Çaxê Hevalzewacê Te Pornografiyayê Dinihêre
-
“Min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî mêrê min berdewam dikir bênamûsiyê bike”.
-
“Min xwe bêkêr û bêqîmet hesab dikir”.
-
“Min tevî tu kesî nikaribû derheqa vê yekê xeber da. Kes tune bû, ku êşa dilê min sivik ke”.
-
“Min digot dibeke Yehowa derdê min navîne”.
Ev gilî nîşan dikin, ku gava mêr pornografiyayê dinihêre, jina wî gelek êşê dikişîne. Û hergê ewî bi meha yan bi sala dizîkava evê yekê dikir, dibeke jina wî bifikire ku îda nikare îtbariya xwe wî bîne. Kulfetekê got: “Ez difikirîm wekî ez ça lazim e mêrê xwe nas nakim? Gelo ew tiştên din jî ji min vedişêre?”
Ev gotar bona wan kulfeta hatiye hazirkirinê, mêrên kîjana pornografiyayê dinihêrin. a Prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku vê gotarêda hatine dayînê, nîşan dikin wekî Yehowa kulfeta gelekî qîmet dike. Ew dixwaze ber dilê wanda bê, û ji aliyê êmosiyalî û ruhanîda alî wan bike. b
JIN DIKARIN ÇI BIKIN?
Tu nikarî her tiştê ku mêrê te dike, kontrol kî. Lê seva ku êşa dilê te sivik be û edilayî bikeve dilê te, tu dikarî tiştekî bikî.
Xwe neheq neke. Gava mêr pornografiyayê dinihêre, dibeke jin bifikire ku tiştekîda neheq e. Danyêla c difikirî wekî pê hêrsa xwe ewê halê zewaca xwe diha xirab dikir, çimkî gava mêrê wê pornografiyayê dinihêrî, ew gelek hêrs diket. Lê Alîs difikirî wekî ew ber çevê mêrê xwe ne haqas bedew e. Ewê pirs dida xwe: “Gelo mêrê min çira dewsa ku dîna xwe bide min, jinên din dinihêre?”
Hergê dereca te jî usa ne, bîr neke wekî Yehowa te ji bo kirên mêrê te, neheq nake. Aqûb 1:14-da tê gotinê: “Her kes dibe maşoqê dilhavijiyên xwe, dixape û tê cêribandinê” (Romayî 14:12; Fîlîpî 2:12). Yehowa te sûcdar nake, Ew aminiya te qîmet dike (2 Dîrok 16:9).
Usa jî gava mêr pornografiyayêva mijûl dibe, ev yek nayê hesabê wekî jina wî bedew
nîne. Li gora lêkolîna zandara, pornografiya hişê mêrada fantazya û hestên usa pêşda tîne, ku bi rastî tu jin nikare ev hestên wan razî ke.Bi zêdeyî xemgîn nebe. Katrînayê got, wekî xêncî dereca mêrê xwe, ku ewî pornografiyayê dinihêrî, ew derheqa tu tiştî nikaribû bifikiriya. Kulfeteke din jî bi navê Fransîs got: “Gava min nizanibû ku mêrê min kîderê ye, ez gelek dilteng dibûm, û temamiya rojê ber xwe diketim”. Gelek jin jî dibêjin, ku gava ewana tevî wan xûşk-bira ne, yên ku dibeke haş ji problêma mêrên wan hene, ewana şerm dikin. Hine kulfetên din jî tenêbûnê texmîn dikin, çimkî difikirin wekî tu kes halê wan fem nake.
Hestên usa normal in. Lê hergê tu tenê li ser van tişta bifikirî, xemgîniya te wê diha zêde be. Dewsa vê yekê, xîret bike wekî tu dîna xwe bidî dostiya xwe tevî Yehowa. Hergê tu usa bikî, tuyê qewatê bistînî û bikaribî sebir kî (Zebûr 62:2; Efesî 6:10).
Kitêba Pîroz besa hine serhatiyên wan kulfeta dike, derdên kîjana giran bûn, lê wana bi saya dua edilaya dil stand. Lêkolînkirina serhatiyên wan, dikarin qewat û dilrihetiyê bidin te. Rast e Yehowa carna wana ji derdên wan xilaz nedikir, lê ewî edilaya dil dida wan. Mesele, Hanna li ser halê xwe “bi dilekî şewitî giriya” û nizanibû ku wê halê wê ça be. Lê paşî ku ewê “lavayên xwe li ber Xudan dikirin”, edilayî kete dilê wê (1 Samûyêl 1:10, 12, 18, ÎM; 2 Korintî 1:3, 4).
