Çevê Te li Kê ye?
“Yê li ezmên rûniştî, çevê min li Te ye!” (ZEB. 123:1).
1, 2. Çi tê hesabê çevê me ser Yehowa be?
EM “Zemanêd xirabda” dijîn ku gelek çetin e. Heta em hîviya dinya teze ne, emir wê hê zor û çetin be (2 Tîmt. 3:1). Lema jî wê baş be em pirsê bidine xwe: “Ez alîkarî û rêberiyê kîderê digerim?”. Diqewime derbêra em bêjin, “Bal Yehowa”, û ev cabeke lape rast û baş e.
2 Lê çi tê hesabê îtbariya xwe Yehowa bînin? Û ça em dikarin têderxin ku wedê çetinayên giranda jî, çevê me li ser wî ye? Bi qirna pêşda, zebûrbêj şirovekir ku wedê tengasiya çevê me li Yehowa be, dêmek alîkariyê ji wî bixwazin. (Bixûne Zebûr 123:1-4.) Ewî bi mesela şirovekir ku çaxê çevê me ser Yehowa ye, ev mîna vê yekê ye, ça çevê xulam ser axayê wî ye. Lê ew çi tê hesabê? Xulam li axayê xwe dinihêre, wekî ew xwarinê bidê û wî xwey ke. Lê usa jî xulam gerekê çevê axayê xwe binihêre, wekî têderxe hela ew çi ji wî dewa dike û ewê yekê bike. Wî cûreyî em jî gerekê her roj Xebera Xwedê lêkolîn bikin, hela Yehowa xût ji me çi dewa dike, û vê yekê bikin. Hergê em usa bikin, emê dudilî nebin, wekî Yehowa wê alî me bike gava em hewce bin (Efes. 5:17).
3. Çi dikare bibe menî ku çevê me îda ser Yehowa nîbe?
Lûqa 10:40-42). Hergê ew yek qewimî tevî meriveke usa amin, kîjan ku vê demê tevî Îsa bû, lê îlahî em gerekê çiqas miqatî xwe bin, wekî ew yek tevî me neqewime. Lê gelo çi dikare dîna me birevîne, ku çevê me îda ser Yehowa nîbe? Vê gotarêda emê şêwir kin çawa kirên merivên din, dikarin dîna me birevînin. Emê usa jî pêbihesin ku çi bikin, wekî çevê me timê li Yehowa be.
3 Rast e em zanin çiqas ferz e her gav çevê me ser Yehowa be, lê cara dîna me dikare here ser tiştên din. Hema ew yek qewimî tevî hevala Îsaye nêzîk Mertayê. Ew “gelek tivdarekdîtinêva gîro bû” (MERIVEKÎ AMIN QEDIREKÎ MEZIN UNDA DIKE
4. Çira em dikarin ecêbmayî bimînin ku Mûsa nekete Erdê Sozdayî?
4 Mûsa rêberî bal Yehowa digeriya. Kitêba Pîroz dibêje wekî Mûsa “ewê ku nedihate kifşê didît û ser ya xwe ma”. (Bixûne Îbranî 11:24-27.) Usa jî ser wî tê gotinê wekî “pêxemberekî mîna Mûsa li nava Îsraêlda tune bû, yê ku Xudan rû bi rû nas dikir” (Qan. Dcr. 34:10). Lê bidine hesabê xwe, hela hê Mûsa jî, heleqetiya kîjanî tevî Yehowa gelek nêzîk bû, unda kir ew qedirê ku biketa Erdê Sozdayî (Jimar 20:12). Lê gelo çira usa qewimî?
5-7. Çaxê Îsraêlî ji Misirê derketin, rastî çi çetinayê hatin, û Mûsa vê derecêda xwe ça da kifşê?
5 Çaxê Îsraêlî ji Misirê derketin, du meh jî derbaz nebû, pêşiya ku ewana bigihîştana Çiyayê Sînayê, çetinayîk pêşda hat. Cimetê destpêkir bike kute-kut, çimkî av tunebû. Ewana miqabilî Mûsa rabûn, û hal usa xirab bû ku hêrsa wî rabû û ewî gote Yehowa: “Ez xwe li vê cimetê çawa bikim? Hindik maye ku min bidine li ber kevira!” (Derk. 17:4). Yehowa caba Mûsa da bi wê yekê, ku rêberiya zelal da wî. Mûsa Horêbêda pê şivdara xwe gerekê qeyê xista, dêmek zinar xista, û paşê ji qeyê gerekê av bikişiya. Kitêba Pîrozda em dixûnin: “Mûsa li ber çevê rûspîyêd Îsraêl usa kir”. Av kişiya, û Îsraêliya av têr vexwarin û usa ew çetinayî safî bû (Derk. 17:5, 6).
