Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31

“Em Nawestin”!

“Em Nawestin”!

“Ji ber vê yekê em nawestin” (2 KORN. 4:16, ÎM).

KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Mesîhî gerekê çi bikin, seva lecmeydana ruhanîda bigihîjine fînîşê?

EM Mesîhî lecmeydanêda direvin, seva jîyînê bistînin. Firqî tune me teze rev destpêkiriye, yan jî îda bi sala direvin, em gerekê nesekinin, heta fînîşê. Şîreta Pawlosê şandî, kîjan ku ewî Mesîhiyên Fîlîpîra nivîsî, wê me bişidîne û alî me bike, seva heta xilaziyê birevin. Qirna yekêda, hinek xûşk-birên ji civata pêşine Fîlîpî, kîjanara Pawlos neme nivîsî, îda gelek sal Yehowara xizmet dikirin. Ewana îda rind direviyan, dêmek ewana îda bi aminî Yehowara xizmet dikirin, lê Pawlos anî bîra wan, wekî ewana gerekê berdewam kin bi teyax lecmeydanêda birevin. Ewî dixwest wekî ewana çev bidine wî, ku bicedînin bigihîjine merema xwe (Fîlî. 3:14).

2. Çira şîreta Pawlos ku ewî da Fîlîpya, wededa bû?

2 Şîreta Pawlos Fîlîpiyara wededa bû. Ew civat hema destpêkêda hate zêrandinê. Ew yek destpêbû, çaxê ruhê pîroz rêberî kir, wekî Pawlos here Mekedonyayê. Nêzîkî sala 50 D.M., Pawlos û Sîlas hatine Fîlîpyayê, şeherê Mekedonyayê (Kar. Şand. 16:9). Wana wêderê jinikek bi navê Lîdya dîtin. “Xudan dilê wê vekir ku guh bide” mizgîniyê (Kar. Şand. 16:14). Ew zûtirekê tevî neferên xwe hate nixumandinê. Lê yeke Mîrê-cina destpêkir çetinaya pêşda bîne. Mêrên wî şeherî, Pawlos û Sîlas girtin û kaşî cem serwêrên bajêr kirin û buxdan avîtine wan, ku yançi ewana cimetê tevhev dikin. Pawlos û Sîlas kutan, kirine kelê, lê paşê, hîvî ji wan kirin, wekî ji şeher derên (Kar. Şand. 16:16-40). Lê gelo Pawlos û Sîlas westiyan û xizmetiya xwe dane sekinandin? Tu car na! Lê xûşk-birên teze Fîlîpyayêda çi kirin? Ewana jî qewî man û sebir kirin! Bêşik ewana gelek şidiyan pê mesela Pawlos û Sîlas.

3. Pawlos çi fem dikir, û kîjan pirsa emê şêwir kin?

3 Pawlos safî kir, wekî tu car nesekine (2 Korn. 4:16). Ewî zanibû, wekî seva ku lecmeydanêda heta xilaziyê bireve, ew gerekê hiş-aqilê xwe bide ser nêt-merema xwe. Em ji mesela Pawlos çi hîn dibin? Kîjan meselên merivên îroyîn hene, ku didine kifşê, wekî çawa em dikarin nava çetinayada sebir kin? Û çawa hêviya meye ser axiriyê, dikare qewatê bide me, wekî newestin û nekevin?

ÇAWA MESELA PAWLOS DIKARE ALÎ ME BIKE

4. Pawlos ça nava cûre-cûre derecada jî, xizmetiyêda xîret ma?

4 Dîna xwe bidinê, Pawlos çi halîda bû û çi dikir, gava ewî Fîlîpiyara neme dinivîsî. Ew Romêda girtiyê malda bû. Ew nikaribû derketa xizmetiyê. Lê yeke ewî wan merivara şedetî dida, yên ku teseliya wî dikirin, û usa jî ewî civatên dûrra neme dinivîsîn. Îro jî gelek Mesîhiyên ku nikarin ji mal derên, aliyê xweda her mecala didine xebatê, seva mizgîniyê gilî kin wan merivara, yên ku têne mala wan. Ewana usa jî nemên dildayînê dinivîsin wan merivara, kîjana em nikarin bivînin.

