Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33

Ji Mesela Daniyêl Pêxember Hîn be

Ji Mesela Daniyêl Pêxember Hîn be

“Tu gelekî hatî hezkirin” (DANIYÊL 9:23, ÎM).

KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me

VÊ GOTARÊDA a

1. Gelo çira serwêrên Babîlonê dîna xwe dane Daniyêl pêxember?

 ÇAXÊ Daniyêl pêxember hê xort bû, Babîloniya ew çawa dîl birine Babîlonê, ku gelek dûrî Orşelîmê bû. Ça kifş e serwêrên Babîloniya dîna xwe dane Daniyêl, çimkî ev yekî berbiçev bû (1 Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbeteke esilzade bû. Lema jî Babîloniya ew hîn kirin, wekî qesirêda xizmet ke (Daniyêl 1:3, 4, 6, ÎM).

2. Yehowa derheqa Daniyêl çawa difikirî? (Hezeqêl 14:14)

2 Yehowa Daniyêl hez dikir ne ji bo bejn-bala wî yan jî nav-dengê wî, lê çimkî ewî xwe li rastiyê digirt û ber çevê Xwedê tiştên rast dikir. Mesele, çaxê Yehowa got ku Daniyêl mîna Nuh û Îbo pêxember yekî amin e, hingê Daniyêl dibeke weke 20 salî bû. Îbo û Nuh bi deha sala ber Xwedê navekî baş qazanc kiribûn (Destpêbûn 5:32; 6:9, 10; Îbo 42:16, 17; bixûne Hezeqêl 14:14). Temamiya emirê xwe, Daniyêl pêxember Yehowa hez dikir (Daniyêl 10:11, 19).

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda, emê derheqa du hunurên Daniyêl lêkolîn kin, bi saya kîjana ew ber çevê Xwedê yekî qîmet bû. Berî pêşin, emê van hunura yek bi yek şirovekin û bivînin, ku ewî ev hunur kengê û çawa dida kifşê. Paşê emê bivînin ku çi alî Daniyêl dikir, wekî ew van hunura pêşda bîne. Usa jî emê pêbihesin, ku em ça dikarin çev bidine wî. Rast e ev gotar bona cahila hatiye nivîsarê, lê her kes ji me dikare ji mesela Daniyêl pêxember hîn be.

ÇEV BIDE MÊRXASIYA DANIYÊL

4. Daniyêl çawa mêrxasî da kifşê? Meselekê bîne.

4 Rast e cara dibeke tirs bikeve dilê merivên mêrxas jî, lê ewana îzinê nadin wekî ev tirs riya wan bigire, wekî safîkirinên rast bikin. Daniyêl xortekî gelek mêrxas bû. Were em du dereca şêwir kin, çaxê ewî mêrxasî da kifşê. Dereca pêşin qewimî weke du sal şûnda, gava Babîloniya Orşelîm wêran kirin. Padşê Babîlonê, Nebûkedneser xewn-xeyaleke tirs dît, derheqa heykelekî mezin. Ewî qirar kir, ku hergê nevêjin wekî ewî çi xewn dîtiye û şirovenekin, ewê qesirêda hemû mêrên bîlan bikuje, Daniyêl jî nava wanda bû (Daniyêl 2:3-5). Daniyêl gerekê lez keta û zû-zû tiştek bikira, çimkî çawa emirê wî usa jî emirê gelek merivên din, bin xofêda bû. Ew “ket hundur û ji padşa wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Daniyêl 2:16, ÎM). Bona vê yekê mêrxasî û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Daniyêl pêşiya vê yekê îda xewn şirovekiribû. Ewî ji hevalên xwe Şedrak, Meşak û Abednego reca kir ku ewana “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmana alîkariyê bixwazin” (Daniyêl 2:18, ÎM). Yehowa caba duayên wan da. Bi alîkariya Xwedê, Daniyêl xewna Nebûkedneser şirovekir. Ew û hevalên wî ji mirinê xilaz bûn.