6 Kitêba Pîroz paşî vê yekê gilî dike, wekî Mûsa “navê wî cîyî danî Massah û Mêrîbah, çimkî zarêd Îsraêl wir ketine dewê, Xudan cêribandin û gotin: ‘Gelo Xudan nav meda ye yan na?’” (Derk. 17:7). Ew nav rastî jî wî cîyî dihatin, çimkî ew tê hesabê “Cêribandin” û “Dew”.
7 Lê Yehowa ça xwe da kifşê hindava vê yekê, ku çi qewimî Mêrîbahêda? Ewî hesab kir ku Îsraêlî ne ku miqabilî Mûsa rabûn, lê miqabilî Wî û hukumtiya wî ça Xwedê. (Bixûne Zebûr 95:8, 9.) Belê, Îsraêliya nerastî kirin. Lê Mûsa vê derecêda tiştên rast kir, çevê wî ser Yehowa bû û ew pey rêberiya wî çû.
8. Paşî 40 salên rêwîtiya beriyêda çi çetinayî pêşda hat?
8 Weke 40 sal derbaz bû, çaxê rêwîtiya Îsraêliyaye beriyêda îda xilaz dibû, hingê dîsa çetinayîke usa pêşda hat. Îsraêlî îda nêzîkî Kadeşê * Wêderê Îsraêliya dîsa bona avê kirine kute-kut (Jimar 20:1-5). Lê vê derecêda Mûsa îda cûrekî mayîn xwe da kifşê.
bûn, kîjan ku nêzîkî sînorê Erdê Sozdayî bû. Ew cî jî paşê hate navkirinê Mêrîbah.9. Mûsa çi rêberî stand, lê ewî ça xwe da kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.)
9 Lê Mûsa ça xwe da kifşê, çaxê cimet miqabil rabûn? Çevê wî dîsa jî ser Yehowa û rêberiya wî bû. Lê vê carê Yehowa ne gote Mûsa wekî qeyayê xe. Ewî got wekî Mûsa şivdara xwe hilde, cimetê ber qeyayê bicivîne, û paşê ber çevê wan qeyayêra xeber de (Jimar 20:6-8). Lê Mûsa ev yek nekir, ewî qeyayêra xeber neda. Dewsê ewî hêrsa xwe rakir û bi dengê bilind cimetêra got: “Bibihên gelî raberîkara, dibe ku em ji vî qeyayî wera avê derxin?”. Paşî wan giliya ewî ne ku carekê, lê du cara qeyayê xist (Jimar 20:10, 11).
10. Yehowa ser kirên Mûsa ça xwe da kifşê?
10 Yehowa ser Mûsa gelek hêrs ket (Qan. Dcr. 1:37; 3:26). Lê çira? Em dikarin bêjin gelek menî hebûn. Çawa me jorê got, Yehowa dibeke ser Mûsa hêrs ket, çimkî ew pê rêberiya Yehowaye teze neçû.
11. Çira ji bo kirê Mûsa ku ewî qeyayê xist, Îsraêlî dikaribûn bifikiriyana wekî ew keremeta Yehowa nîbû?
11 Lê dibeke Yehowa ji bo menîke din jî ser wî hêrs ket. Dorberê Mêrîbah pêşinda qeya ji granîta qayîm in. Meriv çiqas qayîm jî vê granîtê xe, tu kes ne jî wê hîviyê be wekî ji wêderê av bikişe. Lê ew qeyayên qul-qulkî ku Mêrîbaha dudada hene, heçî zef ji kevirê kilsînî ne. Ew kevirekî nerm e, û lema jî gelek car avê dikişîne xwe û jêra vê, erdêda av top dibe. Meriv dikarin vê qeyêda qulê çêkin seva avê bikişînin. Çaxê Mûsa du cara qeyayê xist, ne ku tevî qeyê xeber da, û av kişiya, dibeke Îsraêlî fikirîn wekî ew tiştekî tebiyetî ye, ne ku keremeta Yehowa bû. * Lê em vê yekê sed selefî nikarin bêjin.