5. Li gora Fîlîpî 3:12-14, çi alî Pawlos kir, wekî ewî hiş-aqilê xwe da ser nêt-meremê xwe?

5 Pawlos nehîşt tu tişt hiş-aqilê wî birevîne, ne şaşî ne jî kirên wîyî berê. Ewî got “ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim”, wekî “xwe bavêjime yêd pêşiya xwe”, dêmek seva reva xweda bigihîje xilaziyê. (Bixûne Fîlîpî 3:12-14.) Lê kîjan tişt dikaribûn hiş-aqilê Pawlos birevandana? Ya pêşin, ew pêşiya ku bibûya Mesîhî, nava Cihûyada navdar û pêşdaçûyî bû. Lê yeke ewî ew tişt çawa “gemar” hesab kir (Fîlî. 3:3-8). Ya duda, berê ewî Mesîhî dizêrandin, lê bona vê yekê ewî xwe her gav sûcdar nedikir, ji bo çi jî dikaribû xizmetiya xwe Yehowara bida sekinandinê. Û ya sisiya, ew nedifikirî, wekî ewî bona Yehowa êpêce tiştên baş kiriye û îda nelazim e zêde bike. Pawlos girtî bû jî, hate kutanê jî, wî dane ber kevira jî, çend cara gemiyên ku ew têda bû hûrdexweşî bûn, ewî usa jî kêmasiya xwarinê û kinca jî dît, lê yeke ewî xizmetiyêda gelek tişt kir û xîret ma (2 Korn. 11:23-27). Pawlos çi şixul jî kir û çi tengasî jî dît, yeke ewî zanibû ku gerekê xizmetiya xwe nede sekinandinê. Lazim e em jî çev bidine wî.

6. Kîjan hine “tiştêd pişt xweva hiştî”, em gerekê bîr kin?

6 Çawa em dikarin çev bidine Pawlos, û “tiştêd pişt xweva hiştî” bîr kin? Ji me hinek dibeke bona şaşiyên xweye berê, xwe sûcdar dikin. Hergê usa ne, wê kêrhatî be wekî derheqa qurbana Mesîh xwera lêkolînê bikin. Hergê em derheqa vê yekê lêkolîna bikin, bifikirin û dua bikin, emê dilrihet bin û xwe neçerçirînin bona şaşiyên xweye berê. Emê îda bona wan tişta, yên ku Yehowa baxşandiye me, xwe sûcdar nekin. Dîna xwe bidinê, em dîsa çi dikarin ji Pawlos hîn bin. Hineka ji me dibeke bona şixulê Padşatiyê xebata baş hîştine, bi kîjanî em dikaribûn dewletî bûna. Hergê usa ne, gelo em dikarin bîr kin wan tiştên pişt xweva hîştî, ji bo kîjana em dikaribûn dewletî bûna? (Jimar 11:4-6; Waîz 7:10). Nava “tiştêd pişt xweva hiştî” dikarin kirên meyî berê bin, yan jî tengasiyên meyî berê, ber kîjana me teyax kiriye. Belê, çaxê em tînin bîra xwe ku Yehowa ça wedê tengasiya me kerem kiriye û alî me kiriye, ew yek dikare me hê nêzîkî Bavê meyî ezmana ke. Lê em tu car naxwazin xwerazî bin û bifikirin ku me îda êpêce bona Yehowa kiriye (1 Korn. 15:58).

Em gerekê lecmeydana bona jîyînêda nehêlin tu tişt hiş-aqilê me birevîne û ser nêt-merema xwe bimînin (Binihêre abzasa 7)

7. Li gora 1 Korintî 9:24-27, seva lecmeydana bona jîyînêda serkevin, çi ferz e? Meselê bînin.

7 Pawlos gotina Îsa, ku got “bicedînin”, rind fem dikir (Lûqa 13:23, 24). Ewî zanibû wekî ew gerekê mîna Mesîh temamiya emirê xweda bicedîne, dêmek çi destê wî tê, bike. Lema Pawlos emirê Mesîhiya beramberî lecmeydanê kir. (Bixûne 1 Korintî 9:24-27.) Yê lecmeydanêda direve, hiş-aqilê xwe dide ser fînîşê û wedê revê nahêle tu tişt dîna wî birevîne. Mesele, îro hene lecmeydanên usa, der dorên kîjana hene dikan û tiştên mayîn. Ew tişt dikarin hiş-aqilê yên reviya bikişînin. Hûn dikarin bawer kin, ku yê direve, wedê revê wê bisekine û pencerên dikana binihêre? Hemikî na, çimkî ew dixwaze serkeve! Em jî gerekê lecmeydana bona jîyînêda nehêlin tu tişt hiş-aqilê me birevîne. Hergê dîna me ser nêta me be, û em mîna Pawlos xîret bin, emê xelatê bistînin!

