GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34
Ji Pêxembertiyên Kitêba Pîroz Hîn be
“Yên şehreza [serwaxt] wê fem bikin” (DANIYÊL 12:10, ÎM).
KILAMA 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye
VÊ GOTARÊDA a
1. Çi dikare alî me bike, wekî em ji lêkolînkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz lezetê bistînin?
GELO tu derheqa lêkolînkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz çi difikirî? Birakî cahil bi navê Bên dibêje: “Min xweş tê pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kim”. Te jî xweş tê vê yekê bikî? Yan bona te çetin e pêxembertiyên Xwedê fem bikî? Dibeke hewasa te tune pêxembertiya lêkolîn kî. Lê dîsa jî, gava tu fem bikî wekî Yehowa ew pêxembertî çira daye nivîsarê, dibeke tu nihêrandina xwe biguhêzî.
2. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?
2 Vê gotarêda, emê bivînin ku çira em gerekê pêxembertiyên Kitêba Pîroz diha baş fem bikin, û em çawa dikarin wana lêkolîn bikin. Paşê, emê du pêxembertiyên ji kitêba Daniyêl lêkolîn bikin û pêbihesin ku femkirina wan bona me çira kêrhatî ye.
ÇIRA GEREKÊ EM PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ LÊKOLÎN BIKIN?
3. Seva ku em pêxembertiyên Kitêba Pîroz fem kin, em gerekê çi bikin?
3 Bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz mera alîkarî lazim e. Dîna xwe bidine vê meselê: Tu diçî cîkî nenas, lê hevalekî te, yê ku wî cîyî rind nas dike, tevî te tê. Ew sed selefî zane ku hûn kîderê ne û ev rê berbi çi dibe. Bê şik, tu gelek şa yî ku hevalê te kêleka te ye! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind zane ku sibê-duspa wê çi biqewime. Lema jî bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz, gerekê em bi milûktî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Daniyêl 2:28; 2 Petrûs 1:19, 20).
4. Yehowa çira pêxembertî dane nivîsarê? (Yêremiya 29:11) (Binihêre usa jî şikil.)
4 Mîna hemû dê-bavên qenc, Yehowa jî dixwaze wekî axiriya zarên wî baş be (Bixûne Yêremiya 29:11). Yehowa pêşda dikare bêje, ku axiriyêda çi wê biqewime, û giliyên wî bi temamî têne sêrî. Seva ku em bizanibin wekî kîjan tiştên ferz wê biqewimin, Xwedê pêxembertiyên xwe Kitêba Pîrozda daye nivîsarê (Îşaya 46:10). Pêxembertiyên Kitêba Pîroz pêşkêşên gelek qîmet in ji Bavê meyî ezmana. Lê tu ça dikarî bawer bî, ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz derheqa axiriyê, eseyî wê bêne sêrî?
5. Cahil dikarin ji serhatiya Maks çi hîn bin?
5 Mektebêda, cahilên me rastî gelek meriva tên, yên ku qedirê Kitêba Pîroz kêm yan jî qe nagirin. Gotin û kirinên wan dikarin şikê bikine hiş û dilê cahilên me. Birakî bi navê Maks, dibêje: “Gava ez diçûme mektebê, ez dudilî dibûm ku dê-bavê min rêlîgiya rast min hîn dikin. Û min ji xwe dipirsî, gelo Kitêba Pîroz bi rastî ji Xwedê ye”. Dê-bavê wî çawa alî wî kirin? Ew dibêje: “Rast e dê-bavê min xemgîn dibûn, lê ewana hêrs nediketin”. Dê-bavê Maks cabên pirsên wî ji Kitêba Pîroz didan. Maks jî aliyê xweda tiştek kir. Ew dibêje: “Min pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn dikir û tiştên ku pêdihesiyam, kesên dinra digot”. Gelo axirî çi bû? Maks Dibêje: “Paşî vê yekê, ez bawer bûm ku Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê!”
6. Hergê tu dudilî dibî, tu gerekê çi bikî û çima?
6 Mîna Maks, hergê hindava Kitêba Pîroz şik dikeve hiş û dilê te jî, berxwe nekeve. Lê gelek ferz e wekî tu zû tiştekî bikî. Şik mîna jengê ye. Hergê wededa jengê temiz nekin, ew dikare tiştên qîmet xirab ke. Seva ku baweriya te “jeng” negire, ji xwe bipirse: “Gelo ez pêxembertiyên Kitêba Pîroz derheqa axiriyê bawer dikim?” Hergê tu dudilî dibî, gerekê tu pêxembertiyên Kitêba Pîroz, yên ku îda hatine sêrî, lêkolîn kî. Gelo tu ça dikarî vê yekê bikî?
