GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30
Çawa Bigihînine Dilê Merivên Nebawermend
“Bona hemûya ez dikevime halê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim” (1 KORN. 9:22).
KILAMA 82 Bira Ronaya We Eyan be
VÊ GOTARÊDA *
1. Wan paşwextiyada hine welatada çi guhastin qewimîne?
BI Hezara sala, ser dinyayê heçî zef meriv bawermend bûn û cûre-cûre rêlîgiyada bûn. Lê wan salên paşwextiyêda, meriv gelek hatine guhastinê. Çiqas diçe hê zêde û zêde dibine nebawer. Mesele, hine welatada heçî zef binelî dibêjin, wekî ewana nebawermend in * (Met. 24:12).
2. Menî dibeke çi ye, ku gelek meriv nebawermend in?
2 Lê çira hê zêde meriv dibine nebawermend? * Çimkî hinek pey rihetiyê dikevin, yan jî pey problêmên xwe (Lûqa 8:14). Hinek dibine atêîst. Hinek jî Xwedê bawer dikin, lê difikirin, wekî rêlîgiya îda tiştekî kevin e û karê nayne, yan jî tevî zandariyê û logîkê hev nagire. Ewana dibeke ji heval, dersdar yan jî ji mêdiyayê dibihên, wekî jîyîn bi saya êvolûsiyayê destpêbûye, lê derheqa meniyên logîkî ku Xwedê heye, hindikî dibihên. Hinek jî naxwazin bikevine nava rêlîgiyayê, çimkî divînin serwêrên rêlîgiya perehiz û hukumhiz in. Hine ciyada jî, serwêrên dewletê qanûnên usa derxistine, kîjan ku îzinê nadin meriv aza Xwedê bihebînin.
3. Nêta vê gotarê çi ye?
3 Îsa temî da me, ku “hemû mileta bikin şagirt” (Met. 28:19, ÎM). Lê em ça dikarin alî merivên nebawermend bikin, wekî Xwedê hiz bikin û bibine şagirtên Mesîh? Em gerekê bîr nekin, wekî meriv ça xwe dide kifşê gava em şedetiyê didin, vê yekêva girêdayî ye, ku ew ça û kîderê mezin bûye. Mesele, merivên ku Ewropayêda mezin bûne, cude dibin ji merivên Asyayêda. Çira? Ewropayêda, gelek meriv derheqa Kitêba Pîroz zanin û bihîstine ku Xwedê hemû tişt efirandiye. Lê Asyayêda, heçî zef meriv hindik yan jî qe tiştekî nizanin derheqa Kitêba Pîroz, û dibeke bawer nakin wekî Efirandar heye. Nêta vê gotarê ew e, ku alî me bike rastiyê bigihînine dilê hemû meriva, firqî tune ewana ji kîderê ne yan jî çi bawer dikin.
NIHÊRANDINA POZÎTÎV XWEY KIN
4. Çira em dikarin nihêrandina pozîtîv xwey kin?
4 Pozîtîv bin. Her sal, merivên nebawer dibine Şedên Yehowa. Gelek ji wana nav-namûs dijîtin û durûtiya rêlîgiya ber çevê wan reş bû, hinek jî bi emirê necayîz dijîtin, lê gelek jî gerekê xeysetên xweye xirab biterikandana. Pê alîkariya Yehowa, em dikarin dudilî nebin, ku emê wan meriva bivînin, yên ku hazir in mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48; 1 Tîmt. 2:3, 4).