Ji rûspiyên civatê alîkariyê bixwaze. Wedê çetin, ewana wê bona te bibine sitargeh (Îşaya 32:2). Ewana dikarin tera bêjin, wekî tu kîjan xûşkêra dikarî dilê xwe vekî, ku dilrihetiyê bistînî (Metelok 17:17).
GELO TU DIKARÎ ALÎ MÊRÊ XWE BIKÎ?
Gelo tu dikarî alî mêrê xwe bikî wekî ew terka pornografiyayê bide? Dibeke. Kitêba Pîroz derheqa safîkirina problêmekê yan altkirina dijminekî, dibêje ku “du kes ji kesekî qenctir in” (Waîz 4:9-12, ÎM). Lêkolîn nîşan dikin, ku gava jin-mêr tevayî her tiştî dikin, wekî mêr terka pornografiyayê bide, wî çaxî mêrra diha hêsa ye terka vê yekê bide, û jina wî dîsa dikare baweriya xwe wî bîne.
Hemikî, seva ku mêr terka pornografiyayê bide, ew gerekê xwexa bi dil û can bixwaze wê 2 Korintî 4:7; Aqûb 5:14, 15) Ewî safî kiriye çi bike, wekî xwe ji pornografiyayê dûr bigire? Mesele, gelo ewî bona xebitandina hacetên êlêktronîk xwera hine sînor danîne? Gelo ew xwe ji derecên usa dûr digire, yên ku dikarin jêra bibine telik? (Metelok 27:12) Gelo ew hazir e alîkariya te qebûl ke û hindava teda heq be? Hergê erê, wekî usa ne tu dikarî alî wî bikî.
yekê bike. Gelo ewî ji Yehowa reca kiriye wekî qewatê bide wî, û ji rûspiya alîkarî xwestiye? (Lê çi cûreyî? Were em dîna xwe bidine meselekê. Mêrê Fêlîsyayê, Êtan, ji zarotiyêda ketibû bin hukumê pornografiyayê. Fêlîsyayê wîra gotibû, ku gava xwestina wî pêşda bê, wekî pornografiyayê binihêre, ew hertim dikare derheqa vê yekê jêra xeber de. Êtan dibêje: “Ez bi helalî dilê xwe jina xwera vedikim. Ew bi dilovanî alî min dike, ku ez xwera sînora daynim, û ew her gav ji min dipirse hela ez çawa nim. Usa jî ew alî min dike, wekî ez bona xebitandina întêrnêtê xwera sînora daynim”. Gava xwestina wî pêşda tê wekî pornografiyayê binihêre, hemikî dilê Fêlîsyayê dêşe. Ew Dibêje: “Êş û hêrsa min alî wî nakin, ku ew terka vê yekê bide. Çaxê em derheqa problêma wî kûr xeber didin, ew îda hazir e ku tevî min derheqa êşa dilê min xeber de”.
Xeberdana usa him alî mêr dike, ku terka pornografiyayê bibe, him jî alî jina wî dike, wekî ew dîsa baweriya xwe wî bîne. Hergê mêr hazir be bi helalî dilê xwe jina xwera veke, û bêjê ku ew wedê xwe ser çi û tevî kê derbaz dike, û tu tiştî ji kulfeta xwe veneşêre, wî çaxî jina wî wê bikaribe îtbariya xwe wî bîne.
Tu bawer dikî wekî tu jî dikarî bi vî cûreyî alî mêrê xwe bikî? Hergê erê, hûn dikarin vê gotarê tevayî bixûnin û şêwir kin. Gerekê nêta mêr ew be, wekî terka pornografiyayê bide û îtbariya jina xwe qazanc ke. Dewsa ku mêr ji bo xem û derdên te eciz be, gerekê ew xîret bike wekî hestên te fem bike. Bira nêta te ew be, wekî tu alî mêrê xwe bikî û mecalê bidî wî, wekî ew dîsa îtbariya te qazanc ke. Gerekê hûn tevayî bifikirin hela çi dibe menî, ku xwestina wî pêşda tê wekî pornografiyayê binihêre, û hûn ça dikin vê problêmê safî kin. d
Hergê tu ditirsî wekî wedê xeberdana we dikare şer pêşda bê, hûn dikarin alîkariyê ji rûspîkî usa bixwazin, yê ku we rind nas dike, wekî wedê xeberdana we, ew jî tevî we be. Vê yekê bîr neke: Paşî ku mêrê te terka pornografiyayê Waîz 7:8; 1 Korintî 13:4).
