Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34

Çawa Hînî Kifşkirina Teze bin

Çawa Hînî Kifşkirina Teze bin

“Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (ÎBRN. 6:10).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

VÊ GOTARÊDA *

1-3. Ji bo kîjan hine meniya, xizmetkarên hertim kifşkirina xwe diguhêzin?

BIRAKÎ me Robêrt û jina wî Mêrî gilî dikin: “Paşî 21 salên xweş xizmetiya meye mîsyonêrtîda, dê-bavên mera alîkarî lazim bû, çimkî îda qidûmê wan tune bû. Em rast e şa dibûn, ku miqatî wan bin, lê yeke dilê me dêşiya, çimkî em gerekê ji wî cîyî kîjan ku me gelek hiz kir, biçûna”.

2 Wîlîam û Têrî gilî dikin: “Em pêhesiyan, wekî ji bo sihet-qewata xwe emê nikaribin kifşkirina xwe berdewam kin. Hingê em giriyan, çimkî timê nêta dilê me ew bû, ku welatê xerîbda Yehowara xizmet kin”.

3 Alêksêy dibêje: “Em haş pê hebûn, wekî merivên miqabil dixwazin ew fîlîala ku min têda xizmet dikir, dadin. Lê yeke çaxê ew yek qewimî, û ez îda gerekê ji Beytelê biçûma, ez metal mam û gelek berxwe ketim”.

4. Emê vê gotarêda kîjan pirsa şêwir kin?

4 Gelek xizmetkarên hertim, usa jî yên ku Beytelêda xizmet dikin, kifşkirina teze distînin. * Wan xûşk-birên aminra nehêsa ye, wekî kifşkirina xweye ku gelek hiz dikin, bihêlin. Lê çi dikare alî wan bike, wekî hînî guhastinên teze bin? Ça hûn dikarin alî wan bikin? Cabên wan pirsa dikarin alî me hemûşka bikin, wekî zû hînî guhastina bin.

ÇAWA HÎNÎ GUHASTINA BIN

Çira xizmetkarên hertimra çetin e kifşkirina xwe bihêlin? (Binihêre abzasa 5) *

5. Çaxê kifşkirina me tê guhastinê, ew yek ça dikare ser me hukum be?

5 Firqî tune em deştêda xizmet dikin yan Beytelêda, em merivên dor-berê xwe û hela hê wî cîyî jî, kîderê em xizmet dikin, hiz dikin. Lema jî ji bo çi meniya jî em kifşkirina xwe dihêlin, yeke dilê me dêşe û em dilteng dibin. Em bîra wan xûşk-bira dikin, û bona wan berxwe dikevin, îlahî hergê em ji wan diqetin ji bo wê yekê, ku yên miqabil pey me dikevin (Met. 10:23; 2 Korn. 11:28, 29). Çetinayî dikare ew be jî, ku çaxê em kifşkirina teze distînin, yan jî vedigerin malê, gelek car em tevhev dibin, çimkî gerekê hînî kûltûra teze bin, yan hela hê jî hînî kûltûra welatê xwe bin. Robêrt û Mêrî dibêjin: “Me îda kûltûra xwe bîr kiriye, hela hê jî bîr kiriye ça ser zimanê xwe şedetiyê bidin. Me haqas wext welatê xerîbda xizmet dikir, ku me tirê em welatê xweda xerîb in”. Usa jî hine xûşk-bira, kifşkirina kîjana tê guhastinê, dikarin aliyê perada jî nişkêva rastî çetinaya bên. Ewana dibeke berxwe kevin, bitirsin ku wê ça be halê wan, û tevhev bin. Wî wedeyî çi dikare alî wan bike?

Gelek ferz e wekî em nêzîkî Yehowa bin û îtbariya xwe wî bînin (Binihêre abzasa 6-7) *

6. Ça em dikarin nêzîkî Yehowa bimînin?

6 Nêzîkî Yehowa bimînin (Aqûb 4:8). Lê em ça dikarin usa bikin? Em gerekê îtbariya xwe wî bînin, yê ku “dua dibihê” (Zeb. 65:2). Zebûr 62:8 dibêje, wekî “hûn li Wîra dilê xwe vekin”. Yehowa dikare “her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efes. 3:20). Çaxê em bi dua ji Yehowa tiştekî hîvî dikin, ew ne tenê caba duayê me dide, lê dikare usa alî me bike û problêmên me usa safî ke, ku em ne jî hîviyê bûn.

7. a) Çi wê alî me bike, wekî nêzîkî Yehowa bimînin? b) Li gora Îbranî 6:10-12, emê çi karê bistînin hergê berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin?