ÇAWA MÛSA MIQABIL DERKET
12. Bona kîjan menîke din dibeke Yehowa ser Mûsa û Harûn hêrs ket?
12 Dîsa heye menîk, ku çira Yehowa ser Mûsa û Harûn usa hêrs ket. Dîna xwe bidinê ku Mûsa cimetêra çi got: “Dibe ku em ji vî qeyayî wera avê derxin?” Çaxê Mûsa got “em”, diqewime ewî ser xwe û Harûn digot. Ew giliyên Mûsa didane kifşê, wekî qedir û hurmet Yehowara neda kifşê, dêmek Wîra, kê ku ew keremet kir. Evê yekê em divînin ji Zebûr 106:32, 33: “Wan Xudan hêrs xistin li ber avêd Mêrîbanê, rûyê wanda serê Mûsa berjêr bû. Wana dilê wî êşandin û wî bi devê xwe zêdezimanî kir” * (Jimar 27:14). Çi jî hebû, kirên Mûsa hurmet nedane Yehowa, yê ku hêja bû. Çaxê Yehowa tevî Mûsa û Harûn xeber da, ewî wanra got: “Gotinêd min înkar kirin” (Jimar 20:24). Bi rastî jî ew gunekî gelek giran bû!
13. Çira ew yek ku Yehowa Mûsa ceza kir bi rastî û heqî bû?
13 Mûsa û Harûn hê zêde ber Yehowa cabdar bûn, çimkî ewana rêberên cimeta wî bûn, û ew yek cabdariya mezin bû (Lûqa 12:48). Pêşiya vê yekê, Yehowa îzin neda temamiya rikinyata Îsraêl ku bikevine Erdê Sozdayî, çimkî ewana miqabilî wî rabûn (Jimar 14:26-30, 34). Lema jî ev yek layîq û rast bû, ku Yehowa Mûsa jî ceza kir bona kirên wîyî nerast. Belê, Yehowa çawa îzin neda rabera ku bikevine Erdê Sozdayî, usa jî îzin neda Mûsa.
MENIYA ŞAŞIYA WÎ
14, 15. Çi bû menî ku Mûsa miqabil rabû?
14 Lê gelo çira Mûsa usa nerast xwe da kifşê? Were em dîsa dîna xwe bidine Zebûr 106:32, 33: “Wan Xudan hêrs xistin li ber avêd Mêrîbanê, rûyê wanda serê Mûsa berjêr bû. Wana dilê wî êşandin û wî bi devê xwe zêdezimanî kir”. Rast e Îsraêliya hingê hêrsa Yehowa dianîn, lê dewsê Mûsa hêrs ket. Ewî xwe negirt û giliyên zêde xeber da, û ne jî fikirî ku xeberdana wî wê çi axiriyê bîne.
15 Cara pêşin Mûsa xwe rast da kifşê çaxê cimet miqabil rabû. Lê cara duda ewî îda çevê xwe ser Yehowa hilda, çimkî kirên merivên din ser wî hukum bûn (Derk. 7:6). Diqewime ew haqas gelek sal tevî wan Îsraêlên raber bû, ku îda ji wana vestiya û eciz bû. Diqewime Mûsa dewsa ku hurmetê bide Yehowa, hingê tenê derheqa xwe difikirî.
16. Çira lazim e em ser kirên Mûsa bifikirin?
16 Hergê merivekî usa amin ça Mûsa hiş-aqilê xwe da ser tiştên din û gune kir, em jî dikarin bikevine vê telikê. Mîna Mûsa, em jî ber şêmîka dinya teze sekinîne, kîjan ku Yehowa soz daye (2 Pet. 3:13). Femdarî ye tu kes ji me naxwaze evê mecalê unda ke. Lema jî em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin, wekî çevê me ser wî be û timê qirara wî bînin sêrî (1 Yûhn. 2:17). Lê em ji şaşiya Mûsa çi dikarin hîn bin?
KIRÊN MERIVÊN DINBIRA DÎNA WE NEREVÎNIN
17. Çi wê alî me bike hêrsa xwe bigirin?
