Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yûhennayê Nixumdar: Mesela ku Alî Me Dike Şabûna Xwe Xwey kin

Yûhennayê Nixumdar: Mesela ku Alî Me Dike Şabûna Xwe Xwey kin

DIBEKE niha hûn bîra şixulê xweyî hizkirî dikin, kîjan we berê civatêda dikir. Diqewime ew şixulê we, niha kesekî din dike. Yan dibeke kifşkirina we usa bû, ku niha hûn nikarin bikin. Yan jî hûn nikarin haqas bikin, çiqas we berê dikir, çimkî hûn îda emirda mezin in, yan sihet-qewata we sist e, yan çetinaya we aliyê pereda heye, yan jî malbetêda cabdariyên we hene. Yan jî diqewime hûn gelek wext kifşkirinekêda bûn, lê ji bo guhastinên teşkîletêda, hûn îda vê kifşkirinêda nînin. Firqî tune menî çi ye ku cabdariya we hate guhastinê, diqewime hûn texmîn dikin, ku niha îda nikarin xizmetiyêda haqasî bikin, çiqas hûn dixwazin. Derecên usada, femdarî ye cara hûnê berxwe kevin û dilteng bin. Hingê ça hûn dikarin nehêlin, wekî êmosiyên xirab, dêmek, diltengî, dilşkestîbûn yan jî hêrs, dirêj bikişînin? Û ça hûn dikarin şabûna xwe unda nekin?

Em dikarin ji mesela Yûhennayê Nixumdar hîn bin, ku çawa şabûna xwe xwey kin. Yûhenna şixulên usa mezin dikir, ku qedirekî gelek mezin bû bona wî, lê ewî nizanibû, ku emirê wîda wê çi biqewime. Ewî ne jî dikaribû bida ber çevê xwe, ku ew çiqas wext xizmet ke, ji wî zêdetir wê kelêda rûnê. Lê yeke Yûhenna dîsa jî heta xilaziya emirê xwe şabûna xwe unda nekir. Vê yekêda çi alî wî kir? Ça em dikarin hingê jî şabûna xwe unda nekin, çaxê ji bo guhastina berxwe dikevin?

ŞIXUL, KU YÛHENNARA ŞABÛNEKE MEZIN DIANÎ

Baharê sala 29 D.M., Yûhenna destpêkir şixulê ku Yehowa dabû wî, bike. Ewî bona hatina Mesîh cimet hazir dikir, û wanra digot: “Ji gunekirinê vegerin, çimkî Padşatiya Ezmana nêzîk bûye” (Met. 3:2; Lûqa 1:12-17). Gelek meriva guh dane wî. Elaleta mezin ji ciyê dûr hatibû, seva elametiya wî bibihên. Ji wana geleka gunên xwe tobe kirin û hatine nixumandinê. Yûhenna usa jî bi mêrxasî serwêrên dînê cihûyara elam kir, ku hergê ewana neyêne guhastinê, wê bêne dîwankirinê (Met. 3:5-12). Yûhenna çaxê payîzê sala 29 D.M., Îsa nixumand, ewî fem kir, wekî xizmetiya wî îda berbi xilaziyê diçe. Paşî vê yekê, ewî îda meriv dişandine bal Îsa seva pey wî herin, dêmek pey Mesîhê sozdayî (Yûhn. 1:32-37).

Derheqa şixulê Yûhenna, Îsa got: “Ji nava ewêd ku ji kulfeta dinê ketine, tu kes ji Yûhennayê nixumdar mestir nebûye” (Met. 11:11). Yûhenna bêşik şa dibû wan keremara, ku ewî standibû. Mîna Yûhenna, îro gelek ji me ji Xwedê kerema distînin. Dîna xwe bidine mesela birakî bi navê Têrî. Ew û jina wî Sandra 50 sala zêdetir xizmetkarên hertim in. Têrî dibêje: “Bona min qedirekî gelek mezin e, ku min xizmet kiriye ça pêşeng, Beytelêda, pêşengê mexsûs, berpirsiyarê mihalê, berpirsiyarê nehiyê, û niha dîsa pêşengê mexsûs im”. Belê, em şa dibin çaxê cûre-cûre kifşkirina distînin, lê emê ji mesela Yûhenna pêbihesin, ku şabûna me kifşkirinên meva girêdayî nîne û em dikarin şabûna xwe xwey kin çaxê derecên me têne guhastinê.