bide, û ku hûn dîsa bikaribin baweriya xwe hevdu bînin, wext lazim e. Sebir bike! Dîna xwe bidê, wekî heleqetiya orta weda çawa qewî dibe. Bawer be, wext şûnda, hergê hûn her du jî sebir kin, zewaca we wê dîsa qewî be (TU DIKARÎ ÇI BIKÎ HERGÊ EW DÎSA VÊ YEKÊ DESTPÊKE?
Hergê mêrê te paşî ku terka pornografiyayê bide, dîsa destpêke vê yekê binihêre, gelo ev yek tê hesabê ku ewê îda tobe neke û çare tune? Na, ev yek ne hertim usa ne. Îlahî hergê ew pornografiyayêva hatiye girêdanê, dibeke ew temamiya emirê xwe gerekê tevî vê yekê şer bike. Paşî gelek sala, dibeke ew dîsa destpêke pornografiyayê binihêre. Hergê ew dîsa bikeve ber bayê vê xwestina xwe, ew gerekê diha zêde fesal be û xwe ji wan dereca dûr bigire, yên ku dikarin vê xwestinê dîsa cem wî pêşda bînin, mesele ew gerekê bona xebitandina hacetên êlêktronîk xwera sînora dayne (Metelok 28:14; Metta 5:29; 1 Korintî 10:12). Gelek ferz e ku mêr “ruh û fikirên xweda nûyejiyîn” be û xirabiyê nefret ke. Mesele, gerekê ew pornografiyayê û hemû kirên xirab nefret bike, mesele mastûrbasiyayê (Efesî 4:23; Zebûr 97:10; Romayî 12:9). Gelo ew hazir e ser xwe bixebite û guhastina bike? Hergê erê, dêmek guman heye ku ewê bikaribe terka vê yekê bide. e
Lê hergê mêrê te naxwaze vê problêmê safî ke, gelo tu dikarî çi bikî? Dereca usada dibeke tuyê dilteng bî, hêrs kevî, yan jî xwe usa texmîn kî, ku nemamî te kirine. Ew her tişt bide destê Yehowa. Hergê tu usa bikî, ew yek dikare alî te bike, wekî tu edilaya dil unda nekî (1 Petrûs 5:7). Bi saya duakirin, lêkolînê û fikirandina kûr, timê nêzîkî Yehowa be. Hingê tuyê bawer bî, wekî Yehowa jî nêzîkî te dibe. Îşaya 57:15-da tê gotinê, ku Xwedê nêzîkî dilşkestiya ye û dixwaze alî wan bike, wekî ewana dîsa şabûnê bistînin. Aliyê xweda her tiştî bike, wekî Xwedê ji te razî be. Ji rûspiya alîkariyê bixwaze. Û gumana xwe unda neke, ku mêrê te wê rojekê bê guhastinê (Romayî 2:4; 2 Petrûs 3:9).
a Rast e vê gotarêda emê derheqa wan mêra xeber din, kê ku pornografiyayê dinihêrin, lê ew prînsîpên ku wê bêne şêwirkirinê, dikarin alî wan mêra jî bikin, jinên kîjana ku pornografiyayê dinihêrin.
b Li gora Kitêba Pîroz, nihêrandina pornografiyayê menî nîne, wekî hevalzewac ji hev biqetin (Metta 19:9).
c Navên vê gotarêda hatine guhastinê.
d Hûn ser jw.org û edebyetên meda dikarin înformasiya kêrhatî bivînin. Mesele, ser jw.org binihêrin gotara bi navê “Pornografiya bona Zewacê Xof e”; usa jî bixûnin gotara bi navê “Hûn Dikarin Cêribandinê Înkar kin!”, Birca Qerewiliyêda, ya meha Nîsanê, sala 2014, rûpêla 10-12; û “Pornografiya Ziyanê Tîne yan na?”, ji Birca Qerewiliyê, ya 1 Tebaxê, sala 2013, rûpêla 3-7.
e Meriv dikare bikeve ber bayê pornografiyayê, lema jî hine jin-mêr safîkirine wekî him ji rûspiya, him jî ji doxdira alîkariyê bixwazin.