Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yehowa wê her tiştî bike, wekî navê wî heta-hetayê bê rûmetkirinê

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gotara “Navê Te Pîroz be”, ji Birca Qerewiliyê, ya meha Hezîranê, sala 2020, femkirina meye teze derheqa navê Yehowa û serwêrtiya wî, çawa diha zelal kiriye?

Vê gotarêda, em pêhesiyan ku pirseke gelek ferz hemû meriva û hemû meleka dikeve. Ev pirs derheqa pîrozkirina navê Yehowa ye. Para vê pirsê ya lape ferz ew e, ku serwêrtiya Yehowa ya here baş e. Aminiya meriva jî pareke vê pirsê ye.

Gelo navê Yehowa û pîrozkirina navê wî, çira para sereke ya vê pirsê ye? Were em sê meniya şêwir kin.

Ji wedê miqabilîbûna baxçê Êdênê heta îro, Mîrê-cina navê Xwedê bi derewa reş dike

Ya pêşin, Mîrê-cina serwêrtiya Yehowa kire bin şikê. Baxçê Êdênêda, Mîrê-cina bi nêta xirab pirsek da Hêwayê. Nêta pirsa wî ew bû, ku Yehowa Xwedê merd nîne û temiyên ku Ewî dabûne Adem û Hêwayê, bi heqî nîbûn. Paşê, Mîrê-cina giliyên Yehowa bi cûrê nerast wekiland û got, ku Xwedê yekî derewîn e. Pê derewên xwe ewî buxdan avîte navê Yehowa. Ew bû “Mîrêcin”, dêmek buxdanbêj (Yûhenna 8:44). Hêwayê derewên Mîrê-cina bawer kir, û lema jî ewê gura Xwedê nekir. Usa Hêwa himberî serwêrtiya Xwedê derket (Destpêbûn 3:1-6). Ji wî çaxîva, Mîrê-cina navê Xwedê reş dike û derheqa Wî derewa bela dike. Kê ku van derewa bawer dike, wê ne jî gura Yehowa bike. Bona cimeta Xwedê, buxdana ser navê Yehowaye pîroz, neheqîke lape mezin e. Meniya sereke ya kul-derda û xirabiyê, xût ev buxdan e.

Ya duda, bona kara însanetê û meleka, Yehowa wê navê xwe pîroz ke û ji hemû derewa temiz ke. Ev yek bona Yehowa tişteke here ferz e. Lema jî, ew usa dibêje: “Ez ê navê xweyî mezin . . . pîroz bikim” (Hezeqêl 36:23). Û Îsa bi zelalî got, ku gerekê em duayên xweda berî pêşin usa bêjin: “Navê te pîroz be” (Metta 6:9). Gelek rêzên Kitêba Pîrozda tê kifşê, wekî rûmetkirina navê Yehowa gelek ferz e. Were em çend mesela şêwir kin: “Şikirîyê bidine rûmeta navê Xudan” (1 Dîrok 16:29; Zebûr 96:8). “Bistirên eşqî rûmeta navê Wî” (Zebûr 66:2). “Heta-hetayê rûmetê bidime navê Te” (Zebûr 86:12). Carekê Îsa paristgeha Orşelîmêda usa gote Yehowa: “Bavo, navê xwe bilind ke”. Yehowa ji ezmana cab da û got: “Min bilind kir û ezê dîsa bilind kim!” (Yûhenna 12:28). a

Ya sisiya, nêta Yehowa hertim pîrozkirina navê wîva girêdayî ye. Paşî cêribandina xilaziyê, ya ku wê pey Serwêrtiya Mesîhye Hezarsalî bê, çi wê biqewime? Wî çaxî gelo hemû meriv û melek wê derheqa navê Yehowa çi bifikirin? Bona caba vê pirsê were em dîsa ser her du parên ferz yên vê pirsê bifikirin, dêmek aminiya meriva û serwêrtiya Yehowa. Hingê wê îda nelazim be, wekî meriv aminiya xwe îzbat kin, çimkî ewana wê bêqisûr bin û aminiya wan wê bi temamî îda hatibe cêribandinê. Jîyîna heta-hetayê wê pêşiya wan be. Usa jî, heqiya Serwêrtiya Yehowa, wê îda bê îzbatkirinê. Hingê wê hemû melek û meriv yektiyêda bin û wê Serwêrtiya Yehowa qebûl kin. Lê gelo hingê jî navê Yehowa wê bona xizmetkarên wî herî ferz be?

Wî çaxî her kes wê rastiya derheqa Yehowa bizanibe, û navê wî wê bi temamî bê pîrozkirinê. Navê Yehowa wê hertim bona xizmetkarên wî yên ser ezmana û yên ser erdê, lapî ferz be. Gelo çira? Çimkî ewan wê bivînin, ku çawa Yehowa berdewam dike şixulên girîng bike. Dîna xwe bidinê: Gava Îsa Mesîh bi milûktî hemû serwêrtî tesmîlî Yehowa ke, Xwedê wê bona her kesî bibe her tişt (1 Korintî 15:28). Paşî vê yekê, merivên ser erdê wê ji “azayî û rûmeta zarên Xwedê” şabûnê bistînin (Romayî 8:21). Yehowa wê nêta xwe, ku hemû meriv û melek bibin mîna malbeteke mezin, bi temamî bîne sêrî (Efesî 1:10).

Ev hemû tişt wê ser malbeta Yehowaye ser ezmana û ya ser erdê çawa hukum ke? Hemikî, emê bi dil û can bixwazin pesinê navê Yehowa bidin. Ji bîna ber Xwedê, Dawid Padşa usa nivîsî: “Şikir ji Xudan Xwedêra . . . Her tim pesinê navê Wîyî xweyîrûmet bidin” (Zebûr 72:18, 19). Dinya tezeda emê timê mecala bigerin, wekî navê Yehowa rûmet kin.

Navê Yehowa derheqa wî her tiştî îzbat dike. Gava em derheqa navê Yehowa difikirin, berî pêşin hezkirina wî dikeve bîra me (1 Yûhenna 4:8). Emê hertim bînin bîra xwe, ku Yehowa em ji hezkirina mezin efirandine, ku Ewî ji bo hezkirinê emirê Îsa Mesîh berva daye, û ku Ewî ji bo hezkirina xwe, rastiya serwêrtiya xwe îzbat kiriye. Emê heta-hetayê bivînin, ku Yehowa ça hezkirinê hindava meda dide kifşê. Heta-hetayê emê bi dil û can bixwazin diha nêzîkî Bavê xweyî ezman bin û bona pesindayîna navê wî, kilama bistirên (Zebûr 73:28).

a Usa jî, Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Yehowa “bona xatirê navê Xwe” hereket dike. Mesele, ew rêberiya xizmetkarên xwe dike, alî wan dike, wana xilaz dike, dibaxşîne wan û wana diparêze. Yehowa ev hemû tişt bona xatirê navê xweyî mezin dike (Zebûr 23:3; 31:3; 79:9; 106:8; 143:11).