BIŞÊKIRÎNIN HER ŞIXULÎ KU YEHOWA DIDE WE

Yûhennayê Nixumdar şabûna xwe unda nedikir, çimkî qîmet dikir her şixul ku Xwedê dida wî. Were meselekê şêwir kin. Paşî nixumandina Îsa, meriv îda kêm pey Yûhenna diçûn, lê hê zêde pey Îsa diçûn. Şagirtên Yûhenna bona vê yekê berxwe diketin, û jêra gotin: “Va ew xwexa dinixumîne û hemû diçine cem wî” (Yûhn. 3:26). Yûhenna caba wan usa da: “Bûk bona kê be zeva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zevê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tijî bû” (Yûhn. 3:29). Yûhenna tu car xwe beramberî Îsa nedikir, ne jî difikirî wekî şixulê Îsa hê ferz e, lê şixulê wî pûç û bêqîmet e. Lema jî, Yûhenna şabûna xwe unda nedikir, ewî dişêkirand rola xwe ça “destebirakê zevê”.

Evê nihêrandina Yûhenna alî wî dikir, lema ew her gav razî bû û şabûna xwe unda nedikir, hingê jî çaxê şixulê ku jêra hatibû dayînê nehêsa bû. Mesele, Yûhenna ji bûyîna xwe Nezîr bû, û lema jêra îzin tune bû şeravê vexwe (Lûqa 1:15). Îsa derheqa jîyîna wî got, ku “Yûhenna hat, ne dixwar, ne vedixwar”. Lê Îsa û şagirtên wî Nezîr nîbûn, lema ewana usa dijîtin ça hemû meriv (Met. 11:18, 19). Usa jî, Yûhenna û şagirtên ku pêşiyê pey wî diçûn, tu keremet nedikirin, lê qewata şagirtên Îsa hebû, ku keremeta bikin (Met. 10:1; Yûhn. 10:41). Yûhenna dewsa ku biketa heyra xwe û tenê bifikiriya ku ça şagirtên wî û şagirtên Îsa ji hev cude dibin, ewî şixulê ku Yehowa dabû wî, bi xîret dianî sêrî.

Hergê em jî kifşkirina xwe qîmet dikin, em dikarin şabûna xwe xwey kin. Têrî, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Min hiş-aqilê xwe dida ser her kifşkirinên xwe”. Ew bira tîne bîra xwe xizmetiya xweye hertim, û dibêje: “Ez qe tu car poşman nabim ku min emirê xwe ça derbaz kiriye. Tenê gelek bîranînên hewas û xweş mane”.

Em dikarin xizmetiya xweda şabûna xwe hê zêde kin, hergê bifikirin ku her şixul yan jî cabdarî bi rastî çira qîmet e. Her şixul ku em dikin qedirekî mezin e, çimkî em dibine “hevalparên Xwedê yên xebatê” (1 Korn. 3:9, ÎM). Seva bedewbûna tiştekî qîmet unda nebe, lazim e her gav vê temiz kin û bibiriqînin. Mîna vê yekê, seva ku em şabûna xwe unda nekin, lazim e em her gav bifikirin derheqa wî qedirê mezin, ku em dikarin Xwedêra xizmet kin. Hergê em timê usa bikin, emê şixulê xwe beramberî şixulê tu kesî nekin, hela kê çiqasî dike. Emê usa jî nefikirin ku şixulê Xwedê kîjan ku em dikin, kêm qîmet e, lê şixulê ku yên din dikin, hê zêde qîmet e (Galt. 6:4).