EM ÇA DIKARIN ÇETINAYADA JÎ BERDEWAM KIN YEHOWARA XIZMET KIN

8. Emê derheqa kîjan sê çetinaya şêwir kin?

8 Were em niha şêwir kin derheqa sê çetinaya, kîjan ku dikarin me sist kin û dilteng kin. Çetinaya pêşin ew e, çaxê em hîviya tiştekî ne, lê ew yek nayê sêrî, ya duda çaxê sihet-qewatêda qidûm dikevin, û ya sisiya çaxê problêmên me xilaz nabin. Em dikarin karê bistînin ji meselên wan meriva, yên ku rastî wan çetinaya hatine (Fîlî. 3:17).

9. Çaxê em hîviya tiştekî ne, lê nayê sêrî, ew yek ça dikare ser me hukum ke?

9 Çaxê em hîviya tiştekî ne, lê ew yek hê nayê sêrî. Tebiyetî ye ku em dixwazin, wekî keremên ku Yehowa soz daye, zû bêne sêrî. Çaxê pêxember Hebaqûq ji Yehowa pirsî, wekî wê kengê Cihûdayêda xirabî bê hildanê, Yehowa jêra got, ku bi sebir hîviyê be (Hebq. 2:3). Çaxê em hîviya tiştekî ne û ew yek derengî dikeve, em dikarin xîreta xwe unda kin û hela hê jî dilşkestî bin (Metlk. 13:12). Ew yek qewimî tevî birên ku dijîtin destpêka qirna 20. Hingê gelek Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî hîviyê bûn, wekî sala 1914, xelata xweye ezmanî bistînin. Çaxê ew yek neqewimî, ça ew Mesîhiyên amin xwe dane kifşê?

Royal û Pîarl Spatz sala 1914-da hîviya çi bûn, ew yek nehate sêrî, lê wana berdewam dikir bi aminî gelek sala Yehowara xizmet kin (Binihêre abzasa 10)

10. Jin-mêrekî ça xwe dane kifşê, çaxê ewana hîviya çi bûn, nehate sêrî?

10 Dîna xwe bidine mesela du Mesîhiyên amin, yên ku rastî vê çetinayê hatine. Royal Spatz bira sala 1908 hate nixumandinê, çaxê 20 salî bû. Ew bawer bû, wekî wê zûtirekê xelata xweye ezmanî bistîne. Sala 1911 ewî xwest bizewice, û dergîstiya xwe Pîarlra, got: “Tu zanî wekî sala 1914 çi gerekê biqewime. Lema hergê em dixwazin hev bistînin, hê baş e em lez kevin!”. Lê çaxê sala 1914 hat, wana xelata xweye ezmanî nestandin. Gelo ew jin-mêrê Mesîhî, reva xweye bona jîyînê, dane sekinandin? Na, çimkî hiş-aqilê wan ser vê yekê bû, ku qirara Xwedê bînin sêrî, ne ku xelata xwe bistînin. Wana dilê xweda safî kiribû, ku lecmeydanêda sist nebin û heta xilaziyê birevin. Û bi rastî Royal û Pîarlê xîreta xwe unda nekirin û gelek sala heta xilaziya emirê xweyî ser erdê, amin man. Bêşik, em hîviyê ne ku navê Yehowa bê pîrozkirinê, û bê îzbatkirinê wekî serwêrtiya wî ya here baş e, usa jî wekî hemû sozên wî bêne sêrî. Dudilî nebin, wekî ew hemû tişt wê biqewimin wî wedeyî, kîjan ku Yehowa îda kifş kiriye. Lê heta hingê, em gerekê şixulê Xwedêda xîret bin, û tu car nehêlin, wekî em dilteng bin yan jî sist bin bona vê yekê, ku em hîviya çi bûne nehatiye sêrî.

Hela hê kalbûnêda jî, Artûr Sêkord xizmetiyêda xîreta xwe unda nedikir (Binihêre abzasa 11)

11-12. Çira em dikarin berdewam kin Yehowara bi aminî xizmet kin, hergê jî em îda usa qewat nînin ça berê bûn? Meselê bînin.