7 Seva dostiya me tevî Yehowa nêzîk bimîne, her roj em gerekê Xebera wî bixûnin û ser bifikirin. Birakî me ku mîsyonêr bû, dibêje: “Her gav qulixkirina tevî malbetê derbaz kin û bona civatê hazir bin, çawa we wedê kifşkirina xweye berê dikir”. Usa jî, çiqas dikarin civata xweye tezeda xizmetiyêda xîret bin. Yehowa bîr nake wan, yên ku berdewam dikin jêra bi aminî xizmet dikin, hela hê jî hergê ewana îda nikarin haqas bikin, çiqas wana berê dikir. (Bixûne Îbranî 6:10-12.)

8. Ça 1 Yûhenna 2:15-17, dikare alî we bike, wekî bi emirê sivik bijîn?

8 Bi emirê sivik bijîn. Nehêlin, wekî xemên vê dinya Şeytan, we “bixeniqînin”, û we bidine sekinandinê (Met. 13:22). Guh nedine wan heval yan jî merivên xweyî nêzîk, yên ku bi dilê xweyî sax we hêlan dikin pey pera kevin, seva emirê xwe hê baş kin. (Bixûne 1 Yûhenna 2:15-17.) Îtbariya xwe Yehowa bînin. Ew soz dide gava em hewce bin, ew wê aliyê ruhanîda, êmosiyalîda û fîzîkîda, wê alî me bike û me nehêle (Îbrn. 4:16; 13:5, 6).

9. Li gora Metelok 22:3, 7, çira ferz e deynên nelazim nekine stûyê xwe, û çi dikare alî me bike safîkirinên aqilayî bikin?

9 Deynên nelazim nekine stûyê xwe. (Bixûne Metelok 22:3, 7.) Çaxê merî derbazî cîkî din dibe, hêsa dikare bikeve bin deyna. Lema jî nekevine heyra wan tişta, kîjan wera zef nelazim in, seva kirêdît hilnedin û nekevine bin deyna. Çaxê em strêsêda nin, mesele çaxê miqatî merivê xweyî nexweş dibin, dibeke çetin e nekevine deyna. Wan derecada, bînin bîra xwe, wekî dua-dirozge dikarin alî we bikin safîkirinên aqilayî bikin. Ser caba duayên we, Yehowa dikare edilayê bide we, kîjan ku “wê dil û fikirêd we . . . xwey ke”, û alî we bike ku dilrihetiyê unda nekin (Fîlî. 4:6, 7; 1 Pet. 5:7).

10. Ça em dikarin hevalên baş xwera bivînin?

10 Hevalên baş xwera bivînin. Dilê xwe vekin û xemên xwe hevalên xwera gilî kin, îlahî wanra, yên ku mîna we rastî çetinaya hatine û xizmetiyêda gelek şabûn dîtine. Ew yek wê alî we bike gelek berxwe nekevin û dilbîniyê bistînin (Waîz 4:9, 10). Hevalên ku we kifşkirina xweye berêda qazanc kiriye, dîsa jî hevalên we dimînin. Niha, kifşkirina xweye tezeda, hûn gerekê hevalên teze xwera bivînin. Bîr nekin, wekî seva xwera hevala bivînin, hûn gerekê xwexa jî bibine hevalê baş. Lê ça hûn dikarin hevalên baş xwera qazanc kin? Gilî kin wanra derheqa qewimandinên hewas ku xizmetiya Yehowada bal we hebû, seva ewana şabûna we bivînin. Hergê jî hine xûşk-birên civatêda bi temamî fem nekin ew xîreta we xizmetiya hertimda, yên mayîn dikarin pê mesela we bişidin û wera bibine hevalên baş. Lê fesal bin, wekî dîna wan nekişînin ser xwe, û derheqa tiştên nebaş gilî nekin.

11. Ça hûn dikarin zewacêda bextewar bimînin?

11 Hergê hûn gerekê kifşkirina xwe biguhêzin ji bo sihet-qewata mêr yan jina xwe, wî yan wê sûcdar nekin. Usa jî hergê bona sihet-qewata xwe hûn kifşkirina xwe dihêlin, xwe neheq nekin bona vê yekê, û nefikirin, wekî we dilê mêr yan jina xwe êşandiye. Bîr nekin, wekî hûn “bedenek” in, û we soz daye Yehowa wekî nava hemû derecada hûnê miqatî hev bin (Met. 19:5, 6). Hergê we kifşkirina xwe hîştiye, çimkî hûn giran derketin, zara we gerekê bizanibe ku bona we ew hê ferz e, ne ku kifşkirina weye berê. Her gav jêra bêjin, wekî ew bona we “pêşkêşa” ji Xwedê ye (Zeb. 127:3-5). Usa jî zarêra gilî kin wan qewimandinên hewas û xweş, ku xizmetiya weda qewimî ne. Wî cûreyî hûnê zarê hêlan kin, wekî mîna we emirê xwe xerc ke ser xizmetiya Yehowa, kîjan ku gelek şabûnê tîne.