5. Mêrxasiya Daniyêl dîsa ça hate cêribandinê?

5 Hine wext şûnda, çaxê Daniyêl xewna derheqa heykelê mezin şirovekir, mêrxasiya wî dîsa hate cêribandinê. Nebûkedneser xewneke din jî dît, vê carê ewî baxeke gelek mezin dît. Daniyêl bi mêrxasî mena xewna padşa jêra zelal kir. Ewî got, ku padşa wê ser wextekê him hişê xwe, him jî textê xwe unda ke (Daniyêl 4:25). Padşa dikaribû Daniyêl ça dijminê xwe hesab kira û ew bikuşta. Lê Daniyêl netirsiya û xewna wî şirovekir.

6. Çi alî Daniyêl dikir wekî ew mêrxas be?

6 Gelo çi alî Daniyêl dikir wekî ew mêrxas be? Gava ew cahil bû, ew ji mesela dê-bavê xwe hîn dibû. Bê şik, wana Qanûna Xwedê zarên xwe hîn dikirin û guh didane rêberiya, ku Yehowa dabû dê-bava (Qanûna Ducarî 6:6-9). Daniyêl ne tenê Deh Temî, lê usa jî gelek tiştên hûr zanibû, kîjan ku diketine nava Qanûnê. Mesele, ewî zanibû, ku îzina Îsraêliya heye çi bixwin çi na b (Qanûna Kahîntiyê 11:4-8; Daniyêl 1:8, 11-13). Xêncî vê yekê, Daniyêl derheqa terîxiya cimeta Xwedê zanibû, û usa jî haş ji pê hebû, ku çi hatibû serê wan meriva, yên ku gura Yehowa nekiribûn (Daniyêl 9:10, 11). Ewî emirê xweda didît, ku Yehowa û melekên wî, çawa alî wî dikirin (Daniyêl 2:19-24; 10:12, 18, 19).

Daniyêl pêxember lêkolîna dikir, dua dikir û xwe disparte Yehowa. Bi vî cûreyî, ewî mêrxasiya xwe qewî dikir (Binihêrin abzasa 7)

7. Dîsa çi alî Daniyêl dikir ku mêrxas be? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Daniyêl nivîsarên pêxemberên Xwedê lêkolîn kiribûn, mesele sozên ku Xwedê dabûn Yêremiya pêxember. Ji vê lêkolînê, Daniyêl fem kir, ku azaya Îsraêliya ji dîltiya Babîlonê nêzîk e (Daniyêl 9:2). Gava Daniyêl didît ku pêxembertiya Kitêba Pîroz tê sêrî, baweriya wî hindava Yehowa diha qewî bû. Belê, merivên ku xwe dispêrin Xwedê, dikarin gelek mêrxas bin (Beramber ke Romayî 8:31, 32, 37-39). Ya lape ferz ev bû, ku Daniyêl gelek car Bavê xweyî ezmanara dua dikir (Daniyêl 6:10). Ewî gunên xwe dida rûyê xwe, dilê xwe Yehowara vedikir û timê alîkarî ji wî dixwest (Daniyêl 9:4, 5, 19). Mîna me hemûya, ew bi mêrxasî nehatibû bûyînê. Daniyêl pêxember lêkolîn dikir, dua dikir û xwe disparte Yehowa. Bi saya vê yekê ew dibû yekî mêrxas.

8. Em çawa dikarin mêrxasiyê pêşda bînin?

8 Em gerekê çi bikin, seva ku mêrxas bin? Dibeke dê-bavê me dixwazin ku em mêrxas bin. Lê ewana nikarin vî hunurî çawa milk bidine me. Destxistina mêrxasiyê mîna hînbûna pêşe ye. Seva ku pêşekî hîn bin, lazime dîna xwe bidinê ku dersdarê hoste çawa filan şixulî dike, wekî paşê mîna wî bikin. Hema bi vî cûreyî, em dikarin dîna xwe bidinê, ku kesên din çawa mêrxasiyê didine kifşê û paşê çev bidine wan. Mesele, em ji Daniyêl pêxember çi hîn bûn? Mîna wî, em jî gerekê Xebera Xwedê ça lazim e nas kin û dostiya qewî tevî Yehowa qazanc kin. Seva vê yekê lazim e ku em dilê xwe wîra vekin. Û gerekê em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin, ku ew piştgiriya me dike. Usa emê bikaribin himberî çetinaya mêrxas bimînin.

