Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30

Berdewam ke Nava Rastiyêda Bijî

Berdewam ke Nava Rastiyêda Bijî

“Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn” (3 YÛHN. 4).

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora 3 Yûhenna 3, 4, em ji çi şabûnê distînin?

BIDINE ber çevê xwe Yûhennayê şandî şabûneke ça stand çaxê bihîst, wekî ew merivên ku bi alîkariya wî hatibûn ser riya rast, berdewam dikin bi aminî Yehowara xizmet kin. Ewî ewana hesab dikirin zarên wîye ruhanî. Yûhenna hemû tişt dikir, wekî baweriya wan Mesîhiyên amin qewî ke, çimkî ewana rastî gelek çetinaya dihatin. Em jî şabûnê distînin çaxê divînin zarên me û usa jî zarên meye ruhanî, xwe tesmîlî Yehowa dikin û berdewam dikin wîra xizmet kin. (Bixûne 3 Yûhenna 3, 4.)

2. Meniya nivîsandina nemên Yûhenna çi bû?

2 Sala 98 D.M., Yûhenna diqewime Efesêda yan jî nêzîkî wê dijît. Dibeke ew hingê derbazî wêderê bû çaxê ji kela Patmosê aza bû. Wan çaxa Yehowa pê ruhê xweyî pîroz alî wî kir, ku wan sê nema binivîse. Nêta wan nema ew bû, wekî Mesîhiyên amin hêlan ke, ku baweriya xwe hindava Îsa xwey kin û berdewam kin nava rastiyêda bijîn.

3. Emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Wî çaxî ji şandiya tenê Yûhenna sax bû, û ew berxwe diket, çimkî dersdarên qelp ser civata xirab hukum dibûn * (1 Yûhn. 2:18, 19, 26). Ewan rabera digotin wekî Xwedê nas dikin, lê bi rastî gura wî nedikirin. Were em şêwir kin şîreta ku Yûhenna mera da, û caba van sê pirsa pêbihesin: Çi tê hesabê nava rastiyêda bijîn? Em rastî çi çetinaya tên? Û em ça dikarin alî hev bikin, ku nava rastiyêda bimînin?

ÇI TÊ HESABÊ NAVA RASTIYÊDA BIJÎN?

4. Li gora 1 Yûhenna 2:3-6 û 2 Yûhenna 4, 6, em gerekê çi bikin wekî nava rastiyêda bijîn?

4 Seva ku nava rastiyêda bijîn, em gerekê rastiya Xebera Xwedê bizanibin. Em gerekê usa jî “temiyêd” Yehowa biqedînin”, dêmek gura wan temiya bikin. (Bixûne 1 Yûhenna 2:3-6; 2 Yûhenna 4, 6.) Îsa meseleke gelek baş hîşt vê yekêda, ku gura Yehowa bikin. Cûrekî ferz ku gura Yehowa bikin ew e, wekî çiqas dikarin pêgeha Îsada herin (Yûhn. 8:29; 1 Pet. 2:21).

5. Em gerekê çida bawer bin?

5 Seva em berdewam kin nava rastiyêda bijîn, em gerekê bawer bin wekî Yehowa Xwedayê rastiyê ye û ew çi ku bi Kitêba Pîroz mera dibêje, rastî ye. Em gerekê usa jî bawer bin, wekî Îsa Mesîhiyê sozdayî ye. Gelek dudilî dibin, wekî Îsa hatiye kifşkirinê ça Padşê Padşatiya Xwedê. Yûhenna digot wekî fesal bin, çimkî hebûn “gelekêd ku xelqê ji rê derdixin”, kîjana dikaribûn wan meriva bixalifînin, yên ku hazir nîbûn baweriya xwe hindava rastiya derheqa Yehowa û Îsa biparêzin (2 Yûhn. 7-11). Yûhenna nivîsî: “Kî ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: ‘Îsa ne Mesîh e’” (1 Yûhn. 2:22). Seva em neyne xalifandinê, riya tek ev e, ku Xebera Xwedê lêkolîn bikin. Tenê hingê emê Yehowa û Îsa rind nas kin (Yûhn. 17:3). Û tenê hingê emê bawer bin, wekî em rastiyê zanin.

ÇI DIKARE RÊ ME BIGIRE, KU NAVA RASTIYÊDA BIJÎN?

6. Çi dikare rê Mesîhiyên cahil bigire, ku nava rastiyêda bijîn?