ÇAWA XÛŞK-BIRA DIKARINALÎ WE BIKIN

12. a) Em ça dikarin alî xizmetkarên hertim bikin, seva ewana berdewam kin kifşkirina xweda bimînin? b) Çawa em dikarin alî wan bikin, wekî zû hînî guhastina bin?

12 Gelek civat û usa jî xûşk-birên başqe, alîkariyê didine xizmetkarên hertim, seva ewana bikaribin xizmetiya xwe berdewam kin. Mesele, ewana dil didine wana ku berdewam kin şixulê xwe bikin, aliyê perada yan jî tiştên matêrîalîda alî wan dikin, yan komekê didin neferên wan, kîjan ku dûrî wan nin (Galt. 6:2). Hergê civata weda xizmetkarekî hertim kifş kirine, nefikirin wekî kifşkirina wî hate guhastinê, çimkî şixulê xwe nebaş dikir, yan jî tiştekî xirab kiriye. * Dewsê, alî wî bikin, wekî zû hînî guhastina be. Bi dil û can wî qebûl kin û payê wî bidin bona şixulê ku ew dike, hergê jî ew ji bo sihet-qewata xwe nikare gelek tişt bike. Tevî wî bibine nas. Hûnê bikaribin ji xûşk-birên usa gelek tişt hîn bin, çimkî wana hînkirin û zanebûn standine, û cêribandî ne.

13. Em ça dikarin alî wan bikin, yên ku kifşkirina teze standine?

13 Pêşiyê, ewên ku kifşkirina xweye teze distînin lazim e alî wan bikin, mesele wanra mal bivînin, derheqa transportê wanra bêjin, ça xebatê bivînin, û dîsa tiştên mayîn. Dibeke wanra usa jî lazim e înformasiya derheqa tiştên herrojî, mesele çawa xercê dewletê bidin, yan jî cûre-cûre dokûmênta bistînin. Ya lape ferz ew e, ku ewana hewce ne ku wana fem kin, ne ku gunê xwe wana bînin. Dibeke aliyê sihet-qewatêda problêma wan yan ya merivê wanî nêzîk heye. Yan jî dibeke merivê wanî nêzîk miriye. * Dibeke ewana nîşan nakin, lê berxwe dikevin, çimkî bîra hevalên xwe dikin. Seva ewana kêm berxwe kevin, wanra wede lazim e.

14. Çawa xûşk-bira alî xûşkekê kirin, ku hînî kifşkirina xweye teze be?

14 Hergê hûn tevî wan xizmet bikin, û pê mesela xwe dil bidine wana, ew yek jî wê alî wan bike, ku zû hînî guhastina bin. Xûşkeke me, ya ku gelek sala welatê xerîbda xizmet dikir, dibêje: “Min berê kîderê xizmet dikir, her roj min tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Lê kifşkirina mine tezeda usa çetin bû, ku min ne jî dikaribû merivara hema Kitêba Pîroz vekira, yan jî vîdêok nîşanî wan kira. Lê xûşk-birên ji civata min, ez teglîf dikirim ser serlêdan û hînbûnên xwe. Çaxê min xîret û mêrxasiya wan xûşk-bira didît, û ça ewana hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin, min bi cûrekî mayîn nihêrî ser xizmetiya xwe. Ez hîn bûm ku çawa vê têrîtoriya tezeda tevî meriva xeberdanê destpêkim. Ew hemû tişt alî min kir şabûna xwe vegerînim”.

BERDEWAM KIN PÊŞDA HERIN

Mecala bigerin seva xizmetiya mihala xweda hê zêde bikin (Binihêre abzasa 15-16) *

15. Çawa kifşkirina xweye tezeda pêşda herin?