HIŞ-AQILÊ XWE BIDINE SER ŞIXULÊN RUHANÎ

Diqewime Yûhenna zanibû, wekî xizmetiya wî wê gelek wext nekişîne, lê ew dibeke ne jî difikirî, wekî wê nişkêva ça bê sekinandin (Yûhn. 3:30). Sala 30 D.M., dêmek weke şeş meh paşî vê yekê, çaxê Yûhenna Îsa nixumand, Hêrodes Padşa Yûhenna kire kelê. Lê yeke Yûhenna dîsa çiqas dikaribû şedetî dida (Marq. 6:17-20). Lê nava wan guhastinada çi alî wî kir, ku ewî şabûna xwe unda nekir? Hiş-aqilê wî ser tiştên ruhanî bû.

Çaxê Yûhenna kelêda bû, ew derheqa pêşdaçûyîna xizmetiya Îsa pêhesiya (Met. 11:2; Lûqa 7:18). Yûhenna dudilî nîbû, wekî Îsa Mesîh e, lê dibeke ew difikirî, wekî gelo Îsa wê hemû pêxembertiyên derheqa Mesîh bîne sêrî, kîjan ku Nivîsarada hebûn. Yûhenna zanibû wekî li gora pêxembertiya, Mesîh wê bibe padşa, lema diqewime ew difikirî, gelo Îsa wê zûtirekê padşatiyê destpêke yan na? Yan jî dibeke ew difikirî, ku Îsa wê wî ji kelê derxe? Ewî gelek dixwest zelal her tiştî bizanibe, lema jî ewî du şagirtên xwe şande bal Îsa, seva ji wî bipirsin: “Tu ew î, yê ku gerekê bihata, yan em hîviya yekî din bin?” (Lûqa 7:19). Çaxê şagirt vegeriyan bal Yûhenna, bêşik ewî rind guh da wan, gava wana gilî kir, ku Îsa çi keremeta dike, û got ku van giliya bêjine Yûhenna: “Kor dibînin, seqet digerin, kotî paqij dibin, ker dibihên, mirî radibin û feqîrara jî Mizgînî tê dayînê” (Lûqa 7:20-22).

Em bawer in ku Yûhenna pê vê yekê gelek şidiya. Ewî fem kir ku ser Îsa hemû pêxembertiyên derheqa Mesîh têne sêrî. Rast e hatina Îsa wî ji kelê aza nekir, lê Yûhenna zanibû wekî xizmetiya wî tu car badîhewa nîbû. Nava cûre-cûre derecada, meniya wîye şabûnê hebû.

Hergê em hiş-aqilê xwe bidine ser elametiyên derheqa şixulên meyî hemdinyayê, emê şabûna xwe xwey kin

Mîna Yûhenna, hergê hiş-aqilê me jî ser tiştên ruhanî be, emê bikaribin bi şabûnê û bi sebir ber her çetinaya û guhastina teyax kin (Kols. 1:9-11). Em vê yekê dikarin bikin, hergê Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin, çimkî ew yek wê timê bîne bîra me, wekî her şixulê me ku em bona Xwedê dikin, tu car badîhewa nîne (1 Korn. 15:58). Sandra dibêje: “Ez her roj ji Kitêba Pîroz serîkî dixûnim, û ew yek alî min dike, ku ez hê nêzîkî Yehowa bim û hiş-aqilê xwe bidime ser Yehowa, ne ku ser xwe”. Em usa jî dikarin hiş-aqilê xwe bidine ser elametiyên derheqa şixulên me. Ew elametî alî me dikin, wekî em bifikirin ser şixulên ku xûşk-bira seva Yehowa dikin, ne ku bikevine heyra xwe. Sandra dibêje: “Bernamên hermehî ji Brodkastîngê alî me dikin, ku xwe nêzîkî teşkîleta Yehowa texmîn kin, û kifşkirina xweda şabûna xwe unda nekin”.

Yûhennayê Nixumdar wedê xizmetiya xweye kin, “bi ruh û qewata Êlyas” xizmet dikir, û ew jî mîna Êlyas “xût merivekî mîna me bû” (Lûqa 1:17; Aqûb 5:17). Hergê em çev bidine mesela Yûhenna, ku razî bin bona her şixulê kîjan em dikin û hiş-aqilê xwe bidine ser tiştên ruhanî, emirê meda çi jî biqewime, emê jî xizmetiya xweda şabûna xwe xwey kin.