6 Hemû Mesîhî gerekê fesal bin, wekî nekevine ber bayê fîlosofiya meriva (1 Yûhn. 2:26). Îlahî Mesîhiyên cahil gerekê fesal bin, wekî nekevine vê telikê. Xûşkeke me Alêksa * ji Fransayê, ya ku 25 salî ye, dibêje: “Ez çaxê mektebêda derheqa êvolûsiyayê û usa jî derheqa fîlosofiya meriva pêhesiyam, ez xalifîm û rastiya Kitêba Pîrozda dudilî bûm. Evê hînkirinê cara fikirên min direvand. Lê ez xwera difikirîm, wekî wê nerast be hergê çi ku Kitêba Pîroz hîn dike, pişt guhê xweva bavêjim û vê yekê bawer kim, çi ku mektebêda dersdara hîn dikirin”. Alêksayê kitêba bi navê “Emir Ça Pêşda Hat? Bi saya Êvolûsyayê yan Efirandinê?”, lêkolîn dikir. Çend heftiyada îda ew şik ji dilê wê derket. Ew dibêje: “Ez îzbat bûm, wekî çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, ew heye rastî. Û min fem kir, ku hergê ez li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîm, ezê şabûn û edilayê bistînim”.

7. Em gerekê çida fesal bin, û çira?

7 Hemû Mesîhî ça cahil usa jî yên emirda mezin, gerekê fesal bin ku usa nîbe, hin Yehowara xizmet kin, hin jî tiştên nerast bikin. Yûhenna da kifşê wekî em nikarin hin nava rastiyêda bijîn, hin jî bi emirekî necayîz bijîn (1 Yûhn. 1:6). Hergê em dixwazin Yehowa me qebûl ke çawa niha usa jî axiriyêda, em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa hemû tiştî çi ku em dikin, divîne. Hela hê jî çi em dizîva dikin ku tu kes nikare bivîne, Yehowa gişkî divîne, her tişt li ber çevê wî vekirî û eşkere ye (Îbrn. 4:13).

8. Em gerekê xwe ji çi dûr xwey kin?

8 Em gerekê ji nihêrandina vê dinyayê ser gune, xwe dûr xwey kin. Yûhennayê şandî nivîsî: “Heger em bêjin: ‘Gunê me tune’, em xwexa xwe dixapînin” (1 Yûhn. 1:8). Wedê Yûhennada rabera digotin, wekî meriv dikare wan tişta bike, çi ku ber çevê Xwedê nerast e û hin jî dostê Xwedê be. Îro em jî nav merivên usada dijîn. Gelek meriv dibêjin, wekî Xwedê bawer dikin, lê neqayîl in tevî nihêrandina Xwedê ser gune, îlahî çaxê xeberdan diçe derheqa heleqetiya sêksûalî. Çi ku ber çevê Xwedê gune ye, ewana dibêjin ev yek ser xwestina dilê meriva ye.

Cahilno, lêkolîna bikin, wekî hûn bizanibin ku çevê Yehowada çi rast e û çi ne rast e. Wî cûreyî hûnê bikaribin baweriya xwe biparêzin (Binihêre abzasa 9) *

9. Çira baş e çaxê yên cahil vê yekê dikin, çi ku Kitêba Pîroz hîn dike?

9 Îlahî cahilên mera çetin e xwe ji bênamûsiyê xwey kin, çimkî ciyê xebatê yan jî mektebêda, merivên der-dorê wan, prînsîpên Kitêba Pîroz qebûl nakin. Alêksandir jî rastî vê çetinayê hat. Ew dibêje: “Hine keçika zorê min dikirin, wekî serê xwe wanra daynim. Wana minra digot hergê keçika te tune, wekî usa ne tu homosêksûalîst î”. Çaxê hûn rastî cêribandinên usa bên, bîr nekin, hergê hûn xwe li prînsîpên Kitêba Pîroz bigirin, hûnê qedirê xwe, sihet-qewata xweye fîzîkî û êmosiyalî, û heleqetiya xwe tevî Yehowa, xwey kin. Çiqas hûn xwe ji telikên usa xwey kin, haqas wê wera hêsa be Xwedêra amin bimînin. Usa jî bîr nekin, wekî nihêrandina nerast ser sêksê, ji Şeytan e. Dêmek, çaxê hûn fikirên merivên vê dinyayê înkar dikin, usa hûn “ser Yê Xirab” dikevin (1 Yûhn. 2:14).

10. Ça 1 Yûhenna 1:9 alî me dike, ku pê îsafa temiz Yehowara xizmet kin?