5. Gelek car çi meriva hêlan dike, ku guh didine mizgîniya me?
5 Heyf û Merîfet bin. Gelek car meriv mizgîniya me rind qebûl dikin, ne bona vê yekê ku me çi wanra gotiye, lê ça me wanra gotiye. Dilê wan tê çaxê em dikevine heyra wan, wanra heyf û bi merîfet in. Em zorê wan nakin ku guh bidine me. Dewsê em dixwazin fem kin hela nihêrandina wan ser rêlîgiya ça ne. Mesele, hine merî hiz nakin tevî merivên nenas derheqa rêlîgiya xeber din. Hinek jî hesab dikin, wekî bêmerîfetî ye ku ji meriva bipirsin, wekî ew derheqa Xwedê çi difikire. Hinek jî şerm dikin çaxê kesek wana divîne ku Kitêba Pîroz dixûnin, îlahî tevî Şedên Yehowa. Çi jî hebe, em gerekê nihêrandin û fikirên meriva hildin hesab (2 Tîmt. 2:24).
6. Pawlosê şandî çawa dida kifşê, wekî ewî nihêrandina meriva hildida hesab, û ça em dikarin çev bidine wî?
6 Lê em çi dikarin bikin, hergê texmîn dikin, wekî meriva xweş nayê çaxê em xeberên usa didine xebatê, ça “Kitêba Pîroz”, “efirandin”, “Xwedê” yan jî “rêlîgiya”? Em gerekê çev bidine Pawlos û cûrekî mayîn tevî wan meriva xeber din. Çaxê Pawlos tevî Cihûya xeber dida, ewî Nivîsarên Pîroz dida xebatê. Lê çaxê tevî fîlosofên Yûnanî ber civîna Aryopagoyê xeber dida, ewî xeberdanêda besa Kitêba Pîroz nedikir (Kar. Şand. 17:2, 3, 22-31). Lê ça em dikarin çev bidine Pawlos? Hergê hûn rastî wî merivî bên, kîjan ku Kitêba Pîroz qebûl nake, wê baş be wedê xeberdanê konkrêt besa rêzên ji Kitêba Pîroz nekin. Hergê hûn têderdixin, wekî meriv naxwaze kesek wî bivîne, ku ew tevî we Kitêba Pîroz dixûne, jêra rêza usa nîşan kin, wekî nekeve ber çeva, mesele ji haceta elektronîk nîşan kin.
7. Seva em çev bidine Pawlos, li gora 1 Korintî 9:20-23, em gerekê çi bikin?
7 Femkar bin û Guh Bidine Meriva. Em gerekê fem kin, ku çira nihêrandina meriva usa ye (Metlk. 20:5). Dîna xwe bidine mesela Pawlos. Ew nava Cihûyada mezin bibû. Lema jî çaxê ewî merivên ne ji miletê Cihûra mizgînî bela dikir, dêmek wan merivara, yên ku derheqa Yehowa û Nivîsarên Pîroz hindik yan jî qe tiştek nizanibûn, gerekê cûrê xeberdana xwe biguhasta. Wê baş be em lêkolîna bikin yan jî ji xûşk-birên cêribandî pêbihesin, hela merivên mihala meda ça difikirin û çi texmîn dikin. (Bixûne 1 Korintî 9:20-23.)
8. Çawa em dikarin derheqa Kitêba Pîroz xeberdanê destpêkin?
8 Nêta me ew e, wekî merivên “hêja” bigerin (Met. 10:11). Bona vê yekê, em gerekê meriva bipirsin, ku ewana derheqa filan tiştî çi difikirin û paşê bi sebir guh bidine wan. Birak ji Înglîstanê meriva dipirse, ku bi texmîna wan, meriv ça dikare zewacêda bextewar be, çawa zarên xwe rast mezin ke, yan jî çawa ber neheqiyê teyax ke. Ew guh dide cabên wan, û paşê pirsê dide wan: “Hûn ça difikirin, eva şîreta ku weke 2 000 sal pêşda, hatiye nivîsarê, wê kêrhatî be?” Û ew têla xweda rêzên ji Kitêba Pîroz wanra dixûne, lê xebera “Kitêba Pîroz” nade xebatê.