9. Mêrxasî çi karê dide me?

9 Gava em cûre-cûre derecada mêrxasiyê didine kifşê, ev yek karê mera tîne. Were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Bên. Almanyayê, mekteba wîda, her kesî bawer dikir, wekî jîyîn ji êvolûsiyayê pêşda hatiye. Wana digot ku gotinên Kitêba Pîroz derheqa efirandinê çîrok e. Rojekê mecal kete destê Bên, wekî ber komê baweriya xwe biparêze. Ewî nihêrandina xwe derheqa efirandinê bi mêrxasî şirovekir. Gelo axirî çi bû? Bên dibêje: “Dersdarê min rind guh da min. Ewî gotara ku min bona piştgiriya nihêrandina xwe da xebatê, kopî kir û da hemû şagirtên koma min”. Lê gelo hevaldersxanên Bên çi difikirîn? Bên dibêje: “Gelek hevaldersxanên min guh dane xeberdana min û payê min dan”. Çawa ku serhatiya Bên dide kifşê, merivên mêrxas gelek car ji aliyê merivên din, qedir qazanc dikin. Usa jî, mêrxasiya me dikare ser merivên dilpak hukum ke, wekî ewana Yehowa nas bikin. Bê şik, gelek ferz e ku em mêrxasiyê pêşda bînin.

MÎNA DANIYÊL AMIN BE

10. Aminî çi ye?

10 Kitêba Pîrozda, xebera Îbranî, ya ku ça “amin” yan “hezkirina amin” hatiye welgerandinê tê hesabê heleqetiya kûr û dilgerm, ya ku Xwedê bi hezkirinê nîşanî xizmetkarên xwe dike. Ev xeber usa jî bona vê hezkirinê tê xebitandinê, ya ku orta xizmetkarên Xwedêda heye (2 Samûyêl 9:6, 7). Wext şûnda aminiya me dikare diha qewî be. Emê niha bivînin ku aminiya Daniyêl çawa diha qewî dibû.

Yehowa aminiya Daniyêl xelat kir bi vê yekê, ku melekê xwe şand, wekî wî ji şêra xilaz ke (Binihêre abzasa 11)

11. Gava Daniyêl kal bû, aminiya wî çawa hate cêribandinê? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Aminiya Daniyêl hindava Yehowa, gelek car dihate cêribandinê. Gava ew 90 sal zêdetir bû, ew rastî cêribandineke lape mezin hat. Wî çaxî, Meda-Farisa Babîlon bindest kiribûn û Daryûs Padşa serwêrtî dikir. Serokên qesirê Daniyêl nefret dikirin û qedirê Xwedayê wî nedigirtin. Lema jî wana safî kir wekî Daniyêl bikujin. Û li gora xwestina wan, Padşa qanûnek derxist, wekî bicêribînin hela Daniyêl wê padşêra, yan Xwedayê xwera amin bimîne. Seva ku Daniyêl îzbat kira ku ew mîna her kesî padşara amin e, gerekê ewî 30 roj Yehowara dua nekira. Daniyêl qayîl nebû, lema jî wî avîtine çela şêra. Lê Yehowa aminiya Daniyêl xelat kir û ew ji devê şêra xilaz kir (Daniyêl 6:12-15, 20-22). Mîna Daniyêl, gelo em çawa dikarin Xwedêra amin bimînin?

12. Daniyêl ça hindava Yehowa aminî qazanc kir?

12 Çawa pêşda hate gotinê, aminî ser hîmê hezkirina qewî tê avakirinê. Tu kesî nikaribû aminiya Daniyêl hindava Yehowa sist kira, çimkî ewî bi dil û can Bavê xweyî ezmana hez dikir. Gelo Daniyêl ev hezkirina qewî çawa pêşda anî? Bê şik, ew kûr difikirî ku kîjan hunurên Yehowa hene û Ew çawa wan hunura dide kifşê (Daniyêl 9:4). Usa jî, Daniyêl bi razîbûnê dianî bîra xwe, ku Yehowa bona wî û cimeta xwe, çiqas qencî kir (Daniyêl 2:20-23; 9:15, 16).

