdî sar be. Mesele, bidine ber çevê xwe civatêda bira bîr dike, ku temizkirina Oda Civatêda alî me bike, û em ser wî hêrs dikevin. Hergê em paşê şaşiyên wîyî din jî bînin bîra xwe û ser bifikirin, hêrsa me wê hê gur be û hizkirina me jî hindava wî wê hêdî-hêdî sar be. Hergê bal we problêma wî cûreyî heye, wê baş be ser vê yekê bifikirin: Yehowa çawa kêmasiyên me divîne, usa jî kêmasiyên xûşk-birên me divîne. Lê yeke ew dîsa jî wan xûşk-bira û me hiz dike. Lema jî em gerekê hizkirinêda çev bidine Yehowa û hê zêde dîna xwe bidine ser hunurên wanî baş. Çaxê em her tiştî dikin, seva xûşk-birên xwe hiz bikin, em tifaqî û yektiyê orta hevda qewî dikin (Fîlî. 2:1, 2).

“KÎJAN HERE QENC E”

9. Çi dikevin nava tiştên “here qenc”, kîjan ku Pawlos nema xweye Fîlîpyarada nivîsî?

9 Ruhê pîroz Pawlos hêlan kir, wekî xûşk-birên Fîlîpyayêda, û usa jî hemû Mesîhiya şîret ke, seva ku ewana “kîjan here qenc e”, dêmek kîjan here ferz e, wê bijbêrin (Fîlî. 1:10). Nava tiştên here qencda nin, pîrozkirina navê Yehowa, qirara wî, û edilayî û yektiya civatê (Met. 6:9, 10; Yûhn. 13:35). Çaxê emirê meda ew tişt ser ciyê pêşin in, em îzbat dikin wekî em Yehowa hiz dikin.

10. Em gerekê çi bikin seva bêleke bin?

10 Pawlos usa jî got, wekî em gerekê “şîrhelal” bin. Ew giliyê Yûnanî cara tê hesabê “bêkêmasî”. Lê ew yek nayê hesabê, wekî em gerekê bêgune bin, çimkî em nikarin mîna Yehowa Xwedê bêkêmasî bin. Lê Yehowa wê me hesab ke şîrhelal, dêmek bêkêmasî, hergê em aliyê xweda her tiştî bikin, seva hizkirina xwe zêde kin û tiştên ferz daynin ciyê pêşin. Mesele, em hizkirinê nîşan dikin usa jî bi vê yekê, ku nabine sebebê likumandina tu kesî.

11. Çira em gerekê tu kesîra nebine sebebê likumandinê?

11 Bêleke bin, dêmek tu kesîra nebine sebebê likumandinê, temîke gelek ferz e. Lê ça em dikarin kesekî bilikumînin? Em dikarin wana bilikumînin bi vê yekê, ku çi wedederbazkirina dijbêrin, çi kinc dijbêrin, yan hela hê jî çi xebatê qebûl dikin. Dibeke em hema wan tişta nakin, çi ku ber çevê Yehowa xirab e, lê hergê bijartinên me ser îsafa kesekî xirab hukum dibin, yan jî ew kes dilikume, ew yek îda tiştekî gelek xof e. Îsa got ku hê qenc e beraşek stûyê meva bê girêdanê û em bêne avîtinê binê berê, ne ku em bibine sebeb, ku kesek heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab ke! (Met. 18:6).

12. Em çi hîn dibin ji mesela jin-mêrê pêşeng?

12 Dîna xwe bidinê, ça jin-mêrek ku pêşeng in, ew giliyên Îsa hildane hesab. Civata wanda hebûn jin-mêr, yên ku teze nixumandî bûn û malbeteke usada mezin bibûn, kîderê gelek tişt îzin tune bû. Ew jin-mêr ku teze hatin nava rastiyê, difikirîn, wekî Mesîhî gerekê neçine kînoyê, hela hê jî hergê fîlmên cayîz binihêrin. Ewana ecêbmayî man çaxê pêhesiyan, ku ew jin-mêrê pêşeng çûne fîlmê binihêrin. Paşî vê yekê, ew jin-mêrê pêşeng nediçûne kînoyê, heta ew jin-mêr îsafa xwe rast hîn kirin û hê rind fem kirin çi rast e û çi xirab e (Îbrn. 5:14). Wî cûreyî ew jin-mêr, nîşan kirin, wekî ew xûşk-birê teze hiz dikin ne tenê pê giliya, lê usa jî pê kirên xwe (Rom. 14:19-21; 1 Yûhn. 3:18).