17 Xwe bigirin gava kesek we hêrs dixe. Hergê em ji problêmekê xilaz nabin, were em “ji qencîkirinê . . . aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der” (Galt. 6:9; 2 Têsln. 3:13). Çaxê tiştek me eciz dike, yan jî kirên kesekî me hêrs dixin, gelo em dikarin zimanê xwe û hêrsa xwe bigirin? (Metlk. 10:19; 17:27; Met. 5:22). Gava kesek hemdê xwe dilê me dêşîne, em gerekê “cî bidine hêrsa” Yehowa. (Bixûne Romayî 12:17-21.) Hergê çevê me li Yehowa ye, emê qedirê wî bigirin bi vê yekê ku cî bidine hêrsa wî, dêmek bi sebir hîviyê bin heta ew wedê lazimda çetinaya me safî ke. Lê hergê em cûrekî mayîn bikin û heyfê hildin, ew wê bê hesabê ku em qedirê Yehowa nagirin.
18. Çaxê em rêberiyên teze distînin em çi gerekê bikin?
Îbrn. 13:17). Emê usa jî miqatî xwe bin, wekî “ji nivîsarê derneyên” (1 Korn. 4:6). Usa emê nîşan kin ku çevê me ser Yehowa ye.
18 Pey rêberiyên teze herin. Çaxê Yehowa rêberiyên teze dide me, gelo em derbêra pey wan rêberiya diçin? Hergê erê, emê ser xwe îtbar nîbin, û usa nekin çawa me berê dikir. Emê derbêra pey rêberiya teze herin ku Yehowa bi teşkîleta xwe dide me (19. Ça heleqetiya me tevî Yehowa, dikare ji bo şaşiyên merivên mayîn xirab be?
19 Îzinê nede wekî şaşiyên kesekî, heleqetiya te tevî Yehowa xirab kin. Hergê çevê me ser Yehowa dimîne, emê tu car ji bo kirên merivên mayîn nebine merivên hêrs û usa jî heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab nekin. Ew yek gelek ferz e îlahî hergê teşkîleta Xwedêda cabdariyên me hene. Belê, em gişk jî gerekê “bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin”, lê em usa jî gerekê bîr nekin ku her gav gura Yehowa bikin (Fîlî. 2:12). Çiqas hê zef cabdariya me heye, haqas hê zêde ji me tê xwestinê û em ber Xwedê cabdar in (Lûqa 12:48). Lê hergê em bi rastî Yehowa hiz dikin, tu tişt wê me nelikumîne û ji hizkirina Yehowa neqetîne (Zeb. 119:165; Rom. 8:37-39).
20. Nêta dilê me gerekê çi be?
20 Wan rojên gelek çetinda, çevê me bira her gav li Yehowa be, “yê li ezmên rûniştî”, seva ku qirara wî fem kin. Were em tu car nehêlin, wekî kirên meriva heleqetiya me tevî Yehowa xirab kin. Çi ku tevî Mûsa qewimî, dide kifşê ku em gerekê rind miqatî xwe bin. Dewsa vê yekê ku ser şaşiyên meriva hêrs kevin, were em dilê xweda safî kin wekî “çevê meyê li Xudan, Xwedêyê me be, heta Ew li me bê remê” (Zeb. 123:1, 2).
^ abz. 8 Ew cîkî din bû, ne ew Mêrîbah ku nêzîkî Refîdîmê bû û ku usa jî dihate navkirinê Massah. Ew herdu cî hatine navkirinê Mêrîbah, çimkî herdu ciya jî Îsraêlî ketine dewê. (Binihêrin xerîta ji biroşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, para 7, rûpêla 38.)
^ abz. 11 Profêsor Con A. Bêk derheqa vê qewimandinê dibêje: “Li gora kitêbeke Cihûya, ew cimeta raber ser Mûsa usa digotin: ‘Mûsa zane ew qeya çi cûre ye! Hergê ew dixwaze mera keremetê nîşan ke, wekî usa ne bira qeyake din xe wekî av ji wêderê derê’”. Lê ew yek tenê gilî-gotineke berê ye, em nikarin sed selefî bêjin ku usa bû.
^ abz. 12 Binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Cotmehê, sala 1987, “Pirsên Xwendevana”.