XEBERA XWEDÊ BIGIHÎNINE DILÊ MERIVA
9. Em ça dikarin alî wan meriva bikin, yên ku xwe ji xeberdana derheqa Xwedê dûr digirin?
9 Çawa em dikarin Xebera Xwedê bigihînine dilê wan meriva, yên ku xwe dûr digirin ji xeberdana derheqa Xwedê? Em dikarin tevî wan derheqa wan tişta şêwir kin, kîjan ku wanra hewas in. Mesele, gelek meriv ecêbmayî dimînin ser tebiyetê û efirîna. Lema jî em dikarin wanra tiştekî usa bêjin: “Hûn dibeke zanin, wekî zandara tiştên tebiyetê lêkolîn kirine, û mîna wan efirîna tişt çêkirine. Mesele, yên ku mîkrofon çêkirine, guh lêkolîn kirine, lê yên ku kamêra çêkirine, çev lêkolîn kirine. Lê bi texmîna we kê çev û guh efirandiye?” Çaxê me rind guh da caba wan, paşê em dikarin bêjin: “Ez tiştekî hewas pêhesiyame ji poêtekî berê, ku nivîsiye: ‘Ma yê ku guh efirandine, qey nikare bibihîze? Yan jî ewê ku çev çêkirine, ma nikare bivîne? Qey Yê, ku zanyariyê hînî meriva dike, gelo ew nizane?’. Hine zandar wan giliyara qayîl in û bawer dikin, wekî efirandar heye” (Zeb. 94:9, 10, DO). Paşî vê yekê, em dikarin jw.org®-da “Întêrvîû û Serhatîda” vîdêokê nîşanî wan kin, bin vê binserîda “Nihêradina ser Pêşdahatina Emir” (Bikevin NEŞIRKIRIN > VÎDÊO). Usa jî em dikarin biroşûra “Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?” yan “Kanya Emir-Pênc Pirsêd Ferz” bidine wan.
10. Em ça dikarin xeberdanê destpêkin tevî wan meriva, yên ku naxwazin derheqa Xwedê xeber din?
10 Heçî zef meriv dixwazin axiriya wan baş be. Lê gelek ditirsin, wekî erd wê wêran be, yan jî jîyîna ser erdê wê kuta be. Berpirsiyarekî mihalê ji Norwejê dibêje, wekî merivên ku naxwazin derheqa Xwedê xeber din, gelek car dixwazin derheqa halê dinyayê xeber din. Çaxê ew meriva silav dike, paşê dibêje: “Hûn ça difikirin, axiriya me wê çawa be? Gelo axiriya meye baş polîtîkava, zandarava yan jî kesekî dinva girêdayî Zeb. 37:29; Waîz 1:4).
ye?” Paşê çaxê ew caba meriva dibihê, rêzeke ji Kitêba Pîroz, kîjan ku derheqa axiriya baş e, dixûne yan jî bi ezberî dibêje. Hine merivara hewas e hê zêde pêbihesin derheqa sozê ji Kitêba Pîroz, kîderê tê gotinê, wekî erd wê heta-hetayê bimîne û merivên qenc wê ser heta-hetayê bijîn (11. Çira em gerekê hindava meriva cûre-cûre mêtoda bidine xebatê, û çawa em dikarin çev bidine Pawlos, derheqa kîjanî Romayî 1:14-16-da tê gotinê?
11 Wê baş be em cûre-cûre mêtoda bidine xebatê tevî cûre-cûre meriva. Lê çira? Çimkî her meriv cûrekî ye. Çi ku yekêra hewas be, dikare yê mayînra hewas nîbe. Hineka xweş tê derheqa Xwedê û Kitêba Pîroz xeber din, lê hinekara jî hewas e derheqa tiştên mayîn xeber din. Çi jî hebe, em gerekê her mecalê bidine xebatê, seva tevî hemû cûre meriva xeber din. (Bixûne Romayî 1:14-16.) Em usa jî gerekê bîr nekin, wekî tenê Yehowa rastiyê dilê wan merivada mezin dike, yên ku rastiyê hiz dikin (1 Korn. 3:6, 7).