13. Çawa em dikarin kesekî bivin berbi gune?

13 Em usa jî dikarin kesekî bilikumînin bi vê yekê, ku wana berbi gune bivin. Lê ça ew yek dikare biqewime? Bidine ber çevê xwe vê derecê. Merivekî ku berê gelek îçke vedixwar, lê paşê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, axiriyêda ancax terika îçkê da. Ew fem dike, wekî gerekê îda tu car îçkê venexwe. Ewî emirê xweda gelek guhastin kir û hate nixumandinê. Wede derbaz dibe, birakî ku xûşk-bira teglîfî mala xwe dike, seva tevayî wede derbaz kin, wan giliya jêra dibêje: “Niha tu îda Mesîhî yî, û ruhê Yehowayî pîroz ser te heye. Hunurekî berê ruhê pîroz, ew heye xwegirtin. Dêmek, hergê xwegirtina te heye, tu dikarî îçkê hinekî vexwî”. Bidine ber çevê xwe, axirî wê çiqas xirab be, hergê ew birê teze guh bide şîreta wîye nerast û dîsa pey îçkê keve!

14. Çawa civatên me alî me dikin, wekî şîretên ji Fîlîpî 1:10 bidine xebatê?

14 Civatên me alî me dikin, wekî şîretên ji Fîlîpî 1:10 cûre-cûre derecada bidine xebatê. Ya pêşin, çi ku em ser civata şêwir dikin û pêdihesin, mera nîşan dike, ku bona Yehowa çi ya lape ferz e. Ya duda, em hîn dibin, ku ça wan tişta kîjan ku em pêdihesin, bidine xebatê seva şîrhelal bin, dêmek bêkêmasî bin. Û ya sisiya, “hizkirinê û qencîkirinêda” hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24, 25). Çiqas em ji xûşk-birên xwe hêlanê bistînin, haqas hizkirina me hindava Xwedê û xûşk-birên me, wê hê mezin be. Hergê em qayîm Xwedê û xûşk-bira hiz dikin, emê tu car nehêlin, wekî kesek seva me bilikume.

“BI BERÊD HEQIYÊVA TIJÎBÛYÎ BIN”

15. Çi tê hesabê “bi berêd heqiyêva tijîbûyî bin”?

15 Pawlos gelek dua dikir, seva xûşk-birên Fîlîpî, “bi berêd heqiyêva tijîbûyî bin” (Fîlî. 1:11). Bêşik, nava “berêd heqiyêda” bû hizkirina wan hindava Yehowa û cimeta wî. Ew usa jî dihate hesabê, ku ewana derheqa baweriya xwe hindava Îsa û hêviya xwe, merivên dinra jî gilî dikirin. Fîlîpî 2:15-da, Pawlos meseleke mayîn tîne, “şewq bidin mîna ronayêd ezmana”. Ew gilî tîne bîra me giliyên Îsa, ku ewî ser şagirtên xwe got, wekî ewana “ronaya dinyayê ne” (Met. 5:14-16). Ewî usa jî temî da wan, ku meriva bikine şagirt, û got ku ewana wê “heta serê dinê jî bibine şedêd” wî (Met. 28:18-20; Kar. Şand. 1:8). Em “berêd heqiyê” didin çaxê çiqas destê me tê, bi xîret ew şixulê lape ferz tînin sêrî.