10 Em dudilî nabin, wekî tenê Yehowa dikare bêje, ku kîjan rabûn-rûniştin gune tê hesabê. Û em aliyê xweda hemû tiştî dikin, wekî gune nekin. Lê gava em şaşiya dikin, em ber Yehowa duada gunê xwe tînin rûyê xwe. (Bixûne 1 Yûhenna 1:9.) Lê hergê em gunên giran dikin, em alîkariyê ji rûspiya dixwazin, çimkî Yehowa ewana kifş kirine, wekî bona me xem bikin (Aqûb 5:14-16). Lê em gerekê xwe neçerçirînin ji bo şaşiyên xweye berê. Çira? Çimkî Bavê meyî hizkirî kurê xwe da qurban, wekî gunê me bêne baxşandinê. Çaxê Yehowa dibêje ku ew wê bibaxşîne wan, yên ku gunên xwe tobe dikin, wê ese vê yekê bike. Lema jî tu tişt nikare rê me bigire, ku pê îsafa temiz Yehowara xizmet kin (1 Yûhn. 2:1, 2, 12; 3:19, 20).

11. Em ça dikarin xwe ji wan hînkirina xwey kin, kîjan ku dikarin baweriya me sist kin?

11 Em gerekê hînkirinên rabera înkar kin. Şeytan timê merivên qelp dida xebatê, seva ku şikê bike dilê xizmetkarên Xwedêyî amin. Lema jî em gerekê bizanibin ku ça têderxin rastî ji qelpiyê. * Dijminên me dikarin întêrnêtê bidine xebatê, seva baweriya me hindava Yehowa û hizkirina me hindava xûşk-bira, sist kin. Tu car bîr nekin, ku kê pişt vê yekê sekinî ye (1 Yûhn. 4:1, 6; Eyan. 12:9).

12. Çira em gerekê baweriya xwe hindava rastiyê qewî kin?

12 Seva nekevine telikên Şeytan, em gerekê baweriya xwe hindava Îsa û rola wî qirara Xwedêda, diha qewî kin. Em usa jî gerekê îtbariya xwe vê kaniya tek bînin, kîjan ku Yehowa îro dide xebatê, wekî rêberiyê me bike (Met. 24:45-47). Hergê em dixwazin wekî baweriya me mîna baxên bi kokên qewî be, em gerekê her gav Xebera Xwedê lêkolîn bikin. Pawlos jî nema xweye civata Kolosîra wê yekê da kifşê: “Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektiya wîda bijîn, raw avîtî, ser wî çêkirî û baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin” (Kols. 2:6, 7). Hergê baweriya me qewî be, ne Şeytan ne jî piştgirên wî, wê nikaribin me ji riya rast derxin (2 Yûhn. 8, 9).

13. Em çida gerekê ecêbmayî nemînin û çira?

13 Em gerekê ecêbmayî nemînin, ku em ber çevê wê dinê reş in (1 Yûhn. 3:13). Yûhennada tê gotinê, ku “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhn. 5:19). Kutasiya wê dinyayê ber şêmîkê ye, lema jî hêrsa Şeytan diha qayîm dibe (Eyan. 12:12). Ew ne ku tenê telikên veşartî dide xebatê, mesele bênamûsî û derewên rabera, lê usa jî eşkere pey me dikeve û me dizêrîne. Şeytan zane ku wedê wî gelek hindik maye bona vê yekê, ku xizmetiya me bide sekinandinê û baweriya me sist ke. Lema em ecêbmayî namînin, ku hine welatada şixulê me yan bi temamî yan jî nîvîda qedexekirî ye. Lê yeke xûşk-birên me wan welatada ber vê yekê teyax dikin û amin dimînin. Ewana îzbat dikin, ku firqî tune çi jî Yê Xirab bike, yeke cimeta Xwedê dikare serkeve!

ALÎ HEV BIKIN KU NAVA RASTIYÊDA BIMÎNIN

14. Ça em dikarin alî xûşk-bira bikin, wekî ewana nava rastiyêda bimînin?

14 Seva alî xûşk-bira bikin ku nava rastiyêda bimînin, em gerekê hindava wanda dilşewat bin (1 Yûhn. 3:10, 11, 16-18). Em gerekê hevdu hiz bikin ne tenê hingê çaxê hemû tişt baş e, lê usa jî çaxê problêm pêşda tên. Mesele, dibeke kesek merivê xweyî nêzîk unda kiriye, û hewcê berdiliyê ye û jêra tiştekîda alîkarî lazim e. Yan jî dibeke we bihîstiye, ku xûşk-bira ji bo xezebên tebiyetê zirar standine û wanra alîkarî lazim e, wekî Odên civatên wan, yan jî malên wan tezeda ava kin. Em hizkirin û dilşewatiyê hindava xûşk-bira ne tenê pê giliyên xwe nîşan dikin, lê îlahî pê kirên xwe.