ÇAWA DERHEQA RASTIYÊ XEBER DIN, TEVÎ MERIVÊN KU XWEDÊ BAWER NAKIN
12. Ça em dikarin alî merivên ji welatên Asyayê bikin, yên kûr nefikirîne ser vê yekê ku Efirandar heye?
12 Nav temamiya dinyayêda, gelek mizgînvan rastî wan meriva tên, yên ku Xwedêyê rast bawer nakin, û usa jî rastî merivên ji wan ciya tên, kîderê serwêrên dewletê bona rêlîgiya sînora datînin. Gelek welatên Asyayêda, meriv bi rastî ne jî kûr fikirîne ser vê yekê, ku Efirandar heye. Hine meriv zû qebûl dikin hînbûna Kitêba Pîroz, çimkî dixwazin tiştên teze pêbihesin, hinekara jî hewas nîne tiştên teze pêbihesin. Em ça dikarin alî wan bikin? Hine mizgînvanên cêribandî xizmetiyêda hê pêşdaçûyî dibin, çimkî xeberdanê bi hevaltî destpêdikin, merivara didine kifşê bona wana xem dikin, û gilî dikin ku ça bi saya xebitandina prînsîpên ji Kitêba Pîroz, emirê wan aliyê başda hatiye guhastinê.
13. Çi cûreyî em dikarin hewasa meriva hindava Kitêba Pîroz pêşda bînin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnale.)
13 Gelek meriv begem dikin bîlaniya ku Kitêba Pîrozda heye (Waîz 7:12). Niyû Yorkêda, xûşkek ya ku şedetiyê dide merivên ku ser zimanê Mandarînî xeber didin, dibêje: “Ez dikevime heyra meriva û guh didime wan. Hergê ez pêdihesim, wekî ewana êmîgrantên teze ne, cara ji wana dipirsim: ‘Hûn ça hînî vî cîyî bûne? We xebat xwera dîtiye? Merivên wira wera heyf in?’”. Cara ew yek alî wê dike ku gilî ke, Kitêba Pîroz çi hîn dike. Çaxê tê standin, xûşk zêde dike: “Bi texmîna we çi ye tiştê lapî ferz, wekî heleqetiya baş xwey kin tevî meriva? Îzin e ez wera metelokeke ji Kitêba Pîroz bixûnim? Wira tê gotinê: ‘Destpêbûna şêr mîna avberdanê ye, hê şer ku giran nebûye jê dûr keve’. Hûn ça difikirin, ew şîret dikare alî me bike, wekî heleqetiya me tevî meriva baş be?” (Metlk. 17:14). Xeberdana wî cûreyî dikare alî me bike, wekî wan meriva bivînin, yên ku dixwazin hê zêde pêbihesin.
14. Çawa birakî ji Rohilata Dûr alî wan meriva dike, yên ku dibêjin, wekî Xwedê bawer nakin?
14 Lê em ça dikarin tevî wan meriva xeber din, yên ku Xwedê bawer nakin? Birakî me ku Rohilata Dûrda xizmet dike, kîderê ku merivên nebawer dijîn, dibêje: “Bi rastî çaxê wira meriv dibêje: ‘Ez Xwedê bawer nakim’, ew dixwaze bêje, wekî ew wan xudana nahebîne, kîjan ku bi edetî merivên wira dihebînin. Lema jî ez wanra gelek car qayîl im, ku heçî zef xudan bi destê meriva têne çêkirinê û sax nînin. Û ez wanra gelek car Yêremya 16:20 dixûnim: ‘Qe meriv dikare xwera xudana çêke, gava ewana bi rastî ne xudan in, DT?’ Paşê ez dipirsim: ‘Lê ça em dikarin têderxin, hela kîjan xwedê rêalî ye, lê kîjan meriva xwexa çêkiriye yan jî ber xwe derxistiye?’ Ez rind guh didim caba wan, û paşê wanra dixûnim Îşaya 41:23: ‘Gilî kin mera axiriyêda wê çi biqewime, û emê bizanibin ku hûn xudan in, DT’. Paşê ez pêxembertîkê nîşanî wan dikim, kîjan ku Yehowa pêşda derheqa axiriyê gotiye”.