Mîna Daniyêl pêxember, hergê tu bi dil û can Yehowa hez bikî, tuyê aminiya qewî pêşda bînî (Binihêrin abzasa 13)

13. (a) Aminiya cahilên me çawa tê cêribandinê? Meselekê bîne. (Binihêre usa jî şikil.) (b) Çawa ku vîdêoyêda tê kifşê, gava kesek ji te bipirse ku gelo Şedên Yehowa piştgiriya kesên homosêksûal dikin yan na, tuyê çi bêjî?

13 Çawa ku wedê Daniyêl, der-dora cahilên me jî hene merivên usa, yên ku qedirê Yehowa û prînsîpên wî nagirin. Dibeke merivên usa hurmetê nadine kesên ku Xwedê hez dikin. Mesele, were em dîna xwe bidine xortekî bi navê Grêym, yê ku Avstralyayêda dijî. Gava ew diçû mektebê, tiştekî usa hate serê wî. Dersdarê wî ji komê pirsî, ku hergê hevalekî we bigota wekî ew homosêksûal e, weyê çi bikira? Dersdar got, ku bira hemû şagirtên ku wê pişta hevalekî usa bigirin, alîkî bisekinin lê yên ku piştgiriya wî nagirin, aliyê din. Grêym dibêje: “Xêncî min û birakî, hemû hevaldersxanên din, aliyê din sekinîn”. Tiştê ku paşê qewimî, aminiya Grêym hindava Yehowa cêriband. Ew dibêje: “Xilaziya dersê, him hevaldersxana him jî dersdar, qerfê xwe me kirin. Çi ji destê min hat min kir, seva ku baweriya xwe bi maqûlî û bi qedir biparêzim, lê wana qe guh neda min”. Gelo Grêym ça xwe texmîn dikir? Ew dibêje: “Rast e, dilê min êşiya ku wana bi giliyên tel hucumî ser min kirin, lê ez şa bûm, çimkî ez Yehowara amin mam û min baweriya xwe parast”. c

14. Em ça dikarin aminiya qewî hindava Yehowa ava kin?

14 Mîna Daniyêl, em çiqas Yehowa hez bikin, haqas hê zêde emê bixwazin wîra amin bimînin. Hergê em hunurên Yehowa diha baş nas kin, emê hê zêde wî hez bikin. Mesele, em dikarin tiştên ku Ewî efirandiye, lêkolîn kin (Romayî 1:20). Seva ku qedir û hezkirina hindava Yehowa dilê teda diha mezin be, tu dikarî gotarên biçûk bixûnî ji rêza gotara “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?”, yan jî vîdêoya binihêrî. Usa jî, tu dikarî broşûrên Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin? û Kaniya Emir; Pênc Pirsên Ferz lêkolîn kî. Ester, xûşkeke cahil ji Daniyayê, derheqa van edebyeta usa dibêje: “Fikirên ku van edebyetada hatine nivîsarê, gelek xweş in. Broşûrada nayê gotinê, wekî meriv gerekê çi bawer ke, lê têda îzbatkirin têne dayînê û dihêlin wekî meriv xwexa safî ke ku çi bawer ke”. Bên usa dibêje: “Van gotara û broşûra baweriya min hê qewî kirin û îzbat kirin, wekî Xwedê her tişt efirandiye”. Paşî lêkolînkirina van gotar û broşûra, tuyê jî rastiya van xeberên Kitêba Pîroz qebûl kî, ku dibêjin: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin” (Eyantî 4:11).

