Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Çi ku Min Diket, Min Ew Kir

Çi ku Min Diket, Min Ew Kir

DONALD Rîdlêy 30 sala zêdetir advokat bû, yê ku dîwanada Şedên Yehowa diparist. Ewî kareke mezin kir vê yekêda, ku îzina nexweşa diparist, wekî xûnê berî wan nedin. Teşkîleta me pê alîkariya wî çend cara dîwana bilindda serket. Hevalên wî jêra di- gotin Don, û wî nas dikirin ça yekî ku dikeve heyra meriva, xebathiz û milûk.

Sala 2019, Don pêhesiya wekî nexweşiya wîye neurologî heye, kîjan ku nayê qenckirinê. Ew nexweşî zû pêşda diçû, û yazix ew 16 Tebaxê sala 2019, mir. Were em serhatiya wî pêbihesin.

Ez Mînêsotayêda (Amêrîka), sala 1954 hatime bûyînê. Malbeta me Katolîk bûn, û em ne kesîb bûn, ne jî dewletî. Em pênc xûşk-bira bûn, ez yê duda bûm. Ez mekteba Katolîkîda hîn dibûm, û berdestiyê keşîş bûm. Min Kitêba Pîroz rind nizanibû. Ez difikirîm ku Xwedê heye, yê ku her tişt efirandiye, lê hindava vê dêrêda min baweriya xwe unda kiribû.

RASTIYÊ PÊDIHESIM

Çaxê ez sala pêşin kolêca qanûnzaniyêda hîn dibûm, carekê Şedên Yehowa zengilê derê min xistin. Hingê ez betal nîbûm, çimkî min kincê xwe dişûşt, û ew jin-mêr qayîl bûn, wekî careke din bên. Gava ewana hatin, min du pirs da wan: “Çira merivên xirab pêşda diçin, lê yên qenc na?” û “Meriv ça dikare rastî bextewar be?” Wana kitêba “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê” û Kitêba Pîroz “Welgerandina Dinya Teze” dane min. Û ez qayîl bûm, ku ewana Kitêba Pîroz min hîn kin. Ewê hînbûnê tê bêjî çevê min vekir. Ez usa şa bûm çaxê pêhesiyam, wekî Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyê ser erdê bike. Min didît ku hukumetiya meriva çi axiriyê tîne, û ewê çiqas êş, kul-derd, neheqî û xezeb aniye dinê.

Sala 1982-da civata mezin, bajarê St. Polda avayîke mezinda derbaz bû, û wêderê ez hatime nixumandinê. Heftiya din, ez dîsa çûme wêderê, wekî êkzamîna advokatiyê bidim. Meha Cotmehêda ez pêhesiyam, ku ez derbaz bûme, û ez îda dikaribûm ça advokat bixebitim.

Ser vê civata mezin, ez rastî Mayk Rîçardson hatim, yê ku Beytela Brûklînêda xizmet dikir. Ewî minra gilî kir, wekî ofîsa meye serekeda, îdara şixulên dîwanê hate sazkirinê. Hingê hate bîra min giliyên nemêrê Etyopî, ku Karên Şandiya 8:36-da nivîsar in. Min pirs da xwe: “Çi nahêle ku ez vê îdarêda xizmet kim?” Lema jî min blanka bona xizmetiya Beytelê tije kir.

Dilê dê-bavê min nehat, ku ez bûme Şedê Yehowa. Bavê min ji min pirsî gelo kara vê yekê heye, hergê ez Beytelêda alîkariyê bidim. Min jêra şirovekir, ku ez vê yekê dixwazim rezedilî bikim, û ça endemê Beytelê, ezê tenê 75 dolara her meh bistînim.

Min nikaribû derbêra Beytelêda xizmet kim, çimkî ez dîwanekêda îda qayîl bibûm, ku ça advokat bixebitim. Lema min sala 1984-da destpêkir Beytelêda xizmet kim. Wêderê ez îdara şixulên dîwanêda hatime kifşkirinê. Çiqas baş bû, ku ez pêşda dîwanêda xebitîm, çimkî şixulê advokatiyêda bûme cêribandî.

TEZEKIRINA ODA TÊATRA STÊNLÎ

Avayê Têatra Stênlî hingê wî cûreyî bû, gava hate kirînê

Teşkîleta me şeherê Niyû Cêrsîda, meha Mijdarê, sala 1983, Oda Têatra Stênlî kirî. Bira ji merivên dewletê îzin xwestin, wekî sîstêmên elektrîkî û lûlên avê biguhêzin, çimkî halekî xirabda bûn. Çaxê bira rastî wan hatin, şirovekirin ku evê oda Têatra Stênlî, dixwazin bona civatên mezine Şedên Yehowa bidine xebatê. Evê yekê problêm pêşda anî. Ev têatr goveka şeherda bû, û li gora qanûnên wî şeherî, avayên bona hebandinê gerekê wî cîyî nîbûna. Lema jî merivên dewletê wanra qayîl nebûn. Bira ev şixul dane dîwanê, lê dîwanê qebûl nekir, ku evê pirsê safî ke.