11 Çaxê sihet-qewatêda qidûm dikevin. Yên revîra qewata mezin lazim e, seva lecmeydanêda birevin, lê seva hûn ruhanîda berdewam kin pêşda herin, wera nelazim e qewata fîzîkîye qayîm. Bi rastî gelek xûşk-birên ku sihet-qewatêda sist in, berdewam dikin aliyê xweda her tiştî bikin, seva ruhanîda pêşda herin (2 Korn. 4:16). Mesele, Artûr Sêkord * bira, kîjanî 55 sala Beytelêda xizmet dikir, îda 88 salî bû û qidûm ketibû. Carekê, berdestiya hekîm ber cî-nivînê wî sekinîbû, seva tiştekîda alî wî bike. Ewê ser wî nihêrî û bi dil jêra got: “Sêkord bira, te bona Yehowa gelek tişt kiriye”. Lê Artûr bona emirê xweyî berê nedifikirî. Ewî çevê wê nihêrî, û bi beşera xweş caba wê da: “Erê, ew yek rast e. Lê ferz nîne me çiqas tişt kiriye, ferz ew e ku heta xilaziyê amin bimînin”.

12 Dibeke hûn gelek sala Yehowara xizmet dikin û niha ji bo sihet-qewata xirab, hûn îda nikarin haqas xizmet kin, çiqas we berê dikir. Hergê usa ne, berxwe nekevin. Dudilî nebin, wekî Yehowa xizmetiya weye berê bîr nake û qîmet dike (Îbrn. 6:10). Û bîr nekin, wekî em aminî û hizkirina xwe hindava Yehowa îzbat dikin ne pê vê yekê, ku bona şixulê wî em çiqas dikin. Hizkirina me hindava Yehowa bi rastî hingê tê kifşê, çaxê nihêrandina me baş e û çaxê em çiqas dikarin jêra xizmet dikin (Kols. 3:23). Yehowa me fem dike û ew haqas ji me dewa nake, çiqas em nikarin (Marq. 12:43, 44).

Anatolî û Lîdiya Mêlnîk nava tengasiyên giranda teyax kirin û amin man (Binihêre abzasa 13)

13. Serhatiya Anatolî û Lîdiyayê ça alî me dike, wekî wedê gelek tengasiya jî amin bimînin û xizmetiya xwe berdewam kin?

13 Çaxê problêmên me xilaz nabin. Hine xizmetkarên Yehowa nava gelek salada rastî cêribandina û peyketina dihatin. Mesele, Anatolî Mêlnîk *, 12 salî bû çaxê bavê wî kirine kelê û aksor kirin şandine Sîbîryayê, ku 7 000 kîlomêtirî zêdetir ji malbeta wane Moldovayêda, dûr bû. Salek şûnda, Anatolî, diya wî, kalik û pîrika wî, aksor kirin şandine Sîbîryayê. Hine wede derbaz bû, ewana dikaribûn biçûna gundekî, ser civatê, lê niga 30 kîlomêtirî berfêda û sur-sermêda diçûn. Paşê Anatolî bira sê sala kirine kelê, û ew ji jina xwe Lîdiyayê û qîzika xweye yeksalî gelek dûr bû. Rast e Anatolî û malbeta wî nava gelek salada tengasiyada bûn, yeke wana berdewam dikir bi aminî Yehowara xizmet kin. Niha 82 saliya xweda, Anatolî Komîtêya Fîlîala Asyaya Navendda xizmet dike. Were em jî mîna Anatolî û Lîdiyayê, berdewam kin çiqas dikarin şixulê Yehowada xîret bin û amin bimînin çawa berê (Galt. 6:9).

HIŞ-AQILÊ XWE BIDINE SER HÊVIYA AXIRIYÊ

14. Pawlos çi fem dikir derheqa gihîştina nêta xwe?

14 Pawlos dudilî nebû, wekî ew wê lecmeydanêda heta xilaziyê bireve û bigihîje merema xwe. Ew Mesîhiyê bi ruhê pîroz bijartî bû, û hîviyê bû ku “lecxelata jorçûyînê, awa gotî gaziya Xwedê”, bistîne. Lê seva bigihîje vê meremê, ewî fem dikir, wekî gerekê bicedîne (Fîlî. 3:14). Pawlos Fîlîpiyara meseleke baş got, seva alî wan bike, wekî ewana hiş-aqilê xwe bidine ser nêta xwe.

