Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberî bona Lêkolînê

Rêberî bona Lêkolînê

Hê Zêde Derheqa Hunurên Yehowa Lêkolîn ke

Seva ku em ji xwendina Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînin, em dikarin cûre-cûre hacetên bona lêkolînê bidine xebatê. Lê nêta me ne tenê ew e ku zanebûna xwe zêde kin. Em dixwazin derheqa Yehowa xiznên ruhanî bivînin û diha zêde wî hez kin. Bona vê yekê, em dikarin ji xwe bipirsin: “Ev para Kitêba Pîroz derheqa Yehowa çi min hîn dike?”

Mesele, em dikarin dîna xwe bidinê, ku derheqa hezkirin, bîlanî, heqî û qewata Yehowa çi tê gotinê. Lê ne tenê ev hunurên Yehowa hene, gelek hunurên wîye din jî hene. Gelo kîderê tu dikarî diha zêde înformasiya bivînin?

Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyêda, li binseriya “Yehowa” û paşê li binseriya “Hunurên Başqe-başqe”, zêdetirî 50 hunur hatine dayînê. Hunurekî bijbêre, ku xwendina teye Kitêba Pîrozva girêdayî ye. (Hergê ser zimanê we tenê Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa heye, pêşiyê binseriya “Yehowa Xwedê” binihêre û paşê binseriya “Hunurên Yehowa”.)