15. Li gora 1 Yûhenna 4:7, 8, em gerekê çi bikin?

15 Çaxê em hizkirina xwe hindava hevda nîşan dikin, em çev didine Bavê xweyî ezmana. (Bixûne 1 Yûhenna 4:7, 8.) Cûrê lape ferz ku ça hizkirinê bidine kifşê ew e, ku hevdu bibaxşînin. Mesele, kesek dibeke wê dilê me bêşîne, lê paşê baxşandinê ji me bixwaze. Hizkirina me hindava wîda wê hingê bê kifşê, hergê em bibaxşînine wî û şaşiya wî bîr kin (Kols. 3:13). Birê me Aldo dilteng bû çaxê birakî, qedirê kîjanî ewî digirt, derheqa miletê wî nebaş xeber da. Ew gilî dike: “Min gelek Yehowara dua dikir, wekî alî min bike ku ew bira ber çevê min nekeve”. Lê Aldo dîsa tiştek kir. Xêncî vê yekê, ewî safî kir ku tevî wî birayî derkeve xizmetiyê. Wedê xizmetiyê Aldo jêra got, wekî giliyên wî birayî gelek dilê wî êşandin. Ew dibêje: “Çaxê ewî birayî bihîst ku giliyên wî ça dilê min êşandin, ewî baxşandinê xwest. Min ji xeberdana wî têderxist, ku ew bona giliyên xwe ça poşman bûye. Paşî vê yekê, em dîsa jî ça heval man, û me ew problêm bîr kir”.

16-17. Em gerekê xwera çi qirar kin?

16 Ji şîretên ku Yûhennayê şandî nemên xweda nivîsî, eşkere tê kifşê ku ew gelek xûşk-bira hiz dikir, û bona ruhaniya wan xem dikir. Em çiqas şa dibin ku tevî Îsa wê xizmetkarên usa serwêrtiyê bikin, yên ku mîna Yûhenna bona halxweşiya xûşk-bira xem dikin (1 Yûhn. 2:27).

17 Were em bi dil û can qebûl kin şîretên, ku me vê gotarêda şêwir kir. Were em xwera qirar kin, ku timê riya rastiyêda herin û her tiştîda gura Yehowa bikin. Timê Xebera wî lêkolîn bikin û dudilî nebin, wekî şîretên têda, bona kara we ye. Baweriya xwe hindava Îsa diha qewî kin. Tu car guh nedine fîlosofiya meriva û hînkirinên rabera. Pê prînsîpên Yehowa bijîn. Were em timê bibaxşînine xûşk-bira û wedê çetinaya alî wan bikin, wekî ewana qewî bimînin. Hingê çi jî biqewime, emê ser riya rast bimînin.

KILAMA 49 Şa ke Dilê Yehowa

^ abz. 5 Em wê dinêda dijîn, kîderê bavê derewiyê, dêmek Şeytan hukumtiyê dike. Lema jî mera dikare gelek çetin be nava rastiyêda bijîn. Mesîhiyên ku xilaziya qirna yekê D.M., dijîtin, rastî çetinayîke usa hatin. Yehowa rêberî Yûhenna kir, ku sê nema binivîse, wekî hin alî Mesîhiyên hingê û hin jî alî me bike. Ji wan nema emê pêbihesin ku çi dikare rê me bigire, wekî nava rastiyêda bijîn û em bona vê yekê çi dikarin bikin.

^ abz. 3 Binihêre çargoşe bi navê “ Meniya Nivîsandina Nemên Yûhenna”.

^ abz. 6 Hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 11 “Birca Qerewiliyêda” ya meha Tebaxê, sala 2018-da, binihêrin gotara bona hînbûnê bi navê “Tu Rast Zanî Her Tiştî?

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke meye cahil mektebêda hemû dera propaganda homosêksûalî dibihê û divîne (Hine welatada rengên keskesorê nîşana homosêksûaliyê ye). Paşê ew bona lêkolînkirinê wede xwera başqe dike, wekî hindava prînsîpên Yehowa baweriya xwe hê qewî ke. Û ew yek alî wê dike, ku safîkirina rast bike.