ÇAWA PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ LÊKOLÎN BIKIN?
7. Em çida dikarin çev bidine Daniyêl pêxember? (Daniyêl 12:10) (Binihêre usa jî şikil.)
7 Daniyêl lêkolînkirina pêxembertiyada meseleke baş hîştiye. Ewî pêxembertiyên Xwedê bi nêta rast lêkolîn dikir, çimkî ewî dixwest rastiyê bizanibe. Usa jî, Daniyêl yekî milûk bû. Ewî zanibû ku gava ew Yehowara amin bimîne, Yehowa wê alî wî bike, wekî ew pêxembertiyên Wî fem bike (Daniyêl 2:27, 28; bixûne Daniyêl 12:10). Daniyêl xwe disparte alîkariya Yehowa û usa îzbat dikir, ku ew yekî milûk e (Daniyêl 2:18). Ewî bi xîret lêkolîna dikir. Ewî usa jî Nivîsarên Pîroz, yên ku cem wî hebûn, kûr lêkolîn dikir (Yêremiya 25:11, 12; Daniyêl 9:2). Gelo tu ça dikarî çev bidî Daniyêl pêxember?
8. Hine kes çira bawer nakin, wekî pêxembertiyên Kitêba Pîroz wê bêne sêrî, lê em gerekê çi bikin?
8 Bi nêta rast lêkolîna bike. Gelo nêta lêkolîna te ew e, ku tu rastiyê fem bikî? Hergê erê, Yehowa wê alî te bike (Yûhenna 4:23, 24; 14:16, 17). Lê hine kes pêxembertiyên Xwedê bi nêteke din lêkolîn dikin. Ewana dixwazin îzbat kin, wekî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê nîne. Ewana difikirin, ku hergê Kitêba Pîroz ne ji Xwedê ye, ewana xwexa dikarin safî kin çi rast e û çi na. Lê em gerekê bi nêta rast lêkolîna bikin. Xêncî vê yekê, bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz, mera hunurekî ferz lazim e.
9. Bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz, kîjan hunur mera lazim e? Şiroveke.
9 Milûk be. Yehowa soz dide, ku ewê alî merivên milûk bike (Aqûb 4:6). Lema jî seva ku em pêxembertiyên Kitêba Pîroz fem kin, em gerekê Xwedêra dua kin û ji wî alîkariyê bixwazin. Xêncî vê yekê, gerekê em bi milûktî qebûl kin, wekî em hewcê alîkariya xulamê amin in. Yehowa ew kifş kiriye, ku xwarina ruhanî wededa bide me (Lûqa 12:42). Yehowa Xwedêyê terbetiyê ye, lema jî, ew tenê bi saya kanîkê alî me dike, wekî em rastiyên ji Xebera wî fem bikin (1 Korintî 14:33; Efesî 4:4-6).
10. Tu ji serhatiya Esterê çi hîn bûyî?
10 Kûr lêkolîna bike. Sêrîda van pêxembertiya lêkolîn ke, kîjan ku tu dixwazî pêbihesî. Xûşka me Ester hema usa jî kir. Ewê dixwest derheqa pêxembertiya hatina Mesîh pêbihese. Ew dibêje:“Gava ez 15 salî bûm, min lêkolîn kir hela filan gotin bi rastî pêşiya hatina Mesîh hatibûn nivîsarê, yan na. Tiştên ku ewê derheqa kitêbên gulometkkirî, yên Bera Mirî xwend, baweriya wê qewî bû. Ew dibêje: “Hine ji van kitêba, pêşiya hatina Mesîh hatibûn nivîsarê, lema ez bawer bûm ku gotinên wan bi rastî jî ji Xwedê ne. Seva ku min ew tişt fem bikira, lazim bû ku min ew çend cara bixwenda”. Lê xîreta xûşka me badîhewa nîbû. Çaxê ewê çend pêxembertiyên Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kir, ew dibêje: “Min bi zelalî dît, ku gotinên Kitêba Pîroz rast in!”
11. Çira lazim e ku em bawer bin, wekî pêxembertiyên Kitêba Pîroz rast in?
11 Gava em divînin, ku hine pêxembertiyên ji Xebera Xwedê çawa hatine sêrî, em hê zêde baweriya xwe Yehowa û rêberiya wî tînin. Usa jî îro, çiqas derdên me hebin jî, pêxembertiyên Kitêba Pîroz alî me dikin, wekî em bi dilê rihet ser axiriyê binihêrin. Emê niha dîna xwe bidine du pêxembertiya, kîjan ku Daniyêl pêxember nivîsî bû, yên ku îro têne sêrî. Femkirina wana dikare alî me bike, wekî em bi bîlanî safîkirina bikin.