15. Ça Pawlos pê mesela derheqa bajarvantiyê, dil da Mesîhiyên Fîlîpî, ku berdewam kin pey merema xwe kevin?

15 Pawlos anî bîra Fîlîpya, ku ewana bajarvanên ezmana ne (Fîlî. 3:20). Çira wana gerekê ew yek bîr nekirana? Wan rojada, bajarvantiya Romê gelek qîmet dikirin, çimkî gelek tiştada kara vê yekê hebû. * Lê Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî, bajarvanên cîkî hê baş bûn. Bajarvantiya Romê ber bajarvantiya ezmanî bêqîmet bû! Lema jî Pawlos Fîlîpya hêlan kir ku “çawa layîqî Mizgîniya Mesîh  e, . . . xwe usa xwey kin”. Vê rêzêda gilî xwe “xwey kin” tê hesabê, rabûn-rûniştina xwe usa xwey kin ça bajarvan (Fîlî. 1:27). Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî, îro meseleke baş dihêlin vê yekêda, ku her tiştî dikin wekî bigihîjine nêta xwe, dêmek jîyîna heta-hetayê ser ezmana qazanc kin.

16. Firqî tune hêviya me jîyîna ser erdê ye yan ser ezmana ye, li gora Fîlîpî 4:6, 7 em gerekê berdewam kin çi bikin?

16 Firqî tune hêviya me jîyîna heta-hetayê ser ezmana ye yan ser erdê ye, em gerekê berdewam kin bicedînin, seva bigihîjine nêt-merema xwe. Firqî tune em çi derecada nin, em gerekê her tiştên pey xwe hîştî bîr kin, û nehêlin tu tişt xizmetiya me Yehowara bide sekinandinê (Fîlî. 3:16). Dibeke mera bê kifşê, ku em hîviya çi ne, derengî dikeve, yan jî em sihet-qewatêda qidûm dikevin. Diqewime berê em gelek sala rastî tengasiyên giran û zêrandina hatine. Lê çi jî hebe, “bona tu tiştî xem nekin”. Dewsê, xwestina xwe bi dua-dirozga Xwedêra eyan kin, û Xwedê wê edilaya usa bide we, ku hûn ne jî dikarin bidine ber çevê xwe. (Bixûne Fîlîpî 4:6, 7.)

17. Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

17 Were em jî mîna yê ku direve, her tiştî bikin seva hiş-aqilê xwe bi temamî bidine ser nêta xwe, ku heta xilaziyê birevin û bigihîjne fînîşê. Çiqas dereca me û qewata me dihêle, em gerekê her tiştî bikin, û pêşda herin berbi tiştên baş, ku pêşiya me ne. Lê ça em dikarin bicedînin, seva ji rê dernekevin û qewî bimînin? Gotara dinda emê şêwir kin, ku em jîyîna xweda gerekê çi daynin ciyê pêşin, û “kîjan here qenc e, . . . wê bibijêrin” (Fîlî. 1:9, 10).

KILAMA 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

^ abz. 5 Firqî tune em çiqas wext Yehowara xizmet dikin, em dixwazin berdewam kin ruhanîda gihîştî bin û bibine Mesîhiyên hê baş. Pawlosê şandî xûşk-birara got, wekî vê yekêda tu car newestin! Nema wîye Fîlîpiyara, hêlanê dide me, ku reva bona jîyînêda newestin û bigihîjine fînîşê. Ew gotar wê mera nîşan ke, ku çawa giliyên Pawlos emirê xweda bidine xebatê.

^ abz. 11 Serhatiya Sêkord bira bi navê “Şixulê Min, ku Pêşda Bivim Hebandina Rast”, binihêrin “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Hezîranê, sala 1965.

^ abz. 13 Binihêrin serhatiya Mêlnîk bira bi navê “Zarotiya Xweda Tême Hînkirinê, ku Xwedê Hiz Bikim”, jûrnala “Hişyar Bin!”, ya 22 Cotmehê, sala 2004.

^ abz. 15 Mesîhiyên ku Fîlîpyayêda dijîtin, îzinên bajarvantiya Romê didane xebatê, çimkî Fîlîpya kolonya Romê bû. Lema jî mesela Pawlos xûşk-birên Fîlîpîra wê nas bûya.