15. Dîsa çi cûre em dikarin dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin?

15 Seva ku hezkirina hindava Yehowa pêşda bînin, em gerekê emirê kurê wî, Îsa, lêkolîn kin. Xûşkeke cahil bi navê Samîra, kîjan ku Almanyayêda dijî, hema usa jî kir. Ew dibêje: “Bi saya Îsa Mesîh, min Yehowa diha baş nas kir”. Gava Samîra zar bû, jêra çetin bû hestên Yehowa fem ke, lê hestên Îsa ewê fem dikir. Ew dibêje: “Ez Îsa Mesîh hez dikim, çimkî ew yekî dilovan bû û zara hez dikir”. Çiqas Samîra derheqa Îsa pêdihesiya, dostiya wê tevî Yehowa diha qewî dibû. Gelo çira? Ew dibêje: “Min hêdî-hêdî fem dikir ku Îsa her tiştîda çev dide Bavê xwe Yehowa. Ewana gelek mîna hev in, çimkî menîk ku Yehowa Kurê xwe Îsa şande ser erdê ew bû, wekî em Yehowa diha baş nas kin” (Yûhenna 14:9). Seva ku tu dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kî, wê baş be wede kifş kî bona vê yekê, wekî Îsa diha baş nas kî. Hergê tu usa bikî, hezkirina te hindava Yehowa wê diha mezin be û aminiya te wê diha qewî be.

16. Çira em gerekê amin bin? (Zebûr 18:25; 37:28)

16 Kesên amin gelek car dostiya qewî ava dikin (Rût 1:14-17). Xêncî vê yekê, kesên ku Yehowara amin in, edilaya dil qazanc dikin. Gelo çira? Çimkî Yehowa tevî merivên amin, amin e (Bixûne Zebûr 18:25; 37:28). Belê, Efirandarê Himzor hazir e bibe dostê me! Tu dijmin, tu tengasî û hela hê mirin jî, nikare dostiya meye qewî xirab ke (Daniyêl 12:13; Lûqa 20:37, 38; Romayî 8:38, 39). Em bi dil û can dixwazin mîna Daniyêl pêxember Yehowara amin bimînin!

BERDEWAM KE JI MESELA DANIYÊL PÊXEMBER HÎN BE

17-18. Em dîsa çi dikarin ji Daniyêl hîn bin?

17 Vê gotarêda, me tenê du hunurên Daniyêl pêxember lêkolîn kir. Lê em dikarin gelek tiştên din jî ji wî hîn bin. Mesele, Yehowa çend xewn-xeyal nîşanî Daniyêl kiribû û pê qewata xwe alî wî kir, wekî ew wan xewn-xeyala şiroveke. Gelek ji wan pêxembertiyên Xwedê, hatin sêrî. Lê hine pêxembertiyada derheqa tiştên din jî tê gotinê, kîjan ku axiriyêda wê bêne sêrî û ser hemû meriva hukum kin.

18 Gotara dinda, emê derheqa du pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz şêwir kin, yên ku Daniyêl pêxember nivîsî bû. Femkirina wan, dikare alî me hemûya bike, ku em îro safîkirinên bîlan bikin. Ev pêxembertî usa jî dikarin mêrxasî û aminiya me qewî kin, wekî em hazir bin, wedê cêribandina baweriyê, Yehowara amin bimînin.

KILAMA 119 Gere Baweriya Me Hebe

a Xizmetkarên Yehowaye cahil rastî gelek çetinaya tên. Mêrxasî û aminiya wan jî tê cêribandinê. Ji bo vê yekê ku ewana baweriya xwe efirandinê tînin, diqewime hevaldersxanên wan qerfê xwe wan dikin. Yan jî dibeke ewana dixwazin usa bikin, wekî cahil bifikirin ku xizmetiya Xwedêra û xweykirina prînsîpên Wî, tiştekî bêaqilayî ye. Lê çawa ku vê gotarêda wê bê gotinê, yên ku mîna Daniyêl pêxember bi aminî û mêrxasî Yehowara xizmet dikin, bi rastî bîlan in.

b Daniyêl ji bo çend meniya xwarina Babîloniya înkar kir: (1) Dibeke xwarina ku didane ber wan, ji goştê wan heywana bû, yên ku li gora Qanûnê hatibûn qedexekirinê (Qanûna Ducarî 14:7, 8). (2) Dibeke xûna goşt bi temamî nedihate rijandinê (Qanûna Kahîntiyê 17:10-12). (3) Dibeke nanxwarina wî cûreyî, dihate hesabê para hebandina xudanên qelp (Beramber ke Qanûna Kahîntiyê 7:15 û 1 Korintî 10:18, 21, 22).

c Ser jw.org binihêre vîdêoya bi navê Karê Rastiyê” wê Edilayê Bîne.