ÇIRA FERZ E PÊBIHESIN KU NIGÊN JI HESIN Û HERIYÊ ÇI TÊ HESABÊ?
12. Nigên ji hesin û heriya sor çi tê hesabê? (Daniyêl 2:41-43)
12 Bixûne Daniyêl 2:41-43. Nebûkedneser Padşa xewna xweda heykelek dît, nigên kîjanî him ji hesin, him jî ji heriya sor bûn. Gava em gotinên kitêba Daniyêl û Eyantîda beramberî hev dikin, em fem dikin, wekî nigên heykel Împêriya Anglo-Amêrîkayê ye. Îro ew Împêriya lape qewî ye. Daniyêl derheqa Împêriya Hemdinyayê dibêje, ku wê pareke “padşatiyê hêzdar [qewî] be, yê din jî, ÎM” sist be. Gelo çira? Çimkî cimeta ku bi sîmbolîk tê hesabê heriya sore nerm, ser qewata vê Împêriya Hemdinyayê hukum dike û lê sist dike. b
13. Em ji giliyên Daniyêl pêxember, kîjan rastiyên ferz pêhesiyan?
13 Ji şirovekirina Daniyêl pêxember derheqa heykel û îlahî derheqa nigên wî, em çend rastiyên ferz pêdihesin. Ya pêşin, Împêriya Hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîka, qewata xwe hine derecada nîşan kiriye. Mesele, Şerê Hemdinyayêda ya I û II, ewê roleke sereke lîstiye. Lê paşê qewata vê sist bû, çimkî bineliyên wê destpêkirin him miqabilî hev û him jî miqabilî dewletê şer kin. Ya duda, pêşiya ku Padşatiya Xwedê hemû serwêrtiyên meriva kuta ke, ev Împêriya wê hê hukum bike. Dibeke dewletên din bixwazin Împêriya Hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîkayê alt bikin, lê ewê nikaribin dewsa wê bigirin. Em vê yekê zanin, çimkî “kevirê” ku tê hesabê Padşatiya Xwedê, wê nigên heykel hûrdexweşî ke, yê ku tê hesabê Anglo-Amêrîka (Daniyêl 2:34, 35, 44, 45).
14. Tiştên ku Xwedê derheqa hesin û heriya sor pêxembertî kiribû, ça alî me dikin ku em safîkirinên rast bikin?
14 Gelo tu bawer dikî, ku pêxembertiyên Xwedê derheqa nigên ji hesin û heriya sor, rast in? Hergê erê, ev yek wê ser cûrê jîyîna te hukum ke. Tuyê vê dinyayêda pey hebûkê nekevî, çimkî tu zanî wekî ev dinya xirab, wê zûtirekê bê kutakirinê (Lûqa 12:16-21; 1 Yûhenna 2:15-17). Femkirina van pêxembertiyên Xwedê wê alî te bikin, ku tu şixulê belakirina mizgîniyê û hînkirinê, qîmet kî (Metta 6:33; 28:18-20). Paşî lêkolînkirina vê pêxembertiya Xwedê, ji xwe bipirse: “Gelo safîkirinên min nîşan dikin wekî ez bawer dikim, ku Padşatiya Xwedê wê demeke nêzîkda hemû serwêrtiyên meriva kuta ke?”
PADŞÊ BAKURÊ Û PADŞÊ BAŞÛRÊ
15. Îro padşê bakurê û padşê başûrê kê têne hesabê? (Daniyêl 11:40)
15 Bixûne Daniyêl 11:40. Kitêba Daniyêl serê 11 besa du padşên polîtîkîye qewî dike, yên ku hevdura ketibûne dewê. Gava em vê yekê û giliyên din ji Kitêba Pîroz beramberî hev dikin, em dikarin têderxin ku padşê bakurê, ev heye Rûsya û piştgirên wî, lê padşê başûrê tê hesabê Anglo-Amêrîka, dêmek Împêriya Hemdinyayê. c
16. Kesên ku bin serwêrtiya padşê bakurêda dijîn, rastî kîjan çetinaya tên?
16 Xizmetkarên Xwedê, yên ku bin hukumê padşê bakurêda dijîn, ji wî padşayî rastî peyketina tên. Hine Şedên Yehowa, ji bo baweriya xwe hatine zêrandinê û ketine kelê. Lê ev yek baweriya wan ne ku sist kiriye, lê diha qewî kiriye. Gelo çira? Çimkî xûşk-birên me zanin, wekî Daniyêl pêxember pêşda gotibû ku xizmetkarên Xwedê wê rastî peyketina bên d (Daniyêl 11:41). Zanebûna vê yekê gumanê dide me û alî me dike Yehowara amin bimînin.