15. Em çi dikarin hîn bin ji mesela birakî ji Korêya Rohilatê?
15 Birakî me ji Korêya Rohilatê, wedê serlêdana dubare mêtodeke usa dide xebatê. Ew gilî dike: “Ez wanra nîşan dikim bîlaniya ji Kitêba Pîroz, pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz ku hatine sêrî, û qanûn kîjan ku gerdûnê kontrol dikin. Paşê ez wanra nîşan dikim çawa ew her tişt eyan dike, wekî Efirandarê sax û bîlan heye. Gava ew meriv qayîl dibe, ku dibeke jî Xwedê heye, ez wîra nîşan dikim, wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa Yehowa”.
16. Li gora Îbranî 11:6, çira ferz e merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibin, baweriya xwe hindava Xwedê û Kitêba Pîroz pêşda bînin, û ça em vê yekêda dikarin alî wan bikin?
16 Çaxê em hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin tevî merivên nebawer, em gerekê timê baweriya wan mezin kin vê yekêda ku Xwedê heye. (Bixûne Îbranî 11:6.) Û em gerekê alî wan bikin, wekî ewana baweriya xwe Kitêba Pîroz bînin. Dibeke bona vê yekê em çend cara merivara tiştekî biwekilînin. Wedê her hînbûnê, em dikarin tevî wan îzbatkirinekê şêwir kin, ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye. Mesele, em dikarin tevî wan şêwir kin derheqa pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz, ku hatine sêrî, usa jî ça Kitêba Pîroz aliyê zandariyêda û terîxiyêda rast e, û ça şîretên ji wê, jîyîna herrojîda kêrî me tên.
17. Hizkirina me hindava meriva ça dikare ser wana hukum ke?
17 Çaxê em hindava meriva hizkirinê didine kifşê, bi vê yekê em alî wan dikin, wekî bibine şagirtên Mesîh, firqî tune ewana bawermend in yan na (1 Korn. 13:1). Wedê hînkirinê nêta me ew e, ku bidine kifşê, wekî Xwedê me hiz dike û dixwaze em jî wî hiz bikin. Her sal, bi hezara merivên ku berê tu rêlîgiyada nîbûn, têne nixumandinê, çimkî wana Xwedê hiz kir. Lema jî pozîtîv bin, bikevine heyra hemû cûre meriva û wana hiz bikin. Guh bidine wana, û hal û nihêrandina wan fem bikin. Pê mesela xwe wana hîn kin, ku bibine şagirtên Mesîh.
KILAMA 76 Gelo Tu Şa Nabî?
^ abz. 5 Îro em hê zêde rastî wan meriva tên, yên ku nebawermend in. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa em dikarin wanra rastiya Kitêba Pîroz gilî kin, û çawa em dikarin alî wan bikin, wekî îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin û baweriya xwe Yehowa Xwedê bînin.
^ abz. 1 Li gora lêkolîna, ji wan welata hinek, ew in: Albanya, Avstralya, Avstrya, Azerbaycan, Kanada, Çîn, Komara Çêxyê, Denmark, Fransa, Almanya, Hon-Kong, Îrlend, Îsraêl, Japonya, Nîdêrland, Norwej, Komara Korêyê, Îspanya, Şwêdya, Swîsre, Keyaniya Yekbûyî û Viyetnam.
^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Vê gotarêda, xebera nebawermend derheqa wan meriva tê gotinê, yên ku tu rêlîgiya qebûl nakin yan jî Xwedê bawer nakin.
^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak nexweşxanêda hevalxebatçiyê xwera şedetiyê dide. Ew mêrik paşê malpera me jw.org lêkolîn dike.