Pawlos Romêda girtiyê malda ye, û nemê dinivîse civata Fîlîpyayêra. Usa jî Pawlos mecala dide xebatê, seva şedetiyê bide wan, yên ku nobedariya wî dikin û yên ku teseliya wî dikin (Binihêre abzasa 16)

16. Çawa Fîlîpî 1:12-14 dide kifşê, wekî em dikarin ça ronayî şewq bidin, hela hê çetinayada jî? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

16 Firqî tune em çi derecada nin, em dikarin çawa ronayî şewq bidin. Cara ew dereca ku bi texmîna me rê me digire ku mizgîniyê bela kin, dikare mera bibe mecal, wekî vê yekê bikin. Pawlosê şandî, mesele, çaxê Romêda girtiyê malda bû, ewî hingê Fîlîpiyara neme nivîsî. Lê zincîra rê wî nedigirtin, wekî şedetiyê bide wan, yên ku nobedarî dikirin û teseliya wî dikirin. Pawlos bi xîret nava wan derecada mizgînî bela dikir, û ewê yekê xûşk-bira şidand û mêrxasî da wan, wekî xebera Xwedê bi mêrkîmî “bê . . . tirs bêjin”. (Bixûne Fîlîpî 1:12-14; 4:22).

Timê mecala bigerin, seva çiqas dikarin merivara şedetiyê bidin (Binihêre abzasa 17) *

17. Çawa hine xûşk-bira wedê çetinaya jî berên baş tînin?

17 Gelek xûşk-birên me mîna Pawlos mêrxasiyê didine kifşê. Wana wan welatada dijît, kîderê nikarin aza xizmet kin, lema jî ewana digerin cûre-cûre mêtoda, ku çawa mizgîniyê bela kin (Met. 10:16-20). Welatekî usada, berpirsiyarekî mihalê şîret da mizgînvana, wekî ewana hîn bin şedetiyê bidin merivên xweyî nêzîk, cînar, hevalên mektebêda, hevalxebatçiya û merivên nas. Nava du salada, hejmara civata wê mihalêda gelek mezin bû. Em dibeke wî welatîda najîn, kîderê em nikarin eşkere mizgîniyê bela kin, lê yeke em dikarin derseke ferz hîn bin ji xûşk-birên serwaxt: Timê mecala bigerin, seva çiqas dikarin merivara şedetiyê bidin û dudilî nebin, ku Yehowa wê qewatê bide we, wekî hûn çetinayada jî jêra xizmet kin (Fîlî. 2:13).

18. Em gerekê safî kin çi bikin?

18 Niha wedekî usa ye, ku em gerekê ewan şîreta, kîjan Pawlos nemêda bona Fîlîpiya nivîsî, emirê xweda bidine xebatê. Lema were em emirê xweda tiştên ferz daynin ciyê pêşin, şîrhelal, dêmek bêkêmasî bin, tu kesîra nebine sebebê likumandinê, û berên heqiyê bidin. Hingê hizkirina me wê hê zêde be, û emê pesina bidine Bavê xweyî hizkirî, Yehowa!

KILAMA 17 “Dixwazim”

^ abz. 5 Niha wedekî usa ye, ku em gerekê hizkirina xwe hindava xûşk-bira hê qewî kin. Nema Fîlîpiyara alî me dike, ku em bizanibin ça hizkirina xwe hê zêde kin, hela hê jî çaxê ew yek çetin e.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Wedê temizkirina Oda Civatê, birak bi navê Co, disekine tevî birakî û kurê wî xeber dide. Mayk, kîjan ku Odê temiz dike, ser wî hêrs dikeve û difikire: “Niha wedê xeberdanê nîne, Co gerekê Odê temiz ke”. Paşê, Mayk dîna xwe didê, ku Co ça bi dil û can alî xûşkeke emirda mezin dike. Ew kirê wî dike bîra Mayk, wekî hê zêde dîna xwe bide ser xeyset-hunurên birê xweyî baş.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Welatekîda kîderê Şedên Yehowa nikarin eşkere xizmet kin, birak rastî merivekî nas tê û fesal jêra derheqa mizgîniya Padşatiyê gilî dike. Paşê, wedê hêsabûna ser xebatê, ew bira hevalxebatçiyê xwera şedetiyê dide.