17. Xizmetkarên Xwedê, yên ku bin serwêrtiya padşê başûrêda dijîn, rastî kîjan çetinaya hatine?
17 Berê, padşê başûrê jî hicûmî ser xizmetkarên Yehowa dikir. Mesele, wedê Şerê Hemdinyayê ya I û II, gelek bira hatine girtinê û gelek zarên Şedên Yehowa ji mektebê hatine derxistinê, çimkî wana tevnebûyînê xwey dikir. Van salên paşinda, aminiya xizmetkarên Yehowa, yên ku bin serwêrtiya vî padşîda dijîn, bi cûrên din hatine cêribandinê. Mesele, wedê bijartina serwêra, dibeke Mesîhîk bê cêribandinê, ku polîtîkek, yan jî partîke polîtîkî bijbêre. Dibeke ewana dengê xwe nedin jî, lê diqewime ewana hiş û dilê xweda piştgiriya kesekî bikin. Seva ku em bi temamî tevnebûyînê xwey kin, em gerekê rind dîna xwe bidine him kirên xwe, him jî hest û fikirên xwe! (Yûhenna 15:18, 19; 18:36)
18. Dijminatiya orta her du padşa, çawa ser me hukum dike? (Binihêre usa jî şikil.)
18 Gava kesên ku baweriya xwe pêxembertiyên Kitêba Pîroz naynin, divînin ku şerê orta padşê başûrê û padşê bakurêda berdewam dibe, ziravê wan diqete (Daniyêl 11:40). Bal her du padşa, gelek bombên atomî hene. Ewana dikarin jîyîna ser rûyê erdê bi temamî kuta kin. Lê em zanin ku Yehowa wê îzinê nede, wekî ev yek biqewime (Îşaya 45:18). Lema jî, dijminatiya orta padşê bakurê û padşê başûrda me natirsîne, lê baweriya me qewî dike. Ev yek îzbat dike, wekî xilaziya vê dinê nêzîk e.
BERDEWAM KE RIND DÎNA XWE BIDE PÊXEMBERTIYA
19. Derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz em gerekê çi bîr nekin?
19 Em nizanin ku hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz wê çawa bêne sêrî. Daniyêl pêxember jî mena her tiştê ku xwexa nivîsîbû, fem nedikir (Daniyêl 12:8, 9). Rast e em bi temamî nizanin ku pêxembertiyên Xwedê wê çawa bêne sêrî, lê ev yek nayê hesabê, wekî wê neyêne sêrî. Em dikarin bawer bin, wekî mîna berê, Yehowa wê her tiştî çi ku em gerekê bizanibin, mera eşkere bike (Amos 3:7).
20. Demeke nêzîkda kîjan pêxembertiyên Kitêba Pîroz wê bêne sêrî, û em gerekê berdewam kin çi bikin?
20 Wê bê elamkirinê, ku “dinê seqirî û bêxofî ye” (1 Têsalonîkî 5:3). Hingê serwêrên polîtîkî wê hicûmî ser rêlîgiya qelp bikin û lê kuta kin (Eyantî 17:16, 17). Paşî vê yekê, ewana wê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bikin (Hezeqêl 38:18, 19). Peyra wê şerê Harmegedonê destpêbe (Eyantî 16:14, 16). Em dikarin bawer bin, ku wexteke nêzîkda, ev tişt wê biqewimin. Lê heta ku ew wede bê, em hertim dixwazin razîbûna xwe Bavê xweyî ezmanara nîşan kin bi vê yekê, ku dîna xwe bidine pêxembertiyên Kitêba Pîroz û alî kesên din bikin, wekî ewana jî çev bidine me.
KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe
a Halê dinyayê çiqas berbi xirabiyêva diçe jî, em bawer in ku rojên xweş hîviya me ne. Em vê yekêda îzbat dibin, gava pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Vê gotarêda emê çend meniya şêwir kin, ku çira em gerekê pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Usa jî emê dîna xwe bidine du tişta, yên ku Daniyêl pêxember derheqa rojên xilaziyê gotibû û bivînin ku femkirina wan bona me çira kêrhatî ye.
b Binihêre gotar “Yehowa Tiştên ku Wê Zûtirekê Biqewimin Eşkere Dike”, ji Birca Qerewiliyê, 15 Hezîranê sala 2012, abz. 7-9.