Çaxê teşkîleta me ev pirs da dîwana federalîye herêmî, hingê îda heftêk bû, ku min Beytelêda xizmet dikir. Ez du sala vê dîwanêda ça advokat xebitîbûm, lema jî ez haş ji şixulên usa hebûm. Advokatekî me şirovekir, ku vê oda Têatra Stênlîda cûre-cûre civîn, besa xeberê sînem û rok konsêrt, derbaz dibûn. Û ewî got lê çira îzin tune, wekî civînên ku hebandinêva girêdayî ne, derbaz bin? Ewê dîwanê piştgiriya me kir, got ku merivên dewletê yê şeherê Cêrsî, azaya meye hebandinê teribandine. Dîwanê safî kir ku îzina me heye evî avayî bidine xebatê, û min didît ça Yehowa şixulên dîwanêda teşkîleta xwe kerem dike, seva şixulê wî pêşda here. Ez gelek şa dibûm, ku min jî aliyê xweda komek da.

Bira proêkteke mezin saz kirin, wekî evê oda têatrê teze kin, û nava salekêda kêmtir îda 8 Îlonê, sala 1985, şeherê Cêrsîda xilazkirina mekteba Gîled derbaz bû. Minra qedirekî mezin bû, ku min bona şixulê Yehowa alîkarî da. Ewê yekê minra hê zêde şabûn anî, ne ku xebata mine berê. Min ne jî dikaribû bida ber çevê xwe, ku Yehowa wê qedirekî haqas mezin bide min, û dîsa gelek şixul bona min hazir ke.

ÎZINA QENCKIRINA BÊXÛN DIPARÊZIM

Salên 1980-da, gelek nexweşxane mera qayîl nedibûn, ku bê xûn Şedên Yehowa qenc kin. Îlahî kulfetên hemle vê pirsêda rastî çetinayê dihatin, çimkî hakima digot, wekî îzina wan tune ku nehêlin xûnê berî wan din. Wana menî digirtin, ku hergê kulfet xûnê berî xwe nede, dikare bimire û zara wê bê dê bimîne.

Xûşka me Dênîs Nîkolo 29 Kanûna Pêşin, sala 1988, çaxê zar jêra bû, gelek xûn unda kir, û hêmoglobîna wê heta 5.0 berjêr bû. Doktor got, ku emirê wê bin qeziyêda ne, û lazim e xûnê berî wê din. Xûşka me qayîl nebû. Şebeqa din, doktora ji hakim îzin xwestin, wekî xûnê berî wê din. Hakim bê dîwan, ne xûşka me pirsî ne jî mêrê wê, îzin da ku xûnê berî wê din.

Rast e neferên wê û mêrên wê miqa- bilî vê yekê rabûn, yeke roja mayîn, Îniyê, 30 Kanûna Pêşin, doktora zorê xûn berî vê xûşkê dan. Hema vê êvarê, çend neferên wê û çend rûspî hatine girtinê, seva vê yekê ku nedihîştin xûnê berî Nîkoloyê din. Şemiyê şebeqê, şeherê Niyû Yorkêda û Long Aylêndêda nûçêda derheqa vê yekê elam kirin.

Ez û Fîlîp Brûmlêy cahiltiyêda

Duşemê şebeqê, min tevî Mîlton Molên, hakimê dîwana bilind xeber da. Min jêra her tişt şirovekir û eyan kir, wekî hakimê mayîn xwestina vê xûşkê hilnedaye hesab, ne jî ya neferên wêye malê. Ewî qolê xwe daniye, û bêy îzina wan xûn berî wê dane. Mîlton hakim minra got, ku nîvro bême ofîsa wî, wekî derheqa îzbatkirina û qanûnên bona derecên usa, şêwir kin. Serkarê îdara min Fîlîp Brûmlêy, tevî min hate ofîsa wî. Ewî hakimî usa jî gazî advokatê vê nexweşxanê kir. Şêwira me hêdî-hêdî dibû dew-doz, û bira bi taktîkî ser bloknota xwe minra nivîsî “dengê xwe nerm ke”. Ew yek şîreteke baş bû bona min, çimkî min gelek dixwest wî advokatîra îzbat kim, ku ev nerast e, û lema min tevî wî sert xeber dida.

Ji aliyê çepê aliyê rastê: Rîçard Mok, Grêgorî Olds, Pol Polîdoro, Fîlîp Brûmlêy, ez û Marîo Morêno, advokatên me Dîwana Bilindda, roja ku me şixulê Şedên Yehowa diparist. (“Watchtower v. Village of Stratton”, binihêrin “Hişyar Bin!” ya 8 Çileyê, sala 2003), rûpêla 3, 4-5, 6-8, 9-11.