15 Hûn kifşkirina xweye tezeda dikarin pêşda herin. Nefikirin wekî we kifşkirina teze stand, çimkî we şixulê xwe nebaş dikir, yan jî îda hûn nelazim in. Çev bidine Mesîhiyên amin yên qirna yekê. Firqî tune ewana kîderê bûn, ewana “digeriyan, Mizgîniya xeberê didan” (Kar. Şand. 8:1, 4). Hergê hûn berdewam kin bi xîret xizmet kin, hûnê berên baş bistînin. Mesele, ji welatekî pêşeng aksor kirin şandin welatekî nêzîk, lê wêderê jî hewcetiya mizgînvana hebû ser zimanê wan pêşenga. Û wêderê nava çend mehada, komên ser zimanê wan hê zêde bûn.

16. Çawa kifşkirina xweye tezeda şabûnê bivînin?

16 “Şabûna Xudan, hêza we ew e” (Nehem. 8:10). Firqî tune em çiqas şixulê xwe hiz dikin, yeke şabûna me gerekê pêşiyê Yehowa be, ne ku kifşkirina me. Lema jî nêzîkî Yehowa bimînin, îtbariya xwe bîlaniya wî, rêberî û alîkariya wî bînin. Bîr nekin, wekî we kifşkirina xweye berê hiz kir, çimkî bi dil xwest alî merivên wêderê bikin. Kifşkirina tezeda jî bi dil û can her tiştî bikin, û hûnê bivînin ça Yehowa alî we dike, ku kifşkirina xweye teze jî hiz bikin (Waîz 7:10).

17. Em gerekê derheqa kifşkirinên xweye îro çi bîr nekin?

17 Em gerekê bîr nekin ku xizmetiya me Yehowara heta-hetayê ye, lê kifşkirina meye îro wedelû ye. Dinya tezeda, emê hemûşk jî şixulên teze bikin. Alêksêy, besa kîjanî me jorê kir, difikire wekî guhastina kifşkirina wî, alî wî dike hazir be bona guhastinên axiriyê. Ew dibêje: “Ez dudilî nîbûm, wekî Yehowa heye û dinya teze rêalî ye, lê ew yek haqas nêzîkî dilê min nîbû. Lê niha ez tevî Yehowa gelek nêzîk im û ez pêşiya xwe dinya teze divînim” (Kar. Şand. 2:25). Firqî tune em kîderê xizmet dikin û çi şixulî dikin, were em berdewam kin nêzîkî Yehowa bin. Ew wê tu car me nehêle, û wê alî me bike, wekî her cûre şixulên xizmetiyêda û her ciyada şabûnê bivînin (Îşa. 41:13).

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

^ abz. 5 Cara xûşk-birên ku xizmetkarên hertim in, ji bo hine meniya kifşkirina xwe dihêlin, yan jî kifşkirina wana tê guhastinê. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku em rastî çi çetinaya tên û çi dikare alî me bike, wekî zû hînî guhastinên teze bin. Emê usa jî şêwir kin, ku xûşk-bira ça dikarin alîkariyê û dil bidine wan, yên ku rastî guhastina tên, û usa jî emê pêbihesin ku kîjan prînsîp dikarin alî me hemûşka bikin, ku hînî guhastina bin.

^ abz. 4 Usa jî gelek birên cabdar ji bo emirê xweyî mezin, cabdariyên xwe didin birên cahil. Binihêrin evan gotara “Mesîhiyên Emirda Mezin Yehowa Aminiya We Qîmet Dike”, “Birca Qerewiliyêda” ya meha Îlonê 2018, û “Wedê Guhastina Dilrihetiyê Xwey kin”, “Birca Qerewiliyê” ya meha Cotmehê, sala 2018.

^ abz. 12 Rûspiyên wê civatê, kîjanêda ew xizmetkarên hertim xizmet dikirin, gerekê çiqas dikarin zû bişînin nema înformasiya derheqa wan, seva ku civata tezeda kifşkirina wan, mesele ça rûspî, pêşeng, yan jî berdestiyê civatê, dereng destpênebe.

^ abz. 13 Binihêrin jûrnala “Hişyar Bin!” № 3, ya sala 2018, rêza gotara “Alîkarî bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine”.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêr ku welatê xerîbda gerekê xizmetiya xweye mîsyonêrtî bihêlin, bi hêsira ji civatê xatrê xwe dixwazin.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ew jin-mêr vedigerin welatê xwe, û Yehowara timê dua dikin, seva alî wan bike sebir kin û hînî guhastina bin.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Pê alîkariya Yehowa, ew jin-mêr dîsa dibine xizmetkarên hertim. Ewana ser zimanê ku xizmetiya xweye mîsyonêrtîda hîn bûne, êmîgrantara mizgîniyê gilî dikin, têrîtoriya civata xweye tezeda.