Paşî weke sihetekê, Mîlton Hakim got, ku şebeqê ese pêşiyê ev pirs gerekê bê safîkirinê. Gava em ji ofîsa wî derdiketin, ewî got ku sibê şixulê wî advokatê wê gelek xirab be. Ew dihate hesabê, ku jêra wê nehêsa be xwe heq derxe, çimkî îzina wî tune bû vê yekê bike. Hingê min texmîn kir, wekî Yehowa minra eyan dike, ku emê serkevin. Eva rastî jî kerem bû bona me, çimkî me didît ça Yehowa bona qirara xwe me dide xebatê.

Me heta nîvê şevê xwe bona vê dîwanê hazir dikir. Oda dîwanê, nêzîkî Beytela Brûklînê bû, lema jî heçî zef ji îdara me niga çûn wêderê. Gava her çar hakima hemû îzbatkirin û înformasiya ji me bihîstin, wana elam kir ku îzina wan tune bû bihêlin xûnê berî xûşka me Nîkolo din. Ewê dîwana bilind pişta xûşka me girt, û elam kir ku dereca wêda mafê meriva hatiye teribandinê, çimkî xwestina yê nexweş hilnedan hesab û ne jî guh danê.

Dîwana bilind ya Niyû Yorkê elam kir, ku mafê xûşka Nîkolo hebû ku xûnê berî xwe nede. Dîwana bilindda ji çar şixulên xûnêva girêdayî, ew ya pêşin bû, kîjanêda ku min komek da. (Binihêre çargoşe bi navê “ Serketinên Dîwana Bilindda”.) Min usa jî tevî advokatên Beytelêye mayîn komek dida teşkîleta me wan pirsada, çaxê meriv bi qanûnî zara dike ewledê xwe, hevqetandina jin-mêra, û kirîn-firotana avayada.

ZEWAC Û JÎYÎNA MINE MALBETÊDA

Ez û jina xwe Dawn

Çaxê ez cara pêşin rastî Dawn hatim, ew ji mêrê xwe qetiya bû û sê zarên xwe xwey dikir. Ew hin dixebitî, wekî malbeta xwe xwey ke û hin jî ça pêşeng xizmet dikir. Ewê emirê xweda gelek derd dîtibû, û ez gelek ecêbmayî dimam, ku ew ça bi xîret Yehowara xizmet dike. Sala 1992, em çûne ser civata mezin şeherê Niyû Yorkêda, û min jêra got ku ez dixwazim wê hê nêzîk nas kim. Salekêda em zewicîn. Ew kulfeta ruhanî û henekçî pêşkêşa ji Yehowa ye. Dawnê rastî jî emirê min bextewar kir (Metlk. 31:12).

Çaxê me hev stand, zarên wê 11, 13, û 16 salî bûn. Min dixwest wanra bibime bavekî baş, lema min edebyetên meda derheqa zirbav gelek dixwend, û her şîret dida xebatê. Rast e nava salada çetinayî hebûn, lê dilê min şa dibe, ku ewan zara ez qebûl kirim ça hevalê nêzîk û bavê hizkirî. Derê me bona hevalên zara timê vekirî bû, û em jî wan cahilara şa dibûn.

Sala 2013, ez û Dawn derbazî şeherê Wîskonsîn bûn, seva miqatî dê-bavên xweye emirda mezin bin. Ez gelek şa bûm, ku min dîsa jî berdewam dikir bona şixulên dîwanêva girêdayî alîkarî dida Beytelê.

EMIRÊ MIN TÊ GUHASTINÊ

Meha Îlonê, sala 2018, min têderxist ku qirika minda timê belxem top dibe. Gava ez çûme cem doktor, ewî fem nekir ku çira usa dibe. Paşê doktorê mayîn minra got ku herim cem neurolog. Meha Çileyê, sala 2019, neurolog minra got, ku ev nexweşiya neurologî ye, kîjan ku zû pêşda diçe û ser temamiya bedenê hukum dibe û nayê qenckirinê.

Sê roj şûnda, gava ez ser bûzê sportekêva mijûl dibûm, ez ketim û zenda min şikest. Pêşiya vê yekê ez temamiya emirê xweda vê sportêva mijûl dibûm, çimkî min gelek hiz dikir. Lê min fem kir, ku ez îda nikarim bedena xwe kontrol kim. Bona min şok bû ku ev nexweşî ça zû pêşda diçe. Minra îda çetin bûye xeber dim, daqorçînim, û rê herim.

Bona min qedirekî gelek mezin e, ku min pêşê xweyî advokatiyê, bona kara teşkîleta Yehowa da xebatê. Ez usa jî şa dibim, ku min jûrnalên zandariyêda gelek gotar nivîsîn, kîjan ku bona doktora, qanûnzana û hakima ye. Xêncî vê yekê, cûre-cûre welatada min gotar dixwend, wekî mafê Şedên Yehowa biparêzim, ku qenckirin û opêrasiya bê xûn bikin. Lê ça Lûqa 17:10-da tê gotinê, ez jî usa difikirim, ku ez xulamê bêkêr im. Çi ku min diket, min ew kir!